Di vê nivîsa li dor jiyana hunermend Seîd Yûsiv de, bi min xweş e ku bi vê gotina Seydayê Cegerxwîn destpê bikim: Ger çi milet li wan camêran bi çavekî kêm jî dinere û rûmeta wan nabîne, lê gerek e, em qenciya dengbêj û stranbêjan ji bîr nekin ku zimanê Kurdî bi pêş ve birine û ji mirinê parastine; ji pencê mirinê û nav lepên zimanên bêgane bi mêranî parastine. Lê miletê Kurd, ji ber ku bi xwe nezan bû, nikarîbû rûmet û karên wan yên giranbiha nas bike.
Cegerxwîn, Jînenîgariya min, rûpel 83.
Ez jî, dengê xwe tev dengê Seydayê Cegerxwîn dikim û dibêjim: Eger şêx û melayên me karîbûn bi dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, helbestên Feqiyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî biparêzin, Stranbêj û dengbêjên me jî yên wek Şakiro, Kawis Axa, Karapêtê Xaço, Eyşe Şan, Mihemed Arif, Îssa Berwarî û yên mayî zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola wan di parastina zimanê Kurdî de zor mezin bû. Bêguman di pey wan re Seîd Yûsiv e, yekî sereke ye di nav hevalên xwe de wek Aramê Dîkran , Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo û hevalên wan yên din. Wî roleke mezin di parastin û pêşketina strana Kurdî de lîstiye. Tevî qedexebûna zimanê Kurdî di wî heyamî de.
Ji berî 10 salan ve, ji ber giringiya kar û xebata Seîd Yûsiv di ber peyv û muzîka Kurdî de, min navê wî jî -Yê tekane sax- wek stêrekê, di nav her 33 navdarên Kurdan, yên mirî de, di pirtûka xwe ya bi navê “Ji Stêrên Welatê Qedexe” (Duhok 2013) de, nîşan kiriye, digel ku min wêneyê wî jî bi wêneyê wan re daxistiye ser bergê pirtûkê.
Dostaniya Min û Wî
Ji mêj ve min Seîd Yûsiv nas dikir, belê ji sala 1978an û vir de, min ew ji nêzîk ve nas dikir. Di sala 1979an de, piştî ku mala xwe ji Beyrût û Şamê zivirand Qamişloyê, dostaniya min pê re xweştir bû. Nexasim piştî ku di eynî salê de, wî şahiya zewaca min bi dengê xwe û têlên tembûra xwe xweş û geş kir û wî ev dostaniya me dirêj kir ta ku ew çûye ber dilovaniya Xwedê.
Di havîna 1980î de ji min re got Şivan Perwer hatiye Beyrûtê, ahengek ji kurdên Libnanê re lidarxistiye û nameyek ji min re şandiye, daxwaza dîtina min û tembûrekê dike. Ma tu bi min re nayê, em herin? Min bi erênî besiva wî da û di roja 25/6/1980yî de, bi balafirê ji balafirgeha Qamişlo (ez û wî û kurê wî Zoro yê ku hingê 10 salî bû), me berê xwe da Şamê û ji Şamê em çûn Beyrûtê mala bavê wî. Şivan jî, li Beyrûtê di mêvandariya welatparêzê Kurd Ahmed Cimhûr de bû. Di encam de Şivan Perwer û çend kesên din pê re hatin mala bavê Seîd û me şevbuhêrkeke dirêj, ta derengî şevê li mala bavê wî derbas kir.
Di nav roj, meh û salan de, dostaniya min û wî şêrîntir dibû. Dema ku li Qamişlo ba, min ser jê qut nedikirin. Ji ber ku kesî wî li Qamişlo nebû; ne bira, ne pismam, ne pisêpismama û ne xaltîk, metik û xal. Min jî ev yek di ber çavên xwe re derbas dikir û rîzgirtinek mezin li gor huner û bêkesiya wî digirt û jê re digot (Xal), wî jî ji min re digot (Xwarzê).
Dema ku diya wî li Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê, ew li Beyrûtê bû, wek neferekî malbata wî, ez jî digel zarokên wî bi wacibê şîna diya wî (taziya) rabûm. Herweha piştî çend salan bavê wî jî mir, cardî ew ne hazir bû, li Ewropa/ Avustria bû, careke din ez bi wacibê şîna bavê wî rabûm. Xwedê heye; endamên Partiya Pêşverû li Qamişlo texsîr nekirin, di serê wan de mamoste Abdulhemîdê Derwêş.
Seîd Yûsiv kî bû?
Ew kurê Yûsivê Seîdê Osman bû. Yê ku bi koka xwe ji çiyayê Bagokê gundê Zaxuranê bû. Ji ber dubendiya malbatê, bapîrê wî Seidê Osman xwe li Bişêriyê, mala Perîxanê digire û bi salan di nav wan de dimîne, ta ku bi şaşîtî tê kuştin. Piştî kuştina bapîrê wî, bav û apê wî Osman binxetî Sûriyê, bajarê Qamişlo dibin. Li Qamişlo bavê wî Yûsiv çav bi diya wî Emina Ehmedê Îssa dikeve û pê re dizewice. Ji zewaca wan Seîd Yûsiv di roja 10/04/1947an de li Qamişlo, li taxa Qidûr Begê çêdibe. Bavê wî li Qamişlo, di avakirina xaniyan de kar dikir û bi navê “Hoste Yûsiv” hatibû naskirin.
Wî, di biçûkaniya xwe de, dor sal û nîvekê li ber destê mele Mihemedê Xiznewî fêrî xwendina Quranê dibe û Quranê xitim dike. Di sala 1956an de qonaxa seretayî di dibistana taxa Enteriyê de bi dawî tine. Çend salan di pey re jî, qonaxa amadeyî di dibistana Qamişlo de bi dawî dike Belê piştî zewacê Bekelorya jî bi rengekî azad û serbest distîne.
Ji biçûkaniya xwe ve hez ji tembûrê dike, ta ku di serê sala 1966an de dibe xwedî tembûr û pîş bi lêdana tembûrê dike. Bi demê re, di bin bandora hezkirina stranên Mihemed Arif Cizîrî û Muradê Kinê de mezin dibe. Û weha di wan salan de, nexasim piştî çûna Aramê Dîkran Ermenistanê di havîna 1966an de, Seîd Yûsiv hin bi hin cihê wî di nav civaka xelkên Qamişlo de digire û wek wî ahengên taybet û malbatî li Qamişlo divejîne. Cemawer jî bi xweşî û geşî lê guhdarî dikirin û nav û dengê wî belav dibû. Hin caran jî, di navenda çanda Erebî de li Qamişlo distira.
Yekemîn car ku çûye Libnanê di sala 1967an de bû, wê carê wek dengbêj di Radyo û Aşxaneyên Beyrûtê de kar kiriye. Hingê medya Libnanî li dor hunermendiya wî baş sekinîye. Hem jî di wê demê de 4 sêlikên stranên wî li Beyrûtê hatine tomar kirin, wek: Rewşenê û Gulperî. Û vedigere mala xwe ya li Qamişlo.
Di sala 1968an de Êzgeya Kurdî li Bexdayê wî vexwendî radyoya Bexdayê, beşa Kurdî dike. Li wir çend stranên xwe tomar dike û ji wir, diçe radyoya Kerkûkê jî, ji wan re jî çend stranan tomar dike.
Li Iraqê çav bi Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizrawî, Îssa Berwarî, Gulbihar, Nesrîn Şêrwan, Tehsîn Taha, Fexrî Bamirnî û gelek hunermendên din dikeve û bi wan re dostanî û hevaltiyê datîne. Û wiha her 6 heyvan ji bo tomarkirina stranên xwe diçe Êzgeya Kurdî li Bexdayê. Erê, wek ku min got, piştî ku Aramê Dîkran di 1966an de ji Qamişlo çû Ermenistanê, ew dibe dengbêjê yekemîn li Qamişlo.
Di roja 01/08/1969an de, bi Emîra Melûl re dizewice û di roja 01/05/1970î de, kurê wan Zoro çêdibe, di eynî salê de careke din mala xwe dibe Beyrûtê.
Li Beyrûtê, Komelayeke Hunerî bi navê “Komeleya Newrozê a Kurdî” (Ji Bo Hunera Gelêrî), li Libnanê ava dike. Ev kom ji 45 emdaman pêk dihat wek; Mihemed Şêxo, Rifetê Darî, Elî Ehmed û Şêrîn û gelekên din. Vê paşiyê hunermendên wek Mehmûd Ezîz û Mihemed Emîn Kîkî jî tevlî wan dibin û yekemîn ahenga xwe di Nîsana 1971ê de li ser textê şanoya sînemaya Rîvolî, bi amadebûna Saîb Selam, serokê Encûmena wezîrên Libnanî û gelek kesayetiyên Libnanî yên navdar wek Kemal Cinbilat ku hazir dibin, pêk tîne.
Di salên Seîd Yûsiv yên li Libnanê de, gelek hevdîtinên Tvyên Libnanî pê re têne lidarxistin, wiha jî dostaniya wî bi hunermendên Ereb yên Libnanî re xweş çêdibe, di serê wan de Riad Şerare.
Di sala 1972an de di gel hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û hunermenda deng xweş Şêrîn Mele diçin Urdunê, ahengekê li Emmanê di bin serokatiya Seed Cimaa, serokê wezîrên Urdunî de pêk tînin.
Di sala 1972an de, li ser daxwaza komeleya Newroz û Komeleya Kurdî li Libnanê, hunermendê mezin Mihemed Arif Cizîrî, Gulbihar û Îssa Berwarî vexwendî Beyrûtê dikin û du ahengên mezin ji wan re divejînin, yek di stadyoma bajêr de û ya din di sînemaya Rîvolî de.
Li dor çavpêketina xwe bi Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re, ji min re digot: Di sala 1972an de, dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û kebaniya xwe ji Parîsê hat Beyrûtê, ez jî ligel kurdên Beyrûtê di pêşwaziya wî de bûm. Di rûniştinekê de bi Mîr Kamîran re, li mala Necîmê Îbrahîmê Hesen yê ku wê hingê serokê Komeleya Kurdên Libnanê bû, yekî ji Mîr re got: Mîrê min! Seîd Yûsiv stranên netewî nabêje. Mîr lê vegerand: Kurê Min! “Strana Girê Sîra bi Sîr e” ew jî Kurdistan e.
Di sala 1973an de, li ser daxwaza UNESCO, ew û hunermendê Efrînê Mihemed Elî Tico û hunermendê Îraqî Mûnîr Beşîr, çûn Fransa û Almaniya û çend aheng li wan welatan vejandin. Hingê Unesco sêlikeke wî ya tembûrjeniyê tomar dike. Di sala 1974an de, digel 12 mûzîkjen û hunermendên Libnanî, li ser hesabê Wezareta Libnanî ya Siyahe li Afrîqyayê digere.
Piştî şerê Libnanê, di sala 1977an de, mala xwe bardike Şamê, salekê di îzgeya Şamê de kar dike û dibe yek ji endamên Sendîqeya Hunermendên Sûriyê û gelek awazan dide hunermenda mezin Semîra Tewfîq û Suad Tewfîq.
Di sala 1978an de, mala xwe diguhêze bajarê Helebê û firoşgehekê (Diskotek), ji bo tomarkirin û firotina kasêtên stranan, vedike. Di dawiya 1979an de careke din dizivire bajarê xwe Qamişlo, bajarê evînê, û firoşgehekê ji bo tomarkirina kasêtên stranan û firotina amûrên mûzîkê vedike.
Di sala 1988an de wek penaber diçe Avustria/ bajarê Vienna. Di wê penaberiyê de li gelek bajarên Ewropî digere û her sal ahengên pîrozkirina serê sala nû (Newrozê), ji kurdên penaber re divejîne.
Di sala 1996an de, li ser daxwaza Buroya siyasî ya PDKÎ diçe Başûrî Kurdistana azad û çend ahengan li Selaheddîn û Duhokê pêk tîne û paşê li Stenbolê jî. Di van salên dawî de jî, gelek caran dihat vexwendin ji rex wezareta kulturê ya Sûriyê ve û aheng di bajarên Sûriyê de pêk tanîn. Hem jî li Stenbolê serkêşiya pêşbaziya Strana Xwe Bêje ya televîzyona TRT 6ê (Kurdî) dikir.
Digel ku mamoste Seîd Yûsiv dengbêj û mûzîkjen bû, wiha jî helbestvanekî stranan yê jîr û çeleng bû. Karîbû di kêliyekê de gotinên stranekê biafirîne. Û gelek caran ji min re digot “Kes nikare di warê jenîna tembûrê, afirandina helbestên stranî û awazan de li pêşiya min bide“.
Ez dikarim bibêjim ku tev stranên wî, ji bilî yên folklorî ji hunandina wî ne. Ew kaniya helbestên stranî bû. Li gor nifşê xwe, rewşenbîrekî çak bû. Ji bilî zimanê Kurdî û Erebî hinekî bi zimanê Îngilîzî û Almanî jî zanîbû. Pirtûkxaneya wî ya malê bi baş pirtûkan dagirtî bû. Min pirtûkxane wek ya wî di mala hunermendan nedîtiye. Erê, piraniya stranên wî ji helbestên wî ne û dor 8 dîwanên helbestên wî hene.
Ji dîwanên wî yên Çapbûyî:
1-Govenda Dilan 2-Rewşen 3-Sozdil û 4-Bedai Teelîm Alet Elbiziq (Bedewiyên Fêrkirina Amûra Bizqê), ev pirtûka wî bi zimanê erebî ye, di sala 2018an de çap bûye. Herwiha bi sedan helbest afirandinên wî hene, ji bilî ku wî bi Kurdî stran gotine, hin caran jî bi Erebî û Tirkî gotine. Dor 35 kasêtên wî yê stranan û muzîkê hatine tomar kirin. Di gel sêlikeke strana bi zimanê Erebî, bi navê “Zûro Libnan” ango “Serdana Libnanê bikin” li Beyrûtê hatiye tomar kirin.
Seîd Yûsiv; Mirovekî hezxwekirî û sebûr bû. Xwedî bîr û bawerî bû. Serê xwe ji kesî re neditewand. Aşiqê navê Barzaniyê nemir bû. Çendî dixwest careke din bi daxwaznameyeke fermî serdana herêma Kurdistana azad bike û strana “Kê dinya hejand.. Kê dolab gerand.. Ew Barzanî kak, rabû şûr kişand..” bibêje.. Lê sed mixabin ew xwesteka wî pêk nehat. Tevî ku gelek hunermendên Başûr xwe didan ber mesrefa wî ku here, lê wî qebûl nedikir. Divîbû wek mêvanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, here Kurdistana ku li serê stran gotine. Carekê hunermend Bilind Îbrahîm ji Duhokê hat serdana wî û li pêş min jê xwest ku serdana Kurdistanê bike û xwe da ber tev xerciya çûn û hatinê. Seîd Yûsiv qebûl nekir û jê re got; Spasiya te dikim, xerciya çûn û hatina min heye. Ez dixwazim bi rengekî fermî herim, wek mêvanê hikûmetê.
Dema ku li Qamişlo ba, an ji dûriyê bihata mala xwe li Qamişlo, zû bi zû ji mal dernediket ku ne bikar ba. Dost û nasên wî diçûn serdana wî. Deriyê mala wî vekirî bû. Xwedê heye; kebaniya wî Emîra Melûl jinek mêvanhez, çavvekirî û merd bû. Bi beşişandin pêşwaziya mêvanê Seîd dikir. Her ku mêvanên wî ji cihên dûr dihatin, ez agahdar dikirim û dixwest bi wan re hazir bibim. Yê min jî, her ku mêvanekî minî xerîb bihata, min ew agahdar dikir û ez û mêvanê xwe diçûn serda wî. Kêfa wî dihat, kêfa mêvanê min jî bi naskirina wî dihat. Li min rehet dibû. Gelek caran taybetiyên xwe ji min re digotin. Carekê ji Beyrûtê telefon ji min re vekir û got; min bêriya te kiriye, ma tu nikare çend rojan bê Beyrûtê? Min bi erênî bersiva wî da û ez çûm. Carekê jî li Qamişlo çûm serdana mala wî, min dît ku ew bi tenê ye, hin kaxet û maxet li ber destên wî ne, ji min re got: Xwarzê! Mêzeke evqas hunermendên Kurd ev stranên min gotine û ev lîsteya bi nav û stran da destên min, fermo bixwînin:
Şivan Perwer: Ey Newroz, Hêstirê min dibarin, Kurdistan ya neman, Çava kilke keça kurdan, Eman Cîhan. Mihemed Şêxo: Kê dunya hejand, Kurdistan pir şêrîn e, Çava kilke, Ez nikarim rabim ji van derda, Şikrayê. Muradê Kinê: Çav kevan, Meş ordek, Eve eve, Ez ji van gewran hez dikim, Hêstirê min dibarin, Ew jî jine, Gundîno hewar, Eman Cîhan. Şêrîn: Kurdistan yan neman, Ey Newroz, Ez sund dixwum, Tu newe ber çavê min, Ez ne bûm xatûn, Min çavê xwe dane ber kila, Keçê rabe, Ez te nadim bi malê dinê, Ax ji kerbê bav û bira, Çawa tê herê, Pêşmerge, Jina kurdim pirr bi deng, Ezê bakim Kurdistan. Awaz Hesen: Nazdara dê û bav im, Nama evînê, Ez vê xemlê li xwe nakim, Bêrîvana Mehabad, Li ba min be, Ez dîl û jar im, Newroz cejna mezine, Nadim nadim, Evîn bar e, Gul û Beybûn, Çava kilke. Seîd Gabarî: Ez nikarim rabim ji van derda, Ev heft sal in, Narinciyê, Gundîno hewar, Gulê du gul, Lê Nazê, Xwezka ez bûbama nehtor, Derba li min xe, Mala we, Ho yeman, Şevka baranê, Oy felek. Nasir Rezazî: Mala we, Şevka baranê. Merziye Rezazî: Mala we. Ayas Yûsiv: Keziya bihûne. Hesen Şerîf: Ho yeman. Ismail Cumaa: Ez nakim nakim. Selam Yûsiv: Oy felek. Ebdulwahid Zaxoyî: Bû êvar, Eve eve. Rojîn: Çawa tê herê, Jina mala. Eynûr: Keça kurda. Yekbûn: Şikrayê. Şiyar farqînî: Xerîbim ez. Sehîd Serhed: Oy felek. Comerd: Oy felek. Û hîn bi dehan stranbêj hene ku gotin û stranên wî dibêjin.
Ji stranên wî yên ku di nav gel de belav in û hezkirî ne:
Rewşê rewşê Rewşenê, Eman Cîhan, Şikrayê, Ey Newroz, Kê dinya hejand, Çava kilke, Hêstirên min dibarin, Kurdistan yan neman, Gundîno hawar, Ax ji kerbê bav û bira, Kurdistan pirr şêrîn e, Sebra li ber vî dilî, Ez nikarim rabim ji va derda.
Jixwe bi vê strana xwe hiştiye ku navê Qamişlo li ser zardevê her neferekî be ji kurdên Rojava û hezkirin û dîtina Qamişlo bi Kurdistaniyan şêrîn kiriye:
Qamişlo bajarê evînê, cihê govend û civînê
Eger tu bixwe evîndarî, li wê dermanê birînê
Jiyana Seîd Yûsiv jiyanek hunerî bû, mişt kar û xebat bû. Wî 45 sal ji temenê xwe di ber peyv û muzîka Kurdî de xerc kir. Welatiyên wî jî, yên bîrewer û kesên ku bi nirxê muzîkê zanin, keda wî di ber çavên xwe re derbas kirin û bêtir ji 20 caran ew hatiye xelat kirine.
Ji xelat û rêzgirtinên wî
Yekemîn car ku hunermend Seîd Yusiv, ji rex rêxistinek kurdî ve li Qamişlo hatiye xelat kirin, di sala 2010î de. Hingê ji rex mamoste Ismaîl Omer, serokê Partiya Yekîtî ya Demokratîk ya Kurdî li Sûriyê (YEKÎTÎ), hat xelat kirin.
Duyemîn car, ji rex sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê mamoste Abdulhemîdê Derwêş ve, di roja 22/09/2011an de, li bajarê Qamişlo, di Hola Dr. Nûredîn Zaza de, bi beşdarbûna beşekî ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd. Mamoste Hemîd ew bi dîplomeke rêzgirtinê xelat kir û çend gotin di giringiya Seîd Yûsiv û yên wek wî de gotin, min jî gotinek di pesnê wî de got.
Di roja 22/9/2020î de jî, careke din mamoste Abdulhemîdê Derwêş sekretêrê Partiya Pêşverû Kurdî ew bi xelateke zêrîn di kesmê Tembûrekê de bi sînga wî vekir.
Sêyemîn car, mamoste Sirwan H. Berko rêveberê ArtaTv/ Dezgeha Ragihandin û Geşpêdanê li Almaniya bajarê Bochum ew di roja 24/6/2017an de xelat kir.
Çaremîn car, ew di sala 2017an de, ji rex (ÎGCC: Înternational German Cultural Center) Navenda Çanda Almanî ya navdewletî ve li Libnanê bi dîplomake Dektoray hatiye xelatkirin.
Zankoya Uppsalayê li Swêdê, wêneya wî li ser pûlekî postayê danîye.
Dibêjin enstîtuyeke muzîkê li Norwêcî Peykerekî wî çêkiriye.
Ji ber kar û xebata wî di warê stran û muzîkê de hikûmeta Tirkiyê nasnameya xwe diyarî wî kiriye.
Yekemîn car ku kesekî pirtûkek li dor Seîd Yûsiv nivîsandiye mamoste Kamîran Îbrahîm e. Pirtûka wî bi navê “Awazên Keseke Sorê” ye, di sala 2003an de li Qamişlo çap kiriye. Ev pirtûka wî ji 20 stranên Seîd Yûsiv yên notekirî pêk tê. Herweha wî dosyeke taybet li dor hunermendiya Seîd Yusiv di kovara ÇILAWAZ, hejmara 23/24/ sala 2008an de, ya Dezgeha Muzîk û Kelepûra Kurdî li Hewlêrê ku taybet bi muzîk û goraniyê ye belav kiriye. Hêjayê gotinê ye ku lêkolîner Kamîran Îbrahîm mamosteyê Muzîka Rojhilatê ye di kolîca Hunera Bedew de, li Zankoya Selahedîn li Hewêrê.
Sebaretî naznavê wî (Mîrê Bizqê) an Mîrê Tembûrê: Wek ku diyar e Mihemed Abdulkerîm, muzîkjenê Sûriyê, ewê bi bejna xwe kurt, ji bajarê Humsê bi navê Mîrê Bizqê/ Tembûrê naskirî bû, berî ku here ber dilovaniya Xwedê di hevpeyvîneke xwe de gotibû “Heta Seîd Yûsiv hebê Bizqê/ Tembûrê namire“. Û li gor tembiya wî, Bizqa wî ya taybet ji bo hunermend Seîd Yûsiv bê diyarî kirin. Ji wê hingê ve Seîd Yûsiv di medya Erebî û kurdî de bi navê Mîrê Bizqê hatiye naskirin.
Li gor ku di gelek rûniştinan de, Seîd Yûsiv ji min re digot “Hêvî û daxwazên min ku ez paymangeheke mûzîkê li bajarê Qamişlo vekim û xort û keçan fêrî muzîkê û hezkirina muzîkê bikim.”
Koçkirina Dawî: Beyrût, Stenbol û Qamişlo
Di roja 26/2/2020î de dema ku min nûçeya koçkirina Seîd Yûsiv (Mîrê Bizqê), bihîst ku li Stenbolê mirîye, wek mirovê ku ji darekê ve bikeve! Nizanim çilo û çawa min ev gotin nivîsand û di rûpelê xwe de belav kir:
Seîd Yûsiv! Kê gotiye te koça dawî kiriye? Kê gotiye “Qamişlo, bajarê evînê”, xwe ji hezkirina te dawişandiye? Kê gotiye “Rewşê Rewşê Rewşenê”, bê guhdarî ma ye? Na na, bi koçkirina te re, bêrîkirina te, mezinbûna navê te bilindtir bûye. Navê Rewşen, Nesrîn, Canê, Ciwan, Sîpan û Hozan bêtir di kolanên Qamişloka te de têne bihîstin. Kurd ber bi dewletbûnê ve diçin. Nêzîk nedûr, wê Ala Rengîn di nav alên Netewên Yekbûyî de li New Yorkê bilind bibe û her emê bêjin; “Kurdistan yan neman, em kurd li ser ya xwe man”. Raze bi xweşî! Tovê te çandiye, zindî ye. Bila her sibe çûk û çivîkên welatê me, li ser kêla ber serê te û Cegerxwîn û Mihemed Şêxo deynin, ji me re sirûdên evînê bibêjin. Erê sirûdên evînê.
Berî ku bimre bi dor salekê, ew di Havîna 2019an de, ji Beyrûtê hat mala xwe a li Qamişlo, dor heyvekê li Qamişlo ma û careke din zîvirî Bayrûtê. Ev hatina wî a dawî bû. Li gor ku jin û zarokên wî ji min re gotin; “Di roja 24/10/2020an de, me li Beyrûtê bihîst ku mamoste Hemîdê Derwêş çûye ber dilovaniya Xwedê. Berê jî Seîd nexweş bû, dema ku wî jî bihîst Hemîd miriye, êdî nema rabû ser xwe, nema meşiya, nexweşiya penceşêrê bêtir zor lê kir. Hez ji Hemîdê Derwêş dikir. Me ew şanî doktorên wî li Beyrûtê kir. Paşê me ew bir nexweşxaneyeke Stenbolê. Ta ku di roja 26/2/2020an de, canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê.
Piştî ku nûçeya mirina wî belav bû, Hikumeta Herêma Kurdistanê, xwe da ber anîn û xerciya guhestina termê wî ji Stenbolê bo Qamişlo. Sibeha 1/3/2020, ez û birrek ji nivîskar û hunermendan çûn ser çemê Dicle (Sêmalka/ 100Km ji Qamişlo dûre), dergehê sînor di navbera Rojava û Başûr de, me pêşwaziya termê wî kir û anî Qamişlo, ew di goristana taxa Qidûr Beg de sipart axa sar û cemidî. Hêjayê gotinê ye, ji welatparêzên kurdan yên ku di vê goristanê de hatine veşartin: Mela Ehmedê Namî yê xwediyê sirûda Pêşkevin Em Serfiraz in Miletê Kurdî, Şêx Maaşûqê Xiznewî, Kemal Derwîş, Şêxmûs Ehmed, Siyamend Îbrahîm û gelekên din. Roja îro, gora wî jî li Qamişlo wek gora Cegerxwîn û Mihemed Şêxo bûye meqseda serdana welatparêzên Kurda.
Sed mixabin, ew pêşwaziya cemawerî ku ji Cegerxwîn re di sala 1984an de û ji Mihemed Şêxo re di sala 1989an de hat kirin, wek ku ji Seîd Yûsiv re pêdivî min nedît! Vê yekê dilê min şikenand!
Konê şîniya wî li Qamişlo, taxa Xerbî li ber dergehê mala wî hat danîn, Sê rojan dirêj kir. Sê rojan min û kurê wî Zoro pêşwaziya serdêrên şîna bavê wî kir. –Her du birayên wî yên din nikarîbûn amade bibin, Şahîn li Almaniya bû û Lawîn li Beyrûtê bû, bi tenê diya wî û xwîşkên wî hazir bûn- Ew serdêrên ku hatin şûn û şîna Seîd Yûsiv ji tev texlît ol û netewên Cizîrê bûn; ji Kurd, Ereb, Siryan, Ermen û Êzidî bûn.
Dawî dibêjim: Her wê muzîkjen Seîd Yûsiv, bimîne dost û ez ê li dengê wî, gotinên helbestên wî, perçeyên muzîkjeniya wî guhdarî bikim. Her wê bimîne kaniya helbest û awazan. Her wê bimîne Mîrê Tenbûrê û fexra muzîka Kurdî. Mirin pê nediket. Lê qeder jî kar û barê xwe dike. Belê wek ku kurdan gotiye: “Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne“.
Dawiya dawî, berpirsên kovara The Hall Kurdî! Mala we ava be ku, we hişt ez Sê-Çar rojan bi Mîrê Tembûrê Seîd Yûsiv re bijîm!