Îsal, Festîvala Cûdahî ya ku Zanîngeha Westminster a Londonê li dar xist, bal kişand ser pirsgirêkên gerdûnî. Mebest lêkolîna rola zanîngehan bû di rûbirûbûn û hêsankirina çareseriyên ji bo kêşeyên heyî û pêşerojê. Di formên cûrbecûr de çalakî hatin kirin. Wek mînak: atolyeyên înteraktîf, konser, pêşandanên fîlman û pêşangehên ku ji hêla hevkarên akademîk ên li seranserê Zanîngehê ve têne rêvebirin. Yek ji wan jî çalakiya “Harmony After The War: Music And War” (Harmoniya Piştî Şer: Mûzîk û Şer). Ev çalakî ji aliyê derhênerê sînemayê yê Îspanyol Juan delGado di çarçoveya projeya wî ya bi navê “Qisetna” (çîrok) de hat saz kirin û du mûzîkjenên Rojavayî yên serkeftî Ganî Mîrzo û Ferhad Feyssal bi hevre konsert dan. Me bi van her du mûzkjenên Kurd re hevpeyvîn kirin.
Ferhad Feyssal, stranbêjekî Kurd ê Rojavayî ye. Piştî şerê navxweyî li Sûriyê koçî Stenbolê dike. Li wir dest bi mûzîka xwe dike. Komek ava dike digel hevalên xwe. Dûvre bi jineke Spanyolî re dizewice û her wisa çîroka wî ya li Avrupayê dest pê dike. Niha haziriya albûmekê dike. Û pereyê ku ji firotina vê albûma xwe ya yekem berhev be we bişînin erdhejzêdeyên Li Tirkiye û Sûriyê re. Kerem bikin çîroka Ferhad Feyssal di hevpeyvîna me de bixwînin.
■ Mamoste merheba bi xêr hatî. Em bi çîroka te dest pê bikin. Ji Sûrîyê hûn rabûn, niha hûn li dîyasporayê li Avrûpayê dijîn û tu bixwe muzîkjen î. Em dixwazin bi çîroka te dest pê bikin Ferhad Feyysal kî ye? Çawa dest bi muzîkê kir?
Çîroka Ferhad Feyysal! Ez ji bajarê Hesekê me. Ez li Salhîyê dayîk bûme. Jiyana xwe li wir dest pê kir. Ez dûrî muzîkê bûm heta bîst û salekî. Min muzîk çênekiribû. Kêfa min jê ra dihat ez guhdar bûm lê min bixwe dest pê nekiribû. Piştî bîst û salekê min zîreet dixwend û min dest bi muhendisiya zîreî kir (Agreculture engeenering). Berî wêna min gîtarek anî, kêfa min gelkî ji gîtarê ra dihat birastî. Lê tune bûn, yanî enstrûman tunebûn, li bajarê me bixwe tunebûn, giş tembûr tenê bûn. Min gîtarek anî, min dest bi çend dersên biçûçik kirin bi hevalekî ra, alîkar bû. Mamostê udê bû lê karîbû nota daba min. Nota da min. Min dest pê kir. Ez çûm bajarê Humsê min muhendisiya zîreî xwend, zîratê. Li wê derkê min hevalên din dîtin, gulîcea muzîkê min nas kirin. Min xwest ez herim wê. Ez di sala sêya da bûm min xwendina xwe sekinand. Min go ez nema vê dikim, min berê xwe da muzîkê. Min sinafa ku hebû divê min derbas kiribaya, note bû, divê tu hazirîya xwe bikî, divê xwendina muzîkî di hişê te da hebe hinkî. Min ew hazir kirin di salekî de, ez çûme wê sinafê û ez hatim qebûlkirin. Min çar salan li Humsê xwend. Di sala xwe yê dawî de şerê şoreşa Sûrîyê dest pê kir. Wê çaxê şoreşek azadîxwaz bû lê mixabin bû şerê, wek tu bê, nav miletî. Yanî milet xwe bi xwe… Hukumetê berê şoreşê da alîkî din. Ez mecbûr bûm ku ez dev ji gulîceya xwe berdim. Ez vegerîyam bajar. Ez vegeriyam rojava. Wê çaxê ez li Hesekê rûniştim, ez û hevalek xwe me dest bi dibistanek biçûçik kir. Me li wir dibistanek çêkir, me ders didan. Neqedîya şervanîyên me dihatin. Ez ji wir derketim, min berê xwe da Stenbolê. Ev çîroka min e, a ku tu bê çilo muzîk dest pê kir, min çi kir û ez çilo ji Rojavayê derketim.
■ Rojava bixwe bi muzîkjenên xwe ve em dikarin bêjin navdar e. Muzîk her tim li wir hebû. Wek em bêjin Aram Tigran, Cegerxwîn li alîyekî, Seîd Yisuf mesela. Ev yek tesîr li te kirin ku tu dest bi muzîkê bikî?
Muzîk tiştekî wisa ye, wekî tu vedixwî! hêdî hêdî geş dibe, wek ku tu şitleke datînî, wê av didî piço piço heta mezin dibe. Ewaya di hişê me da bû, ji zaroktî da, ji dawetê me bin, ji govendê bin ku ji Newroza bin ku ji ev tiştê me, ev hunermendên ku te qala wan kir evana giş di hişê me gişa de hebû. Lê ez dibêm kesê bêtir kêfa min jêr dihat ew kesê ku ez dikişandim hestê xwe Seîd Yusuf bû û Ciwan Haco bû birastî.
■ Tu çûy Stenbolê, ji alîyek ve penaber bûy li bajarek din, bajarekî gelekî mezin. Jiyana penaberîyê çawa bû û te çawa karî li penaberîyê li xerîbîyê muzîka xwe berdewam bikî?
Ez hatim bajarek nû, çandeke nû ye ji te re, miletek nû, zimanek nû, ti kesî nas nakî. Di destpêkê de karên min kirin ti eleqeya wê bi muzîkê tunebû. Tu çi bixwazî min kir. Min nedigot na. Ez nizanim bêjim ez nakim. Ez muzîsyenim ez vî karî nakim. Na. Min dixwest ez bibînim, ez nas bikim. Lê milet çilo dijî? Jîyan li vir çi ye? Ji wek tu bêji ji qadên herî nizim de hêdî hêdî min nas kir, min heval dîtin li wir. Min muzîsyen dîtin hêdî hêdî. Govend çêbûn, heval çêbûn, ez derketim sikakê min Yanî min gelek karên giran kirin. Karên stranan kirin, min tiştinên wilo kirin. Jê pê ve ez derketim min go xilas, wek ti bê mi şoreşekî xweş çêkir min got: Ez karekî din nakim ji muzîkê pê ve! Ji ber wilo dest bi karê muzîka sikakê kir. Min li wê derkê dest bi stranê kir. Yanî berî ku ez li Stenbolê bûm min nedistra. Min stran çêkiribûn lê min bixwe di nav milet de nestrabû. Min muzîk bêtir dikir. Ez bêtir gîtarîst bûm. Min klasîk xwendibû bêtir. Li stenbolê destpêk piçkekî zehmet bû lê min çi zehmetîya dît min digo wek warşopekî (xebata atolyeyê) ku ez hîn bibim ku ez fêr bibim. Ev bû ji min re. Û di vê rîyê re min gelek xelk nas kirin û min dewam kir.
■ Û pişt re tu hatî Avrupayê? Çawa hatî Avrupayê?
Piştre erê. Ez û hevjîna xwe me li Stenbolê hev dît em bûne cîran, hezjêkirinek di navbera me da çê bû, me li hevdû kir, me kaxit çêkirin, me dewa vîza kir li Îspanyayê û ez di riya vîza ra bi ser ketim. Li Îspanya rûniştim, li Barcelonayê. Li wê derkê hêdî hêdî dîsa wek çîrokek nû dest pê kir. Îcar dû wê em hatin hevjîna min li vê derkê li bajarê Shefielê dixwend, mastera xwe dixwand. Dîsa min dewa vîza kir wek ti bê jixwe pasporta Brîtanî pê ra ye. Hatim vê derkê dîsa me vîze stand û dîsa îkameta malbatî stand. Ev sê çar sal in ez li vê derkê li Brîtanya me. Ez dîsa fêrî ziman bûm bi rîya vê hatina xwe re. Min da dû xwendinê min xwest ez xwendina xwe a ku min bi serî nekiribû li Sûrîyê di sala çaran de, min dîsa dest pê kir vir. Aniha ez sala yekem universîteya Sussex de muzîkê dixwînim.
■ Em werin ser muzîka we mamoste? Tu çi enstrûmanî lêdixî û çi cure muzîkê çê dikî? Wekî din stran yê te bixwe nin, tu dikarî hinekî behsa wê bikî?
Ez li gîtarê dixim. Wek enstrûmana min a yekem e û ez distrêm jî û ez stranên xwe dinivîsim û ez muzîka xwe bi kar tînim. Ez wê muzîkê çêdikim yanî. Rengê ez pê kar dikim ez nikarim navê wê bêjim lê, carna bi Îngilîzî dibêjim. Niha ez nikarim navkî lê bikim lê ez bi hestê xwe dirêmê. Yanî ez belkî tiştên folklorî di hundirê min de hene, tiştên di rengê muzîka ku ez lê guhdar dikim ku rock be ku gelek rengê din bin ji muzîka ku ez lê guhdar dikim di muzîka min de xuya dike lê tiştê ez di muzîka xwe dixwazim debêjim ez im! Yanî muzîka ku ez çêdikim ez im Ferhad e, ne kesekî din e. Yanî pirê ev tiştê ez dixwazim bibêm pirê xuyanî dikin. Ev çi ye? Ev çîrokê van strana dîroka ku ez tê ra derbas bûme ye, van çîrokan ez dikim stran.
■ We komek jî ava kirîye ez bawerim, ne wisa? Hûn nina bi wî komê dewam dikin. Çi ye ew kom û navê wî bala min kişand (Danûk), tê çi wateyî gelo?
Koma ku min ava kirîye navê wî Danûk e. Min û hevalkî xwe me damezrand. Hevalê min ê ji zarokîyê de em bi hev re ne, em di tarekê de bûn. Me bi hev re muzîk xwend û em çûn Humsê û bi hev re em hatin Stenbolê piştî demekê û anha her yek ew li Holandayê ye ez li vir im. Danûk… me çima navê Danûk lê kir? Danûk ji wê neqîya Danûk, me genim dikeland çanda Kurdî de li herderî kurdîstanê heye li Mezopotamyayê ji kevin de heye. Vêya gelkî kevine ku me pê genimê xwe dikeland ji bo wek tu bê ji bo zivistana bê danê me hebe. Danê zivistanê… Civat geş dibû li dora danûkê, wekî seremonî ye. Ew tiştê ku çêdibûn nava danûk de gava ku zarok dicivîyan, herkes sênîka wî pê re, çîrokên dihatin gotin, stran dihatin gotin dora wî danûkê. Me ev nav lê kir ji ber wê bîranîna di hişê herkesî de, di wê nav mezopotamyayê ez karim bêjim me xwest em dîsa danûkê xwe bigihînin hev, dîsa wê civatê bigerînin û wan stranên folklorê û wê çandê temam bikin.
■ Xebatên we çawa dimeşin? Hûn haziriya albumekî jî dikin û wekî din ev kom çiqas wextan li gel hev dicivin?
Me di du hezar û panzdehan (2015)de dest pê kir. Em sê-çar sal li Stenbolê man. Sê sala em Stenbolê bi hev ra bûn. Du heval ji Bakur bûn û em, ez û Hozan, ji Rojava bûn û me hêdî hêdî wilo tiştên me zanîbû ji stranên me yên folklor me bi hev re wilo wek tu bê cî de me bi hev re lêxist. Heta hinek sînor jî hebûn lê ew çand heye, sînor nikare wan perçe bike. Piştê ez ji Stenbolê derketim pênc salan em dûrî hev ketin, haya me ji hev hebû, ser medya civakî, ser înternetê me hev dû re da û stand. Projeyên me yê anha hazir wê di meha pêncan de derkeve, nozdehê meha pêncan de dê albuma me derkeve. Albuma me navê wî “Morîk” e. Min û hevjîna xwe bi hev re me çêdikir. Li ser muzîka Kurdî di muzeyên Avrûpa de. Ez bixwe wilo wek tu bê lêkolîn ser vêna dikim. Ka çi xwendin li ser muzîka Kurdî çêbûye. Di nav wan lêkolînan de me ev muzîkana dîtin. Ev muzîk hinek ji wan me li Berlînê dîtin hinek ji wan li Vîyenayê. Pirê wan gelkî kevnin yanî dido ji wan ji 1902an de ye. Qeyda gelkî kevne li ser waks silindir, li ser mûmê hatîye qeydkirin. Wê çaxê wek tu bê Awrûpîyên hatibûn kesên dixwastin ew jî lêkolîn dikirin li ser çand û hünere, hatin alîyê me li Amedê, hin ji wan li Qudsê hatine qeydkirin. Ê ku li Qudsê hatine qeydkirin di 1912an de hatine qeydkirin. Evana jêre dibên lewce. Teratînê dînî ne. Ji Mesihiyetê Kurdên Fileh. Ewana me bikar anîne û me dido jî ji Amedê me bikar anîne. Kesî berî me lê guhdar nekirine. Gelekî kevnin û gelkî birastî helbestekî gelkî xweşik di hundirê wan de heye. Û me çar pênc stranên folklor yên wek tu bêjî alîyê me yê daweta, me ew jî bikar anî, me bi rengê Danûk çêkirine. Evana wê bên xuyanîkirin di vê albûma hanê ku derkeve. Me berî du salan albuma xwe li Barcelonayê qeyd kir. Me wê çaxê hev dît bi şuxlê mehekî. Anha hazirîya festîvalna dikin, birastî hineke li festivalek me heye li Amsterdamê ye yek li Fransayê ye yek li Portugal. Em ê hêdî hêdî dîsa, wek tu bê, bighên hev. Her yek ji endamê Danûr li cîkî ye lê em dîsa hewil didin ku em bi hev re bin, em karibin vî karî dewam bikin.
■ Ji bo ku guhdar jî bizanibin gava ku albuma we derket ji ku dikarin peyda bikin? Çawa dikarin lê guhdarî bikin?
Li ser her platformê heye. Li ser her platformê hebû û anha em preseller (pêşdefirotin) jêre çêdikin, yanî em albumê difroşin berî ku derkeve. Ev perê vê firotina hanê wê giş herin ji organîzeyşinekê re ku navê wî Doz e. Doz kesên li erdê kar dikin dixwazin wek karna bikin kesê ku pir te’de li wan hatiye kirin. Birastî em ji wan, wek tu bê, piştrast in, em bi wan bawer in. Lewma me xwest em bi wan re kar bikin. Anha li ser rûpelê Danûk lînkek heye, hûn karin di wê derkê re derbas bin wê albumê bikirin, ew pereyê albûma yekem wê here ji erdhejzedeyan re.
■ Pirsa min a dawî gelek kurt, birastî muzîk belkî kare rihê mirov baş bike, niha em kurd me gelek êş û te’de dîtin û wek penaber jî em li derva dijîn. Dixwazim vê yeke bipirsim mûzîk li ser te tesîrekî çawa kir? Wek kesekî penaber li derve tu dikarî çi bêjî, mûzîkê çi li te guherand?
Muzîkê jiyana min giş guhert. Ji pêj de heta, ez nikarim xwe bê muzîkê bibînim ku ez pênaberbim yan na. Muzîk xelkê digihîne hev, bi muzîkê tu dibînî ku tu ne tenê yî.Her hunerek cudahiyek xwe heye lê tiştê di hundirê muzîkê de dighe herkesî, herkesî bi xwe re dikşîne. Ez dibînim muzîk dikare gelek cudakirinê di hundirê milet da çêke. Em hewceyê muzîkekî ne ku bihêle mirov pê mijûl bibe. Ne xwe pê bêşîne ne xwe pê biwestîne, lê pê mijûl bibe û bi wê mijûliyê xurt bibe, li xwe vegerîne, bipirse bêtir. Muzîk pir kûr e. Ew kûrbûna hanê wê me bigihîne hev ez dibêm.
■ Sihet xweş mamoste. Zor spas.
Spas ji te ra.
Havpeyvîn: Erol Başak
Deşîfre:Fatma Şahîn