Fîlozofê navdar Martin Heidegger dibêje “Mala hebûnê ziman e”. Ku ziman ji destê mirov bigrin, ew ji mirovbûna xwe dertê. Hebûn yan jî xwebûn li ser ziman ava dibe.
***
Di Quranê da, di sureya 2yan, di ayeta 31ê da Xwedê wiha dbêje: “Xwedê, Adem hînî hemî navan kir.” Meriv dikare bibêje ku nav feraset e; fehm û feraseta fehmkirinê ye. Fehmkirina cîhanê bi hemû tiştên tê da, yanê hebûn.
Gava ez li Almanyayê li şanoyeke Kurdî a bi navê Lîstik mêze dikim, di qirika min da girêk tov dibin. Hindik dimîne ku ez bigrîm. Cardin di sehneyeke din da tîyatrovan me didin kenandin. Di nav hestên cihêreng da, wek rîtma dil, em diçin û tên. Di nav vê trajedîya em tê da dijîn da, em li hebûna xwe digerin. Tevahîya sîstemên heyî dixwazin me ji hebûnê, ji hebûna me biqetînin. Em nikarin bibin xwe bi xwe. Em li pey wê ne ku bibin xwe. Em lê xwedî derdikevin lêbelê ev xwedîlêderketin bi xwe ra gelek tiştan ji hebûna me dibe: hesta jîyanê, bextewarî, rihetî, aramî…. Gava em ji tîyatroyê dertên, ez lê vardiqilim ku trajedî be jî, komedî be jî, trajîkomedî be jî, tişta hest û aqilê me birêve dibe, zimanê me ye.
***
Pirsa di serê min da ev e:
Îcar ku zimanê me nebe, em asîmîle bûbin, me zimanê xwe wenda kiribe; wê demê li mala kê ne em îdî?
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya