Îsal, Festîvala Cûdahî ya ku Zanîngeha Westminster a Londonê li dar xist, bal kişand ser pirsgirêkên gerdûnî. Mebest lêkolîna rola zanîngehan bû di rûbirûbûn û hêsankirina çareseriyên ji bo kêşeyên heyî û pêşerojê. Di formên cûrbecûr de çalakî hatin kirin. Wek mînak: atolyeyên înteraktîf, konser, pêşandanên fîlman û pêşangehên ku ji hêla hevkarên akademîk ên li seranserê Zanîngehê ve têne rêvebirin. Yek ji wan jî çalakiya “Harmony After The War: Music And War” (Harmoniya Piştî Şer: Mûzîk û Şer). Ev çalakî ji aliyê derhênerê sînemayê yê Îspanyol Juan delGado di çarçoveya projeya wî ya bi navê “Qisetna” (çîrok) de hat saz kirin û du mûzîkjenên Rojavayî yên serkeftî Ganî Mîrzo û Ferhad Feyssal bi hevre konsert dan. Me bi van her du mûzkjenên Kurd re hevpeyvîn kirin.
Hûnermend Ganî Mîrzo xelkê Qamişloyê ye. Lê 29 sal in li Avrûpayê dijî. Ji xeynî çêkirina mûzîkê bi projeyên civakî re jî mijûl e. Wî piştî fermana Êzdiyan ku Şengal rizgar bû çû li Xanesorê dibistaneke mûzîkê ji bo zarokên Kurd ên Êzdî re vekir. Bi sedan zarok li wir fêrî mûzîkê dibin û bi saya mûzîkê birînên xwe û derûniya xwe sax dikin. Niha ew dibistan ji bo hemû zarok û ciwanên deverê re bûye ciyê hêviyê. Ganî Mîrzo ji bo ku ev dibistan bikare kar bike û dibistanên din jî bên vekirin niha “Mirzo Music Foundation” (dezgeha alîkariyê) ava kiriye. Ji vê dibistanê koro/grupên serkeftî derketine û konsertan li dar dixin. Werin bêtirê ji hevpeyvîna me hîn bibin.
■ Mamoste bi xêr hatî.
Sax bî, spas.
■ Hem ji bo kovara me hem jî ji bo projeya “Qisetna” em hinekî sohbetê bikin. Em ji çîroka te dest pê bikin; ji çîroka te ya muzîkê. Tu xelqê Qamişlo yêyî lê ne li Qamişlo dijî bi salan e. Tu li ku dijî? Te çawa dest bi muzîkê kir? Çîroka te ya ji Qamişlo ber bi Avrupayê çi ye?
Belê, zor spas. Bi rastî di zaroktîya xwe da min ji muzîkê hez dikir. Tarek hebû, gelek hunermend hebûn tê da. Rewşenbîr hebûn. Li wir ez çûm çend qursên muzîkê. Piştî Bakelorê ez çûm Helebê. Li Helebê jî sê salan beşa muzîkê min xwend. Bes piştî wê min dît ku xwendina min ji muzîkê ra kêm e, divê ez xwendina xwe ya bilind berdewam bikim û piçekî kûr bibim di xwendina muzîkê da. Rastî, rêya min ket Almanya. Bes bêhtir muzîka Îspanî ez dikşandim. Çimkî filamengo, muzîka Îspanî bêhtir nezîkî ya me ye bi rastî. Êja bo wilo min berê xwe da Îspanya û şuxulê bîst û neh (29) sal e li Îspanya me. Li wir deh sal min muzîk xwend, şeş sal konservatuar û çar sal beşê bilind. Û ji waxtê xwendinê heta niha jî grupek me heye. Em ketin rewşa hizrî, çawa tê hunerê çêkî, çawa tu muzîkê çêkî, çi rengî tu lê meyzînî, tu bi çi rengî astê xwe yê kurdî derxî derva. Bêhtir bi rastî çend warê ensturmenta, muzîka ensturmenta li Avrupa gelekî tiştekî balkêş bû. Ez jî kişandim. Min got çima cem me kurdan tiştekî wilo tune?
■ Bi rastî ev bala min dikşîne mamoste. Çimkî di nav me kurdan da muzîk belê gelek heye lê bêtir em dengbêj û stranbêj in, em strana dibêjin lê muzîk em kêm çê dikin ya te cureya te çi ye?
Belê, birastî yanê dengbêjî û stran, ji êş û kul û derd û hîskirin û evîna miletekî tê. Waxta ku dengbêj distiran, ser êşê xwe distiran, ser hizkirina xwe, ser welatê xwe distiran. Yanê wî demê kevn da ewqas ensturmant, amurê muzîkê jî ne bi rehetî peyda dibû, heta yek peyda bike êja dengbêjî hebû. Ensturmant jê ra neba jî bo tu bistirînî. Ji bo wilo bêhtir dengbêjî nav me kurdan xurt bû, lê niha di waxtê niha da ew rehetî heye. Tu ensturmantekî peyda bikî, amûrekî muzîkê bikaribê lêxî, bikaribî fêr bî, dikarî bi rengekî êdî êş û kul û derdê xwe bidî xûyakirin. Ji hem hizkirina xwe, welatê xwe, hem çîrokên xwe, hem tiştên ku, mijarên ku tu pê difikirî, bi rengekî hunerî, bi rengekî muzîkê bidî xûyakirin birastî. Evna li avrupa berê sed salan birastî heye. Muzîka klasîk heye, muzîkên hin berîya klasîk hebûn. Muzîka medival hebûn. Gelek rengê muzîkê hebûn. Tabî cem me kurdan jî hebû. Lê guh nedanê birastî. Ew berfireh nekirin. Guh nedanê, wilo bê xwedî ma birastî. Îcar muzîka ensturmantal kurdî da xweş e, heye jî bes nû ew kesê ku were lê şope, şîrove bike, berfireh bike û lê xweşik binêre û bixe nav hunereka navdewletî. Tê da kar nekirin bi rastî. Belkî hinek hene, ne ku kes tune. Hinek hene tê da kar kirin. Parçem çêkirin bes wî rengê xwe yî folklorî da ma. Ew rengê xwe yê foklorî kevnî staylê xwe kurdî man.
■ Belê, we grupekî amade kir. Baş e, we çi xebat kirin? Ew grup çi astê da ye niha, hinekî behsa xebatên xwe dikarî bikî?
Rastî ew grupa me di nod û çaran (94-95)da, nod û pêncan da me ava kir. Hemû ensturmental bû, ez bi xwe nastirînim birastî. Heta niha, nizam belkî ez sibê bistirim. Îcar ew grup, tu bê ez strana jî çê dikim, yanê ji bo hunermenda ez çê dikim. ew grup bêtir ensturmental bû. Ud bû, gîtar bû, birgişir bû. Niha jî berfireh bû; mesela çelo hatîye, kilarnet hatîye. Ew staylekî cûda ye, staylekî kurdî ye. Caz e, felemengo ye. Em dikarin bi rengekî sê-çar zimanan bikin zimanekî bidin xûyakirin. Êja birastî ev staylên ha gelekî yanê kêfa milet jê ra tê û xweş e. Kêfa hinekan jê ra nay ha! Ne ku kêfa hemûyan jê ra tê ha. Îcar ez bi vê staylê heta niha bawer im. Carna tabî kurdî jî, şevnê kurdî jî em çê dikin, bes muzîka ku ez çê dikim, yanî ez difikirim, ev muzîkên min, ev berhemên min in yanê. Tabî şano da jî me kar kir. Muzîkên belgefîlman jî em çê dikin. Îsal birastî çend salin konserên me hene. Mesela em diçin Portugal, Almanya, em çûn meksîka, em tên Mexrîb, Cezaîr û gelek welat em digerin. Îro em li London in, berî piştî du heftên dî jî em diçin Vîyena.
■ Belê, mamoste tu zû derketî ji rojava ji Qamişlo, lê piştî te gelek tişt pêk hatin; wek şerê navxewîyî li Surîyê û bi taybetî jî herêma me kurdan gelekî wêran bû. Tu zanî hertişt zîyan dît lê bêtir muzîkê, ez bawer im. Te rewşeke çawa dît û ji bo vê yekê tu çi dikî?
Keko, her dem em wek kurd heke behsa rojava bikin, em hunera me, çanda me di metirsîkî de bû yarastî. Nedihîştin yanê mêjîyên partîya baas, hukmên Surî, nedihîştin çand û hunera me derkeve. Yanê heta ku tu dawetekî çêkî divê tu herî îcazê ji polîs bistînî bo ku tu karibî bistirînî, ew jî divê tu perekî bidî û gelek caran nedihîştin jî û nedidan. Stran û Newroz hemû çik qedexe bûn, nedihîştin em çê bikin. Nedihîştin em çand û hunera xwe bikin. Di zarotiyê da, ez grupekî kurdî da bûm, nedihîştin yanê. Ew êşa ha dilê me da ma. Piştî ku ev şerê Surî çê bû, picek aramî li rojava çê bû, kurdan aramî çê kir û tu karibî meselan guh bidî çand û hunera xwe. Ji bo çi em kurd guh nadin çanda xwe û hunera xwe, em ji bo çi xwedî li xwe dernakevin. Çimkî wek te gotî rojava wextî şer da va deh danzdeh sala vala bû. Ji xelqê vala bû. Ji hunermenda, ji rewşenbîra. Gelek hunermend çûne derva. Ez dibêjim divê em xortên nû bigihînin. Nivşekî nû jixwe ra ava bikin.
Wek çawa? Mesela li dibistana me Şengalê. Jenosîd li Şengalê çê bû. Em nivşek nû ji zarokan ji xortan ava dikin. Em nû ka bawerîkî bi hunera wan, bi muzîka wan, bi çanda wan ku ev çanda hezarê sala ye, tînin. Dikarin berdewam kin û lê xwedî derkevin û pêşxin jî. Ne bes wilo pêşxin. Bila bi çanda xwe serbilind bin. Yanê birastî yê ez dibêm erkê her hunermendekî kurd e, xwedî li van zarokên xwe bin, xwedî li xwe derkevin. Yanê hunermend dibê milkê milet e, bes ew jî divê tiştekî bike. Divê tiştkî çê bike. Mêjîkî kurdîstanî cem hebe ku karibe pêşxe hunera xwe ya kurdî. Ne bes ew here konserta. Na, na dakeve were, çawa em bikaribin dibistaneke muzîkê ji van zarokan ra çekin? Em li hêvîya hukumetên kurdî û partîyên kurdî nehêlin. Eva erkê me ye. Partîyên kurdî karê xwe dikin, karê sîyasetê dikin. Siheta wan xweş, mala wan ava. Çi partî bin, çi rêkxistin bin ew karê xwe dikin. Yê me jî rewşenbîr, hunermend, nivîskar, resam, sînemacî divê ew jî karê xwe bikin, ew jî dakevin cadê (kolanên) kurdî, welatê kurdî, bajarokên kurdî. Guh bidin welatê xwe. Nebes em li Avrupa welê em cîhek ava bikin ji bo festîvalekî, bo sînamaya kurdî.
■ Û te berpirsîyarî girt ser xwe û te dest bi projeyekê kir. Te mektebeke muzîkê ava kir. Hinekî em behsa wê bikin, kîngê dest pê kir? Niha em bêjin çend şagirtên we hene û yek jî di rewşek e wisa de piştî ku şer derketîye, derdor hatîye dorpêçkirin, beşdarî çawa çê dibe? Û kesên ku beşdarê vê mekteba muzîkê bûn di wan da tiştekî çawa guherî mamoste?
Belê, birastî ew mekteba me pênc sal çêbû li Şengalê me çê kir li bajarê Xanesorê. Pêşî me zehmetî dît heta ew dibistan hate avakirin. Çimkî bawerîk me hebû, bawerîkî nû. Ez yekî kurd im. Jenosîdek li miletekî ji parçeyek miletê me hat kirin. Êzidî kurdên me yên resen in. Kurdên me yên otantîk in. Jenosîd çê bû, melesef kurdek li wan xwedî derneket. Kurd xwedî li xwe dernakevin. Kurd li Êzidîyan xwedî derneketin birastî. Ji her çar parçê kurdîstanê heta niha jî kurd li wan dernakevin. Ez diçim Şengalê wan dibînim. Yanê gund ji erdê rabûne, komkujî hê liwan deran e. Ew dewlemendên kurdan ka însanetîya wan li ku derê ye? Kurdayetîya wan li ku derê ye? Ez bêjim hîç ew esasîyetên insanetîyê li cem wan tune. Kurdayetîya wan tune ku tiştek wan rebena nekirin. Ev şeş-heft sal in di wan konan da ne. Ka bira yek ji van kurdên me li Avrupayê jiyan bikin, ew dewlemendek here bes tene şevekî di konekî da razê, wê ji serma ha bê çike? Em çawa behsa dewletan dikin, behsa kurdewarîyê dikin, behsa çi dikin qurbanê. Ez jî hisya me nûî ev erkekê min e. Divê ez herim tiştekî bikim, wek hunermend çi ji min tê? Dibistanek me li wir ava kir, Xanesorê. Birastî hêvîyên min cûcik bûn, çimkî min dîtin êşek mezin heye, jenosîdek heye li wê derê, kuştinek heye, xwîn, hîn bîhna mirîyan ji wê mintiqê heye, dizanî! Hîn birîn nû ye. Ez ê çawa bikim çawa zarok werin hunerê bielimînin, muzîkê bixwînin. Roja pêşî me vekir, birastî me digot belkî deh-panzdeh zarok werin bes, me yeqîn nekir bisedan werin. Ew suprîzeke gelekî mezin bû ji me re. Gelekî kêfa min hat. Heyecan kete laşê min. Çawan evqa zarok hatine, bi dîtina wan kêfa min hat. Êzidî bûn yanê. Ji bo wilo me berfireh kir. Me profesor zêde kirin, me guh da wa, me ensturman zêde kirin. Bisedan tên birastî wê sentirê. Tu carî di dîroka Şengalê de dibistaneke muzîkê nehatîye avakirin. Cara yekemîn bi rengekî akademîk, bi rengekî zana tên wan fêrî muzîkê dikin, fêrî enstrumantê dikin, fêrî çanda wan dikin, li xwe xwedî derdikevin. Niha jî bû pênc sal. wê dibistanê birastî tesîra xwe ez bêjim li her parçê kurdîstanê jî heta tesîra xwe li Iraqê heye. Ez dibêm li rojhilatanavînî “Mirzo Muzîk” li Xanesorê modelek e. Em dixwazin ew model belav bibe, li hemî bajarokên kurdîstanê bingehekî ji hunera muzîka kurdî ra ava bibe. Êja tesîrek pskolojîk jî çêbû hem, kêfxweşiyê xiste dilê wan zarokan. Ya dî tesîreke hunerî bû. Ew kes, ew zarok piştî fêrî muzîkê bibin li çanda xwe xwedî derdikevin, li xwe xwedî derkevin. Niha jî li navenda me grupeke hunerî çê bû, grupeke muzîkî. Zarok û xort û keç in. Diçin konsera çê dikin hem li Hewlêrê, hem li Duhokê, nêzîk de diçin Baxdayê konserekî çê dikin. Yanî bawerîyek çêbû, tiştekî baş hate kirin. Ew fêkîyên vê sentirê ev grupa ha ye. Konsera çê dike, muzîka xwe berdewam dike.
■ Proje dewam dike, hûnê li cihên din jî dibistan vekin?
Proje dewam dike û em bi hêvî ne, em dixwazin cihna din vekin lê birastî ew piştgrî ji me ra tine. Ji kurdan piştgirî nayê, sifir e. Heta niha tiştekî, kesekî, kurdekî soz neda. Cara pêşî me vekir. Li Amerîka hin hevalan şuxulê hezar û çarsed dolar ji me ra şandin û hew. Heft-heşt karker hene, kar dikin. Kiryacî heye, ensturment hene, mesref heye, me evqas kir, kurdekî negotîye ha ji we ra têlek, heta niha kurdekî têlek nedaye me. Mala kurdan ava, siheta wan xweş û dixwazin dewletan jî ava bikin. Îja bira ava kin dewletan.
Qurban di waxtê wilo da ku em li tiştê cûçik xwedî dernekevin sibe dewlet çê be em ê çi kin, em ê tepan bi serê xwe bidin birastî. Welat çawa tên avakirin? Welat çî ye? Welat ziman e, welat dîrok e, welat çand e, welat huner e, welat muzîk e. Ev ku tune bin bo çi em ê welat ava bikin? Niha îmkan heye em karibin xizmeta miletê xwe bikin. Em tiştekî nakin. Em tiştekî nakin birastî. Em melaî ne. Kuro li Avrûpa ne, ji destên wan tê. Ew jî ber xwe bila proja bikin, ne tevlî me bin. Herin alîkariya miletê xwe bikin. Çi li rojava, çi li Şengalê, çi li kampa, çi li bakur, çi li rojhilat. Li xwe xwedî derkevin. Evê avrûpa, kesên avrûpa dikarin festîvalên muzîka kurdî çê bikin, bidin xûyakirn ji miletê avrûpa ra va em kurd in, xwedî çand in, xwedî huner in. Nebes salê carekî nevrozekî çê bikin, werin dîlan bikin û xilas bû. Ne ev e! Wilo tu çand û huner pêş nakeve.
■ Ji bo ku berdewam bike we dest bi kampanyayê kiriye. We fondation (bexş) ava kiriye. Hinekî em behsa wê bikin. Ji vir em dikarin bangewazî bikin da ku kurdên me yên li dîyasporayê û yên li çar perçeyên din hay ji vê projeya delal bibin.
Ewa birastî ew mêjîyê fondationê (bexşkirin) çê bû. Çimkî me dît karê me divê bi rengekî profesyonel bê avakirin, fondatîon me li Îspanya çêkir. Niha ew li başûr jî heye û li Şengalê û li rojava jî heye. Karê me berfireh be, pêşerojê wê li rojava be. Em dixwazin ji bo wê kampanya me 2018an dest pê kir, em enstrumantan, amûrên muzîkê berhev bikin. Birastî alîkarî çê bû, ji herêma Bask ji Katalonya, ji hemû Îspanyayê. Wan gelek enstruman dan me, gelek alîkarî dan me. 2018an de me ew birin rojava. Hîn jî niha dused abonê muzîkê cem me hazir in. Em ê dîsa bibin. Maalesef ciqas fabrîkên kurdî hene, çi li Îzmîrê, çi li Stenbolê, çi li bakurê kurdîstanê, çi li cîhê din, rojekî jî wan fabrîkan ji wan kurdan kesî negotîye han ji te ra vî amûrê muzîkê dîyarî we be. Ensturmantek, malnexirabo, yanê nizam ez bê gotin mam birastî, carna gotin nabînin. Yanî ev tembûrek e…. Ê çi yanî tê pê bimrî, yan tê pê birçî bî, nêz da tê bimrî yanê ew divê ensturmant bişînî. Yanê bi çi rengî em bişînin û zanin yanî ser rûpela xwe belav dikin. Alem nas dikin, zanin em çi karî dikin. Gelek hene dewlemendê kurd û yê dî jî. Ên ne dewlemend, insanê normal jî yanî mesela, teqmek têl bişanda ji vê şîrketê ra, çi jê bixisire qurban, çi jê kêm be? yanî zanî çawa? Ê me ez rengekî bi rexne diştexilim ser kurdan. Çimkî xwedî li çanda xwe dernakevin, xwedî li xwe dernakevin. Berê niha Cîgerxwîn gotîye, sedîn rewşenbîrên kurdan gotîye û em ê hê jî bêjin bes kî lê guhdarî dike.
■ Du pirsen dawîn yên kin. Belkî ji vê dibistanê, bi saya we Cîgerxwînên nû, em bên Aram Tîgranên nû, Seîd Ûsivên nû derkevin. Tu hêvîyeke çawa dibînî? Û yek jî tesîra muzîkjenên rojava kîjan li ser te heye?
Belê, birastî dibêjim bi vê dibistanê, û dibistanên bêne çêkirin gelek hunermendên çêtir derkevin, ji me hemûkan çêtir bin. Pêşketîtir bin. Mêjîkî nû bê avakirin. Birastî hunermendên kurd hemû tesîra wan li ser me heye. Çi yekî strana ku dibê tesîra wê ser me heye, çi yek melodîk ku dibe helbestek ku dibe tesîra wan hemûkan ser me heye. Ez spasya wan hemûkan dikim û mala wan ava. Çi yekî xizmetê kurdayetîyê kiriye. Strana ku dibê ewa xizmetê kurdeyatîyê kiriye. Min jî li sazê xist. Ez spasîya wan dikim. Û ez, hîn fêrî muzîkê dibim birastî. Hîn çiqas roj diçin ez dibêjim: ez tiştek fêr nebûm û ez mihtac im, bêtir fêr bibim, bêhtir bizanim muzîkê.
■ Sihet xweş mamoste, zor spas.
Zor spas.
Havpeyvîn: Erol Başak
Deşîfre: Fatma Şahîn