31ê Cotmehê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopîya ji serdemên herî kevn û demên paganîzmê mayî, tê domandin. Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Dengê we hat min: “Bi xwedê ev li cem me jî hebû!” Lê ya wan tenê ne ev e! Di pîrozbahîyên Cejna Pîrebokan de kundir di sûretê rûyê mirovên tirsnak de tên qewartin û ronîkirin, baloyên maskeyî tên lidarxistin, serdana malên bi perî tê kirin. Cîhana Anglosakson vê rojê wek Halloween (All Hallow’s Eve – Roja qudsîyan) bi nav dike. Îcar ya ecêb çawa qudsîbûn, guneh, perîyên keç û jinên sipehî yên çîrokî û pîrebok di heman mîhrîcanê de li hev dicivin! Û kundir çi eleqe!
De ka em li xwe vegerin: Dewsa pîrebokan li cem me çawa ye? Gundê me gundekî asê û bilind e. Keliheke dîrokî lê heye. Û ya herî giring tev şikeft e. Jixwe wateya peyva zivingê bi xwe şikeft e. Di zaroktîya xwe de min gelek behsa pîrebokan dibihîst. Mîna di şikeftan yan jî xirbehan de bûn. Dema dengê lêdana tenekeyekê mîna daholê ji dûr ve dihat, digotin daweta pîrebokan e. Carinan jî dihat gotin, yek di xirbehekî de li pîrebokeke sere xwe dişo rast hatîye. Yekî yek girtiye. Yek bi yekê re zewicîye û filan û bêvan… Pîrebok cin bûn, yan ji cinan cuda bûn, nayê bîra min. Lê di hişê min de wek jinên ciwan û delal û nîvtazî mane. Nizanim çima! Dibe ku têkilîya Pîrebokan bi Leannán Sídheyê re hebe. Ew jî jina efsûnî ji cûreyê cinan e ku dibe îlhama şairan.
Mijara Pîrebokan ne wek cejn û mîhrîcan, lê wek vegotin di nav me Kurdan de cîyekî xwe yê taybet heye. Gelek caran ji bo tirsandina zarokan hatîye bikaranîn. Na! Gurê Manco tiştekî din e. Gelekên me ji pîrikên xwe ecacok û daweta pîrebokan bihîstine. Bi wan hatine tirsandin ku zarokan direvînin. Çîroka ku dibêjin pîrebok zarokên çil rojî dikujin, mirov dibe mîtolojîya Lîlîthê.
Lîlîth: Ew delala mar lê pêçayî. Li gor Talmûda Babîlê jina Adem ya yekem. Mîtolojîya Cihûyan dibêje ruhê xwe firotîye şeytên. Ger ew Lîlîth bûbe Leyla (wateya herdu peyvan jî ya ji şevê ye) û li nav me jîyabe, qiblegeha işqê ye. Şev e, şehwet e, şeytan e, sirûşt bi xwe ye. Lê mirovan toqa xirabîyê xistiye sitûyê wê. Serî ji otorîteyê re netewandîye, bi Şamael (şeytên) re razaye û zarokên ji wan hatine kuştin. Lewma ew jî hewl dide zarokên mirovan ên kur di heşt rojên pêşî de, yên keç jî di bîst rojên pêşî de bikuje. Jinên duxaskan yên nû zarok anîne jê tên parastin.
Di dastana Gilgamiş ya Sumerîyan de jî Lîlîth dibe xwedawenda şevan û bin erde û digihê Îştarê ku xwedawenda işq û arezûyê ye. Pir tişt xwe li Lîlîthê digrin: liberabûn, rev, şev, guneh, stêrk, arezû, işq… Porê wê sora gulê ye, peyvên wê nermîya rûn. Lêvên wê hinguvîn.
Xuya ye li cem me Kurdan pîrebok ne pîrejin in. Li hinek deveran keçên delal û porxelek şibandine pîrebokan.
Di vegotinan de pîrebok bi giştî li kavilan dijîn, porê wan pir û gijik e, rûyê wan jê xuya nabe. Pêsîrên wan tazî ne, rûyê wan li alîyekî pîyê wan li alîyê din dinêre. Pêştemaleke reş yan jî sor girêdidin, sir û razan, cîyê xezîneyan dizanin. Şevên zivistanê bêtir tên nava gundan, dikevin axur û kadînan. Serê Nîsanê zêdetir li ber çeman in. Tenê li gundê kevn û yên bi şikeft dijîn. Ji hesin û derzîyan ditirsin. Li hinek deveran tiştekî hesinî dixin bin balgehên pitikan, jin derzîyan dixin kofîyên xwe. Heger mirovek bikare derzîyekê di pêsîra wan rake, dikare bibe xwedîyê wan. Ew bi xwe nikarin wê derzîyê ji canê xwe hilkin, encex dikarin zarokan bixapînin û bi wan bidin rakirin û azad bibin.
Li ser roj û mehên wan yên pîroz jî vegotin hene. Çarşem û şemî ji bo wan taybet in. Mehên zivistanê mehên pîroz in.
Gelek navên Pîrebokan hene mîna pîrebotk, pîreboşk, ecacok, pîrhevok, cazû, pîrelk, pîresêr û hwd.
Tabloya Luîs Rîcardo Falero ya di 1887an de çêkiriye, rêwîtîya pîrebokan ya ji bo civîna Sabbathê teswîr dike, gelek balkêş e. Li gor bawerîyan, ev civîn salê carekê di serokatîya şeytên de nîvê şevê pêk tê.
Îcar çawa Carl Gustav Jung gotîye “Mîtolojî di rastîya xwe de psîkolojî ye”. Dîyar e pîrebok cîhaneke efsûnî di binhişê me de ava kirine. Şerekî dijwar yê serdestî, xwedîbûn û xwedabûnê tê de diqewime. Li alîyekî Lîlîtha weke mar nerm û herikbar, lê alîyê din hêz û hesin û desthilatdar.
Li hinek deveran di cejna pîrebokan de gundîyên Kurd cilên ecêb li xwe dikin, agirekî pê dixin û li dorê dilîzin. Ji bo temsîla avêtina qalib û rêzdarîya civakê û lîstika li dor daxwaz û arezûyên sirûştî, seremonîyek balkêş.
Baş e nizanim vê nivîsa ku perîyên delal, Lîlîth, Leannan Sîdhe, Pîrebokên me Kurdan, Mephisto û kundir tev li bin guhê hev ketin çawa bi dawî bînim! Lê min got belkî derîyekî tirsnak li lîteratura me Kurdî vekim û hew. Bila keşe ewqasî netirsin! Bimînin di nav kelecanê de.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol