Browsing: Hejmar 16

Silav xwînerên delal. Mizginiya biharê û sersala Kurdî Newroz îsal bi rengekî cuda, coşeke mezin li Kurdistanê û li diasporayê…

Serokê Parlemana Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle bi boneya Newrozê li Rezîdansa xwe ya li Parlemanê resepsiyonek da. Ev yekem care ku li “House of Speaker” (mala serokê parlemanê) bi mazuvaniya serokê parlemanê Newroz hat pîrozkirin. Şeva Newrozê li Jûra Dewletê (State Room) ku cihê herî bi prestîje li parlemana Brîtanyayê bi hevkariya Center for Kurdish Progress hate organîzekirin.