The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 5»Medya, girîngtirîn amûr di xizmeta pêşketinê da!
Hejmar 5

Medya, girîngtirîn amûr di xizmeta pêşketinê da!

Seîde PerdîsiyanBy Seîde Perdîsiyan05/05/2022Updated:11/06/2022Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ji destpêka şaristaniyetê ve ji bo pêwendiyê pêdiviya mirovan bi hin alavan hebûne û bi sedema bidestxistina teknolojî û şêwazên nû, roj bi roj ew ber bi pêşveçûneke berfireh ve diçin û heya wê astê ku mirov digihêje dewreke dîrokî xwe ya tijî evrazî û nişîviyê ku bi zêdebûna nifûsê, zêdetir hewcedarê alavên nû yên têkilî û ragihandinê dibe.

Her amûrek rê û rêbazên ku ji bo pêwendî û ragihandinê tên bikaranîn, medya ye. Lêbelê ya ku îro weke medya di nîqaşên rojane yên me da bi kar tê, behsa medyayên komkî û giştî dike, ji wan radyo, televîzyon, sînema, rojname, kovar, înternet, torên civakî û hwd.

Laswell teorîsiyenekî Amerîkî di warê peywendî û ragihandinê de, sê rolên cuda medyayê re diyar kirine:

  1. Rola çavdêriya ser derdorê, yan rola nûçeyî.
  2. Rola hevgirtina civakî yan rêvebirî û rênimayî.
  3. Rola perwerdehî yan veguhestina mîrata çandî.

Di serî de rola nûçeyî yan çavdêriya ser derdorê yek ji rolên girîng ên medyayê ye ku bi weşana nûçeyan, mirov civaka xwe nas dike û bertekên pêwîst nîşan dide. Ya duyem rola analîzan şirovekirina bûyeran e ku girîngiyeke taybet heye û dikare ji bo pêwendiya di navbera şarezayên civakê, gel û berpirsan de xizmetên balkêş pêşkêş bike û wek neynika tevahiya raya giştî di warê hevkarîkirina gel û beşdarkirina wan di xebatên civakî da roleke girîng û berbiçav bilîze. Rola sêyem, rola perwerdekirinê ya medyayan e ku bi weşana nûçeyên curbicur yên zanîstî û çandî bazineya nêrîna gel berfireh dike û her wiha dikare alîkariyê bide guhastina mîrata çandî ya civakê ji nifşekê bi nifşa din û misogerkirin û berbelavkirina nasnameya çandî.

Taybetmendiya sereke ya medyayan ev e ku; li her derê hazir in û li gorî pisporekî vî warî; medya dikarin poleke bê dîwar a bi pişikdariya bi milyaran guhdar û temaşevan pêk bînin. Bi vê pênaseyê girîngî û bandora alavên peywendiyên komkî di pêkhatina gelek têkiliyên civakî, aborî û siyasî da zelal dibe.

Bi vê wesfkirinê, mebesta me ji pêşketinê çi ye û medya çawan dikarin di pêşketin an pêşneketina civakekê da dikarin bibandor bin?

Pêşketin pêngavrakirina ji bo derbasbûna ji rewşa heyî na rewşa baş û guherîneke erênî di pîvanên pêşketina mirovî da ye. Em bi giştî dikarin amajeyî babetên wek pêşketin û berfirebûna çavkaniyên aborî, sermayeyên fikrî, binesaziyên perwerdehiyê, perwerdeya mijarên têkildarî jîngehê û her wiha gelek heger û faktorên din bikin.

Li gor Maykil Tûdaro ku yek ji zanyarên warê zanîstên civakî ye û dibêje; “Divê ku pêşketin tevgereke çendalî bê zanîn ku hewcedarê guherînên bingehîn di nijyara civakî, şêwaza zanîn û têgihiştina gel û dezgehên neteweyî û herwiha lezandina pêşveçûna aborî, kêmkirina newekhevîtiyê û kokbirrkirina hejariyê ye.”

Medya ango alavên ragihandina komkî ne tenê amûr û hegera pêşketinê tên hesibandin, belkî bi xwe armanc û pîvana pêşketinê jî tên hesêb. Vêga welatên ku ber bi pêşketinê ve diçin gihîştine vê encamê ku pêşveçûn wekî pêvajoyeke guherîna rewşa heyî û ber bi rewşeke baş ve çûne û vê yekê pêdivî bi guhertinên bingehîn di serederî û nêrînên mirovan da heye û yek ji heger û faktorên girîng di vê guherîna têkiliyan de ye ku di vê navberê da mêdyayên komkî girîngtirîn emrazê wê tên hesêb.

Berevajiya vê yekê jî rast e û medya li gor tênegihîştina rastiyên civakî, nebûna xwendin û nivîsîna akademîk, nebûna tecrûbeyên pêwîst, girêdayîbûna bi kesan, partiyan û hin tevgerên siyasî va û hebûna berjewendiyên kesane dibin sedema pêşneketina civakê.

Di vî warî de bajarê Ûrmiyê mînakeke bi cî ye ku medyayên wî ewqasî mijûlê meseleyên etnîkî û gêreyên nasnameyî û qewmî ne ku gelek pirsgirêkên aborî, binesazî û pêşvebirina çandê û hevdengiya giştî jibîr kirine; di astekê da ku gelek kes û aliyên siyasî ji vê rewşa nezelal sûdê werdigirin û di demên weke hilbijartinê da mijar û gêreyên etnîkî ji bo bidestxistina deng, hêz û dirêv bi kar tînin.

Medya xwediyê wê potansiyel û şiyanê ne; ji bilî ku di warê birêvebirin û kontrolkirina raya giştî da alavek ji bo ragihandin û haydarkirinê ne, dikarin di hilêxistina senariyoyên cihê da û meşandina siyasetên hilêxistî ber bi armancekê va di demên curbicur da gelekî bibandor bin. Vêca pabendiya exlaqî, pisporiya pêwîst, pêwendiya berfireh tev gel û berpirsan, dahênerî di amadekirina raporan û ragihandina dirust a bûyeran jî pêşmercê vê yekê ne.

Medya bi saya pêwendiya digel saziyên kargêr û rêvebir, balkişandina ser pêwîstî û girîngiya pêşketinê, pêgiriya ser azadiyên kesane û komkî, wekheviya zayendî, girîngiya kêmkirina newekhevîtiyê ji bo dadgeriya aborî di navbera beşên civakê da, eşkerekirina gendeliyê di saziyên hikûmetê de, agahdarbûna di warê mafên medenî da, rexnenirxandina karûbarên sazî û rêxistinên dewlet û zêdekirina agahiyên kesane di warên perwerdehiyê da dikarin xizmeta pêşketinê bikin.

“Haydarbûna civak” girîngtirîn pîvan e ku mirov dikare ji bo rola medyayan û têkiliyên pêşxistinê berçav bigire, bi vê wateyê ku mirovan di civaka îroyî da ji bo bidestxistina kelûpelên herî-bawerpêkirî û dilniya yên jiyanê, pêdivî bi agahiyên pêwîst hene ku ev yek ji bilî bikaranîna dirust a nûçeyan û şiroveyên medyayên komkî nepêkan e.

Bi her awayî, divê ku ewlewiyeta sereke ji bo medya û medyakaran bêalî û serxwebûn be ku ev yeka dikare bibe sedema pêbaweriya giştî û bêguman bandora wê yê di demeke dirêj di xizmetên pêşxistinê da diyar be.

Nivîskar: Hekîm Besîret, Karnasê Bilind ê rojnamevaniyê

Wergêrandina ji Farisiyê: Seîde Perdîsiyan

Gulan 2022 Hejmar 5 Medya Werger
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Seîde Perdîsiyan

Nivîsên Têkildar

Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike – Haruki Murakami

The Hall Kurdî 5 Derket

Ji Edîtor 5

Gaza Kurdistanê û Derfetên Nû

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.