Komeleya Kirkisrakiyan li Londonê festîvalek li dar xist. Di çarçoveya festîvalê de gelek hunermedên Kurd û Tirk konser dan. Yek ji wan jî Stranbêjê kurd ê gewre Şivan Perwer bû.
Kirkisrak gundeki Kurdên Elewî ye li Kayseriyê ye. Di sala 2005an de wan li Londonê tevî gundên dorhêlê komeleya xwe ava kirin. Ev çend sal in ji bo parastina çanda xwe û ji bo hevnasîna miletên xwe festîvalên bi vî rengî li dar dixin.
Îsal dora 10 hezar kesî beşdarî festîvalê bûn. Piştî pandemiyê ji bo bêhnvedan û hevnasînê festîval îmkaneke mezin bû. Bêguman piraniya wan bes ji bo dîtin û guhdariya Şivan Perwer hatibûn.
Serokê Navenda Piştevaniyê ya Kirkisrakiyan Ali Demirci ji bo kovara me agahiyên festîvalê parve kirin.
Ev du sal in ji ber pandemiyê ti çalakiyên me yên civakî çênedibûn. Me xwest bi festîvaleke mezin hemû gundiyên xwe û miletên gundên dorhêlê û hemû pêkhateyên navenda piştevaniyê li hev bicivînin û festîvaleke gelek xweş jî çêbû. Gelek hûnermend hatin. Bi saya hûnermend Zeynep Baksi, Şivan Perwer, Murat Çelik, Kara Hasan û Ozkan Orman û tîma Sazbendê ku di komeleya me de perwerde bibûn û tîma folklorê, festîvaleke rengîn û serkeftî pêk hat.
Şivan Perwer piştî salan cara yekem di Festîvala Kirkisrakiyan de stirî
Bi salane Şivan Perwer nas dikim. Min dizaniya ku gava ez gazî bikim dê were. Hinekan bi min bawer nekir û gotin ew nayê. Lê ew hiqûqa navbera min û Şivanî de nedizanîn. Mala wî ava be Şivan hat û bernameyeke gelek xweş çêkir.
Eleqeya wan ji Perwer re hêjayî dîtinê bû. Piştî konserê kesên ku dixwastin pê re wêne bigrin ketin dorê. Tevî ku rezeke gelek dirêj çêbû Şivan Perwer dile tukesî nehîşt û bi wan re yekbiyek wêne kişand û sohbet kir.
Di nava ewqas qerebalixê de û tevî ku wextê wî gelek hindik mabû diviya biçe, dîsa jî daxwaza me ji bo hevpeyvîneke kurt qebûl kir. Şivan Perwer sedema hatina xwe ya vê festîvalê ji The Hall Kurdîyê re got.
Elewîtî rengîniya Kurdistanê ye, em nehêlin elewiyên me bibin qurbana kesên din
Belê ez naçim her bernameyê. Hinek profesyonelî dixwazim. Lê ev xelkê me yê elewî ne. Komeleya xwe çêkirine. Elewîtî rengîniya Kurdistanê ye, gelek gelek kevn e û ji nav me derketiye. Ehlê Heq bûye Ehlê Beyt. Wisa çêbûye. Yên di teîzmê(Xwedaperestiyê) de bêtir gav avêtine Kurd in. Elewîtî rengekî Kurdî ye. Ji ber wê yekê jî em nehêlin Elewiyên me bibin qurbana kesên din. Elewiyên Tirkan jî hene, yên Ereban jî hene yên Farisan jî hene lê yên Kurdan jî hene. Lêbelê Elewiyên Kurdan navxwe de bicivin baş e û bêtir hinekî Kurdistanî bin baş e. Ev zor girîng e. Mebesta min a hatina vê festîvalê jî bêtir ev bû û li ser dikê min di axaftina xwe de jî ev yek got. Bila miletê Kurd xwe di bin kesekî de nebînin tu carî. Ez jî heme li vê dinyayê, mafê min e, jiyana li ser axa welatê min û azadiya min.
Miletekî ku nexwedî axa xwe be weke dara ku koka wê birî ye. Ku kok hate birin ew dar êdî şîn nabe. Divê ji koka xwe neqete, ev girîng e.
Kurd miletkî mezin e. Eger Kurd bixwe ji xwe re qawetekê, hêzekê çênekin dê belabûyî bimînin. Di vê belavbûyînê de jî nikare ji mafên xwe îstîfade bike. Dijminên Kurdan jî her dixwazin bila Kurd belabûyî bin. Beriya her tiştî ji aliyê zaravî belav bûne, bi welatî belav bûne, bi bawerî belavbûne. Lê Kurd di zarava û baweriyê de pir renginin. Kurdistan jî bêyî îradeya miletê Kurd par û parçe bûye. Ev parçebûn zehmeteke pir mezin daye ser doza miletê Kurd. Ji ber wê hawê Kurd li her hêlên jiyanê çi ji destê wan bê gerek li zimanê xwe, kultura xwe, edeba xwe xwedî derkevin, gerek rêçeke siyasî ya yekbûnê jî ji xwe re bibîne. Gerek van meseleyên olî û mezhebî kêm bikin, bêjin bo miletekî girîngtirîn tişt ax û azadî ye. Miletekî ku nexwedî axa xwe be weke dara ku koka wê birî ye. Ku kok hate birin ew dar êdî şîn nabe. Divê ji koka xwe neqete, ev zor zor girîng e.
Ji ber wê qedr û qîmeta welat zanebûn e. Divê gotina “Kurdistan welatê me ye” ji me ere gotineke pîroz be. Ji zimanê xwe pir pir hez bikin. Pêşeroja zarokên xwe bifikirin. Ev mesele muhîm e. Siyaset û gotina bijî mijî kesî têr nake. Ji me re hinekî akademik xebat lazim in, fêrbûn lazim e. Enstîtûsyon lazim e, dizanî! Îngilîstan welatekî mezin e û pir alîkariyê jî dike. Ji ber vê jî ji Îngilîstanê îstîfade bikin. Heke hûn projeyan amade bikin, plan program deynin pir rihet dikarin mafê perwerdehiyê jî bistînin. Îngilîstan bixwe jî alîkariyê dike. Ji bo sosyal bûn ev komele filan lazim in lê çara her tiştî nîn in. Bila xebatên akademik, enstîtûsyon hebe ew çara her tiştî ye.
Di ziman de fêrgînî ye, di dîrokê de fêrgînî ye, di felsefeyê de fêrgînî ye, di civakê de fêrgînî ye, di her warî de fêrgînî ye. Enstîtûsyon ango ew bingehên akademî gerek çêbibin. Beriya her tiştî ez vê wisa girîng dibinim. Ev 40 sal in ez dibêjim. Hêjî fêrbûn çênebûye. Min dest bi stranê kiriye min gotiye bixwînin. Xwendin mejiyê mirova perwerde dike.
Hûnermendê gewre pesnê kovara me jî da.
Xebata we pir girîng e. Kovar be rojname be bi kurdî derketina wan sûper e. Siheta we xweş. Qet şûn de nehêlin.
Bi saya vê festîvalê bi hezaran kes cara yekem gihiştin îmkana dîtin û guhdariya Şivan Perwer.
Çend ji wan kesên bi siûd hêstên xwe ji bo kovara me parve kirin.
Ozgur Ataş -Xelkê Semsûrê
Hesteke pir xweş e ku meriv guh bide wî. Ez li Stenbolê ji dayik bûm û bi stranên Şivan mezin bûm. Lê ji ber ku wî nikarîbû bihata Stenbolê û ne jî bihata Bakurê Kurdistanê, me heta niha zindî guhdariya wî nekiribû.
Ev cara yekem bû ku ez guhdariya wî dikim. Ew hîn jî hûnermendekî gewre ye. Kêfxweşiyeke wisa baş e ku meriv li Londonê guh bide wî. Ev jî yek ji avantajên mayîna li Ewropayê ye.
Daleel Hagy-Xelkê Qamişlo
Şivan Perwer ji bo gelê bajarê min sembolek e. Dîtina wî di şexsê xelkê Qamişlo de tiştekî dûrî destê xelkê ye, lewra dîtina wî di şexsê wî de hestek nû ya xweş bû. Bi dehan sal e em li stranên wî guhdarî dikin. Bihîstina dengê wî bi zindî ji bo min hema hema yekem tecrûbe ye ku dengekî sanal vegere dengekî rasteqîn. Bi rastî ez spasiya wan kesên organîzatorê vê çalakiyê dikim.
Kadir Koçer-Xelkê Wanê
Ez dikarim bêjim îro ji bo min mucîzeyek bû. Dîtina efsaneya mezin Şivan Perwer ku xwediyê stranên yekem ên ku min di zarokatiya xwe de bihîstibûn gelek xweş bû.
Dema ez zarok bûm, min soz da xwe, ger rojekê Şivan Perwer konserek bide û ez li wê cihê bim, teqez ez ê herim konserê. Ji bo min gelek bi wate ye, bi saya wî min xwe nas kir, nasnameya xwe nas kir. Wî kurdî fêrî min kir. Ez li Stenbolê ji dayik bûm û li wir mezin bûm. Ew yekem kes e ku axa me û zimanê kurdî bi min da hez kirin.
Ez xwe bi şans û siûd dihesibînim ku bi Şivan Perwer re di heman serdemê de dijîm. Salên ku kurdî qedexe bû, min bi dizîka li bandên Şivan guhdarî dikir û heme heme hemû stranên wî jiber kiribûn. Hêj wê demê min bi Kurdî nedizanî. Ez spasiyên xwe pêşkêşî Şivan Perwer dikim ji ber ku keda wî gelek mezin e li ser min. Bi saya wî bi kurdî diaxivim.