Îro roj li dinyayê gelek karesatên xwezayî pêk tên ku bandora xwe li ser mirovan dikin. Erdhej jî yek ji wan karesatan e ku di van çend rojên dawî de em gelekî dibihîzin, dibînin û hîs dikin. Di van erdhejan de mirov cih û warên xwe, hezkiriyên xwe winda dikin an jî ji wan dûr dikevin û dibin şahidên rûdanên ne xweş. Û her mirov li hemberî van rûdanan bertekên cuda nîşan dide. Dibe ku gelek ji wan matmayî bimînin, xwe di bêewlehiyê de hîs bikin û tirseke zêde bijîn. Ev bertek jî li gorî hin pêkeran diguherin. Pirsgirêkên derûnî, temen, zayend, şideta rûdanê, rewş û asta windayiyan, piştgiriya civakî hin ji van pêkeran in.
Hin mirov di qeyranên weke erdhejan de gelekî hesas dibin û zû diêşin. Di rewşên wisa de hewcedariya mirovên wisa bêhtir bi alîkariyê heye. Bo vê yekê jî alîkariya pêşî ya derûnî bo mirovên ku êşê dikişînin an jî hewcedariya wan bi piştgiriyê heye midaxeleyên piştevaniyê saz dike.
Alîkariya pêşî ya derûnî ne tenê ji aliyê pisporan ve ji aliyê her kesî ve dikare bê kirin. Divê mirov bizanibe ku em di alîkariya pêşî ya derûnî de şêwirmendiyeke derûnî nakin. Armanc ew e ku em di vir de zorê li van mirovan nekin û em wan guhdar bikin, hewcedariyên wan ên sereke tesbît bikin û peyda bikin, alîkariyê bidin wan ku ew mirov xwe aram hîs bikin.
Bo mirovên ku di qeyraneke weke erdhejê de bi stres in alîkariya pêşî ya derûnî hewcedariyek e. Ev yek dibe ku bo zarokan be an jî bo mezinan be. Lê ji aliyekî din ve jî dibe ku her kes ne hewcedarê alîkariya pêşî ya derûnî jî be. Dibe ku nexwaze biaxive jî. Divê di rewşên wisa de mirov zorê li yên hemberî xwe neke. Wexta ku mirov xwe amade dît an jî alîkarî xwest bila zanibe ku hûn hene û hûn li ku ne.
Di alîkariya pêşî ya derûnî de divê mirov hay ji ewlehiya mexdûran hebe. Pêwîst e ku mirov, mexdûran hem ji zirarên fizikî hem jî ji zirarên derûnî biparêze. Li hemberî normên wan yên civakî û çandî rêzdar be. Û wexta ku alîkariyek hat kirin divê mafê mexdûran bê parastin ku ew jî weke kesên din ji alîkariyên din sûd werbigirin.
Kesên ku di alîkariya pêşî ya derûnî de cih digirin divê dirûst û ewledar bin. Rêzê li mafên mirovan bigirin. Divê ji pêşdaraziyan dûr bin. Hay ji mehremiyeta mirovan hebin û li gorî çand, temen û zayenda wan tevbigerin. Ji ber ku hûn di alîkariyê de cih digirin têkiliyên xwe bi nebaşî bi kar neyînin. Bo alîkariyan pere an jî tiştekî din nexwazin. Agahiyên çewt û sozên ku hûn nikaribin bi cih bînin nedin. Bo ku biaxivin zorê li tu kesî nekin da ku bêhizûr nebin. Tiştên ku ji we re bêjin bi kesên din re parve nekin û belav nekin. Bo tevger û hestên wan bi çavekî nebaş li wan nenêrin û tevnegerin.
Wexta ku alîkariya pêşî ya derûnî bê kirin divê mirov hay ji çand, ziman û baweriya mexdûran jî hebe. Heger hay jê hebe wî çaxî wê baştir tevbigere û alîkariyeke baştir bike.
Kesên ku di alîkariya pêşî ya derûnî de cih digirin wexta ku bi mexdûran re axivîn divê di danûstandinan de baş bin. Heya ji wan bê divê li devereke guncav bi wan re biaxivin da ku mirov xwe rehet hîs bikin. Sekan bin û bi sebr guhdar bikin. Bi awayekî hêsan biaxivin. Bila fêm bikin û hîs bikin ku hûn li cem wan in û bo wan li wir in. Wexta ku bixwaze bêdeng bimînin jî destûrê bidin, zorê nedin wan. Axaftinên wan nebirin, eceleyê li wan nekin. Hay ji bertek û axaftinên xwe hebin. Tiştên ku hûn nizanin nebêjin. Li ser karesatê xwedî agahî bin û bila haya we ji derdorê û ji xizmet û piştevaniyan hebe.
Di alîkariya pêşî ya derûnî de çavdêrikirin, guhdarkirin û danûstandin jî gelekî girîng e. Li gorî van rêgezan mirov nêzî mexdûran dibe û alîkariyê dike. Divê pêşî hûn derdorê baş kontrol bikin da ku hûn bizanibin ewlekariyek heye. Mirovên ku hewcedariyên wan yên sereke û lezgîn heye bizanibin. Mirovên ku bertekên stresê yên di asteke bilind de nîşan didin tesbit bikin. Xwe nêzî wan mirovan bikin ku hewcedariya wan bi piştevaniyê heye. Li hewcedariyên wan bipirsin û metirsiya wan fêm bikin. Wan guhdar bikin û bo ku aram bibin alîkariya wan bikin. Bo ku hewcedariyên xwe yên sereke bêjin û xwe bigihînin xizmetan li cem wan bin. Agahiyan bidin wan û bikin ku bi pirsgirêkên xwe re serî derbikevin. Bi alîkariya we bila xwe ji piştevaniya civakî dûr nexin û bi hezkiriyên xwe re têkiliyan deyînin.
Wekî ku li jor jî hate gotin, mirov li hemberî rewşên qeyranî bertekên cuda nîşan didin. Em dikarin van bertekan wisa rêz bikin: bertekên fizikî yên weke serêşî, dilxelîn, ricifîn, betilandin, êş û hwd, girî, metirsî, tirs, bêxewî, kabûs, hêrsbûn, xwesûcdarkirin, şerm, xwetenêhiştin û hwd.
Hin mirov di asta navîn de dikevin stresê û dibe ku hin ji wan nekevin stresê jî. Lê mirovên ku bertekên zêde nîşan didin û erkên xwe yên rojane nayînin cih bo xwe û derdora xwe dibin talûkeyek, divê ev kes ji xeynî alîkariya pêşî ya derûnî serî li pisporekî bidin.
Erdhej û zarok
Di erdhejê û piştî erdhejê de tirsa zarokan bertekeke normal e. Şideta vê tirsê jî li gorî erdhejê û li gorî zarokan tê guhertin. Û her zarok jî weke hev bertekan nîşan nadin helbet. Zarokên piçûk yên ku hêj dest bi dibistanê nekirine ji ber ku hestên xwe nikarin baş îfade bikin li gorî zarokên din bêhtir dikevin bin bandora erdhejê.
Zarok bi qasî ku ji erdhejê ditirsin ew di heman demê de ji guhertin, nediyarbûn û pirsgirêkên girêdayî erdhejê jî ditirsin. Bertekên we yên li hember erdhejê bandorê li zarokên we jî dikin û ew jî li gorî wê wateyekê didin rûdanê. Zarok bi gelemperî ji fikarên dêûbavên xwe agahdar in. Lê bi taybetî di rewşa krîzê de derbarê tevgerên dêûbavên xwe hesastir dibin. Li we temaşe dikin û ji bertekên we wateyan derdixin. Heke hûn di panîkê de bin, zarok dê bêhtir tekeve panîkê. Ji ber vê yekê, divê hûn fikarên xwe bi zarokên xwe re parve bikin.
Nîşêtên ku pêkan e bi zarokan re bên dîtin
Dibe ku tirsa wan zêdetir bibe. Dibe ku ji ber tirsa ku hûn ê bi temamî ji hev veqetin xwe bi we ve bizeliqînin, li cem we razin, ji dengên ku ji derve tên bitirsin. Dibe ku gelekî zû hêrs bibin, bigirîn û li cihê xwe nesekinin. Dibe ku pirsgirêkên xewê bijîn, kabûsan bibînin û bi xwe de bimîzin. Dibe ku ji tenêmayînê bitirsin an jî nexwazin biçin dibistanê. Herweha dibe ku tiliyên xwe bimijin, neynûkên xwe bixwin û her wext bixwazin ku hûn rahîjin wan û wan têxin himêza xwe. Li gel vê dilê wan bixele, zikê wan biêşe, vereşin, serê wan gêj bibe, xwarinê baş nexwin; bêdeng bimînin, li ser rûdanan neaxivin.
Dibe ku hin zarok ji van nîşêtan yekê jî nîşan nedin; tengasiya ku ew dijîn dibe ku ji derve neyê dîtin. Bi hin zarokan re, pêkan e tevgerên bi van pirsgirêkan re têkildar piştî çend hefte an jî çend mehan derbikevin holê.
Hûn dikarin çawa alîkariya zarokên xwe bikin?
Berî her tiştî derbarê rûdanê zarokên xwe agahdar bikin. Piştevaniya wan bikin û berpirsiyariyên piçûk bidin wan. Bi zimanekî ku ew fêm bikin bi wan re biaxivin û agahiyên kêm û xelet nedin û tiştekî ji wan veneşêrin. Dema ku hûn bi wan re axivîn li çavên wan binêrin, destên wan bigirin û wisa têkiliyekê deyînin. Rewşa ku hûn tê de ne ji zarokan re ne gelekî bi awayekî sivik û ne jî gelekî bi awayekî xerab û gelekî cidî ragihînin. Wê baweriyê bidin ku hûn li cem hev in û hûn baş in.
Zarok ji tiştên ku fêm nakin ditirsin. Ji ber vê yekê jî ji zarokan re xweş rave bikin bê erdhej çi ye û çawa çêdibe. Guh bidin zarokên xwe bê çi ji we re dibêjin û çawa dibêjin. Bala xwe bidin nîşaneyên wek awaza dengên wan, derbirîna rû, îfadeya çavên wan, lerzîna lêv û destên wan. Wexta ku diaxivin nîşaneyên wekî tirs, fikar, bêbawerî, guman hene an na? Tiştên ku ji we re dibêjin hûn jî bi awayekî din weke ku ew difikirin li wan vegerînin da têbigîhîjin ku we ew fêm kirine. Baweriyê bidin wan. Zarokên xwe himêz bikin. Ew himêzkirina ku têkiliyeke nêzîk û ji dil e wê peyamê dide ku hûn li cem wan in û dev ji wan bernadin. Bi hev re bêhtir wext derbas bikin. Hewl bidin ku cihê lê radizin gelekî ne tarî be. Dibe ku zarokên we kabûsan jî bibînin lê ji vê netirsin. Ev kabûsên wisa fêdeyê jî didin. Ev rewş ji aliyê mêjiyê mirovan ve weke bertekeke xwezayî derdikeve. Bi saya vê zarok hestên xwe yên ku di dilê xwe de dijîn didin der. Dibe ku bi tirs ji xew şiyar bibin. Wan himêz bikin û bila ji we re behsa kabûsa xwe bikin, li wan guhdar bikin. Wan li ber bixin ku xewneke ne baş bû lê tiştek tune ye û hûn li cem wan in. Hûn dikarin kabûsên zarokên xwe kêm jî bikin. Hewl bidin ku zarokên we bi roj bi wan lîstikan bilîzin ku pê mijûl bibin û bibetilin. Berî ku hûn zarokên xwe razînin heger hûn bikaribin bi wan re bilîzin û çîrokekê bêjin dê zarok xwe baştir hîs bikin.
Hestên xwe bi zarokên xwe re parve bikin. Bihêlin ku ew jî hestên xwe bi we re parve bikin û wan fêm bikin. Divê pêşî dêûbav xwe baş hîs bikin da ku bo zarokên xwe jî bibin nimûneyeke baş û alîkariya zarokên xwe bikin. Ji ber vê yekê jî heger hûn bixwe nebaş bin teqez alîkariyekê bixwazin. Ji xwe re wext veqetînin û tendirustiya xwe ya fizikî û derûnî îhmal nekin.