Tofana bi ser me de hatiye, em lal kirine. Ji 1071î vir ve her kesê li ser vê axê piçekî bi fehm û feraset dibe, pê rê ketûm dibe – li hember vê tofana han. Ev tofan, tofaneke wiha ye, ku gotinê vala dike; her kelîmeya ku tê telafûz kirin di eynî demê de pûçbûyînek e, bîreke bê bin e; bêçaretî ye; hêvî şkestin e. Loma jî pirraniya mirovên xwediyê kûrahîyekê, xwediyê fehm û ferasetê sikûtbûn tercîh kirine, da ku îflasa xwe, nebûna xwe, wendabûna cîhana xwe kêm î kêm ifade nekin.
Li hember tofanê nebûn bi serê xwe barekî ye; îcar de were vê nebûnê, vê bêçaretiyê îkrar bike; telafûz bike! Ancax lal bûn û fetisîn mirov xilas dikin! Loma jî mirovên zana û bala li ser vê axê lal bûne, bi destên xwe xwe fetisandine, li xwe mikûr nehatine; xwe îfade nekirine.
Tofana 1071î li dû xwe di 1639an de îcar perçebûna axê aniye. Perçebûneke derûnî ye 1639 di eynî demê de; perçebûna kesayetiyê ye; perçekirina kesayetiyê ye ew; kuştina aîdiyetê, pelçiqandina baweriyê ye ew. Ew mîladeke bêsiûd e di dîroka vê axê de. Ew bingeha bêsiûdiyê ya vê axê ye. Tofana herî mezin e ew li ser vê axê. Ku em lal nebûna, me yê strana 1639an ji kûrahiya dil bistra, mersiyeya herî dirêj me yê li ser bigota.
1639 Kerbela me ye – bêyî em hay jê hebin! Em jê haydarbûna, dê me yê hersal li dilê xwe bidaya, hetanî dil ji vê jengê paqij bûya; ji jenga koletiyê… Lê… Lê vê tofanê em ji axê qetandin û em bê bingeh man…
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya