Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê Bi babeta “Jin Jiyan Azadî” cara duyem di meha Gulanê de di rojên 12,13 û 14ê mehê de hate lidarxistin. Seranserê 3 rojan de 20 fîlm û belgefîlm û 16 kurtefîlm hatin nişandan. Digel van, çalakiyên wek konser, dance û pêşangeh jî di nav de gelek bernameyên navberê jî hatin saz kirin. Di organizasyona festîvalê de jin pêşeng û serdest bûn. Yek ji wan jinên serkeftî jî Maila Ahmad bû. Maîla erka Dîrektoriya Çêkeriyê hilda bû ser milê xwe.
Me pê re li ser festîvalê sohbetek kir
Ez dixwazim di destpêkê de we pîroz bikim ji bo duyemîn Festîvala filmên kurdî li Amsterdamê. Bi me festîvaleke serkeftî bû. Gelo atmosfera festîvalê îsal çawa bû li gorî par û bi we çawa derbas bû?
Gelek sipas dikim. Bi ya min divê herî zêde em pîrozbahiyê li fîlmçêkerên hêja bikin ku karîbûn îsal bernameyeke balkêş û cihêreng ji me re pêşkêş bikin. Ew çêkerên jêhatî ji herçar parçeyên Kurdistanê nebûna, em ti carî nedibûn xwedî festîvaleke fîlman.
Atmosfera di festîvala vê salê de dîsa atmosfereke pir erênî û zindî bû. Mijareke me ya pir giran hebû ku ew jî Jin Jiyan Azadî bû. Peyva femînîst a Kurdî ku piştî kuştina hovane ya Jîna Emînî li çaraliyê cîhanê geriya. Di bernameya sereke û bernameya me kêlekê de gelek xalên têkel hebûn, ji ber vê yekê di wan kêliyan de giran bû. Lêbelê, me çend stranên protestoyê hebûn ku me hemî dîsa pê ew qas hêzdar û hêvîdar hîs kir.
Weke ku em dizanin, gelê Kurd gelê herî bi hêvî û geşbîn e, ji ber vê yekê we dikariya di wê dawiya hefteyê de vê yekê bi rastî hîs bikira. Nimûneyeke din a ku min ji bo bîskekê hîs kir ku em li Kurdistanê ne, ew bû ku çend kesên ku di festîvalê de li hev civiyan, çend kursî û mase li restorantê kom kirin û jûreya xwe ya rûniştinê çêkirin û çay bi çerezên kurdî vexwarin. Ew ji min re mînakek bêhempa bû ku çawa festîvala me civaka me li vir li Amsterdamê vedigerîne hev.
Babeta Festîvalê Jin Jiyan Azadî bû. We ev babet çima û çawa hilbijart?
Berî her tiştî çimkî ew girîng e. Em wisa hîs dikin ku cîhan û gelê Kurd jî yên ku ne ji Rojhalatê ne, nizanin ku ev serhildan ji ya îranî û farisî wêdetir serhildaneke Kurdan e. Ew jineke Kurd bû ku hat kuştin û reftarên tund û tûjtir bi gelê Kurd re ji tundûtûjiya ku li bajarên farisî yên Îranê dihat kirin, tundtir bû. Divê em dev ji paşguhkirina vê berdin. Dîsa Jin Jiyan Azadî hevokeke kurdî ye û ji ber ku jinên me bi xurt, wêrek û bi hêz in. Divê em wek gelê Kurd nîşanî cîhanê bidin ku em girîngiyê didin çîrokên jinên me yên Kurd. Di bûyerên dawî û dîrokî de jinên Kurd ji wê zêdetir ku dinya destûrê dide xwe nîşan daye ku jêhatî ye. Me xwest em nîşanî Amsterdamê bidin ku em li cem jin û mêrên Rojhelatê ne û divê ew jî li cem wan bin.
Bala min kişand, organîzatorên festîvalê û wezîfedar piranî jin bûn. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Endûstriya filman bi pirranî di destê mêran de ye. Gelo bi zanebûn we jin hilbijartin? Têkiliya wê bi babeta festîvalê re heye?
Ev bi rastî tesadufek e û ne tiştekî ku me bi zanebûn kiriye armanc. Ez dixwazim bila ew bibe yekem tişt ku eşkere dike zayend ne girîng e. Lêbelê, wekî ku hûn bi xwe behs dikin, em bi rastî di normeke civakî de asê mane, nemaze di vê endustriyê de, ku mêr bi hejmar zêdetir in. Ji ber vê yekê bo min girîng e ku bertekek li hemberî wê hebe. Ji her tiştî wêdetir piştî festîvala îsal dîsa ez matmayî mam ji jinên Kurd re. Awayê ku tîmê gav avêt da ku vê festîvalê bibe serî û axir serkeftinek berbiçav bi dest xist, hêjayî pîrozkirinê ye.
Ez difikirim ku ev babet ji aliyê piraniya komiteya me ve hate hilbijartin. Çimkî bi endamên organîzastona me re jî gelek têkildar bû, ev tê vê wateyê ku malbat vedigere male. Ez bawerim û hêvîdar im ku em hemû jî mêr bûna, me yê dê vê temayê hilbijarta.
Eleqe ji festîvalê re çawa bû? Fîlm çiqas hatin temaşe kirin? Ji bo rêjeya tijîbûna salonan çi dikarî bêjî? Ji bo bertekên bîneran çi dikarî bêjî?
Em dizanin ku ji sala çûyî zêdetir ziyaretvanên me hebûn û ev jî tê vê wateyê ku em mezin dibin. Loma em di nava ziyaretvana de geriyan, tim bi wan re bûn. Gelek hêman hene dikarin rêjeya mêvanên we diyar bikin. Di dawiya hefteyê de hewa li vir pir xweş bû ku ji bo festîvala fîlman ne pir baş e, ji ber ku mirov tercîh dikin ku li ber tavê rûnin. Lê tevî vê, me dîsa jimareyek baş hebû û em tenê plan dikin ku sala bê van hejmaran dîsa zêde bikin. Bilêtên şeva vekirinê çend roj berya promiyerê de qediyan. Ev gelek baş e. Di dawiya hefteyê de çend fîlmên din hatin firotin û her êvar cîh bi kesên ku piştî fîlman li govendekê digeriyan re tijî dibû. Helbet di bernameya me ya kêlekê de muzîk û hinek govend û halparke jî hene. Hûn dizanin Kurd çiqas ji govendê hez dikin haha. (dikene)
Ez vê yekê jî meraq dikim. Tu girseya hatiye festîvalê çawa dikarî pênase bikî? Li Amsterdamê civakeke çawa ya Kurdan heye? Yên hatin festîvalê bi pirranî kurd bûn an yên nekurd? Ciwan çiqas hebûn?
Ji festîvalê tişta ku ez herî zêde jê hez dikim civaka me ye. Û bi taybetî jî ew yek (festîval) ji wan çalakiyan e ku bala Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê dikişîne. Bi rastî em li AKFF’ê dibin yek. Hûn dikarin bibêjin ku di nava civata kurd a li vir de pirr pêwîstî bi vê yekê heye. Em bi gelemperî tenê diçin çalakiyên ku kesên bi heman zaravayê diaxivin lê ne an ji heman beşê ne. AKFF hewl dide wan bariyeran ku ji bo me asteng in, bişkîne. Civaka li vir bi rastî cihêreng e. Ez dikarim bibêjim ku beşeke mezin a nifşa yekem a dîasporaya kurd heye ku di salên 80 û 90’î de hatine vir. Ew kurdên ku ji nû ve hevûdu bibînin, çîrokan parve bikin, li zarokatiya xwe li ser ekranê temaşe bikin, bi hev re bigirîn, cih bidin wan travmayan û bi kesên ku tam di heman demê re derbas bûne re têkilî daynin. Min ev kom ji xwe ra kiriye armanc e ku ez herî zêde pê eleqedarim. Ji her kesî bêtir, ew hewceyê vê cîhê ne. Beşek din a mezin a temaşevanan nifşê duyemîn in. Kesên mîna min ku di nav protestoyan de mezin bûn, dewa welatê xwe dikirin ku ji bo wan ne pêkan bû biçinê heya demeke nêzik. Tu dizanî jixwe. Diyaspora hîna jî bi kokên me ve pir girêdayî ye û em dixwazin kesên ku heman çîrokan parve dikin, yên ku heman travmaya nifşan hildigirin bibînin. Em dibînin ku ev jî bi piranî mirovên afirîner in. Yên ku dixwazin van çîrokan jî bi formên nû vebêjin. Ev cîhê pêwendî danîn û pêkanînî ye jî ku hûn dibînin.
Û helbet koma dawî bi rastî jî kesên ne kurd in. Ew ji Amsterdamê, ji deverên din ên Hollandayê an jî ji dîasporayên ne kurd in ku bi çîrokên kurdî re eleqedar dibin. Ew mirovên ku her dem kula dilê me dizanin ev in. Her dem wextê xwe vediqetînin ku ji rêxistinê re bibêjin ku ev festîval ji wan re çiqas girîng e, ev festîval çawa wan perwerde dike. Pir girîng e ku ev festîvala li Amsterdamê hebe. Hem ji bo ku civaka kurd bi hev ve girêbide û hem çîrokên xwe ji civaka nekurd re vebêje.
Amsterdam wek bajarê festîvalan tê zanîn. Hûnê bikarin ji vê taybetmendiyê sûdê werbigrin? Wek komiteya rêveberiya festîvalê Hedef û armanca we çi ye? (Hun dixwazin bigihin kê û çi peyamê bidin) Gelo festîval dê berdewam bibe û bikare her sal bê lidarxistin?
Tişta ku ez dikarim garantî bikim ev e ku festîval dê bi rastî jî berdewam bike. Ji bo civata me ya Kurdî pir girîng e û ya ji her tiştî girîngtir ev e ku kesên li derveyî civata me karibin çîrokên me hîn bibin. Amsterdam bi rastî bajarekî gelek festîvalan e lê belê hûn dikarin bibêjin ku ji bo AKFFê gelek daxwaz heye. Em jî wek hemû festîvalên din girîng in û mafê me yê hebûnê jî heye. Armanca sereke ev e ku bi rastî festîval hîn bêtir mezin bibe, bi hêvî me rojên din em lê zêde bikin, bêtir bernameyên kêlekê di festîvala me de hebe. Amanc: em festîvalê mezin bikin ku ji festîvaleke fîlman wêdetir û zêdetir be.
Gelek spas ji bo bersivên te. Tiştekî ku tu bixwazî lê zêde bikî heye?
Spas ji bo ku we di kovara xwe de cîhek ji me re veqetand û ez ji bo her kesê ku hêj me naşopînin re dixwazim bêjim ku bila di platformên civakî de me bişopînin: ‘Amsterdam Koerdisch Film Festival’.
Bi hêvîya ku hûn sala bê de di Gulana 2024ê de bibin mêvanên me!
Xelatên Festîvalê jî wiha hatin eşkere kirin
Xelata Baştirîn Kurtefîlm
The Address, Aram Dildar
Lîstikvana Herî Baş
Halima Ilter, ‘Sinjar’
Lîstikvanê Herî Baş
Qader Jalal, ‘Mind Clemency’
Belgefîlma Herî Baş
Dream’s Gate, Negin Ahmadi
Derhenerê Herî Baş
Zahavi Sanjavi, ‘Imad’s Childhood’
Pevxistina Herî Baş
Transient Happiness, Sina Muhammad
Xelatên Akademiya AKFFê
Xelata 2eminiyê
Adnan Zandi, Habibullah
Xelata 1eminiyê
Dilpak Megeed, My Mother and I