wa ye tênê
ew zarokên dilzêrîn
ewên ku bi xwîna xwe
rûpelên dîrokê guhirandin
di destên wan de ala rengîn
li ser xeleqa agir de banz didin
ref bi ref
ber bi ronahiyê
û çirûskên wan bajarên sêwî
carek din vêdikevin yek bi yek
û kerwana aştiyê
ji welatên reşbadayî vedigerin
bêhna azadiyê tê
ji qerenfîlên porê çiya
gulberoj zîl didin dîsa
roj dizê
roj dizê
li ser rûyê axa mirî
û kevoka mizgîniyê
pelên zeytûnê digerîne
li ser ax, av û hewa
û li ser newaya çiya