The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 13»Serkeftina Ji Teknolojiya Fuzyonê
Hejmar 13

Serkeftina Ji Teknolojiya Fuzyonê

DigiKurdBy DigiKurd01/01/2023Updated:10/01/2023Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Cara Ewil Li Emerîkayê Cerbên Enerjiya Fuzyonê Bi Ser Ketin

Fuzyon bi dehan sal in xewn û xeyala herî mezin a zanyaran e. Ji wan bêhtir daxwaza enerjiyê ya zêde kelecana ji bo teknolojiya fuzyonê zêde dike. Li Emerîkayê cara ewil di ceribandinan de ji enerjiya hatiye xerckirin zêdetir enerjî hat bidestxistin. Ev daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Enerjiyê hat eşkerekirin kelecana li tevahiya dinyayê dîsa nû kir.

Ji bo ku em bêhtir ji kelecanê fam bikin divê em bizanibin ferqa fîzyon û fuzyonê çi ye?

Fîzyon çi ye?

Îro di hemû santralên enerjiyê yên nukleerî de teknolojiya fîzyonê heye. Ji perçekirina atomê û teqîna ji wan enerjî bi dest dikeve û germahiyeke zêde derdikeve hole. Bi vê germahiyê av tê kelandin û ji hêlma avê jî turbîn tên zivirandin. Bi riya wê ceyran tê peydakirin. Ev prosesa ku hêsan xuya dike gelek rîsk û zehmetiyan dihewîne. Lewra tu ferqa rektorên fîzyon û bombeyên atomê nîne. Ferqa wan tenê ew e ku rektorên fîzyonê bi kontrolî tê xebitandin. Bi sarkirin û perdeyên veqetandinê kontrola wê tê kirin. Lê carekê hatibe xebitandin rawestandina vê enerjiyê mezin ne hêsan e. Lewra gava ji kontrolê derkeve wê bobelatên wekî Çernobîl û Fukuşîmayê derkevin holê.

Ligel hemû metirsî û rîskan dîsa jî santralên enerjiya nukleerî ji gelek santralên din ewletir e. Lê bermayiya ku jê derdikeve bi temamî radyoaktîf e û divê dûrî însanan be. Lewra ji bo wê kortalên mezin tên kolandin û heta deh hezaran salan tê çalkirin. Ev yek zirareke mezin dide xwezayê. Îro hemû santralên enerjiya nukleerî vê teknolojiyê bi kar tînin.

Pêşî bombeya atomê derket holê û bû sedema karesatan piştre ev karesata mezin bû rêbaza enerjiyê. Niha em derbasî rêbaza din a herî ewle bibin.

Fuzyon çi ye?

Ji bo ku em fîzyon fam bikin me mînaka bombeyên atomîk da. Baş e mînaka fuzyonê çi ye?

Fuzyon îro her roj li ser me pêk tê û mînaka herî berbiçav tav e. Bi giraniya xwe ya tîr û tijî tav hîdrojen dike helyum. Ev ji ber giraniya tîr a tavê pêk tê. Zanyar jî dixwazin vê bûyerê li dinyayê pêk bînin.

Bi awayekî sûnî tê xwestin ku hema prosesa ku li ser tavê pêk tê li santralan bê meşandin. Heta niha gelek caran ev rêbaz hat ceribandin bi germahiyeke zêde bi tirêjên taybet graniyeke tîr hat çêkirin û hat xwestin ku dendikên atomê veguherin. Di her carî de ev bûyer pêk hat lêbelê ji enerjiya ku were bidestxistin zêdetir enerjî hat xerckirin. Ev yek ji bo bidestxistina enerjiyê ne mantiqî bû. Cara ewil li Calîforniya Emerîkayê testa fuzyonê hat kirin û bi ser ket.

Berovajiyê fîzyonê di fuzyonê de ji bo ku element bi hev re bimînin germahiyeke pir bilind û fişara wekî li fezayê divê. Di tavê de tişta ku agir pêdixe erdkêşiya nuwaze ya tavê ye. Ji ber ku tav pir bifişar e made heta atomên xwe vediguhere û ew jî enerjiyeke mezin derdixe holê.

Li gorî fîzyonê di fuzyonê de ji bo berdewamiya enerjiyê divê bi tirêjên lazerê germkirin bi vakumeke sûnî jî fişar bê çêkirin. Gava ev derfet hat qutkirin hilberîna enerjiyê jî radiweste.

Ev yek enerjiya fuzyonê ewletir dike û bermayiya nukleerê jî kêm dike.

Projeyê Hêvî Nû Kirin

Heta niha gelek ceribandin hatin kirin lê tu caran ji enerjiya dayî zêdetir enerjî nehat wergirtin. Ev yek di serî de xeyal şikandin. Ev cerba li Navenda Pêxistina Neteweyî ya li Californiayê hêviyên zanyaran dîsa geş kir.

Ji bo cerba li Calîforniyayê 3,5 milyar dolar pere hat xerckirin.

Enerjiya fuzyonê her çiqas kelecanê zêde kiribe jî îro em nikarin behsa hilberîneke rêk û pêk bikin. Ji bo ku em feydeyên wê bibînin ji bo teknolojiyê hêj riyeke dirêj heye. Lêbelê mirovî careke din piştrast kir ku dikare bûyerên li fezayê kopî bike.

 

 

2023 Çile Çile 2022 Hejmar 13
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Washîngton DC

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 13 Derket

Ji Edîtor 13

London Bi Coş Pêşwaziya 2023an Kir

Kal û Gaxan: Pîrozbahiyeke Kevneşopî ya Kurdên Elewî

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Kategorî
    • Geşt û Ger
    • Hevpeyvîn
    • Krîptozanî
    • Lêkolîn
    • Nûçe
    • Portre
    • Teknolojî
    • Wêje
    • Xweza
    • Zanîst
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.