- Hun di vê albuma xwe ya nûderketî de, ew têgeha ku we berê di ew herdu albumên xwe yên derçûyî de hem deng hem jî musîkal de bi kar anîbû, diparêzin an hun dê di vê albumê de stîl û şêweyeke nûpûnû pêşkêşî guhdarên xwe bikin?
Taybetmendiya herî berbiçav a Revînê ew e ku ew ji wan herdu albumên me yên berê cudatir e, ev cudahî stranên ku ev album pêk anîne, besteyên wan hemû yên me bi xwe ne. Bêguman, di albumên me yên berê de jî besteyên me hebûn, lê bi piranî me giraniya xwe dabû ser stranên gelerî. Di vê albumê de me bi temamî giranî da ser besteyên xwe. Ji şeş salan û vir ve hinek me berhev kirin, me xwe mecbûr hîs kir û qet nebe me stranine ji wan tomar kirin. Lewma jî albuma Revînê ji bo me gelekî taybet e. Bêguman di vê albumê de, di konsepta musaîkal de nûbûyin heye, ev nûbûyinên ha xurt û wêrek in. Lênêrîneke me ya ji aliyê me ya ku li çanda bajêr hûr dibe û ev rengê musîkal a li lênêrîna me bar dibe dê tiştekî çawa bîne pê, heye. Lênêrîna ku ez qal dikim ne cihdiyarkirin e. Mebesta me ew e, bi hêza ku em ji çavkaniya nûjeniya bajêr werdigirin mînakên xurt û wêrek pêşkêş bikin. Em dixwazin ev romantîzma gundîtiyê ya ku hewçend bûye îkonîk bidin ali alternatîfên nû bidin nik “çandperestiya gundewariyê”. Em welê difikirin ku ev têgeh û pêkanîna vê xabatê dê di Musîka Kurdî de xwedanqîmet be.
- We di sala 2016an de albuma “Yansıyan” derxist. Ji wê û bi şûn de we di warê meseleya musîka we ya ku dê bigihe sahneyê û di nava komê de hûn pêrgî kîjan astengiyan hatin?
Ji wê tarîxê û vir ve, di nava komê de gelekî guherînên berbiçav çêbûn. Du kesên nav komê ji nav me veqetiyan. Lewma jî me veger li ew tiştên ku heya niha gihabûn hevûdu kir, me danî ber xwe û me bi awayekî mecbûrî dîsa lêhrûrbûyinek anî pê. Ya rast vê yekê hêsaniyek pêk anî, rê ber pevgihîna kesên komê vekir û bû çavkaniya motîvasyona me jî. Alozînine tên bi serê me de hem di jiyanê de û hem jî di wextê avakirinê de, lê ya girîng ew e ku em çiqas serwextê vî karî ne û paşê em ê çiqas bikaribin li pêşiya xwe mêze bikin. Albuma Revîn vegotina çareserkirina alozî û dortengbûyina xwe. Di vê serdema ku kom belav dibin û her kesekî komê bi serê xwe dibe solîst de, li gor me di vê serdemê de tiştê ku me aniye pê hêja ye. Em dijwarî û spehiyên musîka ku bi komî çêdibe têr û tijî dijîn û em xwedanbiryar in ku em ê tu carî dev jê bernedin. Dijwariya herî mezin li gor me, xwegihandina sahneyê ye. Ji bo ku em bikaribin musîka xwe bigihînin sahneyê, konser û performansan li dar bixin, di wan mekanên lidarxistinan amûrên teknîkî kêm û ev dikarin rê ber me bigirin. Her weha em gav navêjin ber bi paş de ji bo ku amûr kêm in yan jî ew kesên ku dê li ser wî amûrî bisekine û lê bide. Hetta em xwe nadin paş mesarîfa pirrendambûnî ya komê. Em bi ber bayê hezeyaneke welê nakevin. Helbet ev dijwariyên ha tev de ji bo sahnekirina musîka me dibin mijara dezavantajiyê. Lê me dikarî bi motîvasyona solîstekî tevbigeriya “bila kar ji dest me neçe”. Em welê difikirin ku musîkçêkirin û pêşkêşkirin divê bi rêzikan ve bête çêkirin. Yan na ew dê ev kêmanî û qelsî veguhezin kurman û dê asta standartan bikişîne jêr.
- Wextê ku meriv li tevahiya albumê guhdar dibe, nemaze meriv têdigihîje ku stranên bi Kurdî hatine strandin ji hêla modernbûnê de gelekî pêker di nav xwe de dihewîne. Heke we ev tercîh bi awayekî vebirr hilbijartibe, sedemên wê çi ne?
Wekî me di bersiva pirsa yekemîn de diyar kir, nemaze di Musîka Kurdî de, xwevegotineke bêhampa ya romantîk heye. Ev “nirxên” ha, rê li ber me digirin û nahêlin ku em bibin şopgerên îro lewma jî em her li pey îro, îro dişopînin. Em xwe bi rabirdûyê digirin û bi awayekî mecbûrî îroyê hest dikin û dijîn. Mîna ku em wer dikin û em di navînê de dimînin, li wir asê bimîne. Ne meriv dikare bi awayekî rastîn rabirdûyê hîs bike û bijî, ne jî li ser vê kêliyê gotinekê bikaribe bibêje. Li ser vê yekê me di Musîka Kurdî de ev tengbûn dît û bi vê albumê me xwest bi tevahî em xwe bigihînin îro. Di cografya û dinyaya ku em tê de dijîn de gelekî kotûkêşên mezin bi serê me de tên. Korona û digel vê dewletên ku hêzên xwe hê xurttir dikin û tehekuma xwe zortir dikin. Şerên dewamdar ên Rojhilata Navîn. Desthilata Tirkiyeyê ya ku her roj dibe otorîtertir, tengtirkirina qadên azadiyê. Û em.. kesên ku marûz mane ji niha re. Biderhatina hestên me divê ji wan re bedbîn nebe! Xwedanên afirindeyên niha divê hebin. Divê em bi birinûanînên jiyana şaristaniya modern ve biafirînin.
- Hûn motîvasyona xwe ya cara pêşîn a ku hûn pê derketin, diparêzin? Tevî hemû neyêniyên ku li welêt hene, hûn pê bawer in da ku hûn bi heman motîvasyonê ─xebatên xwe berdewam bikin?
Em di nav gelekî dijwariyan de dixebitin, ev yek rast e. Em di nav van dijwariyan de dijîn û em li hemberî van li ber xwe didin. Tew di ser de em ji rêgezên avabûyina xwe jî gav paş de navêjin û bi vî şekilî em xebata xwe didomînin. Jixwe ji bilî vê yekê meriv nikare lê bihizire. Kolektîf musîk hebûna xwe ji dabeşbûna wekhev a motîvasyona me ya pêşîn re deyndar e. Heke berevajiyê vê yekê ew endustriya ku em mecbûr man ê me bêesil bikira, hetta dê di dewsa heyina Babetna de tiştek nehiştina. Helbet li hember endustriya kapîtalîst a çandî berxwedan bi rastî jî pir dijwar e. Lê hêz û heza ku ji dabeşbûna wekhev pêk tê û ew ên ku wê hezê di dilê xwe de dihewînin yanî em, herçend dijwar be jî em dixwazin bi vî awayî berdewam bikin. Yanî em li vir bêtir em dibin xwe û wekî din, em dizanin ku solîst çawa ji hêla xwedanên mekanê hem ji hêla sosyal hem jî ji hêla psîkolojîk tên binpêkirin, lewma jî em wekî endamên vê komê di bin navê Babetnayê de hev hişk hembêz dikin.
- Navê albumê Revîn e, yanî rev. Hûn dixwazin bi vê gotinê çi bibêjin, çi di binê vê yekê de heye? Ma hûn bi vê albumê ji tiştekî direvin?
Ji bo Revînê vegotineke me ya welê heye û em dixwazin li vir, bi awayekî rind û berfireh zelal bikin: Revîn ne wendabûyin e; meriv bikaribe serwext bibe ku yekneasakî heye û xwe jê bi dûr xîne. Heye ku ev yek bi tenê fikrek be. Fikra, ji dûman, nexweşî, neyêniyên heyî û gend û gemara najêr revîn e. Fikra ku meriv ji xwe re kêlek û qeraxekê bibîne û ji dûr ve lê binihêre, dengê tembûra xwe ji nû ve seh bike… Heke em fikra revînê hinekî jî bi têgeha Deleuzyen bînin pêş çavan, kirde navberekê têxe navbera xwe û nirxên civakê yên bingehîn û bi vî awayî aliyên xwe yên afirinde bi şekilekî xwerû derxîne holê. Dîsa, bi gotina Deleuze pêkhatina rewşa/çêbûnê ye. Li vir ji guherîna cih biwêdetir tiştekî heye. Yek jî qala “xêzên revê” dikin Deleuze û Guttari. Xêz, sazgehên wekî kes, kom, malbat, leşkerî û fêrgehê nîş dike. Xêza revînê van hemû nîşkirinan serûbinî dike. Bi revê xêz tê berçewtkirin. Bi Revînê em jî bi awayekî ji vê xwevegotinê direvin, bi dûr dikevin. Her weha bi vê têgehê, em hêzdartir dikin hêza jîrbûna xwe. Yan jî heke em bi têgeha Baudrillarkî vebêjin, em cih naguherînin û rê didin ber xwe, em di vê albumê de ji cihê xwe nalebitin û em dikevin nava çalakiyê.
- Di demeke nêz de plana we ya turneyê ya ku hûn û guhdarên xwe bi awayekî zindî, bi stranên we yên nû bigihin hevûdu heye?
Em plana turneyeke dirêj a navwelêt saz dikin û em ê vê yekê di demeke nêz de bi riya medya civakî bi guhdarên xwe bigihînin.