Encamên erdheja Mereşê çi ne?
Bazarcix: 06.02.2023 Saet: 04:17 tundî Mw: 7,8
9 saet 7 deqîqe şûnda
Elbîstan: 06.02.2023 saet 13:24 tundî Mw: 7,7 çêbu.
Ev navbera kurt di nav herdu erdhejên mezin da tê wateya ku stres û vekêşanek mezin di vî xeta fayê da civîya ye.
Dora 70-90 sn erdhejê berdewam kir.
Bandor li 11 bajar û navçeyên wan û gundê wan kir.
Xeta fayê li 2 heb segmenta li 6 cîhan şikest.
Di navbera 3-7 m da cih guhartin û nêzîkê 1 m jî erd li hinek cîha bilind bûye.
Li hinek cîha golê xwezayî çêbûn.
Li hinek cîha hezek çêbûn.
Rêyên seyara xera bûn an cîh guhertin, pîstên balafirgeha terikîn, rêyên trêna tewîyan.
Bi hezaran însan mirin û bi hezaran însan birîndar bun. Bi hezaran insanan koç kir, bi hezaran insan bê war bê cîh man.
Erdheja Mereşê çima ewqas bi bandor bû?
Sedema sereke nêzîkbûna xeta fayê ye.
Bi sedan sala ye ku vejen, stres, vekêşan di vî xetê da civîya ye.
Kapasîteya hilgirtina zemînê/erdê gels bû.
Ambûrîn/materyalên ku di çêkiranan da bikar anîne bêwesp in.
Kêmbûyîna zolakên qolon û beşt a.
Kêmasîya rêznama ji bo avahîya û zêde bûyîna qat a.
Kêmasîya hostatîyê û karkerîyê.
Bajar, ji alî zanistî, ji alî teknîkî, ji alî planî pir bi kêmasî hatine ava kirin.
Cîhê bajar, navçe, gund hatine ava kirin pîranî şaş e. An li ser zevîya, an li ber çema, an nêzi hezek û aşitê hwd hatine ava kirin.
Li herêma erdhejê xebat û lêkolîn wê bi çi awa yê divêt bê çêkirin?
Berîya her tiştî ji binê kavilan bi zindî derxistina însanan e.
Piştî derxistina însanan, wê xebatek bi zanistî-teknîkî pêk bê.
Divêt pêşî li çavdêrîyên erdê bê pêdandin.
Hê ku enqaz ranekirine hewceye ku:
Ji betonan qarot bê hilanîn,
Ji hesina mînak bê hilanîn,
Ji zemîna/axê mînak bê hilanîn,
Pêdandina dûrbûn û nêzik bûna bajar û xetên fay a,
Pêdandina cureyên zemîna,
Pêdandina herî zêde avahî, qatên çenda da hilweşîya ne,
Pêdandina kêmasîya hesina, çîmentoyê, qolona, beşt a hwd,
Pêdandina di dema avahîkirinê da kêmasîya berçavkirina,
Divêt ku ev tespît di cîh da û bi rastî bên kirin.
Dema ku xopanan rabikin hewceye ku:
Materyalên ku di avahîyan de hatine bikaranîn divêt ku cure cure ji hev bên qetandin.
Cureyên ku paş veguharînan heye divêt ku ew ji hev bên qetandin.
Materyalin bi jehrî ku da nava xopanan da ne divêt ku bên qetandin.
Ji bo avakirina avahîyên nû hewceye ku:
Rêzika yekem ew e ku ji xetên faya dûr avahî bên avakirin. Heke ku ew derfet tûne be pêwiste ku avahîyên li dijî erdhejê berxwe bidin bên avakirinê.
Projeyên avahîya divêt li gorî heri ixtimalên xerab bên çêkirinê ku di tofanên giran da li pêya biminin.
Divêt ji bo avakiran teqez etûda zemîna bê kirin. Ji bo her projeyê referans divêt ew be.
Materyalên ku bikartinên teqez biwesp be.
Divêt venêrin bi sixleti be û ewle be.
Divêt hostatî û karkerî bi rêzik be.
Ew şaşîya beriya erdhejê ku carek dine dubare neke hewceye her tişt bi pergalek teknikî û zanistî bê çêkirin.
Tabloyek erdhejên dîrokî û bi tundî:
Ev tablo erdhejên ku di dîrokêde bi bandor hatine hole ewin.
Di şîroveya tabloyê da her sedemek wê parametreyek erdhejê temsil dike.
Şiroveya tabloyê:
Di navbera du heb erdhejada carna saet, carna roj, carna ji meh he ne.
Van navberên kin-dirêj tên wateyên mezinbûna stres, vejen û vekêşana di xetan da civîyane.
Hinek erdhej gorî mezinahiya wan zêdeye jî hindik kes jîyana xwe ji dest da ne.
Hinek erdhej gorî mezinahiya wan biçuk
e jî pir jîyana xwe ji dest da ne.
Hinek erdhej li pey hev çêbune lê navenda wan ji hev pir durin. (Minak: sala 1971 da Çewlik û Burdur )
Parametrê erdhejê:
Hebûna xetên fayê,
Nêzikbûn an dûrbûna xetên fayê,
Mezin bûna/biçûkbûna (Magnitüd=Mw) erdhejê,
Pir/hindikbûna avahîyên li bajara hwd,
Kurahîya ku erdhej lê çêbûye,
Direjahîya/kurtbûna xetên fayê,
Mezinahî/biçukahîya civandina stres, vejen û vekêşanê,
Gori sala periyota erdhejê,
Zemîn/erda avahîya,
Zeximbûna avahîya, bajara, gunda hwd,
Wespa materyalên ku bikartînin…
Ümit EKE
Endezyarê Jeolojîyê, ORDU