Pereyên krîpto di salên dawî de hema hema ketiye rojeva her kesî. Îro bi milyonan kes xwediyên coinan in. Ev yek ji bo pêşveçûna bazarê gelek baş e lêbelê gelek rîskan jî bi xwe re tîne. Di demên dawî de tevî coinan gelek borse jî derabeyên xwe digirin. Platformên sextekar dawî li xizmetên xwe tînin û veberhêneran mexdûr dikin.
Gava yek pereyekî krîpto bistîne divê ewil vê yekê bifikire; Gelo ez ê çawa bikaribim biparêzim?
Ji bo parastina pereyên krîpto riya herî baş cizdan ango walletên dijîtal û fizîkî ne.
Di bazarê de gelek cizdanên fizîkî hene. Ev cizdan bi qasî flashdîskê ne û bi şîfreyan tên parastin.
Wek pêşniyazê ez dikarim navên wan cizdanan binivîsim;
- Ledger Nano X
- Trezor Model T
- CoolWallet Pro
- KeepKey
- Ellipal Titan
- Safepal S1
- SecuX V20
- Keystone Pro
Ji vana re cizdanên sar jî tên gotin. Maneya ‘sar’ ev e ku înternet bi vana re nayê girêdan û heta ku we nexist kompîturê bi torê re girêdan pêk nayê. Ev tişt jî wan ewletir dike. Ev cizdanên li jor bi temamî fizîkî ne û ji înternetê tên sîparîşkirin. Piştî we sîparîş kir û hat, li gorî rêbera di qutiyê de hûn dikarin saz bikin. Lêbelê di dema sazkirinê de divê hûn “peyvên nepen” ji bo ku jibîr nekin li ser kaxizekê binivîsin da ku rojekê we şîfre ji bîr kir an jî cîhaz wenda kir hûn karibin pereyên xwe yên krîpto xilas bikin.
Cizdanên fizîkî di salên dawî de eleqeyeke zêde dibînin. Kesên profesyonel bi taybetî van cizdanan bi kar tînin. Lêbelê ev ne şert e. Heke hûn naxwazin vana bistînin hûn dikarin wek sepan jî li ser telefona xwe yan jî kompîturê pereyên xwe biparêzin.
Li jêr ez ê behsa 5 sepanên herî baş ên walletê bikim. Ez bi xwe jî van sepanan bi kar tînim û pêşniyaz dikim. Li gorî bi hezaran pirs û bersivan gelek kesên profesyonel jî van sepanên jêr pêşniyaz dikin. Sazkirin û bikaranîna van sepanan hêsan û wekî yên fizîkî ji bo wan jî divê hûn di kaxizekê de “peyvên nepen” biparêzin.
Herwiha ez dikarim vê tiştê bi bîra we bixim. Îro gelek cizdanên pir-coin bi “peyvên nepen” dixebitin. Lê heke yek coin tenê hebe wek mînak Bitcoin an jî Ethereum hûn dikarin “mifteya nepen” (private key) jî kopî bikin û li cihekî bêînternet biparêzin.
Cizdanên pêşniyazkirî ev in;
Coinomi
Coinomî di telefon û kompîturan de dixebite. Bikaranîna vê pir hêsan e. Di bazara krîptoyê de em dikarin bibêjin yek ji sepanên ewil e. Di Coinomiyê de hûn dikarin 1800 coin û tokenan biparêzin. Ji bo ku him kevn û pêbawer e, him jî piştgiriya gelek toran dike îro ji aliyê bi milyonan kesî ve tê bikaranîn. Wekî din, di Coinomiyê de NFT’yên ERC-721ê jî tên parastin.
Coinomî zêdetirî 8 sal in xizmetê dide. Heta niha êrîşeke berbiçav a sîber lê nehatiye kirin. Lêbelê dîsa jî divê hûn baldar bin û dema we krîptoyên xwe lê bar kir hay ji daneyên telefonê hebin û “peyvên nepen” li cihekî ewle biparêzin.
Exodus Wallet
Exodus Wallet di bazarê de nû ye. Lêbelê ji roja ku derketiye heta niha eleqeya ji bo wê her ku çû zêde bûye. Ev cizdan gelek sade û hêsan e. Wekî cizdanên din ne tevlîhev e û bikaranîna wê gelek rihet e. Ji bo kesên ku naxwazin serê xwe zêde biêşînin Exodus cizdaneke baş e. Di vê cizdanê de zêdetirî 130 coin tên parastin.
Coinbase Wallet
Cizdana Coinbase Walletê jî gelek tê tercîhkirin. Bi temamî ji aliyê bikarhêneran ve tê kontrolkirin. Bi saya ku borseyên mezin li paş in hûn dikarin bi dilekî rihet bi kar bînin. Di Coinbase Walletê de piştgiriya NFTyê jî tê dayîn. Ev yek jî danûstandina NFTyê hêsantir dike. Coinbase Walletê li tevahiya dinyayê wek borseya herî pêbawer tê zanîn.
Atomic Wallet
Ev cizdan gelek rihet e û dikare 300 coinan bihewîne. Li ser kompîturê jî bernameyeke wê ya gelek rêkûpêk heye. Wekî din hûn dikarin bi karta krediyê ji ser vê sepanê coinan jî bistînin.
Trust Wallet
Ev cizdan di rêza dawî de ye lêbelê ev nayê vê maneyê ku xirab e. Gelek blockchainên “smart contract” di vê cizdanê de tên parastin. Trust Wallet di sepana telefonê de jî derfeta girêdana bi dApp’ê dide. Hûn dikarin ji (Borseyên Bênavend) DEX’an danûstandina coinan bikin. Hûn dikarin bi dilekî rihet Trust Walletê bi kar bînin. Ez bi xwe jî ji bo parastina coinên Binance Smart Chain û Ethereum ê vê cizdanê bi kar tînim. Trust Wallet tevî BEP2, BEP20, ERC20, TRC20 û ERC271î piştgiriya tora Solanayê jî dike. Hûn dikarin bi dilekî rihet coin û tokenan tê de veşêrin. Di Trust Walletê de parastina NFTyan jî dibe.
Di dawiyê de divê ez bibêjim; Pereyên krîpto wek xwezayî pir birîsk û talûke ne. Her roj bi sedan nûçeyên sextekariyê tên bihistin. Beriya ku we pere li krîptoyan razand lêkolîna xwe baş bikin.