The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 7»Ciwan Haco London Rakir Govendê
Hejmar 7

Ciwan Haco London Rakir Govendê

Erol BaşakBy Erol Başak05/07/2022Updated:09/09/2022Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Stranbêjê Kurd ê navdar Ciwan Haco meha çûyî li Brîtanyayê du konser dan. Ewil 24ê Hezîranê li Manchesterê roja din 25ê mehê jî li Londonê derket ser dikê. Her du konser jî organîzasyonên piçûk bûn. Li bajarê Manchesterê piranî gelê me yê ji Başûrê Kurdistanê hene. Konsera wir li eywaneke dawetê hate kirin. Hejmareke diyar ya guhdaran bi malbatî  guhdariya Ciwan Haco kirin.

Konsera li Londonê jî li gorî konsera Manchesterê li eywaneke mezin pêk hat. Dora hezar kesî hatin vê konserê.

Stranbêjê Kurd Ciwan Haco dora du saetan li ser dikê ma û bi stranên xwe gelek caran yên li eywanê rakirin govendê.

Piştî konserê tevî wextê wî yê kêm Ciwan Haco ji The Hall Kurdiyê re axaftineke kurt kir û konser nirxand.

Xort bûm, li Almanyayê min pêwistiya konseran dît.

Xweş bû London. Konser baş derbas bû. Me wextekî xweş borand. Pir xweş bû. Xort bûm, li Almanyayê min pêwistiya konseran dît. Min digot lazime konserên Kurdan çêbin. Gerek şevên me yên Kurdan hebin. Gerek Newrozên me berdewam bin lê gereke konserên Kurdan jî berdewam bin. Piştgiriya wan bikin, ne tenê ya min ya xortan bikin. Herin konseran. Hêvîdar im konserên Kurdan her çê bibin. Ez girîng dibînim. Îro, raste li welêt rewş hebkî zehmet e. Lê îro Kurd li Ewropayê pir in. 3 milyon Kurd li Ewropayê hene. Em dikarin konserên xwe li dar bixin, em xizmeta miletê xwe bikin, em xizmeta welatê xwe bikin baş dibe. Hêdî hêdî piştî vê pandemiyê em dest bi karê xwe dikin.

Hûnermendê gewre aniha rewşa muzîka kurdî baş dibîne

Rewşa muzîka kurdî baş e, ez xirab nabînim. Rast e însan bêwelat be zehmet e, ji çar alî ve em wilo ne pêşketîne. Ji layê muzîkê wê ji sedî sed kêmasiyên me hebin. Lê ez xirab nabînim ez baş dibînim. Gelek dengên xweş ji xortên Kurdan derdikevin, hene, distirînin. Bi xêra gîtarê jî karê wan hêsantir bûye. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim. Êdî divê nifşeke nû derkeve. Em hêdî hêdî porspî dibin êdî. (Dikene ). Kesên nû yên xort, gênc gerek derkevin. Gereke piştgriya wan bê kirin. Miletê me li vir heye. Gereke ew li vê derê piştgiriya konserên me bikin. Ez pêwist dibînim, pir pir pêwist û girîng dibînim vê yekê.

Ciwan Haco ji bo payîz û zivistanê mizgîniya konseran da.

Niha me wek destpêkê çend konser dan, li Parîs, Manchester û Londonê. Em ê ji bo vê havînê bêhnvedanekê bixin navberê. Li Payîzê û zivistanê em ê dest bi tûreka nû ya konseran li ewropayê bikin, ev ji sedî sed e.

Şeveke bi şahî û coş û ken li dar ket.

Di konserê de keçeka Rojavayî gulên ku ji Efrînê anîbûn diyarî dan Ciwan haco.

Kesên hatibûn konserê piranî keç û xortên ciwan bûn. Gelek ji wan jî cara yekem guhdariya Ciwan Haco kirin. Nexasim gelê me yê Bakurî. Lewra xelkê Bakur ji ber qedexeyan bi salane ji dîtina hûnermendên gewre yên mîna Ciwan Haco bêpar in.

Hestên Hin Beşdarên Konserê

Duygu Dogan: Ciwan yek ji girîngtirîn mûzîkjenê zaroktiya me ye. Em bi stranên wî mezin bûn. Albûma wî ya sala 1983an beriya ku ez werim dinê derketibû. Min îro lê guhdarî kir. Yekem care ez zindî dibînim û lê guhdarî dikim. Ez xwe gelek bisiûd dihesibînim. Hêvîdar im em hê salên dirêj bikarin zindî guhdariya wî bikin û deng û stranên wî me ji xwe ve bibe. Ez gelek şa me ku min ew guhdarî kir. Herî zêde min ji kilama “Diyarbekir mala min e” hez dikir û îro jî ciwan zindî got, min li wî guhdar kir. Gelek xweş bû.

Nalî Raouf: Bi rastî konsereke nûwaze bû. Atmosfereke bêhempa hebû. Cara yekem e wî dibînim û guhdariya stranên wî dikim. Mûzîk û enerjiya Ciwan zehf xweş bû. Stranên wî dengê, wî gelek xweş bû. Ew bo min tê maneya her çar perçeyên Kurdistanê. Ji bo min ew gelek tişt e.

Deniz Özdemir: Ciwan Haco navekî mezin e ku di salên 90î de li cihekî dûr muzîka Kurdî ya hemdem çêdikir û ji bo cîhana Kurdî ya nûjen hêvî dida me ciwanên Kurd ên lîseyê.

Temaşevan û guhdarên wî ne mîna muzîkhezên ji rêzê ne ku bes bixwazin Ciwan Haco bibînin biçin konserên wî û pê re wêneyan bikşînin. Ew girseyeke cidî ye ku difikire, analîz dike, şîrove dike û bi muzîkê re têkiliyek wan heye. Tê bîra min ku gelek hevalên min, çi Tirk bin û çi Kurd bin, di salên 90î de li Tirkiyeyê Ciwan dizanîbûn û guhdariya wî dikirin, ev yek min kêfxweş dikir. Ew ji bo me hunermendekî gewre ye ku çand û zimanê Kurdî hînî rêxistinên sosyalîst ên Tirk kir û mûzîka Kurdî ya hevdem gihand gelên cîhanê. Ji bo min kelecaneke mezin bû ku cara yekem li Londonê beşdarî konsera hunermendekî wisa mezin bûm. Tevî akustîka xerab a salonê û organîzasyona neprofesyonel dîsa jî bes ku Ciwan li wir bû û deng da me, em kêfxweş bûn. Ji ber ku me wek xwendekarên lîseyê yên salên 90î, guh dida hemû rêzikên ku Ciwan dinivîsand, noteyên ku wî çêdikirin. Her albûma ku wî derdixist wek bersiveke nûjen bû li hember zilm û zordariya ku em di jiyana xwe ya rojane de dijiyan.

Bi hêviya ku Ciwan bi rêxistinên profesyonel ên baştir re muzîka Kurdî bibe her derê cîhanê…

Ciwan Haco Erol Başak Hejmar 7 Portre Tirmeh 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 15 Derket

The Hall Kurdî 14 Derket

London Underground 160 saliya xwe pîroz dike

The Hall Kurdî 13 Derket

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.