Dema min dîwana Hafizê Şîrazî cara pêşî girt destê xwe, pir bi miraq bûm gelo Cizîrî çiqas di bin bandora Hafiz de maye? Ew ê ji Îranê heya çar alîyên cîhanê nav û deng daye.
Navê wî yê rastîn Şemsedîn Mihemed e. Di navbera 1317 û 1390î de jîya û navê xwe bi herfên zêrîn li dîrokê nivîsî.
Di cûreyên qesîde, terkîb, qita û mesnewîyê de helbest nivîsîn, lê bi xezelên xwe deng da.
Di helbesta Hafiz de bandora Xeyam dîyar e. Tê gotin Hacûyê Kirmanî û Selmanê Sawecî jî bandor lê kirine.
Lûtkeya helbesta Kurdî Melayê Cizîrî (1567–1640) du sed sal piştî Hafiz hatîye, ji Hafiz sûd wergirtîye û di dîwana xwe de wiha pesnê wî daye:
Ji Hafiz qutbê Şîrazê Mela fehm er bikî razê
Bi awazê ney û sazê bibî ber çerxê perwazê
Qutb, di helbesta dîwanê de ji bo kesayetên meqama wan bilind, li cem xwedê meqbûl û serokê civata rêvebiriya manewî ya gerdûnê tê bi kar anîn. Ji vê xîtaba Cizîrî dîyar e bê çiqas qedrê Hafiz digire.
Her wiha di murebaya xwe ya bi navê “Newaya mutrib û çengê” de ji şi’ra Hafiz ya bi navê “Ela ya eyyûhes saqî” riste deyn kirine û helbesteke taybet ristîye.
Lê Cizîrî di kirasê mirîdîyê hilnehatîye û şi’ra xwe ji ya Hafiz bilindtir dîtîye:
Ger lu’lu’ê mensûri ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet
Bi vê malikê Cizîrî dîyar dike, êdî li Kurdistanê kabeya xweşbêjîyê ava kiriye û pêwîstî bi Şîrazê nehiştiye.
Dema min dîwana Hafiz qedand bûm şahidê vê gotina Cizîrî. Gelek ji dîwana wî dîyar e, Hafiz pir di bin bandora Xeyam de maye. Bi wê qederê ku mirov carinan gumanê dike gelo Hafiz dixwîne an Xeyam. Ewqas mey, ewqas meyxane.
Lê digel hemî bala û bilindbûna wî jî, Hafiz pir hindik bandor li Cizîrî kiriye. Çawa bi bijartina Kurdî, Cizîrî taybetmendî û wêrekîyeke mezin nîşan daye, her wiha di işq û felsefeyê de jî gerdûna xwe ya taybet ava kiriye û ger hebe meqama qutbê qutban bi dest xistiye.
Ji ber sî û sîwana dewletekê li ser Kurdî nebûye, Cizîrî bi qasî Hafiz û Xeyam nehatîye naskirin. Û vî sîmurxê işq û şi’rê, hê jî li gor qedrê xwe eleqe nedîtîye.
Helbesta Cizîrî hem ji alîyê teşe û şêweyê ve, hem jî ji alîyê naverokê ve ji helbesta Hafiz gelek xurttir û dewlemendtir e. Hafiz di hemî helbestên xwe de li derdora mey û meyxaneyê diçe û tê. Cizîrî van hêmayan jî dide ber xwe, lê bi wan bes nake, işqê dike kabeya helbesta xwe, bi pesnê yar û dildarê cîhaneke gelek rengîn li ber me radixe.
Hafiz, helbesta xwe li ser dîyalektîka rind-zahid û muhtesib datîne. Rind ew kes e bi işq û meyê ji hiş çûye, guh nedaye hêz û nav û deng. Zahid, dîndar û sofîyê riyakar, Muhtesib jî desthilatdarê qedexekar e. Di hemî şi’rên Hafiz de ev hêma cih digirin.
Lê li gerdûna Cizîrî alegorî, metafor û dîyalektîkeke bi vî awayî tune ye. Ev bi serê xwe destnîşan dike ku Cizîrî gerdûneke serbixwe ji işqê afirandîye. Di vê gerdûnê de ligel av û ax û ba û agir, işq hêmaya pêncem û esasî ya hebûnê ye. Çavê Cizîrî ji bilî işq û yarê tiştekî din nabîne. Sofîyên bêruh, camid, ebleh, kor, xerteb’et û xemmaz mehkûmî tunebûnê dike. Cudahîya herî mezin ya Hafiz û Cizîrî ev e.
Di dîwana Hafiz de pir danberheva mescid-meyxane û xirqe-şerabê heye. Lê Cizîrî qet cih nedaye vê dîyalektîkê.
Her wiha hêmayên Hafiz di dîwana xwe de pir bi kar tîne, di dîwana Cizîrî de qet tune ne. Duxterê gulçehre, bejna wek mû zirav, xirqeyê bi şerabê şûştî, lêvên mohra Silêman, hespê felekê, yara çardeh salî, ramûsandina meyger, simbêlên yarê hinek ji wan in.
Ev tev destnîşan dikin ku Hafiz zêde bandor li Cizîrî nekiriye. Cizîrî tenezulê deynkirina ji Hafiz nekiriye û şi’ra xwe bi alegorî û metaforên di Hafiz de tune ne ava kiriye.
Behsa qiseyan, îşareta berhemên navdar, astronomî, amûrên mûzîkê û meqamên wê, cûreyên nebat û kulîlkan, teyr û tiyûr, nav û nîşanên civak û miletan, lîstikên jîrîyê yên wek şetrencê di dîwana Cizîrî de gelek tên bikar anîn. Ev hêma di dîwana Hafiz de yan qet tune ne, yan jî pir hindik hene.
Her wiha Cizîrî bi wesfên wek şahê welayet, şahê Necef, Ebûl Hesen, Heyderê Kerrar, Elîyê şêr, Duldul, Zulfeqar gelek behsa Hezretî Elî dike. Lê di şi’ra Hafiz de tenê çend caran derbas dibe.
Dîsa Cizîrî gelek caran gotinê dibe ser Helacê Mensûr, Şêxê Sen’anî, işqa Eyas û Mehmûdê Xezneyî, Loqmanê Hekîm, Fexfûra Çînê, baxên Îremê, işqa Silêman û Belqîs. Lê ev, di şi’ra Hafiz de hema bêje qet tune ne.
Dema em dîwana Hafiz û ya Cizîrî deynin ber hev, em ê bibînin ku serê kanîya dikele di destê Cizîrî de ye û ew bi xwe pîrê işqê ye. Cizîrî bi heşmeta xwe li asîmanên gelek bala û bilind per û baskan lê dide.
Ji nav hezar helbestê, tenê sisê helbestên Hafiz û Cizîrî pir dişibin hev:
1. Gul’îzarî zi gulistani cihan mara bes (Hafiz)
Dil yek e dê işq yek bit aşiqan yek yar bes (Cizîrî)
2. Xelwetguzîde ra be temaşa çi hacet est (Hafiz)
Mehbûb bi dil bit me bi evraz çi hacet (Cizîrî)
3. Be abê rewşenê mey arifî teharet kerd
Elessebah ki meyxane re ziyaret kerd (Hafiz)
Derê meyxaneya işqê seher arif ziyaret kir (Cizîrî)
Di van her sisê helbestan de jî, Cizîrî bi hostatîya peyvê, asta hizr û hezkirinê gelek bilindtir dike.
Kurd û aşiq û hunerhez çiqas bi Cizîrî şanazîyê bikin, kêm e. Wî, alaya işqê gihandîye lûtkeyên bêhemta.
Di iqlîmê suxen mîr im di şi’rê de cehangîr im
We ye’lû mewkibe’l-uşşaqi e’lamî we rayatî
Aldar û ‘elemdarê karwanê işqê, di welatê peyvê de mîr, di şi’rê de cehangîr e. Her wiha dil û demaxa wî derya ye.
Di ‘işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me’anî me
Li zî hicrin we zî qelbin şifaun fî işaratî
Şifa û dilxweşî ye her gotina wî. Gencîne ye. Dur û gewher e. Gerdûneke bê ser û ber e.
Pur le’l û dur te’j kilkê ‘işq, anîne nezma silkê ‘işq
Der berr û behrê mulkê ‘işq, me’lûm e xaqan î mela
Çi sihr e, Cizîrî hezar reng kiras lê kirine û berdaye ‘alemê. Çi sihr e her gotina wî weke meya işqê hişbir e.
Di î’cazê beyanê da suxen ger bête însafê
Dizanit muxteser her kes melê sihre ‘îbaret kir