Şebçirax -Romana Melayê Cizîrî-
Gulistan Çoban
Weşanên Nûbiharê
Rûpel 160
Stenbol
2020
Di destpêka romanê de romannûs Gulistan Çoban bi çîroka Şêxê Kewan Badîn û mîrbanûyê mîrê Finikê vedibêje. Keçikek bi navê Zîbayê heye. Keçika Mîrê Finikê û mîrbanû ye. Lêbelê haya Mîr ji keçika wî Zîbayê tune ye. Romannûs paşê behsa bajarê Cizîrê dike. Bavê Ehmed (Melayê Cizîrî) Mela Mihemed muderîsê Medreseya Sor e. Zîba li ba Mela Mihemed e. Romannûs behsa evîna Mircana Êzdî û Îbrahîmê Zanyarê Misilman jî dike. Ji evîna wan bi navê Evdo (Evdila) zarokek dibe. Lê Mircan, Evdo dide dêra Mor Gabrîel. Melayê Cizîrî paşê peywira vêxistina şebçiraxan radestî Evdo dike. Bi evîna Mela û Selmayê herikandina romanê dikeve asteke bilind. Lewre dost û dijminên wê evînê gelek in. Romannûs bi wî awayî romana xwe gurr û geş dike. Sirgûnî û veger. Terîkandina Heskîfê û çûyîna Cizîrê balkêş e.
Mijara romanê jîyana Melayê Cizîrî ye. Şebçirax romaneke biyografîk e lêbelê dem û tarîxa romanê nehatiye gotin. Cî û mekanên romanê diyar in: Wekî Cizîr, Heskîf û Finik. Karekter jî diyar in. Wekî Badînê Kewgir û mîrbanû, Mela Mihemed û Zeyneb, Melayê Cizîrî û Selma, Ûmadîn û Zîba, diya Umadîn Xatûna Biskesk, Mircan û Îbrahîmê Zanyar, Mela Dawid, Evdo, kurên Zîba û Umadîn mîrê Hekariyê Umedîn, şewirmend û serfermandarê Umadîn Ehmed, Hemîdî, Mîr Mihê hwd. Gava ku Melayê Cizîrî bi saya Selmayê ji sirgûniyê vedigere Heskîfê hingê bîra evîna Selmayê ya li Cizîrê dike. Romannûs ji evîna beşerî derbasî evîna îlahî dibe. Heskîf cihê evîna beşerî ye, Cizîr cihê evîna îlahî ye. Li Heskîfê beden û qaliba Selmayê heye, li Cizîrê ruh û gîyanê Selmayê heye. Melayê Cizîrî li Cizîrê di evîna Selmayê de eşqa îlahî dibîne.
Bi xwendina romanê re em xwîner
çi dibînin û kîjan peyaman werdigirin?
-Di nava Kurdan de arîstokrasî heye. Mîr Şeref şaîrbûna Melayê Cizîrî dike hincet û evîna keça xwe Selma û Mela nepejirîne. Keça xwe layîqê şaîrekî navdar nabîne. Ew jî diyar dike ku di nava Mîrektî û gel de cudahî heye. Mîr xwe di asta gel de nabîne.
-Întîhal heye. Mela Dawid şiîrên Mela bi navê xwe belav dike.
-Pirsgirêka Êzdîtî û Misilmanbûnê heye. Evîna Mircan û Îbrahîmê Zanyar.
-Di şerê Osmaniyan û Safewiyan de Kurdên Cizîrê piştgirî dane Osmaniyan.
-Mîrektiya Mîr Şeref mîrektiyeke bihêz û mezin bû. Di wê demê de ilm û fen pêş ketiye.
-Mîr Şeref ji ber rêz û risteyên şi’rên Mela, ew sirgûn kiriye. Evîna wan li hember mîrektiya Mîr Şeref têk diçe.
-Şi’r û edebiyata Kurda kemilîye û gehiştiye asteke bilind. Bi şi’ra dîwan a Osmaniyan ve şi’ra dîwan a Kurdan jî gelekî pêş ketiye. Serkêşên şi’ra dîwana Kurdan jî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ye.
-Padîşahên Osmaniyan li gorî berjewendiyên xwe nêzê mîrektiya Kurdan dibin. Di mîrektiya Hekariyê de piştgirî didin apê Umadîn, paşê Umadîn li Stenbolê dikujin.
Faîk Ocal
Nivîskar, Semsûr