Serokê Parlemana Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle bi boneya Newrozê li Rezîdansa xwe ya li Parlemanê resepsiyonek da. Ev yekem care ku li “House of Speaker” (mala serokê parlemanê) bi mazuvaniya serokê parlemanê Newroz hat pîrozkirin. Şeva Newrozê li Jûra Dewletê (State Room) ku cihê herî bi prestîje li parlemana Brîtanyayê bi hevkariya Center for Kurdish Progress hate organîzekirin.
Ji civakên Kurd, Tirk, Îranî yên li Brîtanyayê 300 kesên vexwendî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Her wiha 80 endamên parlemana Brîtanyayê û Lord jî hatin resepsiyonê.
Serokê Parlemanê Sir Lindsay Hoyle wek xweyîmal axaftinek kir û got ew kêfxweş e ku mazûvaniya resepsiyona Newrozê kiriye û hay ji zehmetiyên gelê kurd dikşîne heye.
“Ez dizanim ev (Newroz) cejna herî bi qîmet û watedar e ku gelê kurd wê rojê li hev dicivin û çand û nasnameya xwe dijîn û tasdik dikin. Dora 25-35 milyon Kurd di navbera sînorên Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û Ermenîstanê de dijîn. Ev jî wan dike çaremîn grupa etnîkî (netewe) li rojhilata navîn. Ez dizanim ji mêj ve kurd bi awayekî azad nikarin cejna çand û nasnameya xwe pîroz bikin. Loma lidarxistina resepsiyona Newrozê li parlamentoyê ji bo qebûlkirina nasname û çanda kurdî gaveke gelek girîng e. Ez gelek pê şanazim ku di tîma min de jî kurdek heye û li ofîsa xwe em bihevre dixebitin. Ew wek menajera ragihandina dîjîtal kar dike. Wê di sala 1975an de ji rojhilatê Tirkiyê koç kir, hate vir. Ew niha yekem Kurd e li ofisa Speaker. Ez dixwazim li ser navê Parlemanê (House of Common) tasdîk bikim ku di 6ê Sibatê de bi rêya erdhejê karesateke mezin bi ser Tirkiye û Sûriyê de hat. Ez dizanim ji civakê û derveyê civakê gelek kes hatin ba hev û ji bo erdhejzedeyan alîkarî berhevkirin. Ez gelek xemgînim ji ber mirina bi deh hezaran mirovî. Ez dizanim ku vê erdhejê li civaka kurdan xistiye û hest û fikrê min bi wan kesan re ye ku bûne erdhejzede û merivên wan can dane.”
Seroka Komîteya Karên Derve û Parlementera Partiya Concervative Alicia Kearns jî di axaftina xwe de piştgriya xwe ji bo gelê Kurd anî ziman.
“Newroz wextê danûstandina diyariyan e, vê rojê em çîrokên xwe parve dikin û bîranînên nû tomar dikin. Herwisa wextê nûkirina hêviyan e. Ez yekem car di sala 2016an de çûm Kurdistanê ji bo ku ligel jinên li dijî DAÎŞê şer kirine û civaka ku ji bo sînorê xwe têkoşîn daye xebatê bikim.
Lewra gelê Kurdistanê tenê ji bo xwe pêşerojê naxwazin lê ji bo hemû civakên li herêma xwe dixwazin. Û ez dixwazim jinên Îranê bi taybetî jinên Kurd yên li îranê ku serkêşiya şoreşê dikin û li hember zordariyê bêdeng namînin bibîr bînim. Ew her roj cesaretê didine me. Û ez difikirim Kurdistan yê tavê ye. Ji min re dibêjin tava di gerdaniya te de dişibe tava Kurdistanê û ez pê serbilind im. Gotineke dibêjin hevalê kurdan nîn e ji çiyayan pêştir. Ez hêvîdar im me nîşan daye ku hevalên we hene li House of Speaker û parlemanê. Jixwe gelê Brîtanyayê her tim bûne piştgir ji gelê Kurdistanê re.
Dîrektorê Center For Kurdish Progressê Ibrahîm Doguş jî di axaftina xwe de got li Keyaniya Yekbûyî dora 300 hezar kurd hene, em hatin vir lewra ev der baştirîn welat e li dinyayê.
“Ez dixwazim spasiya Brêz Lindsay Hoyleyê serokê parlemanê bikim û dest bi axaftina xwe bikim. Wî hêşt ku li parlemanê li rezîdansa wî ya fermî ev çalakiya Newrozê bê kirin. Û ez gelek şanaz im ku ev yekemin resepsiyona Newrozê ye li House of Speaker tê kirin. Spasiya Endamên Parlemanê Yvette Cooper û Alicia Kearns dikim. Hûn hevalê rastîn yê Kurdan in.
Em jiyaneke nû, destpêkirineke nû, ronahiya piştî zivistana dirêj pîroz dikin. Em bi şêwazên cuda, bi cilên kurdî, bi paqijiya biharê li malan, bi fîşekên hewayê digel hevalan pêşwaziya Newrozê dikin. Ez pê serbilid im ku ez British im û endamê civaka kurdî me li Brîtanya. Em dora 300 hezar kesî temsil dikin ku piranî ji Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê hatine. Em hatin Keyaniya Yekbûyî lewra ew baştirîn welat e li dinyayê. Xwedî kûrtirîn Kevneşopa Demokrasiya parlementer e, azadiya ol û baweriyan lê heye, ji yase û qaideyan re û mafên mirovan re rêzdar e. Li vir her kî baş bixebite bi ser dikeve, li vir xewn dibin rast. Civaka Kurdî li Brîtanyayê bihêz dibe û bixwe bawer mezin dibe. Gelek kesên ku Newrozê pîroz dikin ji alîkî ve karesata erdhejê li Tirkiye û Sûriyê jî tînin bîra xwe. Em hezkiriyên xwe û canên ku bûne qurbaniyên erdhejê difikirin. Bajarê min Elbîstan ku parçeyeke herêma kurdan e li Tirkiyê bi temamî rûxiya. Gelek kesan can da. Kampanyaya alîkariya lezgîn (Disaster emergency appeal) karekî hêja kir. Bi milyonan pound hatin berhevkirin. Lê avakirin bi rojan an mehan çênabe lê bi salan wext dikşîne. Loma divê piştgriya me ji bo salên bê jî berdewam bike. Werin em Newrozê bi rihê piştevaniyê ligel heval û malbatên xwe pîroz bikin. Ez hêvîdar im wê siberoj ji bo me hemûyan baştir be.
Duyemîn Çalakiya Newrozê Ji Bo Gel Bû
Center for Center for Kurdish Progress ji bo pîrozbahiya Newrozê Resepsiyoneke din jî li Westminsterê dîsa di avahiya pêvek ya Parlemana Brîtanyayê de li dar xist. Ev bername ji her kesî re vekirî bû. Jin, mêr û ciwanên kurd bi cilûbergên kurdî beşdarî şeve bûn û rengê Newrozê anîn parlemana Brîtanyayê.
Ev çalakiya Newrozê wek şahîyê derbas bû.
Stranbêj Suna Alan ku ji Bakurê Kurdistanê ye konsereke piçûk da. Hunermendê Kurd Peyman Haydarian ku ji Rojhilatê ye, bi erbanê coşa mêvanan anî.
Wek perçeyeke şahiya Newrozê mêvanan jî digel mûzîka Kurdî dans kir û govend gerand.
Erol Başak
Rojnameger, London