Silav xwînerên delal.
Mizginiya biharê û sersala Kurdî Newroz îsal bi rengekî cuda, coşeke mezin li Kurdistanê û li diasporayê hate pîrozkirin. Dîmenên herî xweşik bêguman ji Paytextê Newrozê Akrê hat. Ciwanên Kurd dîsa bi agirê Newrozê tariya şevê ronî kirin. Kesên ku mîna me ji dûrve lê temaşe kirin jî, xweziya xwe pê anîn. Li Mahabadê jî şahiya Newrozê hêjayê dîtinê bû. Li Stenbol, Amed û Wanê jî bi hezaran Kurd li qadan Newroz û sersala kurdî bi govendan pîroz kirin.
Kurdên li Londonê jî di meha Adarê de Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Weke her sal îsal jî cihê pîrozbahiyê Finsbury Park bû. Di çalakiyê de Naser Razzazî jî di nav de gelek stranbêjên kurd derketin ser dikê û bi stranên wan ên delal guhdaran govend gerand.
Ciwanên kurd yên li zanîngehan jî di bin banê zanîngehên xwe de îsal jî çalakiyên Newrozê li dar xistin. Lê çalakiyeke din heye ku gelek watedar e.
Li Meclîsa Brîtanyayê cara yekem li “State Room”ê ku cihê herî bi prestîj ya parlamentoyê ye, bi mazûvaniya serokê parlemanê û bi hevkariya Centre for Kurdish Progress resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. Beşdarên vê resepsiyonê Endamên Parlemanê, Lord, nûnerên sazî û komeleyên civaka kurdî yên li Londonê bûn. Dora 300 kes hatin vexwandin bo vê resepsiyonê. Serokê meclîsa Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle di axaftina xwe got lidarxistina resepsiyona Newrozê li parlamentoyê ji bo qebûlkirina nasname û çanda kurdî gaveke gelek girîng e.
Ji Rojhilatê Nivîskar Sîdad Shirzad li ser Newrozê ji bo kovara me nivîsek şand: Zivistana Avis.
Hûnermend Ganî Mîrzo û stranbêj Ferhad Feyssal di çarçoveya Difference Festîvalê de li Zanîngeha Wesminsterê bihev re konserek dan. Me bi her du mûzîkjenên kurd re hevpeyvîn kir. Ganî Mîrzo li Şingalê dibistaneke mûzîkê vekiriye û niha bi sedan mûzîkjen digihîne. Herwiha bi weqfa xwe “Mîrzo Music Foundation” ji bo vê dibistanê xebatên alîkariyê didomîne. Ferhad Feyssal jî haziriya albûma xwe dike. Koma wan Danûk dê yekemîn albûma xwe “Morîk” di meha Gulanê de derxe. Têde wê stranên kevn yên kurdî ku di arşîvên li Îngilîstanê de berhevkirine cara yekem dê bên bidengkirin. Di bergê hejmara vê mehê de jî ew hene. Agahiyên bêtir di hevpeyvîna me de ne.
Endezyarê jeolojiyê Ûmît Eke dîsa li ser erdheja Mereşê nivîsî. Encamên erdhejê û li herêmê xebat dive çawa bêne kirin di vê nivîsê de bi hûrgulî têne vegotin.
Di erdhejê de bi deh hezaran însanên me can da. Li pey wan gelek çîrok mane ku bêne vegotin. Rojnameger Melehat Uluç Akinci li ser Dengbêj Mihemedê Nenyasî nivîsî: Mîrata Çandî ya Kurdî di bin kavilan de ma.
Nivîskar Konê Reş wek berdewamiya rêzenivîsên li ser Kovara Hawarê û nivîskarên wê de vê carê li ser Mîr Celadet nivîsî: Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî.
Lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî di vê hejmarê de behsa destana herî kevn a cîhanê Gilgamiş kir. Binêrin ka Enkîdû çawa xiyanetê dike û nivîskar çawa vê meseleyê bi Kurdan ve girê dide.
Zimanzan Abdullah Încekan di gotara xwe ya vê mehê de qala “Mîladeke Bêsiûd” dike
û dibêje 1639 Kerbela me ye – bêyî em hay jê hebin!
Beşa sînemayê de Rûmet Med fîlmeke derheqê komkujiya Helebçeyê de analîz dike: Textê Reş.
Film behsa Komkujiya Helepçeyê, rewşa derûnî ya mirovên herêmê yên wê demê, jiyanên kolberan û têkoşîna dijwar a debarê dike.
Êdî di kovara me de beşa danasîna pirtûkan heye û di her hejmarê de mamosteyê felsefeyê Faîk Ocal wê ji me re pirtûkekê bide naskirin. Pirtûka vê hejmarê romana Gulistan Çobanê Şebçirax e. Mijara Romanê jî jiyana Melayê Cizîrî ye.
Di beşa FOTOŞIROVE de mijar Newroz e. Ji Newrozên Amed û Londonê wêneyên wênegirên Kurdistan 24ê û yên wênegir Heja Rahiminia cîh digrin.
Bi hêviya bihareke xweş, Newroz û sersala me pîroz be.