The Hall Kurdî Nîsan 2023 di bergê xwe de cî da du mûzîkjenên kurd ên Rojavayî.
Hûnermend Ganî Mîrzo û stranbêj Ferhad Feyssal di çarçoveya Difference Festîvalê de li Zanîngeha Wesminsterê bi hev re konserek dan. Me bi her du mûzîkjenên kurd re hevpeyvîn kir. Ganî Mîrzo li Şingalê dibistaneke mûzîkê vekiriye û niha bi sedan mûzîkjenan digihîne. Herwiha bi weqfa xwe “Mîrzo Music Foundation” ji bo vê dibistanê xebatên alîkariyê didomîne. Ferhad Feyssal jî haziriya albûma xwe dike. Koma wan Danûk yekemîn albûma xwe “Morîk” di meha Gulanê de derxe. Têde wê stranên kevn yên kurdî ku di arşîvên Îngilîstanê de berhevkirine cara yekem dê bên bidengkirin.
Li Meclîsa Brîtanyayê cara yekem li “State Room”ê ku cihê herî bi prestîj ya parlamentoyê ye, bi mazûvaniya serokê parlemanê û bi hevkariya Centre for Kurdish Progress resepsiyona newrozê hate lidarxistin. Serok meclîsa Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle got di axaftina xwe got lidarxistina resepsiyona newrozê li parlamentoyê ji bo qebûlkirina nasname û çanda kurdî gaveke gelek girîng e.
Ji Rojhilatê Nivîskar Sîdad Shirzad li ser newrozê ji bo kovara me nivîsek şand: Ziivistana Avis.
Endezyarê jeolojiyê Ûmît Eke li ser encamên edheja mereşê nivîsî û li herêmê xebat divê çawa bêne kirin bi hûrgulî vegot.
Rojnameger Melehat Uluç Akinci li ser dengbêj Mihemedê Nenyasî nivîsî: Mîrata Çandî ya Kurdî di bin kavilan de ma.
Nivîskar Konê Reş wek berdewamiya rêze nivîsa li ser Kovara Hawarê û nivîskarên wê de vê carî li ser mîr Celadet nivîsî: Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî.
Lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî di vê hejmarê de behsa destana herî kevn a cîhanê Gilgamiş kir. Binêrin ka Enkîdû çawa xiyanetê dike û nivîskar çawa vê meseleyê bi Kurdan ve girê dide.
Zimanzan Abdullah Încekan vê mehê de “Mîladeke Bêsiûd” nivîsî: 1639 Kerbela me ye – bêyî em hay jê hebin!
Beşa sînemayê de Rûmet Med fîlmeke derheqê komkujiya Helebçeyê de analîz dike: Textê Reş.
Film behsa Komkujiya Helepçeyê, rewşa derûnî ya mirovên herêmê yên wê demê, jiyanên kolberan û têkoşîna dijwar a debarê dike.
Êdî di kovara me de beşa danasîna pirtûkan heye û di her hejmarê de mamosteyê felsefeyê Faîk Ocal ji me re dê pirtûkekê bide naskirin. Pirtûka vê hejmarê romana Gulistan Çobanê Şebçirax e. Mijara Romanê jî jiyana Melayê Cizîrî ye.
Di beşa FOTOŞIROVE de mijar Newroz e. Ji Newrozên Amed û Londonê wêneyên wênegirên Kurdistan 24ê û yên wênegir Heja Rahiminia cîh digrin.
Şîroveyek
Pingback: Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye - Botan Times