Li gor xwendina min ji helbestên Qedrî Can re ku helbesta Kurdî a nûjen nivîsandiye; ez wî wek mîrê helbesta Kurdî a nûjen, di nav kurmancaxêvan de, berî Cegerxwîn û Osman Sebrî dibînim. Erê li gor xwendina min ji helbest û pexşanên wî re û li gor ku helbesta Kurdî a nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn.
Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe “Kîme Ez?, 1973” hatibe nas kirin wek helbestvanekî nûjen û Osman Sebrî jî bi dîwana xwe “Bahoz, 1956” de wek helbestvanekî nûjen, lê her Qedrî Can e yê ku nav û deng di hunandina helbesta nûjen de standiye. Wî di sala 1944an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê Reya Taze, nivîsandiye û di kovara Ronahî, hijmara 26an de belav kiriye. Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka xwe a bi navê Dîroka Edebiyata Kurdî de diçesipîne, dîroka wê sala 1936an datîne. Hem jî helbestvanê Kurd Edîb Çelkî vê yekê bi cî dike ku sala 1936an e. Û wiha em dikarin bibêjin ku Qedrî Can Mîrê helbesta Kurdî a nûjen e.
Di pey Qedrî Can re bi dor 10 salan helbestvana Ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Şakir Elseyab û hin din ji helbestvanên Ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine.
Qedrî Can, çi di helbestên xwe de û çi di pexşanên xwe de zimanekî xwerû Kurdî û resen bikar aniye. Neketiye bin bandora zimanê Tirkî û Erebî de. Fermo bixwînin:
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min.. Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryayî..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûşt,
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
***
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. Bi kêrikê xeritand
Û bi agir şewitand
Û paqijkir…
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe…
Qedrî Can/ Şam: 25.5.1944
***
Navê wî yê rast Ebdilqadir Ezîz Can e. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye. Xwendina seretayî li Dêrika Çiyayê Mazî û ya bilind di peymangeha mamhosteyan de li Qonyayê xwendiye.
Dema ku li Qoniyayê dixwend, ji ber zilma Tirko, tevlî tevgera welatparêzan bûye û xwendina xwe nebiriye serî. Ji neçarî, wî jî wek hevalên xwe yên din; Reşîdê Kurd û Evdê Têlo di pey xalê xwe Elyas Efendî yê Osman Axayê Reşo re, berê xwe daye binya xetê.
Di sala 1931ê de binxet bûye, hingê temenê wî (20) salî ye. Dema hatiye Sûriyê, salekê li bajarê Selemiyê xwendina çandiniyê, li ber destê Ehmed Wesfî Zekeriya xwendiye û pêre hînî zimanê Erebî bûye. Piştî ku xwendina xwe bidawî aniye, li bajarê Antakyayê mamostetî kiriye û li wir çav bi Memdûh Selîm Beg ketiye û ji nêz ve hev naskirine.
Di sala 1932an de, hatiye Şamê û tevî kerwanê komeleya Xoybûnê bûye. Wek Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekerm Beg Cemîl Paşa, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mustefa Bozan Şahîn, Haco Axa, Mustefa Ehmed Botî. Û bi wan re xwe berdaye nav karê Kurdewariyê û nivîsandin û rewşenbîriya Kurdî.
Di 15ê Gulana 1932an de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe HAWARê li Şamê çap û belav dike, ew yê yekemîne ji bilî wî û birayî wî Dr. Kamîran Bedirxan, ku kovara Hawarê bi berhemên xwe dixemilîne. Û wiha bi navê nûxuriyê Hawarê tê naskirin. Hingê ev berhema wî ya bi navê “Hawar hebe gazî li dûye: Ji bo birayê min Osman Sebrî” di hejmara Hawarê a yekê de belav dibe:
Jiyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman da
Ev birîna riman e,
Barekî pir giran e,
Kezeb, gurçik ne mane,
Li pepûkên xwehan da.
Hawara me vaya ye
Xewa bê kêr bela ye
Qet şik têde ne ma ye
Di gotinên yaran da.
Osman Sebrî jî di hejmara duyemîn de bersiva wî bi vê helbestê vedigerîne:
Jiyîn xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran; çi bikim?
Hemû min tê bi dirdan..
Kaniya Ereban, 18/5/1932
Qedrî Can, li bajarê Şamê, Taxa Kurdan û derdûra wê jî mamostetî kiriye. Piştî demekê, di wezareta perwerdiyê de li Şamê kar kiriye.. Di sala 1942an de li bajarê Amûdê mamosteyî kiriye û bûye rêvebirê dibistana Elxezalî. Pêlekê li Eyndîwerê jî bûye mamostayê dibistanê. Li wir jî pir dirêj nake, vegeryaye Şamê.
Di sala 1944an de, piştî ku serwextî ramanên sosyalîstan û çepîtî; Markisî û Lênîniyê bûye, qûnaxek nû û di ramanên wî de destpê kiriye û bûye dostê komunîstan. Û wiha tevî azadîxwazan bûye û mîna endamekî zîrek, di nav wan de kar kiriye. Ez ne bawerim ku bi rengekî fermî bûbe komunîst. Di baweriya min de bi tu partiyan nehatiye girêdan.
Di Tîrmeha 1957an de, digel girûpek xortên Kurd beşdarî Festîvala Ciwanên Navnetewî ya şeşan li Moskoyê bûye. Li wir, serdana Barzaniyê nemir kiriye û helbesta xwe ya bi navê “Serdarê Kurdan Berzanî”, jê re xwendiye. Hem jî çûna xwe a Moskoyê ku bi keştiyê bû, bi vê helbestê “Diçim Mosko” aniye ziman:
Siwarê geştê bûm
Teva pêncsed hevalî
Her yek ji wan ji min bêtir
Bi hayacan
Hinek ji wan Ereb in
Hinek ji çerkes, Kurd û ermen in…
Lê hemû yek ziman û yek dil in,
Zimanê dostanî, aşîtî…
Weke bira diçin Mosko…
Li Moskoyê jî, çav bi Prof. Qenatê Kurdo ketiye, û çend helbestên xwe yên neçapkirî pêşkêşî wî kirine. Wek mînak: Ez diçim Mosko. Ev helbest di rojnameya “Îzvêstiya” da belav bûye. Helbestên din; Begê axirzeman, Rêya taze, Gula sor in.
Di sala 1958an de piştî vegera Berzaniyê nemir Bexdayê, careka din çûye serdana wî li Bexdayê. Di wê serdanê de, helbesteke xwe bi navê “Şêr hat welat” jê re xwendiye. Paşê ew helbest di kovara Hêwa û Azadî de belav bûye.
Di nav salên (1959-1961)an de hatiye girtin û di zindana Mezê de li Şamê pêleke baş razaye.
Piraniya nivîsên wî di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin wek Hawar, Ronahî û Roja Nû de belav bûne. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav bûne.
Ji bilî çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara Hawar, Ronahî û Roja nû de hatin belavkirin. Ne tenê Qedrî can helbestvan bû, ew mîna mirovekî xebatkar, ramyar, rewşenbîr û polîtîkavan bû.
Herweha Qedrî Can ev helbesta bi navê (Newroz) jî nivîsandiye. Ev helbesta wî di pirtûka Elfabêya Kurdî ya ku ji berhevkirina Ekrem Cemîl Paşa Burc û Çend Heval pêk hatiye, sala 1945an li Şamê hatiye çap û belavkirin. Dibe ku yekemîn helbesta Kurdî be di nav kurdên Rojava de li dor cejna Newrozê:
Newroz sersala me ye
Adet û ola me ye
Biçûk û mezinê me
Dibêjin êdî dem e
Diçin sersala hev
Dicivin li mala hev
Kêf û govendê dikin
Tevdîr û pendê dikin
Ji bo ku serxwe bibin
Dujmin ji ber xwe bibin
Sersala Kurdan Pîroz
Ew e cejna me Newroz.
Qedrî Can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê derbas dikirin. Ew di 9ê Tebaxa sala 1972an de, li Şamê, li taxa Kurdan çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin. Hingî Apo Osman Sebrî, ev çend malik wek helbestekê li ser kêla ber serê wî nivîsandiye. Û hin dibêjin ku ev nivîsandin a Yûsiv Axayê Dêrikî ye:
Cendekê di vê gorê de
Zor nazik û ciwan e
Ji Dêrka Çiyayê Mazî
Navê wî Qedrî Can e
Hezar xweşî li gora wî
Hozanekî Kurdan e
Welatparêzekî qenc bû
Rûhstîn jê girtî can e
Gorê xiste zikê xwe
Ew jî kire qurban e
Ji pişta me Kurdan çû
Ev zaneyê ziman e.
Dema ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê, Qedrî Can vê helbestê li ser kêla ber serê wî û bapîrê wî Mîr Bedirxan nivîsandiye:
Mîrê Kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê, zindîye
Navê wî ebedîye
15/7/1951
Di sala 1939an de jin aniye. Du kur û keçek wî hene: Mizgîn 1943, Şêrîn 1945, Serwer 1948an de çêbûye. Kurê wî yê mezin Mizgîn jiyana xwe li Almanya derbas dike, sed mixabin ku ji berî çend salan ve kurê wî Serwer li Bilgaristanê koça dawî kiriye.
Wek ku min gotiye Qedrî Can du helbestên bedew di pesnê Barzaniyê nemir de gotine: (Serdarê Kurdan Berzanî) û (Şêr Hat Welat).
Qedrî Can û Mîr Celadet Bedirxan pêşgotina yekemîn dîwana Cegerxwîn bi navê (Pirîsk û Pêt/1945) nivîsandiye. Fermo pêşgotina Qedrî Can: (CEGERXWÎN Û DÎWANA WÎ: Ji mêj ve, dîwana Cezerî û Mem û Zîna seydayê Xanî, ji meydanê kêm bûbûn. Heweskarên şeîr û edebeiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest wan ne diketin. Vê car me dî, ji nişkave, dîwana Cegerxwîn bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cezerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de ziman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cezerî a ahengdar bibînin. Cegerxwîn, pirsên biyanî jê pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimaneke sade û selis nivîsîne. Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zimanekî şêrîn û şe’bî tewş bûn û zerera wan nîşan kiriye. Ez ji şairê me yê şe’bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim. QEDRÎ CAN/ Şam, 18.2.1945).