Federasyona Elewiyên Brîtanyayê cara 11an festîvala Elewiyan li dar xist. Festîval 29ê meha Gulanê destpê kir û heya 5ê meha Hezîranê dewam kir. Di çarçoveya festîvalê de panelên bawermendiyê û pêşangeh hatin sazkirin, şano hatin lîstin, cem hate kirin û di 3 rojên dawiyê de jî li qadeke fireh konsertên hunermendan pêk hatin. Ji Tirkiyê, Brîtanya û Ewropayê gelek hunermendan di festîvalê de konser dan.
Festîvala îsal bi dirûşma aştî û edaletê hate sazkirin. Ji seranserê Brîtanyayê û Ewropayê zêdetirê 50 hezar kes hatin festîvalê.
Hevseroka Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Dîlek Încedal got bi mehan me haziriya vê festîvalê kir.
Festîval bi coşeke mezin berdewam kir. Daxwazeke mezin a gelê me ji bo vê festîvalê hebû. Di dîrokê de xelkê Elewî gelek caran rastî komkujiyan, tede û îşkenceyan hatin. Em wana her tim bibîrtînin lê em zêde behsa destkeftin û serfiraziyên xwe nakin. Çimkî her çiqas li welatê me qedexe be jî li vir Elewîtî wek baweriyeke azad tê nasîn. Di vê çarçoveyê de festîvaleke pir xweş û coş pêk hat.
Hevserokê Federasyona Yekitiyên Elewî yên Ewroyê Hûseyîn Mat ji bo The Hall Kurdiyê got ev festîval ji bo wan gelek girîng bû.
Heval û canên me yên li Brîtanyayê bi salan e bi îstîkrar vê festîvalê lidardixin. Lazim e êdî Elewî ji bo pîrozkirina şahî, destkeftin û serkeftinên xwe jî bêne ba hev, di festîvalan de bigihên hev, govend bigerînin, stranên xwe bêjin. Ev festîval van peyaman dide. Ev kêfa me tîne û wek rêvebir ev yek me motîve dike.
Hunermenda Kurd û Elewî Suna Alanê jî di festîvalê de konsertek da. Suna Alanê dest nîşan kir ku ew şanaz e ku perçeyeke vê festîvalê ye.
Ez gelek şanaz im ku wek hunermedeke Kurd û Elewî û jin beşdarî vê festîvalê dibim. Çimkî Elewî gelek qedrê jinan digrin. Û par festîval online hatibû kirin û diyarî jinan hatibû kirin. Ez bi kêfxweşî tê de cî digrim. Festîval bi coşeke mezin çêdibe. Piştî pandemiyê em dibînin eleqeyeke mezin heye. Elewî xwedî li nirx û çanda xwe derdikevin. Ji ber ku ez jî perçeyekê vê yekê me gelek dilşa me.
Sernava festîvala îsal aştî û edalet bû. Hevserokê Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Mûslûm Dalkiliç sedema bijartina dirûşmeya aştî û edaletê wiha bilêv kir.
Li welatê me mafên mirovan tê binpêkirin, heq tên warin, girtiyên nexweş nayên berdan, siyasetmedarên Kurd û Elewî bi salan e li hepsê ne û mahkemeyên wan temam nabe an jî naxwazin temam bikin. Nabe ku civaka Elewiyan ji van neheqiyan re bêdeng bimîne. Lê rêveberiya zalim a li Tirkiyeyê naxwaze em bi meseleyên li welêt re eleqedar bin an mudaxîl bin. Ji loma jî ew ji me nahewin. Gava rêvebir û endamên me diçin Tirkiyeyê li balafirgehan têne binçavkirin. Serokê me yê berê Îsrafîl Erbîl hate binçavkirin. Turgut Eker bi salan e tê darizandin. Reveberên me yên li Belçîkayê her ku diçin Tirkiyeyê têne binçavkirin. Lê em ê hûş nebin.
Li gorî amarên jimartina nifûsê ku par hate kirin, li Brîtanyayê dora 300 hezar Elewî hene. Hevserokê Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Dalkiliç dibêje ew gelek birêkxistin in û bi hev re hereket dikin.
18 cemxaneyên me hene li Brîtanyayê. Ji xeynî van gelek komeleyên gundan û saziyên sivîl hene li vir. Em hemû bi hev re tevdigerin. Roj bi roj em zêdetir dibin û birêkxistin dibin. Yekem cemxane di sala 1993an de hatiye damezrandin. Di 10 salên dawiyê de me 17 cemxane vekirin. Em dixwazin bigihên hewcedariyên civaka xwe.
Hevserokê Navenda Çanda Elewiyan û Cemxaneya Îngilîstanê Ibrahim Has jî behsa destkeftinên Elewiyan kir û got hebûna Elewiyan li Brîtanyayê digihê dora 30 salan lê ew niha li gelek şaredariyan têne temsîlkirin.
Di hilbijartina herêmê ya meha çûyî de gelek destkeftinên me çêbûn. Wek mînak di şaredariya Enfîeldê de serok û cîgir ji civaka me ne. Dîsa li Harringay, Hacney, Islingtonê û li çend şaredariyên din em têne temsîlkirin. Wekî din li parlamentoya Brîtanyayê caneke me ya Jin, Kurd Û Elewî Feryal Clark heye. Herwisa bi hewl û xebatên me li parlamentoyê sekreteryaya Elewiyan hat avakirin. Ev hemû destkeftin di demeke kin de pêk hatin. Û ev festîval jî nîşanî me da ku heke em vê yekîtî û bihevrebûnê biparêzên dê her kes li her derê mecbûr be me cidî bigre. Jixwe weke rêveber armanca me ew e ku em Elewiyan û Elewîtiyê bidin xuyakirin. Hem ji hêla siyasî, hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla civakî ve. Lewra em dibên Elewîtî heye û heq e.