Hevpeyvîn bi Rêvebir û Berdevkê Hezkurdê Barij Celalî re
Barij Celalî, Li bajarê Îdirê li deşta Rewanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Îdirê xwendîye û beşa ragihandinê jî li Zanîngeha Ankara xwendîye û qedandîye. Her wiha li ser Têkilîyên Neteweyan û Ramyarîyê jî masterê dike. Rêvebir û berdevkê HEZKURDê û xemxurê Zimanê Kurdî ye. Bi awayekî çalak û xwebexşane, ji bo siberoja Kurdî xebatên hişmendîya zimên dike. Ev du salin jî ji bo bijartina dersa kurdî li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke hêja û çalak dimeşîne.
Ji sala 2012an vir de di polên 5,6,7 û 8an de zarokên Kurd weke dersa bijarte dikarin “kurmancî û zazakî” hilbijêrin. Dixwazim pêşî vê bipirsim ku nêrîna te weke xemxurekî zimanê Kurdî li dersa bijarte ya kurdî çawa ye? Tu çawa nêzîkî vê meseleya dersa bijarte dibî? Gelo ev dersên bijarte ji bo siberoja zimanê kurdî bes in?
Ji bo neteweyek qedîm û resen, bêguman 2 demjimêr dersên bijarî heqaret e. Ji bo siberoja zimanekî mîna Kurdî, divê ji dibistana seretayî heta zanîngehan di hemî beşan da perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dayîn. Lê vê gavê realîteya siyasî ya li Tirkîyê, mixabin rê nade vê yekê. Ji xwe dewlet ji bo bişaftina Kurdan, xwedî bernameyeke bi rêk û pêk e û polîtîkaya wê ya bişaftinê bi ser ketîye û oto-asîmîlasyon ango xwebişaftin bi rêve diçe. Îcar ev rewş me mejbûrî dike ku, ji bo derûnîya zarokên me û ji bo xwenasîna zarokên me 2 saet bijarte be jî, divê em vê derfetê ji dest bernedin û bi kar bînin. Tevlibûna van waneyên bijarte çiqas zêde bin, dê rêya dersa mecbûrî ya bi Kurdî jî ewqas zû vebe.
Li gorî amarên ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê belav kiriye, ji dema ku ev ders dest pê kirine heta îroj, ango di nava 11 salan de 260 hezar xwendekarî dersa Kurdî hilbijartine. Ev hejmar hejmareke rast e gelo? Tu bi xwe çawa li van amaran dinêrî?
Ez bi xwe ev du sal in bi şêweyekî aktîf li qadê di nava kar û xebatên dersên bijarte da me. Em weke HEZKURD ev du sal in, pêşengîya kampanyaya waneya hilbijarî ya bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) dikin. Em bajar bi bajar, kolan bi kolan, derî bi derî digerin ji bo agahdarkirina malbatên Kurd û xwendekarên li dibistanan. Tişta ku em dibînin û bûne şahid, li dibistanên fermî ji bo ku zarokên Kurd dersên bi Kurdî hilnebijêrin, çi ji destê wan tê dikin. Mînak, me li bajarê Mêrsînê bi piştgiriya komeleyên medenî û bi daxwaza malbatên Kurd, 450 daxwaznameyên xwendekarên Kurd radestî dibistanê kirin. Lê heyf ku tenê 180 daxwazname hatin tomarkirin. Ev bê hiqûqî li pêş çavên sazîyan, malbat û komeleyan çê dibe, gelo bi awayekî sergirtî çawa dimeşe, êdî biryara wê jî hûn bidin. Bi giştî ez dixwazim vê yekê bibêjim, li hember hemî astengîyan her sal herî kêm 100 hezar xwendekar dersên Kurdî hildibijêrin, lê mixabin tenê li derûdora 20 hezarî tên tomarkirin. Ango ji 5 zarokên ku dixwazin fêrî zimanê xwe bibin, tenê 1 zarok derfeta xwendina bi zimanê zikmakî dibîne. Bi vî dîmenî gelo em dikarin bibêjin amarên ku aşkere dikin rast in?
Îjar em werin ser Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ku hûn yek ji aliyê herî xurt yê kampanyaya dersên bijarte ne. Ya rast ev du sal in em we li qadê dibînin ku hûn kampanyaya dersa hilbijartî ya Kurdî bi rê ve dibin. Hûn ji kengî ve vê kampanyaya ziman dimeşînin? Hereketa Zimanê Kurdî kengî û bi çi armancê hate avakirin? Çima we pêdivî bi hereketeke wisa dît? Hûn serbixwe ne yan jî hûn girêdayî tu rêxistin û partiyên siyasî ne? Hûn desteka xwe ji kê distînin? Ji kerema xwe bi giştî ji me re behsa hereketê bike.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) di 16ê Cotmeha 2020î da ji alîyê kesên medenî ku zêdetirê wan jin û ciwan bûn ve hat damezirandin. Banga me jî ev bû: “HEZKURD, li dûrî hemî alîyên siyasî, îdeolojîk û ayînî ye lê ne li dijî wan e. Têkilîya wê bi ti aliyekî siyasî ra tune ye, bi hişmendîyeke medenî ango sivîl hatiye damezirandin û hemî cureyên tundîyê red dike.” Me bi vê biryarê hereketa xwe ava kir. Di van 2 salên borî de, me him li qada navxweyî him jî li qada navneteweyî gelek xebat pêk anîn. Ji serîlêdana UNESCO’yê bigirin heta serîlêdana NYê, ji pejirandina xizmetguzarîya bi zimanê Kurdî ya şerîka mobîlê/TürkTelekomê, heta ev kampanyaya li qadan ya dersên bijarte, hemî keda xwebexşên me ye. Ji xwe wek we jî anî zimên, ev maf 11 sal in hatiye nasîn, lê heta ku HEZKURD ava bû û dest bi kampanyaya hişmendîya zimanê Kurdî kir, tu kesî yan jî tu saziyê bi awayekî weha çalak ev xebat nekiribûn. Îcar HEZKURD çi dixwaze? 3 daxwazên me yên sereke hene ku xeta me ya sor e.
1- Bi naskirina makezagonî, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn, li Tirkîyê.
2- Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, li dibistanên seretayî heta Zanîngehan.
3- Hemî nirxên Kurdan yên ku hatine xespkirin, talankirin û navê wan hatine guhertin, îadekirina navê wan û naskirina wan.
Mînak; navê gund, bajar, çiya deşt û zozanên me yên resen werin naskirin. Stranên me, govend û dansên me, xwarin û vexwarinên me werin naskirin û hemî nirxên me li ser mîrateya me werin tomarkirin. Bi kurtasî HezKurd ji neteweya Kurd ra dibêje ku, em bibin xwe. Û ji neteweyên din ra jî dibêje, me nas bikin.
Di kampanyaya par ya dersa bijarte ya Kurdî de hûn weke “HezKurd”ê li qadê gelekî xuya bûn. Li bajarên cuda cuda we belavok belav dikirin. Par tiştên ku we ji kampanyayê hêvî dikir (we çi hêvî dikir – armanca we çi bû) û tiştên bûn gelo bi dilê we bû, çi encam jê derket? Wekî din we kampanya çawa bi rê ve dibir, ji kerema xwe hebikî behsa wê pêvajoyê bikin.
Dema ku me HEZKURD avakir, me got em ê her dem xebatên pratîkî armanc bikin. Li gor vê rastîya me, ji xwe dersên hilbijarî derfetek zêrîn bû. Armanca me ya yekem, bilindkirina hişmendiya zimanê Kurdî bû. Lê belê divê ev yek jî bi yasayî bûya û gel bi hêsanî tev li bûya. Hûn jî dizanin ku zimanê Kurdî ji hêla dewletê va bi qasî 90 salî hatibû înkarkirin, qedexekirin û krîmînalîzekirin. Kesî newêribû biaxive, binivîse, guhdarî bike û bixwîne. Ji ber vê rastîyê, divê me xebatek wisa bida despêkirin ku gel jê nerevîya û lê xwedî derketiba. Her çiqas li ser masê hatibe naskirin ji hêla dewleta va, ev mafê dersa bijarte ya bi Kurdî ji bo me fersend û derfetek bû. Me jî ev yek bi kar anî û ev bû 2 sal, pêl bi pêl mezin û berfirehtir dibe. Xebatên me bi dildaran, bi xwebexşan û bi awayekî sivîl û dûrî polîtîkayê bi rê ve diçin. Bi taybetî jî keç û xortên me yên ciwan pêşengîya van xebatan dikin. Ev dîmen jî, hêvîyên me mezin dike, di hêla siberoja zimanê Kurdî da. Ez spasîya hemî endam û dildarên HEZKURDê dikim ku, ev serkeftin ya wan e.
Îsal dîsa di proseya serîlêdana dersa bijarte de em li qadê û li bajarên cuda cuda Hereketa Zimanê Kurdî û helbet hin însîyatîfên ziman yên din jî dibînin. Hûn îsal kampanyayek çawa dimeşînin li gorî sala par. Çawa derbas dibe xebatên kampanyayê? Ji kerema xwe hûn dikarin berawird (miqayese) bikin?
Weke min di bersiva pirsa pêşîn da anî zimên, ev maf di sala 2012an de ango 11 sal in hatiye nasîn, lê heta ku me HEZKURD avakir û bi şêweyekî aktîf daketin qadan, berîya wê tu çalakî yan jî xebatên pratîkî li qadê tune bûn. Yekem çalakîya li qadê di nava gel da, me sala par dabû destpêkirin. Her çiqas sala par yekem kampanya çalakî bû jî, dîsa ji bo destpêkê baş bû. Helbet me jî kêmasîyên xwe yên par dîtin û îsal bi awayekî rêk û pêktir û profesyoneltir dest bi xebatên xwe kirin. Li gorî amar û dîmenên îsal, em dikarin bibêjin îsal berfirehtir û mezintire kampanya. Ji ber ku ji bilî sazîyên ziman, baroyên Kurdan, odeyên bazirganîyê, sendîkayên perwerdê, weşanxane û bi taybetî jî medyaya Kurdî gelekî aktîf tev li vê kampanyayê bûne û roj bi roj mezintir dibe ev kampanya. Ji bilî sazî û rêxistinan, kesayetên naskirî, hunermend, rojnamevan siyasetmedar jî piştgirîyeke bi wate didin vê helmetê. Heta 10ê Sibatê dê ev prose berdewam bike. Hêvîya min ew e ku, alî û baskên siyasî jî girîngî û giranîyê bidin vê kampanyayê.
Ji ber ku hûn li qadê ne, di nav gel de ne ango hûn nêzîkî civakê ne, gelo nêrîna gel çi ye, bi tirs nêzîkî meseleyê dibin an dixwazin ku zarokên wan fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin? Hûn ji malbatan bertekên çawa hildigrin? Çavdêrîyên we li ser vê meseleyê bi giştî çi ne?
Piştî ku me weke HEZKURDê dest bi vê kampanyayê kir, ez bi xwe heta niha li 7 bajaran û 15 navçeyan bi awayekî çalak û xwebexşane tev li xebatên li qadê bûm. Em kolan bi kolan, sûk bi sûk, derî bi derî gerîyan û me heta niha bi hezaran hemwelatîyan ra kontakt çêkir. Bi giştî ez dikarim vê bibêjim, haya gel ji vî mafî tuneye mixabin. Lê piştî ku em biroşûran didin destê wan û rû bi rû li gel wan diaxivin, ji ber bihîstina mafê perwerdeya bi Kurdî gelek dilşad û bi kelecan in. Tirs û xof di dilê gel da tune ye, ji ber ku neteweya Kurd ji xwe heta niha berdêlên gelek giran dane û ew bi xwe jî tînin ziman ku, ev maf her çiqasî biçûk be û ne bi dilê wan be jî, divê were bikaranîn. Helbet gazinên wan jî hene. Gelek ji wan bi awayekî mafdar, sîtema xwe tînin ziman û dibêjin, em wek miletê Kurd pir dereng mane, ji ber ku bişaftinê gelek ji me xwariye. Êdî em nikarin bi zarokên xwe ra bi Kurdî biaxivin û dibêjin siyaseta me di vî warî da gelek bê xem bû û gelek qels ma. Her weha hinek malbat jî dibêjin hilbijartin nêzîk bûye, gelo hikûmet ji ber vê yekê dest bi van karan kirîye. Lê em bi israr vê mijarê ango meselaya ziman ji qada siyasî dûr digirin û rewşê bi awayekî rûken ji gel ra şîrove dikin. Ya eşkere û zelal ew e, min di çavên hemî hemwelatîyan da dît ku, miletê Kurd di mijara zimanê Kurdî da, pir nêzî hev difikirin û îdeolojîyên xwe didin aliyekî, wek mafekî rewa û giştî li vê mijarê dinêrin.
Weke ku te jî anî ziman em dibînin ku haya gelek dê bavên kurd ji ve dersê tuneye.. Ji bo ku zêdetir kes hay ji vê dersa bijarte hebe bi taybetî çi xebatên we hene?
Rast e, gelek malbat û zarokên Kurd hay ji vê yekê nînin û ev mesûlîyet jî ya siyaseta Kurd e. Ne tenê yek, hemî alîyên siyasî yên Kurd, ji vê rewşê berpirs in. Lê wekî me anî ziman, divê xebatên li qadan berfirehtir bin, medya bi awayekî çalaktir tev li vê proseyê bibe. Ango ne tenê 2 yan jî 3 kanalên rêzdar, divê hemî kanal, tv, radyo û malperên rojnemevanî yên hemî alîyan tev li vê helmetê bibin. Lewre em dibînin ku hin kanalên me bi şev û roj tev li vê kampanyayê bûne, lê mixabin hinek aliyên medyaya Kurdî qet li ser vê mijarê nasekinin. Ev dîmenekî baş nîne, ji ber ku zimanê Kurdî li ser hemî fikr û ramanên siyasî ye, man û nemana neteweya Kurd e. Ger ziman têk biçe, milet jî yê bi temamî têk biçe. Ji ber vê yekê, divê hemî hêz û alîyên me bi hemî hebûna xwe, girîngîyê bidin ziman û heta ku zimanê Kurdî bi zagonan bê parastin, têkoşîna xwe bidomînin.
Ji bo zarokan dersa bijarte helbet gelekî girîng e. Lê belê, ji bilî vê meseleyê ji bo ku kurdî li her qadê bê axaftin wekî li malan, li bazarê, li kargehan, li sikakan û hwd. gelo kampanyaya we dê ber bi vî alî de jî bê meşandin?
Me vê gavê hemî hêz û mêla xwe daye vê kampanyayê. Ger weke miletê Kurd, em vê helmetê bi awayekî serkeftî û bi yekrêzî bi dawî bikin, dê derîyê kampanyayên cûda jî li ber me vebe. Ji xwe ev jî girîngîya vê kampanyayê nîşan dide. Hêz û îradeya sivîl, êdî bi xwe rojeva xwe dîyar dike û bi vê sekna xwe, guvaşê li ser siyasetê jî dişidîne. Hişmendî ya zimên çiqas bilind bibe, cureyên xebatê jî dê zêde bibin. Em vê gavê bi van xebatên madenî ango sîvîl bingeha wê yekê amade dikin, bi berz û bilindbûna hişmendiya zimanê Kurdî, em daxwaza statûya zimanê xwe bikin û hin mafên xwe yên rewa bi awayekî de-facto bi dest bixin.
Hilbijartin nêzîk dibe û tê dîtin ku hin partîyên Tirk jî bi erênî nêzîkî dersa bijarte ya kurdî dibin. Gelo hevdîtinên we heta niha hem bi partîyên kurd hem jî bi partîyên Tirk re çê bûne? Heke çê nebûbe ji îro şûn de gelo hûn difikirin ku bi partî û dezgehên siyasî re hevdîtinê bikin ji bo piştgiriya dersa bijarte ya kurdî?
Belê, heta niha em bi hemî partîyên sîyasî yên Kurd ra li ser mijara zimên rûniştin. Me daxwaz û nêrînên gel û siberoja zimên bi hemîyan ra jî giftûgo kir. Hemî jî erênî li vê mijarê dinêrin. Lê em bi israr xebatên pratîkî ji wan daxwaz dikin. Îsal jî me ji HDPê bigirin heta HÛDAPARê, ji HAKPARê bigrin heta Hereketa Azadîyê bi hemî alîyên din yên sîyasî ra hevdîtin pêk anîn û mijara zimên bi şêweyekî berbiçav xist nava sîyasetê. Ne tenê partiyên Kurd, me ji bilî çend partiyan, ji AKPê bigrin heta partîyên nû yên mîna DEVA, Gelecek, Saadet û SESê ra jî hevdîtin pêk anîn û me daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji wan kir. Ji xwe armanca HEZKURDê ew e ku, di vê pêvajoya hilbijartinê da, mijara mafê zimanê zikmakî bixe navenda siyasetê û destkeftên mayînde ji bo zimanê Kurdî bi dest bixe. Em dibêjin, HEZKURD mala hemî Kurdan e û tenê xizmeta zimanê Kurdî dike.
Weke hemwelatiyekî û xemxurekî zimanê Kurdî bangewaziya we ji dê û bavên kurd re çi ye?
Bang û daxwaza min ew e ku, vî mafî piçûk nebînin û ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin. Ger daxwaz û tev li bûn zêde bibe, dê derîyê dersên mejbûrî jî vebe, bi demê ra em ê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji dibistanên seretayî heta zanîngehê jî bi dest bixin. Hevoka min ya dawîyê, “Ziman niştiman e, ger ziman bê parastin niştiman her parastî dimîne.”