Çend sal berê dema li bajarê Tûsê çûm aramgeha Firdewsî, min Şehname bi tevahî nexwendibû. Lê helbet nav û dengê Firdewsî û beşên Şehnameyê ku min xwendibûn, bandoreke mezin li ser min kiribû. Jixwe taybet, ji bo Firdewsî bi rêya Tûsê ketibûm.
Firdewsî (935–1020) helbestvanê Îranî yê serdema Samanî û Xezneyîyan e. Di dema wî de berhemên kevn bi zimanê Pehlewî bûn. Ew jî fêrî wî zimanî bû û Şehnameya xwe ya navdar nivîsî.
Berya Firdewsî, gelek kes bi pey nivîsîna dastanên Îranê ketibûn. Hikumdarê Sasanîyan Nûşîrewan jî ev dastan dabûn nivîsîn. Pirtûka bi navê Xudeyname ku ji alîyê Danişwer ve hatibû nivîsîn, piştî têkçûna Şerê Qedîsîyeyê ketibû destê Ereban û ji Xelîfe Omer re hatibû şandin. Rûzbîh Ibn Muqeffa vê berhemê di sedsala 8an de werdigerîne Erebî; lêbelê piştre winda dibe.
Piştî desthilata Ebasîyên Ereb qels dibe, di dema dewleta Saffarîyan de berhema Danişwer ji Pehlewî bi bal Farisî ve tê wergerandin û bi navê Şehname di sala 879an de tê çapkirin. Piştî çil salê Saffarîyan, dewleta Samanîyan jî vê kevneşopîyê didomîne. Di dema Xezneyîyan de Firdewsî bi pey destxetên berê dikeve û di çil salîya xwe de dest bi nivîsîna Şehnameyê dike. Nêzîkî heştê salîya xwe berhemê diqedîne û pêşkêşî Siltan Mehmûdê Xezneyî dike. Lêbelê wezîr û şêwirmendên siltan dexesîyê dikin û Firdewsî neçar ji Xezneyê direve. Dema dimire jî bi Rafizîtîyê tê tohmetbarkirin.
Şehname, ji 60 hezar malikê pêk tê. Ji şahê yekem Keyûmars heta serdema Yezdîgîrdê Sêyem, dîroka Îranê vedibêje. Vehûnaneke ezamet û nuwaze ye. Dastan; bi navê xwedawendê ku aqil û can afirandine dest pê dike. Li gor Firdewsî; hizra mirovan rêyekê nabîne ku xwedê têbigihîje. Jixwe pêwîstîya xwedê bi nav û navnîşanê tune ye. Hiş tenê dikare ji ya dibîne re peyvan çêke. Lewra Firdewsî mijara pesindana xwedê dirêj nake û berê xwe dide hiş û aqil. Beşa yekem; pesindana hiş e. Bi dûvdirêjî pesnê aqil dide. Tişta herî qenc ya ku xwedê daye hiş e. Pesindana hiş, rêya herî qenc e. Hiş; canewereke nemir û kakilê jîyanê ye. Hiş; çavê ruh û giyanî ye… Mirov di kêm berheman de bi qasî Şehnameyê pesindana aqil û hiş dibîne.
Piştre beşên wek afirandina ‘alemê, afirandina mirovî, afirandina rojê, afirandina heyvê tên. Piştî pesindana pêxember, beşa behsa nivîsîna Şehnameyê, pesindana Ebû Mensûr û Siltan Mehmûd heye. Û dastan bi çîroka Keyûmars dest pê dike. Keyûmars li ser cîhanê mirovê yekem e ku tac daye serê xwe. Bi awireke îran-sentrîk (ne fars) dastanên Pîşdadî û Keyanîyan têne vegotin. Dehaq wek Ereb tê nasandin û di wê beşê de navê Kurdan derbas dibe. Ji ber ku navê Farisan derbas nabe, mirov dikare bibêje ew gelê ku Firdewsî di navendê de dastanên wan vedibêje Kurd in. Lêbelê vê yekê bi zelalî nabêje. Ew, nasnameya Îranîbûnê derdixe pêş.
Mezinkirina Zal ya ji alîyê teyrê Sîmurx ve vegotineke fantastîk e. Çîyayên Elburz, Demawend û alaya Kawa ku ji rengên sor û zer û mor pêk tê, motîfên balkêş in. Cîhan li Îran (Îrec) û Tûran (Tûr) û Rûmê (Selm) tê dabeşkirin û karakterîstîka her yekê tê vegotin. Tûran êrîşkar e, Rûm parastvan e, Îran jî senteza herduyan e. Rustem û bavê wî Zal di navenda vegotinê de ne. Tenê Efrasîyabê Turanî dikare bireve û canê xwe xilas bike, ji Rûstemê ku ti dêw û qareman ji derbê wî xilas nabin.
Firdewsî jîyana bi debdebe û xweşbext ya şeh û padşehan weke xewnekê li ber çavan radixe. Bi gotinên herî xweş wesf û pesnê wan dide. Behsa qencî, neqencî û qaremanîya wan dike. Tim gotinê tîne ser bêwefabûna dinyayê û pesnê fezîlet û qencîyê dide. Ji vî alîyî ve; pir ji dastanên Homeros yên bi navê Îlyada û Odysseia bilindtir û balkêştir e. Her cara gotin tê ser bêwefabûna dinyayê mirov difikire; ew şeh û padşehên ku ev dastan bihîstine gelo çawa dîsa jî di ser xwe re çûne û xirabîyên mezin kirine? Qey pê nehesîyane ku cîhan ji kesî re nemaye û namîne!
Firdewsî bi Şehnameyê, bîra neteweyeke pir xurt ava kiriye. Hemî nifşên Îranî bi vê berhemê dikarin bîra xwe (em û ew) binasin. Ji Îranîyan re gerdûneke bê dawî ye. Ji bo me Kurdan ibret e. Jixwe ya ku Şehname ji nû ve bi min da xwendin, xebata min ya li ser hişê Kurdî bû.
Şehnameyê bandoreke mezin li ser huner û edebîyatê jî kiriye. Bi bandora Şehnameyê gelek berhemên wek Samname, Gurşasbname, Ferâmurzname, Cîhangîrname, Behmenname û Berzûname hatine nivîsîn. Her wiha gelek caran li gelek zimanan hatîye wergerandin. Di dema dewleta Eyûbîyan de, Şerefedîn Îsayê nevîyê Selahedîn Eyûbî jî wergera Şehnameyê kiriye.
Çawa bandora xwe li hemî gelên Aryanî û mîtolojîya cîhanê kiriye, her wiha di bîra Kurdî de jî taybetmendîyeke Şehnameyê heye. Xuya ye ev taybetmendî heya niha baş nehatiye vekolan û nîqaşkirin.
Firdewsî ji bo Şehnameyê wiha gotîye:
Besî renc burdem der în sali sî
Ecem zinde kerdem bedîn Parsî
Min di vî sih salî de gelek cefa kişand, Ecem bi vê Farisîyê zindî kir. Ehmedê Xanî 600 sal piştî Firdewsî bi sirûşa Şehnameyê, Mem û Zîn bi Kurdî nivîsî û wiha silav li Firdewsî kir:
Safî şemirand vexwari durdî
Manendê Derî lisanê Kurdî
Înaye nîzam û intizamê
Kêşaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Tûs û aramgeha Firdewsî ji bo min yek ji welatên xewnistanê bû. Pêjna mîtolojîyên hezar salan ji peyker û nîgar û resman dihat. Ohrmazd baskên xwe bi ser Aryanê de vegirtibûn. Bîra kûr digot ez li vir im, neçûme ti derê. Li xwe hay bin. Hûn li kur in!
[Nîşe: S. Feysel Muctevî, Şehname bi wezn wergerandîye Kurdîya Kurmancî. Xweş xeber e ku wê îsal Kurdîya Şehnameyê ji alîyê Weşanxaneya Peywendê ve were çapkirin.]
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol