Ji salên xortanîya xwe vir va di nav xwendina xwe ya kitêban da gelekî zêde cî didim bîyografî, otobîyografî, name û notên rojane yên mirovên bala min dikşînin. Lewra ji van cûreyan xwendevan nêzîkî derûnîya wî kesî dibe; ew dibe şahidê kemilîna kesayetîyekê. Xwendevan dikare bi vî awayî ji kêmasî, tecrûbe û profesyonelîya wî şexsî feydeyê bistîne.
Yek ji van kesên ku di gelek cûreyên edebîyatê da berhem dane, nivîskarê bi nav û deng Stefan Zweîg (Ştefan Swaîg) e.
Stefan Zweig kullîyateke mezin li dû xwe hiştîye û loma meriv ji gelek tecrûbe û fikrên wî dikare sûd werbigre. Îcar yek ji xalên herî zêde bala min ji notên rojane yên Zweig dikşîne, ev e:
Zweig li bajarê Vîyanayê dimîne û wê demê ev bajar yek ji navendên çand û hunerê ye. Ji ber rewşa xwe ya arîstokrat û bohemîyê, têkilîyên wî gelek in. Meriv dibîne ku di taştê da bi hunermendekî re, di navrojê da bi yekî din re daye û stendîye. Bi vî awayî têkilîyên wî sînerjîyekê didin wî û ew jî bi jêhatîbûna xwe xebatên xwe li ser vê mîrasê ava dike.
Helbet meriv gava tiştekî dixwîne, her çi be, bi ezmûnên xwe va girê dide. Îcar tişta ku ez bi van notên wî ra gelek caran difikirim, ev e: Navendek me, merkezek me tune. Piranîya me nivîskar. Şair, mûzîsyen, resam, şanovan û hwd. her yek li perekî dijîn. Gelo bê navend, danûstandin û sînerjîyeke bi vî awayî em ê çawa hafizayeke hevpar ava bikin?
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya