Qalikê (Litosfer) erdê li ser astenosferê di tevgerekê da ye. Yanê li ser astenosferê sobarî dike. Ev hêza ku qalik tevdigerîne jî hêza herikî ya konveksîyonelê ye, (Konveksiyonel akım) ew jî ji dendik û mantoyê navenda dinyayê tê. Herîkîna konveksîyonelê her dem vejenekê (enerji) çêdike û di xetên fayan da dicivîn e.
- a) Litosfer: Qalikê Erdê (hişke)
- b) Astenosfer: Di bin Qalikê Erdê da ye (avîyek tîr e û wek agir e).
Di encama tevgera qalikê dinyayê da bûyera “Tektonîzma”yê çêdibe.
Di encama tektonîzmayê de jî parzemîn û lewhe çêdibin.
1. Erdhej çi ye?
Ev tevgera bênavber di qalika erdê de dibe sedema stresê. Dema ku vekêşan(gerilme) pir mezin dibin, ew dibin sedema şikestinan ku jê re “Xetên fay” û “terk/qelş” têne gotin. Dema ku lewheyên tektonîk diherikin, ev yek jî dibe sedema tevgerên di xetên fayan da. Erdhej, li ser xetek fayê tevgerek ji nişka va ye. Ê ku vê tevgera nişka va tîne holê jî vejena ku bi sedema herikîna konveksîyonel çêdibe ye.
- Cureyên Xetên Fay
- Cureyên Pêlên Erdhejê
2. Erdhej kengê çebû ye û dê heta kengê berdewam bike?
Ji dinya avabûye heta îro erdhej heye, heta dinya hebê jî erdhej wê berdewam bike (2 milyar sal berê dinya yek perçe bû “pangea”, piştî wê parzemîn hêdî hêdî çêbûn).
3. Taybetîyên erdhejênnavçeya Bazarcix û Elbîstan’a Mereş’ê çi ne?
Ev her du erdhej li ser xeta faya DAFZ’ê çê bûn.
(DAFZ: Doğu Anadolu Fay Zonu)
- a) Bazarcix: 06.02.2023 Saet: 04:17 tundî Mw: 7,8
- b) Elbîstan: 06.02.2023 saet 13:24 tundî Mw: 7,7
Şikestina vê xetê di navbera Hatay û Pütürge da ye.
Çirîna/qelaştina vê xetê di ser 300 km ra ye û cîh guhertina her du alîyê xeta fayê di navbera 3-7 m da ye.
Di encama cîh guhertina her du alîyê xetên fayê da rêyên trênê, rêyên seyaran, trafoyên ceyranê, santralên gazê hwd. xisarek mezin dîtin.
Dora 510 sal in ku DAFZ vejenê di xeta xwe da dicivîne. (Di Dirokê de li Bazarcix’ê sala 1114 û 1513 da erdhejên mezin çêbune-MTA)
DAFZ ji sala 1900î pê da erdhejek bi vî rengî bi vê tundîyê çênekirî bû.
Li ser du xetan 6 cîh şikestin.
Piştî erdheja dawî rewşa guhertina stresa statîk. (Hesabê USGS)
Wêneyên rêya 2,4 metreyî ya li nêzî Pazarcikê û 6,7 metreyî jî têla ku li ser beşa şelala Sürgü Çardakê hatiye kişandin (ji aliyê Erdin Bozkurt û Taylan Sançar ve hatine kişandin).
Ji ber ku tundîya wê mezin bû û kurahîya navenda erdhejê piçûk (9 km) bû bandora wê zêde bû.
Ji erdhejên mezin, wek 1939 Erzîncan (Mw: 7,9), 1999 Gölcük (Mw: 7,8) cudahîya wê ku 10 bajar bi bandora xwe xerab kirin.
Li gorî navend Mereş bû 9 bajarên din jî dan ber xwe.
Li gorî zanyaran ev erdhej di hêza 130 bombê atomê da ye.
Bandora vê erdhejê wê li ser xetên din çêbibe. Lewra DAFZ bi ber başurê tirkiye ve hat.
Di van erdhejan da hejamara “g” (lezkirina gravîtasyonê) 2 hatîye hesab kirin. Li tirkiye ev hejmar di navbera 0-1’da dihat hesab kirin. “g” 2 hesabkirin hejmarek pir mezine ji bo erdhejê.
Li gorî hevkêşeyên ampîrîk (Wells and Coppersmith, 1994), ji bo erdhejek bi mezinahiya Mw: 7,7 şikestinek bi dirêjahiya herî kêm 140 km tê pêşbînîkirin ku were çalak kirin.
-Li gorî rapora İTÜ’yê li Mereş’ê, Hatay’ê û li Semsur’ê sedemên hilweşînê piranî herikbariya erdê ye (Herikbarî-Sıvılaşma- Liquefaction).
4. Erdheja Mereş’ê wê li ser kîjan xetên fayê û bajaran bandorê bike?
Erdheja Mereş’ê li ser xeta DAFZ çêbû. Li ser vê xetê Meletî, Elezîz, Çewlik û Mûş heye.
Xeta KAFZ ji Korfeza Saroz’ê destpê dike Stenbol, binê behra reş da Kastamonu, Tokat, Ezircan, Erzirim û di navbera Karlîova-Gimgim’ê digîhîje DAFZ’ê.
Yanê DAFZ û KAFZ di navbera Mûş û Çewlig’ê de digihîjin hevdu û dibin yek. Ji ber vê ev erdhej li van her du bajaran û derdorê wan bi bandor bibe.
Ji Ezircan’ê hetanê Çewlig, Mûş, Betlîs, Wan û Colemêrgê hê jî erdhejek mezin ji ber ku çênebûye îhtimalek mezin heye ku li van bajaran erdhej çêbibe.
Lewra ku xetên fayê hebin û demek dirêj erdhej çênekin ew tê wateya ku vejen (enerji) di navxweda dicivînin. Çiqas pir vejen bicive ewqas tundîya erdhejê zêde dibe.
Sala 1939 da li Ezircanê erdhejek (Mw: 7,9) mezin çêbû, sala 2023an li Mereşê erdhejek (Mw: 7,8) mezin çêbû lê li bajarên me (Çewlig, Mûş, Betlîs, Wan, Colemêrg, Elezîz, Meletî û Amed alî Licê, Hênê wan dera hwd.) di dîrokeke nêzîk da hê jî erdhejên bi tundîyê çênebûne. Lê bajarên me xala 2 xetên mezin e (DAFZ-KAFZ). Ji ber wê pêwîste ku em hişyarbin û baldarbin.
Li pirî xetan şikestin çêbûn li xetên bajarên me (Çewlig, Mûş, Betlîs, Wan, Colemêrg, Elezîz, Meletî û Amed alî Licê, Hênê wan dera hwd.) hê ji sekinîne.
Cîhê ku KAFZ û DAFZ digehije hevdu (Wêne MTA)
Beşa ku em wek xetere dibînim, beşa kesk e. Cihê herî xetere beşa ku min bi porteqalî nîşan daye, ew der e.
Cihê porteqalî, xeter e, ji ber ku demek dirêje erdhejek mezin çênekirî, ji ber ku demek dirêje ev der vejenê dicivîne û ji ber ku bandora erdheja Mereşê dê li serê tesir bike.
5. Rewşa avahiyan li herêmên erdhejê çawa bû?
Rêyên seyaran û trenê piranî terîkî bûn, veçirî bûn, cîh guhartî bûn hwd.
Avahî bi piranî bi hêza birînê (Shear Force) hilweşiya bûn an wergerîya bûn.
Bi çavdêrîyê min, beton ne baş bû yanê bêwesp bû. Di qolonan û kirîşan da hesin hindik bûn û dirdirkî nebûn, ya etriye kêm bûn an etrîye tune bûn.
Erd/zemîn ne baş bûn ji ber ku sist bû. Sedema sistbûna erdê jî avakirina bajaran, navçeyan, gundan li ser deşt û zevîyan bû.
Bajarên ku di bin bandora erdhejê da bûn piranî nêzîkî xetên fayê bûn. Sedema herî mezin ew e.
Şert û mercên avahîyên ku hilweşîyan e û ê ku hilneweşîyane wek hev in. Ji ber wê pêwiste ku em tevdîrna bigrin.
6. Em ê çawa tevdir bigrin?
Di endezyarîyan de rêzikek heye: heke talûkeyek hebe çareserîya yekem ew e ku tu talûkê ji holê têkbibî, heke tu nikaribî talûkê têkbibî hewceye ku tu ji talûkê dûr bikevî.
Çareserîya yekem ew e ku ji talûka herî mezin a xeta fayê dûrve avahî bên avakirin.
Heke derfeta me ya ku em ji xetê dûrbikevin tune be hewceye ku em ji erdhejê zeximtir avahî çêbikin.
Li dijî erdhejê mirov dikare avahîyên bizexm ava bike. Wek li Japonyayê, wek li Şîlîyê. Ku li van diyaran tundîya erdhejê di ser 9an ra ye.
Pêwiste ku beriya avahî têne çêkirin şert û mercê n erdê/zemînê baş bên testkirin û li gorî encamên testa tevbigerin.
Li ser axa sist wek li zeviyan, deştan avahî neyên çêkirin. Heke hat avakirin jî gereka zexim li gorî erdê bên çêkirin.
Heke derfet hebe li ser kevir an li ser zinaran avahî bên çêkirin baştir e. Lewra kevir pêlen erdhejê sist dike.
ÇAVKANÎYÊN MİN
- Rapora Erheja Mereş’ê (İTÜ)
- Rapora Erheja Mereş’ê (ODTÜ)
- Rapora Erheja Mereş’ê (MTA)
- Rapora Erheja Mereş’ê (USGS)