Piştî ku min li pirtûkxaneya Medyayê dest bi kar kir, ez rastî hin pirtûkan hatim ku ew li ti cihî nedihatin dîtin û peydakirin. Depoya pirtûkxaneyê, nexasim jî di nav refên wê yên sahafê de berhemên gelekî biqîmet hebûn.
Di destpêkê de, hin êvaran berî ku mesayiya min biqede min berê xwe dida depoya kitêbxaneyê û hewl dida pirtûkên sahafê katagorîze bikim.
Wan çaxa min yekem car çapa Gramera Kurdî ya Celadet Alî Bedirxan û Roger Lescotî ya fransî dît. Herwiha ez rastî gelek berhemên Mehmed Uzun, Mahmut Baksi, Seydayê Tîrêj û Îbrahîm Ehmed hatim ên ku li Ewropayê hatibûn çapkirin.
Ev depo bo min bi rastî jî wekî xezîneyeke bû û ez aniha jî dema hin caran bala xwe didimê rastî berhemên nû û biqîmet têm.
***
Dema ku ez li depoyê bi kategorîzekirina berheman re mijûl dibûm rastî pirtûkeke bi navê Ulusal Birlik ve Kürt Sorunun Çözümü Üzerine Tartışmalar (Yekîtiya Neteweyî û Nîqaşên Li Ser Çareseriya Pirsgirêka Kurdan) hatim. Ev pirtûka han mijdara 2005an li Stenbolê di bin banê weşanên Havarê de hatibû çapkirin.
Di rûpelên pêşîn ên vê berhemê de, min navê Partiya Welatparêzên Demrokrat (PWD) dît û ev nav ji min re qet xerîb nehat wê kêliyê. Belkî hûn xwînerên vê nîvîsê, we ev nav nebîhistibe û hûn rastî wê jî nehatibin. Partiya Welatparêzên Demrokrat, sala 2004an ji hêla hin kadroyan ve li Silêmaniyeyê tê damezirandin ku ev kes ji PKKê veqetiyane.
Endamên vê tevgerê di nav PKKê de wekî kadroyên pêşeng dihatin zanîn û dema ku ew ji tevgerê veqetiyan dengvedaneke mezin çêbû. Herwiha veqetîna wan jî piştî kongreya PKKê ya 1ê Hezîrana 2004an pêk dihat ku PKKê piştî vê kongreya xwe dîsa biryara şerê çekdarî dabû destpê kirin. [1]
PWD ji hêla Kani Yılmaz, Osman Öcalan, Nizamettin Taş, Hıdır Yalçın û çend serkirdeyên dî ve hate damezrandin ku ji PKKê veqetiyabûn. Lê di demeke kurt de, Osman Öcalan ji PWDê veqetiya û dûr ket, Kani Yılmaz jî rastî êrîşekê hat û erebeya ku tê da bû li nêzî Silêmaniyê hat teqandin û bi tevî hevalê xwe Serdar Kaya wefat kir. [2]
Pirtûka ku dê bibe referansa vê nivîsê, ji roportajeke berfireh a Hüseyin Kaytan pêk hatiye ku ji serkirdeyên PWDê re kiriye. Herwiha dikare bê îddiakirin ku ev roportaj wekî manîfestoya vê tevgerê bixwe ye.
Ez dixwazim di vê nivîsê de li ser hin xalan behsa vê tevgerê bikim ka gelo çima û ji ber çi sedemê ji partiya xwe veqetiyane û muhtacî bi damezrandina partiyeke nû bûne.
***
Stratejiya PWDê çi bû?
Serkirdeyê berbiçav ê PWDê Nizamettin Taş di ber roportaja berbehs de dibêje ku li gorî serdemê (piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetê) diviyabû ku PKKê xwe biguheranda û kultureke demokrasiyê di nav tevgera xwe de ava bikira. Taş idia dike, ji bo ku ew di nav tevgerê de guherîneke çêbikin wan gelekî hewl daye, lê belê hewildanên wan tu encam bi xwe re neanîne. [3]
Di nav PKKê de ji bo ku em PKKê biguherînin çi ji destê me hat me tekoşîna wê da; hemû pêngavên ku diviyabûn werin avêtin, me avêt, bi her awayî hewldan çêbûn. Lê belê me di encamê de ev dît; bi vê tevgerê re ev ne pêkan e. Ji ber vê yekê em jê veqetiyan.
Nizamettin Taş
Herwiha di derbarê stratejiya PWDê de, Kani Yılmaz jî li ser sê xalan disekine û dibêje ku divê siyaseta Kurdî xwe li gorî guherînên serdemê organîze bike, di xebatên xwe de neteweyî be û siyaseteke li gor normên cîhanê bimeşîne.
Yılmaz destnîşan dike ku di vê serdema teknolojî û zanistê de ne bi perspektîveke teng berovajiyê wê bi çarçoveyeke fireh divê Kurd stratejiyekê bidin ber xwe. (4)
Bi nêrîna min di serî de, divê stratejiya Kurd xwediyê karektereke cihanî û neteweyî be. Heta aniha pirsgirêka kurdan çareser nebûye û neteweya kurd têdikoşe. Ji ber vê yekê pêwistiya stratejiyeke karektera neteweyî heye. Sêyem jî divê di serdema teknolojî û zanistî de ev stratejî neyê tengkirin, xwedî karektereke cihanî be, divê di çarçoveyeke berfireh de ava bibe.
Kani Yılmaz
Siyaseta PWDê ya li hember Îsraîlê
Di vê berhemê de yek ji mijarên ku bala min kêşa, nêzîkatiya ku PWDê bû ku dixwest bi hêzên rojavayî, nexasim jî bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê re deyne. Tê zanîn ku gelek partî û rêxistinên kurdî ji mêj ve ye bi Îsraîlê re têkilî danaynin. Bi nêrîna min di paşxaneya vê helwesta tevgerên kurdî de, ne nêrîneke siyasî, belkî ev helwesteke wan a hestiyarî ye. Berovajiyê vê di helwesta PWDê de, meriv têdigihe ku ew dixwazin bi çavekê din nêzîkatiyê bi Îsraîlê re deynin.
Her di vê babetê de, yek ji serkirdeyên vê tevgerê Hıdır Yalçın girîngiyê dide têkiliya Kurdan a bi dewleta Îsraîlê re û bala me dide giraniya hêza wê ya navneteweyî. Heta Yalçın idia dike ku Îsraîl li dewrûberê yek ji dewletên berbiçav e ku çanda demokrasiyê di nav sînorê xwe de ava kiriye. [5]
Yalçın di wê baweriyê de ye ku divê siyaseta kurdî pîvana xwe ya têkiliyê bi Îsraîlê re, ne şerê di navbera Filistînî û Îsraîlê de bigire û wisa helwesteke nîşan bide.
“Pîvanên ku em ê di warê têkiliya Kurdan û Îsraîlê de wek esas bigirin, derbarê şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de nîne. Bêguman, şerê Îsraîl û Filistînê yek ji wan mijaran e ku li herêmê li benda çareserkirinê ye. Ji ber vê yekê, xala ku ev nakokî gihîştiye, rola polîtîkayên ku di çareseriya pirsgirêkê de dimeşîne dikare were nirxandin. Di vê mijarê de gelek xeletî hene divê Îsraîl bê rexnekirin. Polîkayên xelet ên aliyên Filistînî jî hene. Lê belê bela ku Îsraîl û Filistîn şer dikin, çênabe kurd bibin dijminê ebedî yê Îsraîlê.”
***
Kongreya PKKê ya 1ê Hezîrana 2004an pêk hat û beşek ji endamên vê tevgerê ji partiya xwe veqetiyan. Dû re wana li bajarokê Koyeyê yê Silêmanîyê Partiya Welatparêzen Demokrat ava kirin û dengvedanek di nav siyaseta Bakur de çêbû. Lê belê piştî vê hewildanê PWDê nekarî ku kongreyekê li dar bixe û wekî partiyekê tevbigere. Jixwe ti belge/daxuyanî di destê me de nîn in ku vê tevgerê kongreya xwe yekem saz kiriye. Bi fikra min dûrketina Osman Öcalan û terorkirina Kani Yılmaz nehişt ku ev tevger mezin bibe û girseyan li derûdora xwe kom bike.
PWD li pişt xwe zêde belge û dokument nehiştine ku em li ser hûr bibin û zêdetir biaxivin. Niha jî li ser navê vê partiyê çend kadaroyên damezrîner li Hewlêrê xebatên xwe dikin û hin caran jî navê wan di bin daxuyaniyên partiyên Kurdî de derbas dibin. Lê belê ew dengvedana pêşîn û şikestina ku di demekê kurt çêbû nehişt ku ev tevger di nav siyaseta Bakur de bibe hêzeke diyar.
Dixwazim herî dawî vê yekê jî destnîşan bikim ku min tu sembol, wêne û alayên ku temsîla vê partiyê dikin peyda nekirin.
Çavkanî:
[1] https://iletisim.com.tr/Images/UserFiles/Documents/Gallery/pkk.pdf
[2] https://tr.wikipedia.org/wiki/Kani_Y%C4%B1lmaz
[3] Ulusal Birlik ve Kürt Sorunun Çözümü Üzerine Tartışmalar, Weşanên Havar, rp. 19, 2005.
[4] Heman berhem, r. 40.