Îngilîstan di serî de li 4 welatên Keyaniya Yekbûyî bi sed hezaran xebatkar dest ji kar berdidin. Grevên ku havînê dest pê kir di meha Kanûnê de zêdetir bû, di meha yekem ya 2023an de jî berdewam dike. Xebatkarên ragihandinê (ajokarên trênan, yên otobêsan, metroyan), yên postayê, yên tendûristiyê, ajokar û xebatkarên ambûlansan, xebatkarên li deriyên gumrukê yên li balafirgehan û mamoste… Hemûyan îlan kir ku heta hikûmet zema ku ne kêmtirê enflasyonê ye neke dê li karberdanê berdewam bin.
Sedemên Karberdanê
- Mehaniyên kêm
- Xirabûna şert û mercên li kar
- Jikarderxistin
Sedemên li jor karkeran mecbûr dihêle ku dest ji kar berdin û biçin grevê.
Pandemiya kovîdê tesîreke xirab û derbeyeke mezin li aboriya Îngilîstanê û welatên din ên Keyaniya Yekbûyî xist. Di dema pandemiyê de hilberîn sekinî û aboriya welêt ber bi xirabûnê ve çû.
Hikûmet di dema pandemiyê de pakêtên alîkariyê amadekiribûn û alîkariya pereyê dabûn gelek kes û saziyan. Vê yekê bareke mezin li ser budçeya welêt çêkir. Tesîra pandemiyê piştî rabûna qedexeyan û normalbûna jiyanê derket holê.
Li Îngilîstanê enflasyon piştî 30 salî cara yekem e ji %11ê jî borî. Kirê û lêçûnên jiyanê bihatir bûn. Bihayên kelûpelan gelek zûdebûn. Lê digel vê mehaneyên xebatkaran bi qasî enflasyonê nehat zêdekirin. Di hin sektoran de pêşniyara hikûmetê ji nîvê rêjeya enflasyonê jî kêmtir e. Loma pirsgirêka debarê niha yekemîn û girîngtirîn mijar e di rojeva vî welatê de. Ji ber vî xebatkar dibêjin bi halê xwe qayîl nînin, bi daxwaza zêdekirina mûçeyan dest ji kar berdidin.
Xebatkarên Kîjan Sektorê Diçin Grevê Û Kengî Dest Ji Berdidin?
Di her sektorê de sendikayên cuda hene. Hinek sektoran de 2 an 3 sendîka hene. Loma rojên karberdanê jî li gor biryarên sendikayan di rojên cuda cuda de têne kirin.
Di vê grafîka li jêr ya BBCyê de roj bi roj karberdanên sektoran hatine nîşandan.
NHS: Sîstema Tendûristiyê Ya Netewî
Travel: Ragihandin
Other: Yên din
Hemşîre
- Koleja Hemşîreyan ya Keyaniyê (RCN) ragihand ku ewê di 18 – 19ê Çileyê de jî dest ji kar berdin.
- Sendîkaya wan ji sedî 19 zem daxwaz dike û dibêje hikûmet hêj ji bo guftûgoyan bi me re rûneniştiye.
- Hikûmet di meha Tîrmehê de ji sedî 75 zem kiribû
- Li Skotlandê RCN dibêje ew ê rojên karberdanê destpêka 2023an de aşkere bikin.
Xebatkarên Ambûlansan
- Komek ji xebatkarên ambûlansan di 11 û 23yê Çileyê de cara duyem biçin grevê.
- Xebatkarên ambûlansan berê li Îngilîstan û Walesê di 21ê Kanûnê de karberda bûn.
- Sendîkaya wan zema li ser rêjeya enflasyonê dixwaze.
- Hikûmetê li Îngilîstan û Walesê %4.75 zemê dabû wan
Hêzên Gumrukê
- Dora 1000 xebatkarên li gumrukan di navbera 23-26 û 28-31ê Kanûnê de karberdabûn.
- Xebatkarên li Balafirgehên Birmingham, Cardiff, Gatwick, Glasgow, Heathrow û Manchesterê û lîmana çûbûn grevê.
Xebatkarên Rêhesinê
- 3 sendîka bi hev re grevê dikin The National Union of Rail, Maritime û Transport Workers (RMT)
- D 3-4 û 6-7ê meha Çileyê de jî dest ji kar berdan
- RMT zemeke ku têra bihayên lêçûnan dike dixwaze û dibêje bila jikarderxistin çênebe
Ajokarên Otobêsan
- Li Başûr û Rojavayê Londonê di 24, 27 û 31 kanûnê de dest ji kar berdan. Di meha Çileyê de jî plana 8 karberdanên din dikin.
- Sendikaya wan zemeke ku têra lêçûnên jiyanê dike daxwaz dike
Mamosteyên Azmûna Ajokariyê (Driving Examiners)
- Mamosteyên Azmûna Ajokariyê heya 16ê Çileyê di karberdanê de berdewam bin.
- Sendikaya wan %10 zem, ewlehiya kar û teqewîtbûneke baş daxwaz dike.
Mamoste
- Mamoste dê li Skotlandê di 10 û 11ê Çileyê de grevê bikin.
- Ji wan %6.85 zem hatibû pêşniyarkirin. Wan red kir û ew ji % 10 daxwaz dikin.
- Sendikaya Mamosteyan dê li Îngilîstan Û Walesê jî haziriya karberdanê dikin.
Xebatkarên Zanîngehan
- Sendikaya wan %12 zem daxwaz dike û dibê bila şertên teqawîtbûnê bên başkirin.
Xebatkarên Royal Mailê (Postayê)
- Xebatkarên postayê di 23 – 24ê Kanênê de dest ji kar berdan.
- Royal Mail ji bo 18 mehan heya %9 zem pêşniyar kir lê ew zêdetir dixwazin.
- Ew daxwaza başkirina şertên xebatê û rabûna xebata mecbûrî ya roja yekşemê dikin.
Wekî Din Kî Dê Grevê Bike?
- Dora 100 hezar xebatkarên sivîl yên saziyên cuda yên hikûmetê ji bo karberdanê deng dan
- Junior Doctors (dixtorên nûgihayê) li Îngilîstanê plana dengdanê li sendikayê dikin ku ji bo karberdanê pêwiste. Ji wan re %2 zem hatibû pêşniyarkirin.
Ferqa Navbera Pêşniyara Kardêran Û Daxwaza Sendikayan
Tevî van karberdanan hikûmet nayê asta karkeran û daxwazên wan hê jî qebûl nekirine. Ji bo di hin sektoran de astengî çênebin, esker hatin peywirdarkirin. Bi taybetî li gumrukên li balafirgehan di rojên karberdanê de esker xebitîn. Dîsa di şûna ajokarên ambûlansan de eskeran wezîfe kir.
*Çavkanî:BBC https://www.bbc.co.uk/news/business-62134314