Silavên germ ji Londonê.
Ev bajar ji her alî ve tijî sûrprîz e. Îmkan û derfet gelek in. Cihê azadiyê ye, nexasim ji bo me Kurdan.
Loma dikarim bêjim ku meha Hezîranê gelek xweş derbas bû ji bo Kurda. Lewra du stranbêj û hûnermendên gewre û pêşengên Kurdan Şivan Perwer û Ciwan Haco li vir bûn.
Nizanim London nebûye an ez nehatima vî bajarî gelo min dikariya bi saxî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçûma konserên wan?
Ewrên ewqas reş li ser welatê me hene, meriv nikare xeyala hatina wan a Bakur jî bike.
Min çi dît?
Şivan Perwer bi boneya festîvala Kirkisrakiyan hatibû Londonê. Di çarçoveya festîvalê de qederê saetekê li ser dikê ma û konsereke piçûk da. Lê belê her çendî ew ne festîvaleke zêde cidî be û girseya li wir ne mîna li Kurdistanê qerebax be jî Şivan mîna ku li Kurdistanê konserekê bide bi hesteke kurdewar derket ser dikê. Dîsa cilê Kurdî, şal û şapik li bejnê bûn. Ew dengê wî yê bilind û tesîrdar ne guheriye. Gava li kursiya xwe rûnişt û tembûra xwe lêxist ew dîmena dîrokî ku li ber pêşmergeyan konser dabû hate ber çavên min. Bi rastî demên pir xweş, hestyar û watedar bûn. Ez ji 5-6 saliya xwe vir ve wî dengî nas dikim. Tê bîra min xalê min sala 92an bandeke Şivan bi dizîka anîbû gundê me û cara pêşî min li stranên wî guhdarî kiribûn. Dîtin û guhdariya Şivan bi azadî gelek xweş bû.
Ji bo min rûdana din a serbilindiyê jî dîtina Ciwan Haco bû. Hefteyekê piştî Şivan, Ciwan hate Îngilîstanê. Ji bo wî du konser hatibûn saz kirin. Ya ewil li bajarê Manchesterê bû. Li Manchesterê pirranî Kurdên me yên Başûrî hene. Ciwan Haco di eywaneke piçûk de ji bo wan strî. Rojekê piştî wê jî hate Londonê. Birastî kêmasiyên konserê gelek bûn lê dîtin û guhdariya Ciwan Haco her tişt da jibîrkirin. Ciwan bi stranên coş kesên li eywanê rakirin govendê. Bi henek û gotinên xweş demên pir bi kêf û ken li me borandin. Ciwan zilamekî ji dil û şêrîn e.
Di hejmara vê mehê de nûçe û hevpeyvînên kurt yên van her du hûnermedên gewre cî digrin.
The hall Kurdî vê mehê gelek tijî û rengîn e.
Helbestvan û Nivîskar Necat Zivingî vê carê li ser “Kitêba Muqedes” nivîsî. Bi gotina Zivingî Kitêba Muqedes ji Tewrat, Zebûr û Incîlê pêk tê û ew bi mêzîna eql û zanistê tê de derketiye rewîtiyê.
Dîsa di hejmarê de em ê denbêjeke Rojhilatî bi we bidin nasîn. Sewîm Qoserî nivîsî: Dengbêjî li Radyoya Ûrmîyê û Dengbêj Îran Xanima Mucered.
Kovara Hezîranê de bi hûnermendekî ciwan û serkeftî re hevpeyvîneke me jî heye. Asem Norik Musoyan Kurdekî Êzdî ye li Moskowê. Bi nîgarxêziya xwe bale dikşîne.
Mamoste Zeynelabîdîn Zinar ji bo The Hall Kurdiyê girîngiya berhemên folklorî nivîsî. Di encama xebata wî ya 12 salî de şîret û pêşniyazên wî yên hêja di vê gotarê de hene.
Rewşa weşangeriya kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê babeteke din a vê mehê ye. Rojnameger Mevlût Oguz ji bo kovara me rewş analîz kir.
Hûnermend Hogir Ar li ser Dîroka Peykeran gotarek hazir kir. Ji Misr û Yûnanê bigrin heya peykerên li Kurdistanê derket rêwitiyekê.
Sînema û teknolojî jî babetên din yên vê hejmarê ne. Rûmet Med derhênerê xwedî Xelata Oscarê David Fincher nivîsî.
Digikurd ji bo meraqdarên krîptoyê analîzek kir û 5 Cizdanên Herî Baş Ên Ji Bo Veşartina Pereyên Krîpto amadekirin.
Azadî pir xweş û bitehm e.
Bi hêvîya rojên azad li Kurdistanê…
Dev ji Kurdiyê bernedin.