Beq Efendî Tokyoyê Xilas Dike
Haruki Murakami
Wergera Ji Îngilîzî:
Şerîf Kaya
Katagiri dema ku hate mala xwe beqekî qerase li hêviya wî bû. Li ser du lingên xwe yên paşiyê, bê guman du mitro hebû qama wî. Katagiri, zilamekî biçûk û ji 1.60 mitroyê ne dirêjtir bû, ji ber heybeta beq bêhtir xwe hûrik hîs dikir.
Beq bi dengekî zelal û xurt got, “Ji min re bêje Beqo.”
Katagiri di devê derî de zîq mabû, nedikarî biaxive.
“Netirse, zirara min nagihê te, were derî bigire. Ji kerema xwe re.”
Katagiri nekarî ji cihê xwe jî bilive, bi destê rastê çenteya şîrketê, bi destê çepê jî poşeta marketê digirt ku tê de zerzewatên teze û konserveyek somon hebû.
“Ji kerema xwe, Katagiri, bilezîne derî bigire û pêlavên xwe derxe.”
Dengê navê wî alîkariya Katagiri kir ku ji matmayînê xilas bibe. Wî derî li gor telîmatê girt, poşeta marketê danî ser erda darîn ê bilindkirî, çenteya şirketê xist binçengê xwe û pêlavên xwe derxist. Beqo îşaretî wî kir ku li ser kursiyê rûne, wî jî wisa kir.
“Divê ez lêborînê bixwazim, ji ber ku dema tu ne li mal bûyî ez ketim hundir,” got Beqo. “Dizaniyam dê ji te re bibe şoqek ku tu min li vir bibînî. Lê ti çareya min nemabû. Ka qedehek çay venaxwî? Fikirîm tu yê di demekê nêzîk de werî malê, ji ber vê yekê min av keland.”
Çenteya şirketê ya Katagiri hîn di binçengê wî de bû. Bi ya wî, yekî henekê xwe pê dikir. Miheqeq yekî ji bo pê kêfa xwe bîne ev cilê beqan ê qerase li xwe kiribû. Lê gava ku wî li Beqo temaşe dikir ka çawa ava kelandî dikir çaydanê û di ber re jî dikir qurequr, dihat fêhmkirin ku ev dest û tevgerên beqekî heq in. Beqo qedehek çaya kesk danî ber Katagiri û yekî din jî ji xwe re dagirt.
Beqo qurtek da çaya xwe û jê pirsî: “Tu hinkî hatî ser xwe?”
Lê Katagiri hîn jî nedikarî biaxive.
“Dizanim Katagiri, divê beriya ku werim serdana te destûra min hebûya. Ez ji usûlan agahdar im. Beqekî mezin li mala kî li hêviya wî be, helbet matmayî dibe. Lê meseleyekê ‘acil bû sebeb ku bême cem te. Ji kerema xwe li min bibore.”
“Meseleyekê ‘acil?” axir Katagiri karî devê xwe veke.
“Belê, bi rastî jî ‘acil e,” got Beqo. Ma wekî din ezê çawa biwêrim têkevim mala mirovan? Ev eyb û qisûr ne şêwaza min a adetî ye.”
“Ti eleqeya vê ‘meseleyê’ bi min re heye gelo?”
“Erê û na.” got Beqo, serê xwe xwar kir. “Na û erê.”
Katagiri fikirî, divê ez xwe ragirim. “Ezê cixareyê bikişînim tê aciz bibî gelo?”
Beqo bi bişirîn got: “Na, qet. Mal mala te ye. Ne hewce ye tu destûrê ji min bixwazî. Çiqas dixwazî cixare û eraq vexwî, bi kêfa xwe yî. Ez bi xwe ne cixarekêş im, lê bi zorê jî nikarim aciziya xwe ya ji titûnê li mala mirovan bi wan ferz bikim.”
Katagiri ji berîka çakêtê xwe pakêtek cixare derxist û kifrîtê pêda. Destê wî dilerizî. Xuya bû Beqo her tevgera wî temaşe dikir.
Katagiri piştî ku şiyana axaftinê peyda kir wisa got, “Hêvî dikim ku tu ne endamê çeteyekê yî.”
“Hahahahaha! Beqo bi dengekî berz keniya, destê xwe yê tevnî li çaqê xwe da. “Dibe ku pêdiviya wan bi personelên jêhatî hebe, lê kîjan çete ji bo karên xwe yên qirêj beqekê bi kar tîne? Xelk û alem wê tinazên xwe bi wan bikin.”
“Belê, eger ji bo bazariya deynê hatibî, dê wextê xwe belasebeb xerc bikî. Ewqas qeweta min nîne ku biryarên wisa bidim. Tenê rêvebirên min dikarin viya bikin, ez telîmatan bi cî tînim û hew. Tiştek ji destê min nayê.”
“Ji kerema xwe re, Katagiri,” got Beqo, tiliyekî xwe yê tevnî bilind kir. “Ez ji bo karekî wisa adî nehatim. Baş dizanim tu cîgirê serokê beşa deynê ya Şaxê Shinjuku yê Banqeya Tokyo Fînansê yî. Bes ti eleqeya min bi vegerandina deynan nîne. Hatim vê derê ji bo ku Tokyoyê ji wêranbûnê xilas bikim.”
Katagiri di nava odeyê de kamerayekê veşartî geriya nedixwest bibe hedefa henekekê berbad. Lê kamera tune bû. Xaniyekê biçûk bû. Cih tunebû ku cihazek wisa ji ber çavan bihata veşartin.
“Na,” got Beqo. “Tenê em herdu ne. Ez dizanim tu aniha difikirî ku ez beqekî dînûhar im an jî tu xewnekê ecêb dibînî, lê ez ne dînûhar im û ne jî tu xewnan dibînî. Meseleya me bera jî girîng e.”
“A rast, Beq Efendî,”
“Rica dikim,” got Beqo û dîsa tiliya xwe rakir. “Ji mi’r bêje ‘Beqo.'”
“Rastiyê bêjim, Beqo,” got Katagiri, “ez baş fêhm nakim ka li vir çi diqewime. Ne ku baweriya min bi te nayê, lê min vê ecêbê fêhm nekir. Ger aciz nebî dikarim ji te du-sê pirsan bikim?”
“Qet aciz nabim.” got Beqo. “Ji hev fêhmkirin pir girîng e. Kesên ku dibêjin ‘têgihiştin’ tenê berhevoka şaşfêmkirinên me ye û her çend ku ez vê nêrînê ji aliyekî de balkêş dibînim, lê mixabin wextê me ji bo sohbetên wisa xweş nîne. Çêtir e em di zûtirîn demê de bigihin rêkeftinekê hevbeş. Ji ber vê yekê, helbet, çi di dilê te de hebe bipirse.”
“Niha, tu beqekî heq î, ne wisa?”
“Erê, helbet, wek ku dibînî, beqekî heq tam jî wekî min e. Ez ne metafor, jêgirtin, dekonstruksiyon, nimûne û ne jî tiştek wisa tevlihev im, ez beqekî heq im. Bikim qurequr?”
Beqo serê xwe ber bi jorê ve rakir û qirika xwe livand. Qurr-qurr-qurrrîk-qurrrak. Belê dengê beqekî bû di asta herî bilind de. Ewqas xurt bû ku çarçoweyên bi dîwêr ve daliqandî dihejand.
“Baş e, min fêhm kir!” got Katagiri, ketibû ‘etira dîwarên tenik ên apartmana erzan ku tê de dijiya. “Bes e. Bê guman, tu beqekî heq î.”
“Dikarim bibêjim ku ez berhevoka hemû beqan im. Dîsa jî, ev yek beqbûna min naguherîne. Kî îdia bike ku ez ne beq im virrrrrekekî dêra hanê ye. Miheqeq ezê yên wisa di bin xwe de bipelçiqînim!”
Katagiri serê xwe hejand. Bi hêviya ku aram bibe, qedeha xwe girt û qurtekê tijî çay vexwar.
“Te go bi mebesta ku Tokyoyê ji wêranbûnê xilas bikî hatiyî vir?”
“Belê min eyn wisa got.”
“Wêranbûna çi?”
Beqo bi dengê xwe yê berz got, “Erdhej!”.
Katagiri, şaşomaşo bû û devê xwe vekir, li Beqo mêze kir. Û Beqo jî bêyî ku tiştekê bibêje li Katagiri mêze dikir. Demekê wisa li hevdu mêze kirin. Paşê jî Beqo devê xwe vekir.
“Erdhejek pir û pir mezin. Dê 18ê Sibatê beriya nîvro 08:30an li Tokyoyê bide. Piştî sê rojan. Erdhejek wisa ku ji erdheja meha borî li Kobeyê xistibû pir mezintir. Hejmara miriyan dê 150 hezarî derbas bike. Piraniya wan ji ber qezayên li ser rêyên bajêr pêk werin: lihevqelibîna wesayitan, hilweşîna otobanên bilind û xetên hesinî, perçiqandina metroyan, teqîna tankeran. Şewat her derî dorpêç bike, pergala çûn hatinê têk biçe, ambûlans û wesayîtên agirkujiyê bêkêr bimînin, mirov jî tenê bimirin. Sed û pêncî hezar kes! Dojeha li rûyê erdê. Mirov wê bizanin ku çend zeîf in. Wê çaxê fêhm bikin ka jiyana qerebalix a li bajaran çima talûke ye.” Beqo di vir de serê xwe hejand û got. “Navenda erdhejê dê nêzîkî avahiya wîlayetê ya Shinjukuyê be.”
“Nêzîkî avahiya wîlayetê ya Shinjukuyê?”
“Ger rastiyê bixwazî, tam li binê Şaxê Shinjuku yê Banqeya Tokyo Fînansê bixe.”
Pey re bêdengiyeke kesîf dora wan pêçand.
“Û tu,” got Katagiri, “tu jî dixwazî ku vê erdhejê rawestînî?”
Serê xwe hejand û “bêguman,” got Beqo. “Tiştê ku ez plan dikim tam ev e. Ez û tu dê biçin binê Şaxê Shinjuku yê Banqeya Tokyo Fînansê da ku bi Kurmo re şerekî xedar bikin.”
Wekî endamê beşa deynê ya banqeya fînansê, Katagiri gelek şer kiribû. Piştî zanîngehê ji roja ku dest bi kar kir heta îro şazdeh salan şer kiribû. Kurt û kurmancî, ew yek ji karmendên tehsîlatê bû -hindik be jî bi wî hawî populer bûbû. Karê wî vegerandina deynan bû. Bêguman ti karmend nedixwest di vê beşê de bixebite. Berevajî wê her kes dixwest ku deynan bide mişteriyan. Nexasim di serdema zêrîn a aboriya Japonyayê de rewş wisa bû. Ji ber ku ew demek e pere ji berîk û qaseyan difûriya, mal û milkê kê ji bo îpotekkirinê hebûya, pisporên mewduatê pereya daxwazkirî didanê, karê wan ewqas bû. Lê dema ku ev pere pûç dibûn, kesên di beşa Katagiri de van pirsgirêkan çareser dikirin. Bi taybetî ji destpêka kêşeya aborî û vir de karê wan giran bûbû. Pêşî borsa têk çû, paşê jî bihayê erdan daket. Êdî wateya îpotekan nemabû. Ji wan re wisa telîmat didan, “Çiqas be bila bibe, heta ji we hat pereyan vegerînin!”
Taxa Kabukicho ya Shinjukuyê ûcaxa tundûtûjiyê bû: gangsterên kevnar, gangsterên Koreyî, mafya Çîniyan, çek û narkotîk, di bin erdê ve herikîna pereyan ji mexzenên tarî ber bi yên din, windabûna mirovan a bê his û hûs. Katagiri ji bo berhevkirina deynan diçû nava Kabukichoyê jî, gelek caran ji hêla yakûzayan ve dihate dorpêçkirin, gefa kuştinê li wî dixwarin, lê qet tirs nediket dilê wî. Lê jixwe çima karmendekî banqeyê bikuştana? Her carê di dilê xwe de digot, dikujin bila bikujin. Kêr li min didin bila bidin. Katagiri ji bo vî karî temam bû, ne jina wî, ne zarokên wî hebûn, dê û bavê wî miribûn, xwişk û birayê xwe hem dabû xwendin hem jî bi destê xwe zewicandibû. Eger bi rastî jî wî bikuştana? Diyar bû ji bo kesekî tiştek nediguherî, heta ji bo Katagiri bixwe jî.
Dema wî ewqas aram didîtin yakûza jê dûr diman. Di cîhana wan de wekî zilamekî tirsnezan navdar bûbû. Lê niha, Katagiriyê tirsnezan bûbû nezanê halê xwe. Ka ev Beqo behsa çi dikir?
“Kurmo, îca Kurmo kî ye?” wî bi dudilî pirsî.
Beqo got, “Kurmo di binê erdê de dijî. Kurmekî pir mezin e. Dema ku hêrs dibe, dibe sedema erdhejan. Û niha pir, pir hêrs bûye.”
Katagiri pirsî, “Ka ew çima hêrs bûye?”
Beqo got, “Qet nizanim. Kes nizane ka di serê wî yê tarî de çi çerx dibin. Kêm kesan ew dîtiye. Ew bi gelemperî radizê. Tiştên ku bi rastî jê hez dike ev in: xewnên dirêj, zehf dirêj, germahiya binê erdê û reşahî. Dikarî texmîn bikî, çavên wî kor, mejiyê wî jî bûye wekî jole. Eger ji min bipirsî, ew nafikire, tenê li wê derê razayî ye. Her deng û lerza piçûk dimijîne û di laşê xwe de kom dike. Û paşê, bi dû pêvajoyekê kîmyewî, pirraniya wan deng û lerzan dike xezebekê bêmîsal. Nizanim çima wisa dike. Nikarim rave bikim.”
Beqo ji bo ku gotinên wî were fêhmkirin demekê bêdeng ma û li Katagiri temaşe kir. Dû re wisa domand, “Ji kerema xwe min şaş fêhm neke. Li hemberî Kurmo dijminatiyekî min ê şexsî nîne. Min jî dixwest bibim hevalê wî, helbet wateyekê hebûna wî heye, heta ji bo dinyayê giring e jî. Dinya wek saqoyekî fireh e û divê berîkên wî yên cûrbecûr û mezin hebin. Lê aniha, Kurmo gihîştiye nuqteyekê wisa ku meriv guh nedê nabe. Hemû cûreyên nefretê bi sal û rojan di nav xwe de kom kiriye, dil û laşê wî bûye qeraseyekî. Û ya xerabtir, erdheja meha borî ya Kobeyê wî ji xewa kûr şiyar kir. Ji ber wê bûyerê, îlhamek lê peyda bû. Go, wext hatiye ezê jî Tokyoyê bihejînim. Min karî derbarê dem û mezinahiya vê erdhejê de ji kêzikên ku têkiliya min baş e bi wan re, agahiyên zelal hildim. Ev yek ne cihê gumanê ye êdî.”
Beqo hiş bû û çavên xwe yên girover bi awayekî westandî girt.
Katagiri got, “Loma tu dibêjî, ez û tu bi hev re herin binê erdê û ji bo pêşîlêgirtina erdhejê bi Kurmo re şer bikin.”
“Erê.”
Katagiri çaya xwe hilda û dîsa danî. “Ez hîn jî fêhm nakim,” got. “Te çima ez hilbijartim?”
Beqo zîq li çavên Katagiri nihêrî û bersiv da, “Min her rêz û hurmetek ji te re hebû, Katagiri. Şanzdeh salên dirêj, te karên herî bi talûke û ne balkêş -karên ku yên din jê dûr diman- bi bêdengî qebûl kirin û bi cih anîn. Ez baş dizanim çiqas zehmet e rêvebir û hevkar qîmetê nedin destkeftiyên meriv, ew hemû kor in, lê te qet gazin ji wan nekir û nego ka çima pesnê min nadin. Îca ev ne bes. Piştî mirina dê û bav, te bi serê xwe xwişk û birê xwe yê ciwan mezin kir, wan şand zanîngehê û tewra te wana kir xweyî zar û zêç. Tevî vê yekê, xwişk û birê te carek be jî ji bo keda te negotin spas mala te ava. Qet. Wan tu hurmet nîşanî te nedan û li hember dilovaniya te bi xemsariyekê herî şermane tevgeriyan. Bi dîtina min helwesta wan dûrî aqilan e. Xwezî min wan bikira hevîr û bipelçiqanda. Lêbelê tu dîsa jî hêrs nebûyî. Bi rastî, Katagiri, ti cazibeyekê te nîne, loma ne di xema kesî de yî. Lêbelê, ez dibînim ka tu çend yekî zîrek û wêrek î. Li tevahiya Tokyoyê bi mîlyonan mirov hene, baweriya min ji xeynî te ji bo şer nayê ti kesî.”
“Beq Efendî ka bêje min,” got Katagiri.
“Rica dikim,” got Beqo û dîsa tiliya xwe rakir. “Ji mi’r bêje Beqo.”
“Ka rave min bike Beqo,” got Katagiri, “tu derheqê min de ewqas tiştan çawa dizanî?”
Beqo gotê, “Belê, Katagiri, min ew qas sal û wextan tenê ‘beqîtî’ nekir. Ez çavê xwe li ser tiştên girîng digerînim.”
“Lê dîsa jî, Beqo,” got Katagiri. “Ti hêzekê min a taybet û ti agahiya min li ser tiştên ku di bin erdê de diqewimin nîne. Min ew qawet û masûlke jî nîn in ku li hemberî Kurmo şer bikim. Rind dizanim tu dikarî yekî ji min çêtir peyda bikî, wek hosteyekê karateyê an jî qomandoyekê ji artêşê.”
Beqo çavên xwe yên gir ber bi xwarê ve kir û got, “Rastiyê ji te re bibêjim Katagiri? Yê ku şer bike ez im. Bes bi tenê nikarim, divê li pişt min bisekinî û bêjî, ‘Aferîn Beqo! Zor baş î! Ez dizanim tu bi ser kevî! Lêxe lêxe!'”
Beqo destên xwe yên tevnî fireh vekir û dû re li çokên xwe da.
“Bi rastî, Katagiri, fikra şerê bi Kurmo re di tariyê de min jî ditirsîne. Bi salan ez wek pasîfîstekî hunerhez li xwezayê mam. Ez jî dil nakim şer bikim. Lê mecbûr im. Û ev şerê taybet dê şerekê dijwar be; ev ne cihê gumanê ye. Dibe ku ez jê sax venegerim. Di vê qederê de dibe ku ez yek an du endamên xwe yên laşî winda bikim. Lê ez nikarim birevim. Nietzsche gotiye, hikmeta herî bilind ew e ku tu netirsî. Ya ku ez ji te dixwazim, Katagiri, cesareta xwe ya sade bi min re parve bike, bi dil û can piştgiriya min bike wekî hevalekî dilsoz. Fêhm dikî?”
Ji bo Katagiri ti wateyekê van tiştan tunebû, lê wisa hîs dikir ku her çend derxwezayî bin jî ew dikare baweriya xwe bi gotinên Beqo bîne. Hin tiştên Beqo -rû û axaftina wî- delîl bûn ku ji dil dipeyive. Piştî xebata bi salan di beşa herî dijwar a Banqeya Fînansê de, Katagiri bûbû xwedî şiyanekê îlahî êdî dikariya rastiyê hîs bike.
“Ez dizanim, ev ji bo te dijwar e, Katagiri. Beqekî mezin tê malê û ji te dixwaze baweriya xwe bi van hemû tiştên sosret bînî. Berteka te pir xwezayî ye. Ji ber vê yekê ez dil dikim ku delîla hebûna xwe pêşkêşî te bikim. Ka bêje Katagiri, tu vê dawiyê li ser vegerandina deynê Şirketa Higaşi-Ookumayê dixebitî, ne wisa?”
“Rast e,” got Katagiri.
“Belê, fayizxurekê girêdayî mafyayê hewl dide ku bi qestî şirketê bide îflaskirin û krediyê ji holê rake. Wek ku dizanî ev îflasa xeyalî ye. Kesên di yekîneya mewduatê de dixebitin bêyî nirxandinekê durist, deyn dane wî. Mîna her caran Katagiri paqijkirina qûna wan li stûyê te ma. Lê vê carê reqîbê te pir dijwar e. Tiştên ku tu hêvî dikî çênabin. Li pişt vê yekê siyasetmedarên bibandor jî hene. Deynê ku hatiye dayîn 700 mîlyon Yena Japonî ye. Ma ne wisa?”
“Wisa ye…”
Beqo destên xwe dirêj kir û tevzî dan xwe, tevnên kesk ên tiliyên wî mîna baskên çûkan vebûn. “Xem neke, Katagiri. Her tiştî ji min re bihêle. Serê sibê, Beqê kal dê pirsgirêkên te çareser bike. Rehet bibe û razê ji xwe re.”
Beqo bi bişirîneke gewr rabû ser xwe. Dû re, xwe wek qalamarek tenik kir û ji valahiya kêleka deriyê girtî derket derve, Katagiri tenê mabû. Ji xeynî du qedehên çayê yên li ser maseyê ti nîşaneya vê yekê tunebû ku Beqo bîskekê berê li mala Katagiri bû.
Dema Katagiri serê sibê saet di nehan de çû kar, telefona ofîsa wî lêda.
“Birêz Katagiri,” go dengê zilamekê. Bi awayekî fermî û xwînsar. “Navê min Shiraoka ye. Ez parêzerê doza Şirketa Higaşi-Ookumayê me. Vê sibehê ji muwekîlê min derbarê pirsgirêka deynê de telefonek hat. Ew dixwaze hûn bizanin tevahiya vegerandina deynê dê heta demekê kurt pêk were. Temînatek îmzekirî jî li ser vê mijarê amade kirine. Rica dikin bila Beqo bela xwe ji wan veke. Ez dîsa dibêjim ji kerema xwe re careke din Beqo neçe ba wan. Mesele çi ye nizanim lê bi vî awayî her tişt ji bo we guncav e gelo?”
“Pir baş e.” got Katagiri.
“Ez bawer dikim ku hûnê peyama min ji Beqo re bigihînin.”
“Ezê jê re bêjim xeman nexwin. Muwekîlê we dê careke din bi Beqo re rûbirû nemîne.”
“Gelek spas, temînat heta sibê li ofîsa we be.”
“Serçavan.” got Katagiri.
Beqo dema firavînê çû serdana Katagiri. “Dibêm doza Higaşi-Ookumayê êdî pirsgirêkek nîne ji bo te?”
Katagiri bi awayekî nerehet li dora xwe nihêrî.
“Xem neke,” got Beqo. “Tenê tu dikarî min bibînî. Lê niha ez baş dizanim te baweriya xwe pê aniye ku bi rastî jî ez heme. Ango ne mexlûqekê xeyalî me. Dikarim tevbigerim û encaman ji tevgerên xwe derînim. Ez zindî me.”
“Ka bêje min, Beq Efendî,” got Katagiri.
“Rica dikim,” got Beqo û dîsa tiliya xwe rakir. “Ji mi’r bêje Beqo.”
“Beqo,” got Katagiri. “Te çi bi wan kir?”
“Hmm, zêde tişt na,” got Beqo. “Ji kelandina kelemên Brukselê pir tevlihevtir nebû. Min tenê çavê wan tirsand. Binhişê wan anî ser xwe. Wekî ku Joseph Conrad nivîsiye, tirsa rastîn di hişê meriv de veşartî ye. Lê xeman nexwe, Katagiri. Ka ji min re behsa doza Higaşi-Ookumayê bike. Bi texmîna min erênî ye, ne wisa?”
Katagiri serê xwe hejand û cixareyek pêxist. “Wisa dixuye.”
“Derbarê mijara ku min şevê dî ji te re got de baweriya te pê tê êdî gelo? Tê bi min re li hemberî Kurmo şer bikî?”
Katagiri axînekê kûr kişand û berçavka xwe paqij kir. “A rast, dilê min nîne, lê ez dizanim ji ber dilnekirina xwe jî nikarim dev ji vî karî berdim.”
“Nexêr,” got Beqo. “Ev êdî meseleya rûmetê ye. Herçend tu dil nekî jî, divê ez û tu herin binê erdê û derkevin hemberî Kurmo. Eger di vê qederê de emê jiyana xwe ji dest bidin, kes pesna me nade û nebêje ‘hûn nayên jibîrkirin’. Mirov dê qet nizanibin ku şerekî wiha di bin lingên wan de qewimiye. Tenê ez û tu bizanin Katagiri. Bi her awayî ew şerekî tenhayiyê ye.”
Katagiri demekê li destê xwe nihêrî, dû re li dûmana ku ji cixareya wî bilind dibû temaşe kir. Di dawiyê de, axivî. “Binêr Beq Efendî, ez yekî ji rêzê me.”
“Rica dikim,” got Beqo û dîsa tiliya xwe rakir. “Bêje Beqo.”, lê Katagiri vê carê guh neda wî.
“Bêguman ez yekî ji rêzê me. Heta jê xirabtir rebenekî Xwedê me. Roj bi roj keçel dibim, zikê min bûye bi qasê beroşekê, meha borî emrê min bû 40. Binê piyên min pehn in. Herî dawî dixtor got meyla laşê min bi nexweşiya şekirê heye. Ev bûye sê meh an zêdetir ku bi jinekê re razame û ev jî yekê profesyonel bû. Ne li kar û ne jî di jiyana xwe ya taybet de popûler im, ez nizanim bi mirovan re bipeyivim û bi xerîban re têkiliyê deynim ji ber vê yekê qet hevalê min jî nînin. Ne yekî atletîk im, dengê min nexweş e, hûrik im û çavên min hem miyop hem astigmat in. Jiyana min ezab e.”
Tiştên ku ez dikim tenê ev in xwarin, xew û rîtin. Ez nizanim çima dijîm jî. Ka ji ber çi divê yekî mîna min Tokyoyê xilas bike?”
“Ji ber ku Katagiri, Tokyo tenê dikare ji hêla yekî mîna te were xilaskirin. Û ji bo kesên mîna te ez hewl didim Tokyoyê xilas bikim.”
Katagiri dîsa axînek kişand, lê vê carê hîn kûrtir. “Baş e, dixwazî ez çi bikim?
Beqo plana xwe ji Katagiri re got. Şeva 17ê Sibatê (rojek beriya ku erdhej biqewime) dakevin binê erdê. Ji bodruma Banqeya Tokyo Fînansê derbasî wir bibin. Bi derengiya şevê li wir bicivin, Katagiri jixwe bi mebesta mesaiyê li banqeyê bimîne. Bi saya derenceyekê 50 metreyî ku li dawiya bodrumê ye, herin cihê Kurmo.
“Ji bo şer taktîkek te heye gelo?” pirsî Katagiri.
“Bêguman heye. Bêyî taktîka şer, têkbirina dijminekî mîna Kurmo pêkan nîne. Ew mexlûqekî pîs e, nikarî dev û qûna wî ji hev derxînî. Û bi qasî trênekê dirêj û mezin e.”
“Plana te ji bo şer çi ye?”
Beqo bîskek fikirî û bersiv da, “Hmm, nebêjim çêtir e”
“Ango dibêjî nepirse?”
“Belkî wisa çêtir be.”
“Ger ez di dawiyê de bitirsim û birevim dê çi bikî, Beq Efendî?”
Wek “Beqo!” rast kir, Beqo.
“Ger wekî min got ezê birevim ka tu çi bikî, Beqo?”
Beqo demekê li ser vê yekê fikirî û lê vegerand, “Ezê bi tena serê xwe şer bikim. Îhtimala serketinê, belkî hinek ji îhtimala xilasbûna Anna Karenina ya ji lokomotîfê zêdetir be. Gelo te kitêba Anna Kareninayê xwendiye?”
Gava Katagiri got ku min nexwendiye, Beqo wek ku bixwaze bibêje “Heyf” lê nihêrî. Xuya ye, Beqo pir ji Anna Kareninayê hez dikir.
“Dîsa jî, ez bawer nakim tu min bi tenê bihêlî, Katagiri. Ez te fêhm dikim. Têkilya vê yekê bi gunikan heye. Lê mixabin yê min nînin, hahahaha.” Beqo kir pirqînî û keniya. Ne tenê gunik, diranên wî jî tunebûn.
Lêbelê, tiştên neçaverêkirî qewimîn.
Katagiri di êvara 17ê Sibatê de hate gulebarankirin. Wî ziyaretên derve qedandibû û vedigeriya Banqeya Tokyo Fînansê, zilamekî ciwan bi çakêtê çermîn, xwe avêt pêşiya wî. Rûyê wî sar û di destê wî de çekeke reş a biçûk hebû. Çek ew qas biçûk û ewqas reş bû ku tam nedixuya. Katagiri li destê wî mêze kir û zilam tetîkê kişand. Her tişt pir zû qewimî, nediket serê wî. Lê bi rastî jî çek hatibû şixûlandin.
Katagiri bermîlê dît û di heman demê de derbek hîs kir, mîna ku yekî bi çakûçan li milê wî yê rastê dabe. Wî tu êş hîs nekir, lê ew derb kir ku li ser peyarê bikeve. Çenteya çermî ya di destê wî yê rastê de ber bi aliyê din ve firiya. Zilam dîsa çek bera wî da guleya duyemîn lê reşand. Tabelaya xwaringehekê biçûk li ber çavên wî perçe bû. Wî hawara xelkê dibihîst. Berçavka wî jî pengizibû aliyekî û nedikarî bi zelalî bibîne. Ferq kir ku zilam bi çekê xwe dîsa nêzîkî wî dibe. Fikra mirinê di mêjiyê wî de dikir ziminî. Beqo gotibû, tirsa rastîn di hişê meriv de veşartî ye.
Katagiri mifteya hişê xwe derxist û ber bi bêdengiyekê ne giran hat kişandin.
Dema şiyar bû zanî ku di nav nivînan de ye. Çavekî xwe vekir, bîskekê li dora xwe mêze kir û paşê çavê din vekir. Yekem tiştên ku hatin ber çavan pêlikek metal a li serê nivînê û lûleyek xwarinê ku ji bin lingan ber bi cihê ku ew lê dirêjkirî ve diçû, bûn. Paşê wî hemşîreyek cilspî dît. Fêhm kiribû li ser pişta xwe hatibû razandin û di bin cilê wî yê nexweşan de tiştek tunebû.
Fikirî, “Axx erê, dema li ser peyarêyê dimeşiyam zilamek gule li min reşandin. Dibe ku ji mil de birîndar bûme.” Û wê dîmenê di hişê xwe de vejand. Dema xeyala çeka reş a biçûk di destê zilam de hat ber çavên wî, ji gulpîna dilê xwe bêhn lê çikiya. Go, “Kurê qehpan xwestin min bikujin! Lê wisa dixuye ku sax û silamet im. Hişê min li cî ye. Êşa min nîne. Û ne tenê êş tiştek hîs nakim. Nikarim destê xwe jî rakim…”
Şibakên odeya wî tune bûn. Fêhm nedikir ka roj bû yan şev. Beriya saet pêncê êvarê hatibû gulebarankirin. Çiqas dem bihuribû? Wextê hevdîtina wî yê bi Beqo re derbas bûbû gelo? Katagiri li nav odeyê li saetekê geriya, lê bêyî berçavkên xwe tiştekî nedidît.
“Bibore,” go ji hemşîreyê re.
“Baş e. Axir şiyar bûyî,” go hemşîre.
“Saet çi ye?”
Hemşîre li saeta xwe nihêrî.
“Neh û panzdeh.”
“Êvarê?”
“Nexêr; serê sibehê!”
“Saet neh û panzdeh e?” pirsî Katagiri, nikarîbû serê xwe ji balgiyê rake. Dengê ku ji qirika wî derdiket, mîna dengê yekî din bû. “Neh û panzdeh a 18ê Sibatê gelo?”
“Durist e,” got hemşîre, destê xwe careke din rakir da ku dîroka li ser saeta xwe ya dîjîtal kontrol bike. “Îro 18ê Sibata 1995an e.”
“Ma vê sibehê erdhejekê mezin li Tokyoyê nexist?”
“Li Tokyoyê?”
“Belê li Tokyoyê.”
Hemşîreyê serê xwe hejand. “Na, bi qasê ku dizanim nexist.”
Katagiri bêhna xwe veda. Çi bûbû nedizanî lê erdhej nexistibû.
“Birîna min çawa ye?” go Katagiri.
“Birîna te?” bi şaşwazî pirsî hemşîre. “Birîna çi?”
“Ez birîndar bûm.”
“Birîndar bûyî?”
“Erê, li nêzî deriyê Banqeya Fînansê. Yekî ciwan gule li min reşandin.”
Hemşîreyê bi bişirîneke tinazker got, “Bibore, birêz Katagirî, lê tu ne birîndar î.”
“Çi? Hûn baş dizanin gelo?”
“Çawa ku dizanim erdhej nexistiye, ewqas jî baş dizanim tu ne birîndar î.”
Katagiri matmayî ma. “Eger wisa be çima ez li nexweşxaneyê me?”
“Yekî te li kuçeyê dîtiye, bêhiş ketiyî. Li taxa Kabukicho ya Shinjukuyê. Ti birînek li ser laşê te nîne. Ji xwe ve çûyî. Û me hê jî fêhm nekir ka çima wisa bi te hatiye. Dixtor di demekê nêzîk de were cem te. Pê re bipeyivî çêtir e.”
“Bêhiş ketime?” go Katagiri, piştrast bû ku zilamekî bermîlê çeka xwe bera wî dabû. Hilmekê kûr kişand û hewl da her tiştî bi bîr bîne. Diviya her tiştî li gor rêzê bianiya bîra xwe.
“Tiştê ku hûn ji min re dibêjin ev e, ez ji duh danê êvarê ve di vê nivîna nexweşxaneyê de, bêhiş im, rast e?”
“Durist e,” go hemşîre. “Û te şeveke pir xerab derbas kir, birêz Katagiri. Dibe ku hin xewnereşkên xirab dîtîn. Heta min bihîst te bi qîrîn digo ‘Beqo! Hey Beqo!’ te dubare dikir. Gelo hevalekî te yê bi nasnav Beqo heye?”
Katagiri çavên xwe girtin û guh da gulpînên hêdî û rîtmîk a dilê xwe ku xulekên jiyana wî tijî dikirin. Tiştên ku dihat bîra wî çiqas rast çiqas halusînasyon bûn? Ma Beqo bi rastî jî hebû û ji bo rawestandina erdhejê bi Kurmo re şer kiribû? An jî hemûyan beşek ji xewnekê dirêj bûn? Katagiri êdî nizanibû rastî çi ye.
Heman şevê Beqo hat odeya nexweşxaneyê. Dema Katagiri ji xew rabû, di ronahiya tarî de, li ser kursiyekê hesinî dît ku Beqo pala xwe daye û rûniştiye. Palikên çavên Beqo werimî û girtî bûn.
“Beqo,” got Katagiri.
Beqo hêdîka çavên xwe vekir. Zikê wî yê spî her ku bêhna xwe dikişand û dida, diwerimî û hûr dibû. Katagiri got, “Çawa min soz dabû te, dixwest ezê bi şev li bodrûmê bêm cem te, lê êvarê tiştek nehat serê min nema û paşê min dît ku hinekan ez anîme vê derê.
Beqo serê xwe hejand. “Dizanim, xem neke, te di şer de gelek alîkarî da min Katagirî.”
“Çawa?”
“Belê, hem jî pir. Te di xewnên xwe de karekî mezin kir. Ya ku kir ez heta dawiyê li dijî Kurmo şer bikim, ev bû. Ji bo serketina xwe divê ez spasiya te bikim.”
“Naçe serê min,” got Katagiri. “Hemû wext ez bêhiş bûm. Heta serûm dane min. Nayê bîra min ku di xewna xwe de min çi kiriye çi nekiriye.”
Xeman nexwe Katagiri. Neyê bîra te çêtir e. Tevahiya şer di qada xeyalê de pêk hat. Ev der cihê şerê me bû. Em herwext serketin û têkçûnên xwe li wir dijîn. Her yek ji me xwedî demekê teng e. Em hemû di dawiyê de têk diçin, lê Ernest Hemingway pir zelal diyar kiriye, nirxa jiyana me ne bi serketinan, bîleqs bi têkçûnan tê pîvan. Ez û tu Katagiri karîn rê li ber wêranbûna Tokyoyê bigirin. Me 150 hezar kes ji lepên mirinê xilas kir. Kes ferq nekir, lê me vê yekê bi ser xist.”
“Me çawa karî Kurmo têk bibin? Û min çi kir?”
“Di şer de çi ji me hat me kir. Me…” Beqo devê xwe girt û bêhnekê kûr kişand. “Me her çeka ku ket destê me bi kar anî, Katagiri. Me hemû cesareta xwe bi kar anî. Tarî hevalbendê dijminê me bû. Te jeneratorek manuel anîbû û ji bo şixûlandina wê te xwêdana xwe da û di dawiyê de me rohniyê peyda kir. Kurmo hewil dida te bi xeyalên tarî bitirsîne, lê te dev jê berneda. Tarî bi ronahiyê re di şerekî xofdar de pêşbazî kir û min di ronahiyê de bi Kurmo re şer kir. Xwe li dora min pêçand û min kişand nav heriyê gemar. Min ew perçe perçe kir, lê dîsa jî nemir. Tenê perçe dibû. Û dû re…”
Beqo bêdeng ma, mîna ku hêza xwe ya dawî kom kiribe dîsa dest bi axaftinê kir. “Fyodor Dostoyevskî bi dilovaniyeke bêhempa, kesên ku ji aliyê Xwedê ve jî hatine terikandin di pirtûkên xwe de vegotine. Bi paradoksekê tirsnak kifş kiriye ku mirov Xwedê îcad kiribûn lê ji hêla heman Xwedê ve jî hatibûn terikandin. Dema min di tariyê de bi Kurmo re şer dikir, ‘Şevên Spî’ ya Dotoyevskî hate bîra min. Ez…” go Beqo, “Dikarim hinekî razêm? Pir westiyam.”
“Helbet,” got Katagiri. “Xweş razê.”
“Min di dawiyê de nekarî Kurmo têk bibim,” got Beqo û çavên xwe girt. “Min karî pêşî li erdhejê bigirim û lê ez jî têk neçûm. Min ew birîndar kir, ew jî min. Lê rastiyê bêjim Katagiri.”
“Kerem bike.”
“Ez Beqoyekî zelal im, lê di heman demê de sembola cîhana dûrî Beqoyan im jî.”
“Hmm, min qet fêhm nekir.”
“Ez jî fêhm nakim,” got Beqo, çavên wî girtî bûn. “Ew tenê hestek e. Di nava min de hin tişt hene ku li derveyî min mane. Hişê min tevlîhev dibe. Lokomotîf tê. Lê bi rastî dixwazim ku tu fêhm bikî ka ez dibêjim çi.”
“Tu westayî, Beqo. Razê ji xwe re, dê baştir bibî.”
“Ez hêdî hêdî winda dibim Katagirî. Lê dîsa jî…ez…”
Beqo nekarî bidomîne û bi xew ve çû. Destên wî hema hema bi erdê ve diketin û devê wî yê mezin û fireh vekirî mabû. Ji ber ku çavên Katagiri baş nedidîtin, birînên kûr ên li ser laşê Beqo nû ferq dikir. Di çermê wî de xêzikên bêreng hebûn û cihek li ser serê wî xwanê dikir ku goşt jê rabûbû.
Katagiri dûr û dirêj li Beqo mêze kir, niha li wê derê rûniştibû, bi kirasê xewê yê stûr hatibû pêçandin. “Çawa ku ji vê nexweşxaneyê derketim,” go Katagiri, “ezê Anna Karenina û Şevên Spî bikirim û herduyan bixwînim. Dû re ezê bi Beqo re li ser wan nîqaşekê dirêj û edebî bikim.”
Piştî demekê nedirêj, Beqo hejiya. Katagiri di serî de go dibe ku ev tevgerên Beqo ji ber xewê bin, lê zû xeletiya xwe fêhm kir. Tiştekî nexwezayî hebû, mîna kuçikekê har dihejiya. Bêhn li Katagiri çikiya û mat ma. Xwest ku here ba Beqo, lê nedikarî rabe ser piyan.
Paşê, li ser çavê Beqo yê rastê nepxekê mezin çêbû. Nepxekê mezin û gemar ji heman rengî li ser mil û singê Beqo derketin û paşê li seranserê laşê wî pêçandin. Katagiri nedikarî bifikire ka çi bi Beqo dihat. Bêhna xwe girt û lê nihêrî.
Dû re, ji nişka ve, yek ji nepxan bi dengekê bilind teqiya. Çerm jê rabû û şilekek zelqî jê hat, bîhneke pîs li odê girt. Nepxên mayî yek bi yek teqiyan û çerm û şilek ji wan herikîn. Bîhna nexweş ku mehda meriv jê li hev diket, zêdetir bû. Li ser laşê Beqo kurmik û zîro digevizîn. Kurmik û zîroyên spî kef didan. Bi dû wan, hezarpêyên biçûk xuya bûn, bi lingên xwe dengekê xişmane derdixistin. Dawiya wan nebû. Tiştê ku berê laşê Beqo bû bi tevahî ji hêla van mexlûqên binerdê ve hate pêçandin. Du çavên wî yên mezin ji cihê xwe ketin û ji aliyê kêzikên reş ên dirinde hatin daqurtandin. Komên kurmên zirav ji dîwaran ber bi tavanan ve diçûn, li wir roniya floransenan vemirandin û ketin alarma dûmanê.
Erd jî bi kurm û kêzikan hatibû pêçandin. Ew hildikişiyan nav lampêyan û ronahiyê digirtin û helbet xwe berdidan nav nivîna Katagiri jî. Bi sedhezaran ji wan ketin bin lihêfa wî. Diketin nav çaq û kirasê wî. Kurmên herî biçuk di hundirê anus, guh û pozê wî de digevizîn. Hezarpêyan devê wî vekirin û li pey hev ketin hundir. Katagiri, bêhêvî bû lê dîsa jî qêriya.
Di wê kêliyê de yekî lampeyan vekir û ode rohnî bû.
“Birêz Katagirî! got Hemşîre.” Katagiri çavên xwe li ronahiyê vekir. Laşê wî di nav xwêdanê de mabû. Kêzik çûbûn. Tiştê ku wan li dû xwe hiştibû, tirs û xof bû.
“Te dîsa xewnereşk dîtin gelo? Feqîrê Xwedê.” Hemşîre bilez derziyek amade kir û xist milê wî.
Bêhneke dirêj û kûr kişand, berda. Dilê wî teng û fireh dibû.
“Te li ser çi xewn dîtin?”
Katagiri nedikarî xewn û rastiyê ji hev cuda bike. “Tiştê ku dibînî dibe ku ne rast be,” bi dengekî bilind di ber xwe re got.
“Rast e,” got hemşîre. “Bi taybetî xewn wisa ne.”
“Beqo.” go Katagiri.
“Tiştek bi serê Beqo hatiye gelo?” pirsî hemşîre.
“Wî Tokyoyê ji wêraniya erdhejê xilas kir. Hem jî bi tena serê xwe.”
“Pir baş e,” got hemşîre û paşê şûşeya serûmê ya vala bi şûşeyek nû veguhezand. “Jixwe ne lazim e ev bela li Tokyoyê jî biqewime.”
“Lê ev yek kir ku jiyana xwe ji dest bide. Ew çû. Belkî jî hîn di tevliheviya xwe de dijî. Dê carekê din neyê vir.”
Hemşîre bişîrî û xwêdana eniya wî paqij kir. “Te pir ji Beqo hez dikir, ne wisa, Katagiri?”
“Lokomotîf,” got Katagiri. “Ji her kesî bêhtir.” Dû re çavên xwe girt û ket xewekê aram û bê xewn.
Çavkanî: Haruki Murakami, After the Quake, “Super-Frog Saves Tokyo” – 2003, Wergêr ji japonî: Jay Rubin, Weşanxaneya Vintage
https://www.gq.com/story/haruki-murakami-super-frog-saves-tokyo-full-story