10ê Çileyê her sal li Tirkiyeyê ji bo giringiya kar û barê rojnamevanan baştir were fehmkirin û teqdîrkirin weke roja rojnamevanên dixebitin (li ser kar) tê pîrozkirin. Çîroka vê rojê jî digihije beriya 63 salan.
Di sala 1961an de bi qanûna jimareya 212an garantiyeke yasayî bo mafên medyakaran hatiye dayîn, ev yek 10ê Çileyê hatiye bicîhanîn ku ev roj pêşî weke “Cejna Rojnamevanên Li Ser Kar” hat pîrozkirin lê piştî derbeya leşkerî ya sala 1971an hin mafên rojnamevanan hatiye betalkirin, li ser vê navê roj weke “Roja Rojnamevanên Dixebitin 10ê Çileyê” hatiye guhertin.
Ev xebata der barê maf û şertên xebatê yên li ser rojnamevanan hatibû amadekirin ne bi dilê 9 kesên xwediyê rojnameyên Akşam, Cumhuriyet, Dünya, Hürriyet, Milliyet, Tercüman, Vatan, Yeni İstanbul û Yeni Sabahê bû. Li gorî 9 patronên van rojnameyan ev xebat dê bibe sedema hin “risk û xetereyan” û li ser vê 3 rojan rojnameyên xwe dan girtin.
Gelek rojnamevan, li ser vê biryara girtina rojnameyan tên cem hev û bi navê “Basin” rojnameyekê derdixin. Rojnameya Basin 11ê Çileyê dest bi weşanê kir û heta 3 rojan bi rêkûpêk derket. Bi vê hadîseyê “Roja Rojnamevanên Li Ser Kar” rû da. Wate, “Cejna Rojnamevanên Li Ser Kar” ku 10ê Çileyê dest pê kir û hate pîrozkirin di sala 1971an de piştî derbeya leşkerî ji ber fişara li ser azadiya medyayê bi navê “Roja Rojnamevanên Li Ser Kar” hat guhertin.
REWŞA ÎRO YA MEDYAKARÊN LI TIRKIYE
Di roja îroyîn de karê rojnamevanî li Tirkiyeyê bi taybet li Bakurê Kurdistanê di nava şertên zehmet de tê kirin. Gelek rojnamevan betal mane. Hinek ji wan jî ji ber kar û barên xwe hatine girtin û di zindanê de ne. Gelek rojnamevanên li ser kar jî karê rojnamevaniyê bi awayeke azad nikarin pêk bînin û rîska sansûrê li ser vî karî heye.
Girtina rojnamevanan ev demeke dirêj e li vî welatî di rojevê de ye. Li gor ragihandina amarên Sendîqaya Rojnamevanên Tirkiye 43 rojnamevan ji ber karên rojnamevanî di zindanê de ne ku gelek ji wan Kurd in û di medyaya Kurdî de dixebitîn. Gelek saziyên navdewletî jî balê dikêşînin ser metirsiya azadiya medyayê ya li Tirkiyeyê û di vî warî de Tirkiye di rêzên paş de tên nîşandan.
Li gor desthilata siyasî ya li Tirkiyeyê, “Rojnamevanên li zindanê ne rojnamevan in û ji ber karê rojnamevanî nehatine girtin” Rexneya herî mezin a li ser helwesta desthilatê ya der barê medyakaran de ew e ku divê desthilat biryarê nede kî rojnamevan e kî ne rojnamevan e. Ev ne karê desthilatên siyasî ye. Dema dahatûya karê rojnamevanî an jî birêvebirina medyayê di destê desthilatê de be wê demê hemû bûyer û rûdan bi dilê desthilatê bo civakê wê were ragihandin û heqîqat tim dê veşartî bimîne di dawiya vê de civak ji heqîqat û rastiyan dê mehrûm bimîne.
Ji bo şikandina tesîra desthilatên siyasî û aborî yên li ser medyayê divê rojnemavan û sendîqayên rojnamegeriyê mil bidin hev li erka xwe rabin. Eger ev hevgirtin nebe, hemû hêz û desthilatên werin ser kar fişara xwe li ser medyayê dê bidomînin.
Herî dawî ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ên Navdevletî (RSF) ve ku navenda wê li Parîsê ye hin amar û agahî der barê rojnamevanên li ser kar de hatine belavkirin. Li gor RSF di sala 2022an de li tevahiya dinyayê 57 rojnamevan dema li ser kar bûne hatine kuştin, 533 kes jî hatine desteserkirin, 49 rojnamevan winda ne, 65 nûnerên medyayê jî “dîlgirtî ne.” Ev rapor jî nîşan dide ku rewşa rojnamevanan her diçe xerabtir dibe û metirsiyeke mezin li ser jiyana rojnamevanan jî dide xuyakirin.
Bi gotina Christophe Deloire yê Sekreterê RSF em dawî li nivîsa xwe bînin: “Rêveberiyên otorîter û dîktatorî, ji bo zindanên li welatên xwe bi rojnamevanan tije bikin, proseyeke dane destpêkirin û ji bo vê armanca xwe hewlekê didin.”