Di van rojên qîyametî da her yek ji me li vê dinê di ser pireke ji mûyê ziravtir ra derbas dibe. Dewr, dewreke zehmet e: Erdhej, pandemî, şer, koçberî, bihabûn, penaberî… Ev çend sal in peyvên di zihîn û mejîye me da cî digirin bi pirranî ev in. Herçqias her yek ji van mijaran bi serê xwe qîyametek be jî, helbet qîyameta mezin, mirina mirovekî bi xwe ye. Li Bakur, Rojava û Tirkîye bi erdhejê bi deh hezaran însan di nava çend sanîyeyan da mirin. Îcar gotina wan ya dawî çi bû, em pê nizanin, lê mirovekî hebû ku gotina wî ya dawî tê zanîn:
Gava 191 sal berê şairê navdar yê alman, Johann Wolfgang von Goethe li ber zikiratê bû, ev gotin ji devê wî derketibûn: Ronahî, hinekî din ronahî.
Goethe bi çi armanc û hedefê ev gotin, gotibûn kes nizane. Ka gelo dixwast bira devûdorê wî ronî bikin yan jî mesajeke derûnî ji dinyalixan ra dişand, kes nizane. Goethe di heft salîya xwe da dest bi nivîsê kiribû û hetanî dawîya emrê xwe nivîskarekî welûd bû û gelek berhem û kitêb li dû xwe hîştin. Bi cumleya xwe ya çend kêlîyên berîya qîyameta xwe ji xwe ra di cîhanê da cîyek vekir û ev cumleya wî ya “Ronahî, hinekî dîn ronahî” mîna aforîzmayeke navdar û menedar li gelek deverên cîhanê belav e.
Îcar gotin û daxwaza bi hezaran mirîyên erdhejê çi bûn, em pê nizanin. Lê em yên nîvco li ser rûyê erdê mayî, îdî tenê daxwazîyeke me heye: Ronahî, hinekî din ronahî.
Di nav van şert û mercên jîyanê da îdî em dixwazin devûdorê me hinekî ronî bibe. Em her roj çavê xwe bi êşekê venekin: Alan Kurdî, Jîna Amînî, erdhej, kuştîyên li bajarê Hanau, pandemî, asîmîlasyon …
Mij û morana devûdorê me hinekî wenda bibe û em jî muhtacî daxwaza zilamê 82 salî nebin û nebêjin: Ronahî, hinekî din ronahî.
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya