Li baxçê bûn, dema ji Dêwî peyamek geha bû wan; dest nedin wan sêvên organik.
Hawa di berxwe de got; himm tenê ji xwe re divên! Wê niha çîrokekê jê re biafrîne da ji alîyekî ve bi me bidet bawerkirin û ji alîyê din ve hincetekê jî bûyî qedexekirina wê amade biket.
Berî axaftina xwe xelas biket peyama dwem gehişt; yê wan sêva taam bike hişmend dibe û êdî ciyê wî li vir namîne.
Hawa di berxwe de got; “Ez ji berê de jîr im, ew jî wê dizane, lê da min ji vir bavêje pêdivîya wî bi hincetekê heye”.
Adem lê nêrî weke kû jê dipirse em ê çi bikîn?
Hawa bê dudilî got; beguman ez ê jê bixum, tû jî biryara xwe bide.
Adem got; nikarim bê te Hawa, ruhên me bihevre bûne yêk û tenê di hembêza te de bê bar dibim.
Hawa serê xwe hejand, kenîya û bersiva wî da; çend kêlîyên din tûyê tiştek cûda bibêjî lê dîsa jî tû dizanî.
Û pêre got; Ma tû bimînî jî tûyê çibikî? 3 ceman bi bêzarî tawlê li gel Dêwî dilîzî ku her dem jî pêwiste tûyê dûraw bî.!! Ma tu naxwazî carekê jî bibî xwedîyê lîstoka xwe?
Destê xwe danî ser milê wî û got; Dest dirêjke tu bixêra xwe sêvekê jêke.
Adem bi girnijînek mekirbaz pirsî; Beramberê çi?
Hawa ew girnijîn baş fêm dikir lewma çavên xwe xistin çavên wî de û got; Hey nankor ez her şevê dû sêva dixim destê te bê beramber.
Mara hişmend ji wan re got; gelek caran û di gelek gerdûn û mecalan de ev bûyer qewimîye.
Adam Sêvek jêkir û da destê Hawayê û bi dûdilî got; Wê dêw tûre bibe û me siza bide. Wê qey çi bike? Me ji mecalê xwe davêje û block dike. Ewqas ”.
Adem bi fikar bersiv da; lê em ê bê xwedî bimînin. Tû dibêjî em ê bikaribîn bêyî wî berdewam bikîn?
Hawa sêv dixwar û di nav xwe de digot; himm taamek resen e, ne ji bizrên destkirde yên genetic in.
Û da destê Adem û bersiva wî da; te xema wê nebe, ew jî bêyî me nikare, jiberkû ji bilî me kesek din tuneye pê bilîze û têxe labîrantan û jê derbîne. Carna berbide wan çolan carna jî di girtîgehên (geh ji dûman û geh ji betûn )ê de bitirsîne. Pêre got; ewê teqez rêyekê bibîne, lewma navê wî dêw e.
Pîrê mar kete navberê û got; Dêw li çîyayên axa navbera du çeman de derketiye. Bi latînî bûye Divinus, li axa greekan Dêw bûye Zeu – Zeus, gotina (Divin) her ji wê hatîye standin.
li Hawayê nêrî û got; dizanim çi difikirî delalê, lê Dêw û Xwedê du tiştên cûda ne. Xwedê hişê hebûnê ye. Yêk bi rêya tirs û sexletê tê naskirin yê din jî bi fikrîn û evînê tê dîtin”.
Ademî milê hawa kişand û got; guh nede wê pirbêjê û bersiva min bide; wê Dêw rêyeka çawa bibîne? Di berde jî sêva xwe bicûş dixwar.
Hawayê bersiv da; bo ku li wê derê jî destê xwe têxe jiyana me, wê dem dem peyamnêrekî ji me re bişîne.
Adem pirsî û gezek li sêvê da; Influencers?
Hawayê bersiv da; Erê le di perwerdeya wî de derbaz bûne û pileyên bilind standin e.
Adem ketibû dalxan û lêva xwe bi fikar gez dikir, lê Hewa mistek li milê wî da û got; te xem nebe, yê me siza bide jiber xarina sêv a hişmendîyê, dê helbet xwedî li te derbikeve.
-Çawa? Pirsî.
-Asan e, wê derewekê bi afirîne tu tê de qurban û ez ( bi lannat ) xan. Ya mayî ji sêvê ji Ademî stand û xwar.
Pîremarê serê xwe di çilê darê de şor kir û got; hello.. Karê min bi biryara we nîne haa, ez li vê derê tenê şahid bûm. Ez tenê şîretan didim dema dixwazin lê biryar ya we ye ”.
Hewa kenîya û got; tu jî baş dizanî dema rol tên belavkirin û xeyal, gotin û mûzik pê ra tên meyandin û şev û rojan tên dubare kirin, gelek zehmete rastî bên derxistin.
Adem lênêrî û pirsî:
-Tu çawa van hemû tîştan dizanî keçê?
Hawa kenîya û got:
-Ew rol jî êdî ji min tê standin û dibexşîne te.
Û tilîya xwe ya işaretê dirêjî valahiyê kir û weke ku liser hewayî navekî li kesayetekê bike got: -Jîrmendê ji alîyê lannat xanê ve hatî xapandin…
Mar kenîya û dûvê xwe lihev zivirand. Ademî bersiv da; lê çawa jîrmendim û têm xapandin?
Hewa kenîya ( ahaa.. te dît? ew liser te jî derbaz nebû, lê dema sînarist dêw be, wê ligor xwe rolan dabeş bike delalo û bi rêya dû û domanên xwe ve dê bidet bawer pê kirin ”.
Pîremarê ji wan re got li gor çîrokê pêwiste hûn niha ji laşê xwe yê tazî şerim bikin û wî bipûşin. Û tiqtiq kenîya..
Hawayê bersiv da “çi peyiwendîya hişmendîyê bi şermê û xweveşartinê ve heye? Ew cenab hinde bitenê maye, êdî xirifî ye”
Adem bi girinjîn got “a giring ewe dema em bihevre dibin, tazî bin”.
Hawa “jiberku bihevrebûn biyêkbûn weke jidayikbûnê û mirinê ye, kêlîya rûbirûbûna hebûnê ye, tazî bûn gerek e”
Herduyan sêvek din jî jêkirbû û dixwar..
Hewa devê xwe bire ber gohê pîre-marê û got “pêşbînîyên te çine dostê”?
Mara hişmend xwe lidor kembera wê aland û devê xwe bire ber gohê wê “ji bîr neke em yekin di du kirasan de.” Hewayê serê xwe hejand “tu gewher û ez rûxsar”.
Mara hişmend axaftina xwe berdewam kir “lewma wê me jihev veqetînin, da hincetekê bûyî (biterebûnê) biafrînin. Ma qey çawa çêdibe (nivşê pîroz) ji dayîkên serhildêr û necis jidayîk bibin? Lewma dê te ji te veqetînin da jin û dayîka dahatû ya ferxikên Dêwî ji tohmetan rizgar bikin”.
Hawayê pirsî “çawa”?
Pîre- marê bersiv da “asan e, wê te jî bikin qurban û lannat xanekê ji te re biafirînin”
Hewa niqû bibû di hizirkirinê de û mara hişmend axaftina xwe berdewam kir “ewê navekê din li wî beşê te yê asî, hişmend û tolhilder bikin” bi serê dûvê xwe çarçovek di hawa de vekir û tê de gerdûn diyar bû sembol û hejmar hisap kirin û bûyer bi zimanê maran şirove kirin û got “himm! Navê wî beşê te dikin Lîloz, Lilîto piştre dibe Lilith. Leyil, lê lê û lêlbûyîn jî ji heman peyivê hatine hûnandin” çavên herduyan biriqîn û serê xwe jihevre hejandin.
Hawayê got “têgehiştim, ji dêvla ku beramber wan bisekinin, ew ê me lihev bixin û lawaz bikin”.
Pîremarê zimanê xwe derxist û got “kî li beramber derewên wan derbikeve wê despêkê dabaş bikin û bi hêza çîrokan û efsanan lihev bixin. Hişmendî pêwiste delalê.”
Pîremarê cardî bi serê dûvê xwe çarçova xwe vekir û got: Em her 3 pêkve, 3 kaseyên tijî ne. Hiş, rih û laş ku dibine eşq û sira hebûnê. 3 jimara kemalê ye, lê dê wê jî ji me bidizin û jê – bav, kur û riha qudsê- çêken, heya wê dikin qeyîd û bend bi stûyê me ve û bi 3 telaqan me işkence bidin”.
Hewa bi porê xwe yê reş û dirêj dilist dema bi fikar pirsî: gelo di van şer û şoran de çi bi Eşqê tê mara mihreban?
Pîremar “despêkê tenê mirin dibe pîvana Eşq ê, heya dem tê û jiyanek bi hişmendî – di wê qada pir sîs û xapînok de – weke mirinê xeternak, bê veger û vebir lê tê.”
Hewa axek kişand û got “tênegehiştim”.
“Cûreyek ji Ademên hişmend, dildar û wêrek peyda dibin, mîna yên wek te lo çîrokên rasteqîne digerin û man û nemana xwe pêve girêdidin. Wî demê diyalogên delal û hestên zelal dixuliqin”. Çavên Hewa bi wê çirûska hêvîyê, rohin bibûn.. Mara rengîn ser axaftina xwe zêde kir “lê herdem dê destpêk bi çirûskek naxhejên be”.
Pîremarê ser zêde kir” jibîr neke ew adem ji rehmê te dibin. Tu wan bi çîrokên rasteqîne mezin bike, çimkî ew kilûxên liser du piyan rastvebûyîne ji çîrokan hezdikin. Pê dijîn, pê dimirin û pê jî dikûjin”.
Hawayê bersiv da: Raste.
Pîremarê got: Dê bi wan çîrokan gelek bajêran ava bikin tê de avahîyên weke organên xwe bilind bikin lê kase ya pîroz a me ye. Dê gelek dîn û olan damezrînin lê hişê hebûnê ligel me ye. Dê ax û bizir û gîya talan bikin lê bizir, çandin û pişkivîn behreyên me ne. Dê gelek qesr û koşk bilind bikin lê tac, text, rih, stran û reqs yên me ne. Dê gelek zimanan biafrînin lê pêdivîyên herî resen û xet û nuqtên nivîsan lenc û larên laşê me ne. Dê gelek asmana dagîr bikin lê tav em bixwene û heyîv girêdayî hêkên rehmê me ne.
Hawa û mara delal rûyê xwe lihev xişandin û jihevre gotin ” wext hatîye hemo çîrokan sererast bikîn û dubare dubare bibêjîn ”.
Li gerdûnekê din.
Li vir dem hêj nehatbû jihev veqetandin bi kêlî, saat, roj û şevan, pêkve diherikî weke avên çeman.
Ew ê di xewna wî de, xewnek didît. Hevdu bi hesret hembêz kiribûn. Weke ku cara yêkem û ya dawî be. Daketbûne daristanên tarî û bi bîna axên baran lê barîn û tavên germ lê hilîn mendehoş bibûn. Xwehdana gîyayên kîvî û çirpeçirpa jiyanên veşartî di bin sîya daran de heldimijîn.
Sîya wî li derdorê wê çember girtibû. Êdî kî di pêstê kê dabû, porê reş ê kê liser milê kê bû û bîna xweha kê ji pêstê kê dihat diyar nema bû..
Ewê dibin gohê wî da digot ” naxazim ji sîbera te derkevim ”
Ewî bersiv dida ”ma kî ji sîya xwe derketîye ”?
Pîremar di cîyekî di hebûna wê de zimanê xwe derxist û got “hişyar be! yên birîndar şiyarî dermanê wan e.
Ewê bersiv da: Şşşş, bê deng be.. Yên birîndar şîfa dermanê wan e.
Pîremar: dibe ku li pişt çavên wî yên mihreban dûjeh hebe.
Ewê: buhişta min ya di wê dûjehê de. Ma ne bûhişt jî, dûjeh jî tenê rewşin û têda derbaz dibin û herdu jî nadomin.
Bihêle çend kêlîyên efsûnî nêçîr bikim.
Pîremarê bi girnijîn ve got: kî kê nêçîr dike? Te rêya fenayê girtîye.
Ewê got: hebûn çî ye, fena çî ye? Ma ne hebûn bi bihevketinek mûazzam û bi teqînek tirsinak çêbûye? Tu ji ku dizanî di wê tarî, alozî, bihevketin û teqînê de çi bextewarî, delalî û lezet barîn e??
Piremar bêdeng bû..
Ewê got: ew fena ya hebûnbexş, matamatîk a xwedê ye..
Pîremar: te qedera xwe da pişta xwe. Me dozek hebû û te tenê xwe hilbijart.
Ewê bersiv da: bi kirdar a xwe, bizrekê di rûha gerdûnê de diçînim û wekî herkesî derbaz dibim û diçim.
Ewî rûyê wê bi hêz girt hejand û jê re got; ”li vir be. Ber bi min ve biherike. Ne tirs ne jî pirs hinde na înin. Vê kêlîyê tenê ez û tu hene. Hest pê bike û bijî ”
Ewê bi micidî got: wê bi min bide hîskirin.
Ewî çavên xwe xistin e çavên wê de, hevdû di awêneyên beramber hev de, dîtin ( ew kêlî liser pêlên zemanan bilind bibû weke gemîyek di tofanê de) herduyan êdî pê girtibû û bernedan.
Ewê berê xwe da pîremarê û got: te zanî çima nikarin bê hev hebin? Ew min dikşîne (an) ê û ez wî dibim ber bi bêdawîyê. Ew made ye, ez rih. Ew sikûneta min a tarî, efsûnî û germ dihejîn e. Ez jî alozî, binav nekirin û kaosa wî, rêkdixim. Li hebûn û gerdûnê binêre, hemû ew û ez im. Ew bi min heye û ez bi wî ez im.
Mara hişmend cardî kol neda û bi dengek mihreban got ”lê gelo ew vê dizan e hişiyar be!.. ew wê dizan e”?
Ewê di sîbera nediyarî û ne tenahîya herduyan de bersiv da: dizane lewma li vir e, nizane lewma jî li vir e..
Pîremar: ….………
Ewê got: di rê de, dê bizanin û bigehin. Dê gelek ser hev de vereşîn da bikarbin hevdu ramûsin..
Beşa 2. ji gerdûnan berdewam dibe…
Nîşe: Nivîs li gor şandina nivîskar piştî çend guhertinan hatiye weşandin…