The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Giştî»Erdhejên Serdama Modern
Giştî

Erdhejên Serdama Modern

DigiKurdBy DigiKurd01/03/2023Updated:06/03/2023Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di dîrokê de erdhej her tim bûye sedema tirsan. Beriya jiyana modern û avahiyên bilind erdhej zêde zirar nedida mirovan. Him xanî WEK yek qatî him jî bi alav û amûrên sivik dihatin çêkirin. Xaniyên ku bi kevir dihatin çêkirin jî zû bi zû xira nedibûn. Ev yek avantaja wê serdemê bû. Di roja me ya îro de erdhej hê jî tirseke mezin e. Li welatên pêşketî xanî bi rêzikên erdhejê tên çêkirin lewma di rewşa herî xirab de jî nabe sedema encamên xirab.

Lêbelê ji erdhejê bêhtir tsunamî zirar dide mirovan. Lewra di dîroka nêz de gelek mînak hene. Tebeqeyên qalikê dinyayê gava bi hev dikevin şokeke mezin digihîje behrê. Behr jî vê şokê bi pêlên mezin dide derve. Ev pêl dikevin nav bajaran û bi hezaran xanî bi xwe re dibin û dibin sedema mirina bi hezaran însanan.

Niha ji bilî erdhejên mezin ên li Meraşê em ê behsa 10 erdhejên herî mezin ên cîhanê bikin. Ev erdhej ji salên 1900î heta îro yên herî mezin in û hinek ji wan bi hezaran kes kuştine.

1. Erdheja San Franciscoyê
(Nîsan 18, 1906) pile 8.3

Di vê erdheja li Californiayê de bajarê San Franciscoyê zirareke mezin dît. Tevî avahiyên bilind bi dehan xanî xira bûn. Di erdhêjê de bi texmînî 3 hezar kes mirin. Ev erdhej di serdama modern de yekem erdhej e.  Pileya erdhejê li gorî teknolojiya wê demê wek 8 bêhnok û 3 hatiye pîvan.

2. Erdheja Kamchatkayê ya li Rûsyayê
(Mijdar 4, 1952) pile 9.0

Di sala 1952an de li nîvgirava Kamchatkayê ya Rûsyayê erdhejeke mezin çêbû. Ev herêm li ser xeta rêze-giravên Japonyayê ye. Lewra herêm talûkeya erdhejê ji mêj ve dizane. Ji ber erdheja bi hêza 9.0ê tsunamî çêbû. Hejmara miriyan nayê zanîn. Nifûsa herêmê ji ber ku ne zêde ye tê texmînkirin mirin gelek kêmtir e. Li vê herêma erdhejê wek qeydkirî ji sala 1700î heta niha gelek erdhejên mezin çêdibin.

3. Erdheja Valdiviayê ya Şîlîyê
(Gulan 22, 1960) pile 9.5

Ev erdhej di dîrokê de erdheja herî mezin a mirovahiyê ye. Bi 9.5 pileyî ketiye nav dîroka erdhejan. Erdhej zirareke mezin da başûrê Şîlîyê. Di encama erdhejê de tsunamî çêbû û ev pêl heta Hawaiiyê jî çûn. Lêbelê tevî ku erdheja herî mezin be li gorî texmînan tenê 6 hezar kes mirine. Bi saya ku di sala 1960î de avahiyên bilind û giran nebûn hejmara miriyan kêm bû.

4. Erdheja Alaskayê
(Adar 27, 1964) pile 8.6

Di sala 1964ê de Erdheja Alaskayê bi 8.6 pileyê hatiye qeydkirin. Erdhejê erd şemitand û bû sedema tsunamiyê. Wê demê 131 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hêza xwe ev erdhej -wek qeydkirî- 6emîn erdheja herî mezin a dinyayê ye.

5. Erdheja Okyanûsa Hîndî û Tsunamî
(Berfenbar 26, 2004) pile 9.1

Di dawiya sala 2004an de li tevahiya cîhanê rojev erdheja li Okyanûsa Hîndî bû. Wê demê ji ber erdhejê tsunamî çêbûbû û welatên wek Îndonezya, Srî Lanka, Hindistan û Tailandê zirareke mezin dîtibûn. Tsunamiyê ev welat serobino kirin û li peravan xanî nehiştin. Di erdhejê de bi hezaran kes wenda bûn. Wek texmînî zêdetir 250 hezar kes jî mirin.

6. Erdheja Şîlîyê
(Sibat 27, 2010) pile 8.8

Di sala 2010î de careke din li Şîlîyê erdhej çêbû. Şîlî wek herêmeke erdhejê tê zanîn û vê carê erdhej 8.8 bû. Di vê erdhejê de bi saya mîmariya Ii gor rêzikên erdhejê hejmara miriyan kêmtir bû. Di erdhejê de 525 kes mirin.

7. Erdhej û Tsunamiya li Japonyayê
(Adar 11, 2011) pile 9.0

Di sala 2011ê de li Japonyaya herêma erdhejê bi pileya 9.0 erdhej rû da. Ev erdhej bû sedema tsunamiyê û gelek herêmên peravî yên welêt xist bin avê. Di erdhejê de zêdetirî 15 hezar kes mirin. Bi sedan kes wenda bûn û şopa wan tu caran nehat dîtin. Tsunamiyê pêşî li bajaran xist piştre bi vekêşînê bajar wêran kirin. Li aliyê din Santrala Fukuşimayê ya nukleerî jî zirar dît û xirab bû.

8. Erdheja Sumatrayê
(Nîsan 11, 2012) pile 8.6

Erdheja Sumatrayê ya okyanûsa Hîndî  bi hêza xwe gelek mezin bû, lê baş bû tsunamiyeke biçûk çêbû. Ji ber erdhejê tenê çend kes mirin.

9. Erdheja Nepalê
(Nîsan 25, 2015) pile 7.8

Erdheja 2015ê a Nepalê zirareke mezin da welêt. Gelek deverên dîrokî û çandî xira bûn. Di vê erdhejê de 8 hezar însan mirin.

10. Erdheja Chiapasa Meksîkayê
(Îlon 7, 2017) pile 8.2

Di erdheja Chiapasê ya Meksîkayê de de herêmê zirareke mezin dît. Bi saya xaniyên li gorî erdhejê û avahiyên nebilind hejmara miriyan kêm bû. Wek tê zanîn 102 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav 10 erdhejên herî mezin de hejmara miriyan tenê di serdema nêz de çêbûye. Ji ber zêdebûna nifûsê, xaniyên bilind û tsunamiyê erdhej her diçe zêdetir zirar dide. Li welatên pêşketî ji bo pêşîlêgirtina erdhejan her roj planên nû tên aşkerekirin ku ew pêşî li mirinan digire. Japonya wek mînaka welatê erdhejê tê nîşandan. Him her tim erdhej dibe him jî bi avahiyên qahîm însan tên parastin.

DigiKurd Erdhej Hejmar 15 Lêkolîner Serdama Modern Washington
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 15 Derket

Erdheja Mereşê (Bazarcix, Elbîstan)

Alîkariya Pêşî ya Derûnî Erdhej û Zarok

Erdhej û Anksîyeteya Tunebûnê

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.