■ Ez te pîroz dikim beriya her tiştî. Tu bi malbata xwe re wek penaberekê hatî û we xwe sipart vî welatî. Ez dixwazim çîroka te hîn bibim. Hûn kengî û çawa hatin?
Ez di 12 saliya xwe de tevî malbata xwe hatim vî welatî. Malbata min li Kurdistana Iraqê (Başûr) beşdarî siyasetê bûbû û ji ber sedemên ewlehî û emniyetê malbata min biryar da ku welatê xwe biterikînin û xwe bispêrin Skotlandê. Em jî wek gelek penaberên din li ewlehiyê digeriyan û me xwe gihand vir.
■ Te xwendina xwe hemû li Scotlandê temam kiriye? Te çi xwend li zanîngehê?
Di sala 2013an de min li zanîngeha Strathclyde beşa Hiqûq û Siyasetê BA qedand.
■ Tu beriya ku bibî siyasetmedar aktivîsteke mafên mirovan î. Hêj di 15 saliya xwe de te Glasgow Girls damezrand. We gelek karên baş jî kirine. Dikarî ji me re hinek behsa Glasgow Girlsê bikî? Çi ye û ji bo çi we ev kom ava kiriye?
Min di 15 saliya xwe de bi hevalên xwe yên dibistanê re Glasgow Girls/Keçên Glasgowê damezrand. Yek ji hevala min Agnesa danê sibê ji aliyê Karbidestên Koçberiyê ve ji mala wê hate hildan û hat binçavkirin ku ji bo Kosovayê were dersînorkirin. Glasgow Girlsê bal kişand ser muameleya li penaxwazan li Brîtanyayê, hişmendiya civakê bilind kir û dawî li girtina zarokan li Brîtanyayê anî. Bi saya kampanyaya me gelek malbatan, malbata min jî tê de, efû wergirtin. Kampanyaya me ewqas serkeftî bû ku me di sala 2005an de xelata salê ya kampanyaya Siyasetmedaran û Xelata Dianayê wergirt.
■ Ji aktivîstiyê te berê xwe daye politikayê. Û tu berê jî bûyî namzet û îsal di hilbijartina 5ê meha Gulanê de cara yekem hatî hilbijartin. Dikarim bipirsim gelo çima politika? Û çima Scottish National Party?
Piştî Keçên Glasgowê ez ji siyasetê bêtir agahdar bûm û min dît ew çawa bandorê li jiyana me ya rojane dike. Di sala 2014an de ez wek xwendekar beşdarî referandûma serxwebûna Skotlandê bûm û min xwendekaran teşwîq kir ku xwe qeyd bikin û deng bidin. Vê yekê bala min kişand ser Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) û ez bûm endam.
■ Ji bo 4 salan tê li Councilê kar bikî. Sîstemeke çawa heye li Scotlandê?
Ez kêfxweş im ku bibim endama meclîsê û vê dawiyê wekî Bailie hatim tayînkirin ku nûnertiya bajarê xwe Glasgowê bikim. Gelek meclîsên me hene û her meclîsek ji bo komîteyên cuda tên hilbijartin ku dê dema xwe li ser mijarên taybet ên wekî tenduristî, perwerde, xebatên civakî û hwd. vediqetînin…
Ez ji bo çend komîteyan hatim hilbijartin û yên sereke jî bihêzkirina civakê û veguhestin e.
■ Baş e hedefên te çi ne? Çi xizmetan tu dixwazî bikî? Dikarî ji me re hinek behsa projeyên xwe bikî?
Ez ji hêla gelê Greater Pollok li Glasgow ve hatim hilbijartin, ji ber vê yekê ez dixwazim ji vê civakê re xizmetê bikim û heke pirsgirêkek wan hebe alîkariya wan bikim. Ez dixwazim bi ciwanan re tevbigerim û meclîsên civatê yên di wargeha xwe de bi hêz bikim. Di beşa min de pirsgirêkên veguhestinê hene û ez dixwazim veguhestina gelemperî baştir bikim.
■ Wek aktivîstekî ji bo Kurdan û Kurdistanê jî xebatên te hene. Tu çûyî Bakur jî. Ji vir şûnde jî ev xebatên te ji bo Kurdan dê bi çi şiklê berdewam bibe?
Ez li Kurdistanê hatime dinyayê û bi mîrateya xwe serbilind im. Ji bo doza mafên gelê Kurd çi ji destê min bê ezê bikim. Wek hûn jî dizanin ez çûme Kurdistana Bakur. Min raporek li ser asta binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê nivîsand û ev yek bi rêya sendîka û rêxistinên cuda belav kir. Niha ez endameke encumenê me û xelk jî dizane ku ez li Kurdistanê hatime dinê. Ev bi serê xwe destkeftek e ku cîhan jî nasnameya min a Kurdî dizane. Di paşerojê de ez hêvî dikim ku Glasgowê bi yek ji bajarên Kurdistanê ve girê bidim. Xewna min ev e.
■ Kişf e ku tu keçeke kurdewar î. Lê ez dixwazim hinekî te nas bikim, tu xwe çawa terif dikî?
Ez şanaz im ku Kurd im û li Kurdistanê ji dayik bûme. Lê ez serbilind im ku Skotlandî û Glaswegiyanî me jî. Ez bi amadekarî, siyaset û nûçeyan re eleqedar im.
■ Ji bo bajar û welatê ku tu aniha lê dijî çi dikarî bêjî? Li ba te cihê wan çi ye?
Ez ji bajarê Glasgowê hez dikim ku ez hewandim. Min xwendina xwe li Skotlandê qedand û li vir hevalên hêja peyda kirin. Ez spasdar im ji bo derfeta ku vî welatî daye min û spasdar im ji bo piştgiriya mezin a ku min standiye da ku ez bigihîjim cihê ku îro lê me.
■ Weke keçeke Kurd a serkeftî peyama te ji bo ciwanên Kurd û nexasim ji bo keçan dê çi be?
Hûn kî bin bibin ew kes û ji bo baweriyên xwe berxwe bidin, her çend carinan ew bi zehmet û dijwar be. Di doza xwe de bi israr bin û pêbawer bin, ger hûn dev jê bernedin hûn ê bigihîjin tiştê ku hûn dixwazin. Ger we cara yekem çênebe, dîsa biceribîne.
■ Ji xeynî van, tiştekî tu bixwazî lê zêde bikî heye gelo?
Spas ji bo vê derfetê. Ez hêvî dikim ku min keçên ciwan li her deverê teşwîq kiribin ku bi xwe bawer bikin.
Birêz Roza Salih wek Kurdekî ez te ji dil û can pîroz dikim û bi xebatên te jî serbilind im. Ji bo vê hevpeyvînê jî gelek spas dikim.
Hevpeyvîn: Erol Basak