Dengbêj Mihemedê Nenyasî yek ji veguhêzerên çanda kurdî ye ku bi salan ji bo mîrata çandî ya kurdî xizmetek mezin kiriye. Her çiqas kevneşopa dengbêjiyê populerîteya xwe winda kiribe jî kesayetên weke Mihemed Nenyasî dev ji vê çandê bernedane û heta dawîya emrê xwe pê mijûl bûne. Helbet bi saya serê van dengbêjên xwedî hişmend ev çand hêj hebûna xwe berdewam dike.
Mihemed Tanrıverdi ku di nav gel de weke dengbêj Mihemedê Nenyasî tê nasîn di sala 1947an de li gundê Nenyasê ku girêdayî Licê ya Amedê ye hatiye dinê. Bo vê yekê di nav gel de weke Mihemedê Nenyasî tê naskirin. Nenyasî, weke gelek dengbêjên din nexwende bû, lê belê dikarîbû bi sedan kilaman di hişê xwe de tomar bike. Zarokatiya Nenyasî li gundê Nenyasê derbas bûbû. Di malbateke qerebalix ku ji heşt xwişk û birayan pêk dihat mezin bûye.
Malbata Nenyasî malbateke hunerhez bû. Bavê Nenyasî Hecî Feyzî dengbêjekî navdar bû. Ji bilî bavê wî xalê wî û çar heb birayên wî jî kilamên dengbêjiyê digotin. Her şev li mala wan kilam dihatin gotin. Nenyasî di dîwanên dengbêjan de mezin bûbû û li dû şopa bavê xwe çûbû. Bandora deng û kilamên bavê wî li ser wî pir zêde bû. Lê belê dikare bê gotin ku şêweya kilamgotinê ya Nenyasî şêweyeke pir cuda bû û têsîrek gelek mezin li ser guhdaran dihişt.
Nenyasî, di ciwaniya xwe de gund bi gund digerîya û hunera xwe di cimaetên gundan de îcra dikir. Kilamên ku bi deng xistine hemû kilamên bavê wî ne. Piştî ku ji gund koçî bajêr kir, êdî li Navenda Çandê ya Firat û Dîcleyê kilamên xwe bi deng xistine. Paşê ku di sala 2007an de Mala Dengbêjan hat vekirin wî êdî heta dawîya emrê xwe li vê derê hunera xwe pêşkêş kiriye. Nenyasî, gelekî ji kilamên dengbêjiyê hez dikir û hema hema her roj li Mala Dengbêjan bi hunerhezan kilamên xwe dida guhdarîkirin.
Li gorî ku birayê wî Dengbêj Hecî Cemalê Nenyasî vediguhezîne; “Nenyasî, yekî ewqas ji hunera xwe hez dikir ku dengbêjekî din heke li ber wî kilam bigota pir hêrs dibû ku ewqas dengbêjî kiribû malê xwe. Dema ku neçûya Mala Dengbêjan û kilam negota nexweş diket.” Berî ku wefat bike bi salekê ji aliyê Wezareta Çandê û Tûrîzmê ya Tirkiyê ve ew û 13 hevalên xwe yên Dengbêj weke veguhêzerên mîrata çandê hatibûn hilbijartin û bûbûn xwedî nasnameyeke fermî. Nenyasî, bi sedan kilam bi deng xistine. Zêdetir li ser evînîyê kilam digotin. Ji bilî kilamên evînîyê kilamên govendê jî digotin. Keçka Qereçî, Lawkê Çerçî, Bêrîvanê, Nisredîno, Eyşana Elî, Hat Karwanê Helebê hin ji kilam in ku bi dengê wî berbelav bûne.
Dengê di Bin Kavilan de Fetisî
Mihemedê Nenyasî, di 75 salîya xwe de di erdheja di 6ê sibatê de ku navenda wê Mereş bû qewimî canê xwe ji dest da. Mirinê wî û malbata wî li navçeya Yenîşehîra Amedê di avahîya bi navê Galerîa de di qatê şeşan de zeft kiribû. Avahîya ku di çirkeyên ewil ya erdhejê de rûxîyabû ji wî, hevjîna wî Serwet Xanim, kurê wî Yûnisê azib û du keçikên wî yên azib Nermîn û Ayfer re bû goristan. Cinazeyê dengbêj 11 roj piştî erdhejê ji bin kavilan hate derxistin.
Çîroka Nenyasî, çîrokeke xembar e. Lewre berî erdhejê bi sê mehan ji xaniyê ku tê de bû hatibû derxistin û ji ber ku kirêya xaniyê nû erzan bû derbasî daîreyeke Kargeha Galeriayê bûbû. Lê mixabin xêr ji vî xaniyê nû nedît û Nenyasî xatir ji hemû hezkiriyên xwe xwest. Bi mirina Nenyasî mîrateke kurdan di bin kavilan de ma. Nenyasî piştî ku cinazeyê wî ji bin kavilan hate derxistin li gel cinazeyên malbata wî li Goristana Yenikoyê ya Amedê hatin definkirin.
“Hewar hewar hewar hewar hewar hewar li mi ferman ê[1]
Lê dayê rebenê seet di çar û pêncê şevê da mi serê xwu da xew û şevanê
Mi xewkî dî di xewnê nîvê şevan xewkî giran e
Mi nizanbû li ser serê Diyarbekira Xopa bi mij û dûman e giran e
Mi çavê vekir xewê şevan e ji mi ra hatî xeberekî ji xebera ne xêran
Digotin mala te wêran buhaya te tune ji pirê felekê dewrana dinyayê
Di binê demir û betona da mane pîr û can û xort û keçê me kurdan e
Lê dayê mi berê xwe da çarşiya Diyarbekra şewitî keç û xorta li hev civiyane
Her yek dismalkî destê wa da ne hêsiran dibarînin belek çevan e
Mi go gelo gidiyano çi bû çi cirîyan e go bira mala te xerabi tu bala xwe bidê
Hevalê te Dengbêj Xalê Miheme bi tev û çar gedê û pîreka xwu
Û gedê xwu maye dibinê kevirê axa sar da ne
De lorî lorî lorî lorî lorî de lorî lorî lorî lorî birîndaro wez ê lor kim bilorînim
Wele wez ê ji hesret û kedera dilê xwu ra birîndarê xwu lor kim bilorînim
Le birînê birîndarê mi xedar e halê wî tunîne
E çi bikim va serê heşt roja di binê kevira demira da dimîne
De hayê hayê hayê hayê wayê wayê wayê
Felekê bira mala te wêran bi e çi bikim dikim nakim dengê hevala nayê
De gelî hevala ricak mi ji we heye hûn ê herket bikin bilezînên
Li ser keç û xort û pîr û ciwanê Kurdistana her yek kilamek derînin
Hatanî jiyana me li dinyayê sax be me ra
Bi hesret û kul û kederê giran di nava dilê me da bimîne
De lorî lorî lorî lorî lorî lorî ez ê ji birîndara ra lor kim bilorînim axxx”
Keçka Qereçî
“Weyla li mi weyla li mi weyla li mi lê li qereçyanê[2]
Bê koçerê ber kona giranê te mala xortan xira kiriye
Zalimê dînê biriye ber wêranê erê meşê birêçûndinê çar pay bi wê awirdanê
Erê derdê mi li dinyayê pir e kulê dilê mi giranê
Weyla li min weyla li mi lê qereçyanê
Keçka Qereçî digo lawkê esîl dîno wele te mar nakim
Ez ê te çawa bêjing û serada li dinyayê tu car nakim
Ezê serê bavê xwe nav heval û hogirê wî da berjêr nakim
Payê lawikê kurmanc nagerim dîno te mahr nakim
Bê weyla li min weyla li min lê li qereçyanê bê koçerê ber kona giranê
Te mala xortan xira kiriye bi meşê birêçûndinê çar pay bi wê awirdanê
Erê derdê mi pir e kulê dilê mi giranê weyla li mi weyla li min lê dertgiranê”
[1] – https://youtu.be/qSZ3uN4fR9M Ev kilam (zêmar) ya Dengbêj Mihemedê Tepe ye ku piştî erdhejê avêtîye ser hevalê xwe Dengbêj Mihemedê Nenyasî.
[2] – Ev beşek ji kilama “Keçka Qereçî” ya Dengbêj Mihemedê Nenyasî ye.
Melahat Uluç Akinci
Rojnameger û Lêkolîner, AMED