Tinê çend guriyê agir ji destê Mîrseqem filitîbûn û di dilê çîya da xo veşartibûn. Mîrseqem li her derê li dûr şûna pêyê agir digeriya ta ku bi hilma xo ya sar ewan gûriya jî bicemidînît û seranserê welat bo hetaheta bin Lewendiyên xo da biqerisînît.
Çiya guhdarî dengê vîzevîza hilma sare Mîrseqem bû û ber vê direcifî.
Guriyên agir nav dilê çiya da jî neşêyabûn xo ji destê Mîrseqem xilas biken. Zivistan her dirêj dibû û çi hêvî bo hatina Buharê nemabû.
Mîrseqem bi heybetekî hovane giheşte hindaw serê çiya û bi dijwarî û kîndarî lê xuriya!!
Looo çiyavoo!!
Bê bihavoo!!
Belengazoo!!
Te çava cesaret kir ku agir di dilê xo da bihewînî?!
Tu çava dixazî dubare hêz û nefreta min biceribînî?!
Tu nabînî ku hilma min her derê û her kesê dicemidînî??
Te serî li hember Mîrseqem hildaye û agir di dilê te da dadaye. Ji vê yêkê aqilê te xûyaye ku Mîrseqem bo te ne mîrê mîraye. Ezê carekê bo hetaaa hetaaa te bixesînim û agirê dilê te vemirînim. Bila idî çi çiya û banî, çi deşt û zozan, û çi çem û rûbar û her wisa jî hîç ‘evir û kanîyek newêrin dilê xo bi agir biqelînin û laşê min bi agir bihelînin. EEEZZZIMMM Mîrseqem!!
EEEZZZIMMM impiratûrê mirinê!!
EEEZZZIMMM dijminê agir û ronahiyê!!
Hemi baaaa û bahoz bin fermana min da ne.
Ezê wisa bicemidînim dilê te yê sor ku agir nav da bifetisît. Ezê wisa biqerisînim rûyê erdê ku çi gul nekarin serî hilden û çi kulîlk newêrin bipişkivin. Ezê bi hilma sîngê xo bahozekî sar, mij û moranekî dijwar li ser can û cesedê te da rêkem ku çi car tu jê xilas nebî û hizra agirparêziyê bo heta qiyametê bin ax bikem.
Mîrseqem heftê sala bêhna xo hilkêşa û li heft esmana hêza agir û ronahîyê hilmijî, paşê bi hemî qaweta xo bîst sala pif kire sîngê çiya, taku axirîn guriyên agir jî vemirînît.
Her der qerisî bû.
Her tişt cemidî bû.
Her kes qerimî bû.
Agir vemirî bû.
Ronahî bezir bibû.
Hêvî nemabû.
Jîyan zuha bibû û evîn koçber bibû.
Lê roj pişt ‘ewran winda bibû û Mîrseqem hajê nebû.
Mîrseqem bo nobedarîya ser çiya 21 saremêr erkdar kirin ku nehêlin zivistan lê xilas bît û hizra germê car dî bikevîte serê çîya.
21 saremêran ku laşê wan ji befrê, mêjîyê wan ji cemedê û hizra wan ji qeşayê bû, çiya dagîr kiribûn. Ji devê wan renî û ji bedena wan bêhna genî dihat.
Ewan saremêran, jiyan cemidandibûn û agir vemirandibûn. Her der sir û serma bû.
Zivistaneke dijwar û jiyaneke xembar li ser Zagrosê belav bibû.
Dema Mîrseqem vegeriya koşka xo ya cemidî, roj bi dizî ve ji pişt ‘ ewran derket û agirvanek bo filitandina çiya rêkir, belê ber tirsa wan 21 saremêran zû xo pişt ‘ewran veşart û agirvan ma û 21 saremêr û çîyayê cemidîye nîvrihî.
Agirvan di nav befir û seqemê da xo gehande ser sîngê çiya û dît ne gurmêna dilê çiya heye û ne germîya mêjîyê wê maye.
Çar û neçar bû, çi rê bo rizgarkirina çiya nemabû.
Pêwîst bû xo gorî çiya biket û çiya dîsa vejînît. Bo vê yêkê pêwîst bû bi evîndarî bikevîte paxila çiya û bi hemi hebûna xo çiya himbêz biket.
Destê xo di gerdena çiya aland û serê xo dana ser sîngê çiya.
Bi kutkuta dilê xo çiya dubare hişyar kir û bi germîya mêjîyê xo çiya vejand û bi agirê hestên xo cemeda çiya heland.
Çiya hêdî hêdî bizivî û kerek ji befrê li ser sîngê wê bû renî û hirifî.
Saremêran ku ser singê çiya nubedarî dikir, bi hirifîna renîyê ra heta gelî xuşikîn û pê hesiyan ku bizaveke nû çêbûye û çiya carek dî xurifîye.
Ewan bi yêk ra sûnd xwarin ku ewê Mîrseqem pê bihesînin û hisaba çiya pê bigehînin.
Agirvan û çiya di himbêza yêk da bûn, çiya kêmekê gerim bibû, belê nav dilê wê xelxele bû. Evîna agirvan heta nav hêstikê wê derbas bibû. Çiya vejîna xo bi fedakarîya agirvan ve didît. Ser, dil û hinavê çiya lêk dialîyan, diyar bû ku agir û ronahîyek nû ketîye bedena çiya.
Çîya di Çilê zivistanê da bi germîya agirvan avis bibû û hêdî hêdî xumxumek dikete nav rih û demarên çiya da.
Saremêr li tirs û nefreta xo da wisa qêriyan ku dîwarê koşka Mîrseqem hejîyan. Mîrseqem ser doşeka befrê xo dirêj kiribû bi dengê saremêran veciniqî û tirs kete dilê wî û beşek ji bedena wî helîya û vekî xuhek hate ser enîya wî.
Mîrseqem bi kîn û nefret bi rê ket ta ku bi hilma xo ya sar, çiya bifetisînît.
Derdek ketibû dilê Mîrseqem, wî nedizanî ku belkî rojekê agirvanek peyda bît û ber çavê 21 saremêran da bikevîte paxila çiya û carek dî, dê gurîyên agir di nav hinavê çiya da geş ket, û bi ronahiya agir dê sîngê çiya biteyîsît.
Mîrseqem şaş û heyîrî mabû, belê dîsa kerbê xo kom kir û ber bi çiya ve hêriş kir.
Serê çiya hêşta befir bû, belê ser singê çiya çend Nêrgiz û gulê Newroz pişkivîbûn. Du kanî jî ji sîngê çiya wekî şamaran dixumxumîn û wekî cotek kezîya, xemla çiya xemilandibûn.
Agirvan bibû evîndarê çiya û destê xo di bisk û kezîyê çiya alandibû û beyta Derwêşê Evdî bin guhê çiya digot. Çiya, ji evîna agirvan geş, û ji nefreta Mîrseqemê melkemot, nexoş dibû. Nedizanî geş bimînît an nexoş bikevît. Zikê çiya perçiwtibû û bilindîya wê jî zêde zêde bû. Dîyar bû ku barê çiya taybet bû.
Mîrseqem tijî kîn bû û wekî hovekî lez û bez, haje zikê çiya nebû. Çavê wî tinê agirvan digerîyan û agirvan jî dizanî ku evîna wî û çiya di rih û canê çiya da ajar daye û hind nemaye ku zarokên wan çêbin, xo da pêş çavên qerisîye Mîrseqem ta ku haj çiya nebît û çiya derfetek hebît bû hewandin, mijandin û gehandina evînê.
Mîrseqem ku wekî her car bi heybeta ba û bahozekî sar derketibû, çengek havête agirvan û ew êxsîr kir, belê ji germahiya agirvanê sincirok û çiruska çavên wî, dibijiqî dibijîqî û wehşî dibû. Nedizanî agirvan bigirît an berdet. Yêk ji wan saremêran gotê:
Mîrê min,
Heyyy paşayê sirêêê û dijminê ronahî û çirê,
Ez xulam,
Tu ji befir û cemedê çêbûyî, dîyare ku tu neşêy demeke dirêj agirvanê sincirok di destê xo da ragirî. Ser milê te kevireke req û hişk heye, dema te vê carê agirvan girt, zû ewî pavêje ser kevir û li wê derê girêde, eger ew nêzîkî te bît baştir e. Ya baş eve ku dijminê mirov her gavê ber çavê mirov bît. Te dê hajê hebît. Ew jî idî neşêt cardî xo sor ket û bisincirînît, paşê jî çîya bixurifînît.
Mîrseqem bi wê gotinê kir û agirvan bi kevirê ser milê xo ve girêda û meşiya bo alîyê koşka sermê.
Dilê çiya lêk alîya, jan ser janê diketin canê çiya. Çend heftî derbas bûn, neh zarok ji evîna agirvan û çiya peyda bûn. 9 germejin ku dilê wan tijî germahiya evînê û serê wan tijî guriya agir bû. Rûyê wan vekî rojê diçiriskî û çavên wan kanîya ronahîyê bû. Rûgeş û Rûken bûn.
Idî xoşî bo wan 21 saremêran nemabû, dema hêrîşê, dihelîyan û dema rev û helatinê dibirîyan.
Mîrseqem jî hest bi janekê ser milê xo dikir, kevirê req û hişk jî idî taba agirvanê sincirok nemabû û ew jî sincirîbû. Mîro ne diwêra destê xo bidetê û ne dişêya berdet.
Her car ku Mîrseqem bi kula ku ser dilê wî hebû seredana saremêran dikir, bi hilma xo ya sar her der dimalî û sîngê çiya dicemidand, belê germejinan bi hizrên agirîne xo çiya diparastin.
Bi her ramaleke Mîrseqem ve, agirvan ku ser milê wî ve hatibû êxsîr kirin, kelek ji agirê dilê xo û gurîyek ji hizrên xo, di ber çavên Mîrseqem ra rê dikir bo 9 germejin û dayîka wan çiya.
Cara dawîyê, agirvan gotibû germejinan,
Rabin idî dem dema we ye,
Rabin govendekê li darxin,
21 saremêr hind nemaye ber kela we bihelin,
Rabin hey 9 germejinên paqij
Îro, Newroz e
Ka hil ken xetîrên rizgarî yê,
Germahî û ronahîya Zagrosê ne tine Zagrosê germ û ronî diket,
Gurî û ronahîya Zagrosê dê hemi dinyayê geş ket.
Bişewitînin paytexta Aşûr
Bihirifînin textê Mîrseqem,
Biweşînin tovê nivşên agirî,
Hilînin roja nû.
Sîdad Şîrzad
Parêzer û Nivîskar, Ûrmiye