The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 6»Serkeftina Namzetên Kurd di Hilbijartinên Herêmî yên Brîtanyayê de
Hejmar 6

Serkeftina Namzetên Kurd di Hilbijartinên Herêmî yên Brîtanyayê de

revebirBy revebir08/06/2022Updated:02/01/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di 5ê Gulana 2022an de li seranserê Brîtanyayê hilbijartinên herêmî hatine kirin. Di van hilbijartinan de 30 namzetên Kurd jî hebûn û ji wan dora 25 namzet hatin hilbijartin.

Namzetên Kurd ên hilbijartî ji Başûr û Bakur in. Bi taybetî serkeftin û hejmara Kurdên Bakurî balê dikşîne.

Namzetên Kurd herî zêde li navçeya Enfileld a Londonê ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin. Nifûsa Enfieldê dora 334.000 e û ew bi mezinahiya xwe di rêza 5an de ye li Londonê. Di vê hilbijartinê de hema hema ji 3an 1ê meclîsa Enfileldê ji nûnerên Kurdan pêk hat.

Şaredariyên Londonê ku namzetên Kurd lê biserketine wiha ne:

Enfiled, Harringay, Hacney, Harrow, Islington, Lambeth, Kensington and Chelsea.

Ji aliyê din ve li bajarê Glasgow ê Skotlandê jî Roza Salih hate hilbijartin. Roza Salih di dîroka Skotlandê de yekem kes e ku wek penaber hatiye wî welatî û piştî salan bûye endama meclîsa şaredariyê.

Li Lambetha Londonê ku navçeyeke navendî ye Ibrahîm Doguşê Meraşî ji nû ve hate hilbijartin. Ibrahîm Doguş heyama çûyî ji bo demekê bibû şaredar jî. Ji bilî wî di vê hilbijartinê de Kurdekî Başûrî Serbaz Berzencî jî ji bo şaredariya Lambethê hate hilbijartin.

Di civîna meclîsa Lambethê de Serbaz Berzencî wek Cîgirê Şaredar hate hilbijartin.

Cîgirşaredarê Lambethê Berzencî ji bo The Hall Kurdiyê axivî.

Cllr Sarbaz Barznji Cîgirşaredarê Lambethê

Ez kêfxweş im ku dibînim bêtir Kurdên me bi awayekî aktîf beşdarî civaka Brîtanî dibin. Kêfxweş im, navê min Sarbaz Barznji ye û ez bi eslê xwe ji Başûr im; ez di xortaniya xwe de wek penagehekî hatim Londonê. Ez endezyarê saziya me û hîndekarê mêvan im li zanîngeheke li Londonê.

Beşdarbûna siyasetê di nav xwe de gelek çalakiyan dihewîne ku bi rêya wan mirov li ser cîhanê ramanên xwe tîne ziman û wan pêş de dixe. Meriv dibîne ew çawa tê birêvebirin û dixwaze tê de cî bigre û şikl bide biryarên ku tesîr li jiyana me dike

Prensîba rêveberiya demokratîk xwe dispêre wê baweriyê ku dibêje her kes mafê xwe heye beşdarî pêvajoya biryardayîna biryara ku dê jê tesîrdar dibe, bibe.

Siyaset ji ya ku em dizanin bêtir bandorê li jiyana me ya rojane dike. Siyaset zanista bikaranîna çêtirîn a çavkaniyan ji bo başkirina her kesî ye. Ew têgihîştin û jêhatîbûnek hêja divê.

Partiya Karkeran her tim bi gel re bû. Ew ji bo ku ji mirovên asayî re bibe dengekî ava bû û ji bo baştirkirina jiyana xelkî hêzê dixwaze. Partiya Karkeran xwedî dîrokek serbilind e ku di jiyana mirovan de li seranserê welatê me cûdahiyek mayînde çêkiriye, bi destkeftiyên ji NHSê bigrin heya mûçeya herî kêm.

Ez rasterast wek endamê meclîsa şaredariyê hatim hilbijartin û niha jî wek cîgirê şaredar hatim hilbijartin. Ez her tim di nava civaka xwe de bûm û bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên civatê bûm. Bi endambûna meclîsa şaredariyê ez ê çêtir xizmeta civaka xwe bikim.

Peyama min ji bo gelê Kurd û ciwanên civakên me ev e; di her sektora ku hûn lê bin de çi ji destên we tê bikin û dema xwe ji bo baştirkirina xwe û civaka xwe bikar bînin, gelên bindest jibîr nekin, xwedî li mafên  mirovan derkevin. Koka xwe jibîr nekin. Her tim li hêla gel bin û bibin endamekî berhemdar yê taxa xwe, civata xwe û civaka Brîtanî. Berjewendiya civakê bixin pêşiya berjewendiya xwe.

Cllr Sarbaz Barznji Hejmar 6 Hezîran 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Rêvebirê The Hall Kurdîyê

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 6 Derket

Ji Edîtor 6

Qiralîçe Elîzabetha II. : 70 sal li ser text

Roza Salîh: Yekem penabera hilbijartî li Şaredariya Glasgowê ya Skotlande

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.