Li dinyayê piraniya însan di nav dengekî bilind û xirecireke mezin de dijîn. Bi taybetî gelek xebatkar her roj rastî gurmin û tundiya dengê alav û navgînan dimînin. Dengê bîçerê, dengê patozê û heta dengê wesaîda ku rê de diçe ji umrê guhê mirov dibe.
Her dengekî zêde bi demê re tesîr li bihîstina mirov dike. Di nav guhê mirov de mekanîzmayeke tevlîhev heye. Ev mekanîzma ceyrana fizîkî û kîmyewî wek deng digihîne mejûyê me. Di nav guhê me de awayekî dişibe şeytanokan heye. Deng ji cihê fireh heta mûyên bihîstinê digere. Hin xaneyên bi navê sterosîlya ku dişibin mûyan wê ricifîna elektromanyetîk dike deng. Ev tişt bi riya tûreyên laşê mirov diçe mejû. Di mejû de jî ev ricifîn maneyekê bi dest dixe.
Gava deng tê xane diricifin, gava deng neyê xane dîsa xwe rast dikin. Sterosîlya gelek xaneyên girîng û hesas in. Yanê bi demê re zirar dibînin. Gava nebaş bibin xane zû bi zû naricifin û ew jî bihîstinê zehmet dike.
DENGÊ BILIND DIJMINÊ GUHAN E
Gelek însanên ku di karên giran de dixebitin wek rastî dengê bilind tên; bi demê re derengtir dibihîsin. Ji ber ku her roj guhê wan rastî êşeke qêrîn û dengê gurmînê tê. Ev yek awayê sterosîlyayan bi temamî xira dike. Ne tenê ew guhdariya zêde ya bi mûzîkên dengê bilind jî guhê mirov kal dike. Wekî din sal û temen jî qalîteya sterosîlyayan kêm dike.
Wek asayî însan bi 60 desîbelan diaxivin û ew jî di biyolojiya însanan de şertekî tîne guh. Gava deng ji 90 desîbelê zêdetir be roj bi roj umrê guh kêm dibe.
Guhdariya muzîkan dengê dawetan û civatên qelebalix dibe ku tercîha însanan be, lêbelê heke di xebatan de xirecir, teqeteq û dengê çekûcan, gurmîna teqînan were ew ê kerrbûnê hêj kurttir bike.
Ji bo vê yekê pispor ji bo xebatkaran dibêjin her tim berguhkên deng bidin ber guhê xwe. Bi saya van berguhk û bergirkên plastîk ên diçin nava guhan wê tenduristiya guhê mirov jî baştir bimîne.