Çima Sîmir Rûdan? Serbûriyeke taybetmendiya tercîhkirina vî navî heye?
Berî her tiştî, çîrokek ya wê heye. Hûn dizanin çîrok li me xweş tên. Me ji bêhn tengiya me vedikişînin û dibin deverên din ên cihêreng. Lê dibêjim qey çîrokên Teyre Sîmir ên di mîtolojiyan de diborin xwediyê hinek wateyên kûr û giran in jî. Yek ji wan nîşanî me dike ku di serpêhatiya jiyana xwe de ji bilî xwe tiştek tune ye ku meriv bigihîjiyê. Bersivên tu lê digerî li dûrî te li cîhek din nayên peydakirin, ew di çîroka te de veşartî ne.
Dema mirov tê dinyayê, ew ji hêla çand û zimanî ve hatiye dorpêçkirin. Ji te re dibêjin tu kî yî û divê tu çi bikî. Nasnemeyekê pêşkêşî te dikin. Navê ji kes ên din tê û ew nişan dide ku ê din ji te hinek tiştan dixwazin.
Tu dikarî bibêjî ev navê ku ê din layiqê min dîtîne ez im, an jî tu dikarî cewabek din begerî. Bi ya min tu xeber û gotin nikarin bi temamî bibêjin ku tu kî yî û çi ji te kêm e. Lewma Sîmir Rudan li pey çîroka xwe ye. Dibe ku ev rêwîtî ber bi xwe ve be.
Ya rast tu gelekî ji nêz ve dişopînî, bê ka berhemeke hunerî çawa tê pê, armanca hunerê çi ye, ka maneya afirindebûnê yan jî neafirindebûnê, tu gelekî li ser van yekan hûr dibî, te perwerdehiya xwe li ser felsefeyê pêk anî. Tu dixwazî hem bi nasnameya xwe ya felsefegerî hem jî bi nasnameya xwe ya stranbêjiyê li ser berhemên hunerî û dinyaya heyinan, têkiliyên hunerê yên di navîna însên û jiyanê çi ji me re bibêjî?
Lîsansa min li ser felsefeyê ye û helbet bi felsefeyê re eleqedar im. Tenê, ji ber ku ev çend sal in ez di dibistanan de wek mamosteyê rêberiyê dixebitim ku ev kar nêzîktirê derûniyê ye, ji felsefeyê zêdetir ez tevlî derûniyê bûme. Lewma nizanim im ku ez hê jî dikarim bêjim felsefevan im an ne. Psîkoanalîza Lacanî ya ku di van salên dawî de bala min dikişîne, li cihekî antî-felsefeyî xuya dike. Li gor vê tezê tê îddîakirin ku felsefe û hizirkirin bi rêya hişê meriv tê kirin û hişê meriv li hemberî binhişê meriv dixebite. Lê belê tişta ku rastiyê dibêje ne hişê meriv e, binhişê meriv e. Yanî em bi hizirkirin a hişê xwe hewl nadin ku xwe bigihînin heqîqetê, em bi hişê xwe ji rastiyê direvin. Çawa çêbûye ku Lacanê li dijî felsefeyê radiweste di heman deme de ji felsefeya Hegelî sûd wergirtiye, hê serwextê wê yeke.
Ez dixwazim hewl bidim ku vê pirsa we a mezin hinekî bi alikariya felsefeyê û hinekî jî bi rêya derûniyê bibersivînim. Di nava van mijaran de em ê mirovî danin kîjan derê, ew girîng e.
Beriya Hegelî ev fikira henê hebû: Mirovek bi tena serê xwe heye û ew dikare xwe bi xwe bigihîje heqîqetê. Lê bi Hegelî re ew fikir tê guhartin û dibe ev: Meriv bi hev re dikarin bibin meriv û em zanîn û agahiyên xwe ji kesen din distînin.” Ez ji vê ramanê hez dikim. Bi vî awayî gotina Descartesî a ku dibêje “ez difikirim nexwe ez heme” diqulibe û dibe “tu min difikirî nexwe ez heme”
J. P. Sartre jî dibêje di destpêkê de meriv tene heye, lê wî çaxî meriv hê nebûye tiştek. Ji ber ku netutiştî (bêwatebûn) rewşek giran û nexweş e pêwistiya mirovî her û her bi hinek rastiyan çêdibe. Exleb jî em li gor xwe rasitiyekê dibînin, her kes tiştekê dibêje û heta carinan ev bawermendî digihîjin astek welê ku xelk hingî xwe mafdar dibînin hevdû dikujin. Lewma dibe ku ne tiştek ew qas baş be meriv bêyî şik ji xwe û ramanên xwe bawer bike. Şik hebe çêtir e.
Meriv wek şûşeyeke avê carinan tije dibe û carinan dîsa vala dibe. Di wexteke te hay ji xwe neyî de tengasiyek bêyî sebep dikare te bêhizûr bike. Dibe ku li hemberê tûnebûnê em hewcedar in ji xwe re hebûnekê ava bikin. Belkî hûner di rewşeke weha tarî de ronhiya xwe nîşa me dike. Dibe ku bi afirandin û parvekirina berheman em xwe baştir hest dikin. Wek din dema ku em xwe û qedrê xwe dinirxînin em exleb dinerin tiştên me hilberandine. Ew tişten te çêkirine li ser kesên din tesîreke çawa dike, tu wê yekê jî meraq dikî.
Ez wisa difikirim ku huner têkoşîneke hebûnî ya hûnermendî ye. Hûnermend hem bi berhema xwe re têkildar e hem jî bi kesên din ên ku bala xwe didin berhemê re. Têkildariya kesekê a bi dinyayê re ne rasterast e, yanî em bi yekcarî bi dinyayê nakevin. Belkî ji bo hin kesan ev yek zehmettir be. Gelo hunermend di vê kategoriyê de ne an ne? Wek zarokên di lîstikekê de dilîzin û rehet dibin…Ma dibe ku hûnermend li ber qeraxên tengezarî a heqîqetê bi hûnerî xwe rehet dikin.
Di psikanalîzê de teza “Betaniya Winnicott” û ramana Schiller ya “huner di lîstikê de azad bûn e” bi vî awayî bala min dikşîne. Carinan ez hunerî wek pencereyeke di navbera hûnermend û yên din de dibînim. Rastî hişk û sar e, dibe ku em hewl didin jiyana xwe bi riya lîstikên hûnerî germtir û xweştir bikin. Ji ber ku berhem xwediyê xetên xwe û rengên cihê ne, rê û fersendê didin hunermendî ku ew bikare cîhanekê ji nû ve biafirîne.
Têkiliya hunermend, berhem, kesên din û jiyanê bi rêya zimanî tê danîn. Mesela kesek wêneyekê çêdike, kesek din li wî wêneyî dinêre û li ser difikire, tiştnan dibêje. Gelo ev yek çawa gengaz e, bi saya çi? Bawer dikim zimanek di navbera me mirovan de heye ku me bi hev ve girêdide. Em hemû kes di bin tesîra wî zimanî de ne û di nav de dijîn. Lacan dibêje ku em zimanî bi kar naynin, ziman me bi kar tîne. Lê ew ziman jî kêm e, têrê nake ku em yekcar serwext bibin. Em hewl didin ku wê kêmasiya zimanî jî bi hûnerî telafi bikin. Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku hûner di warê îfadekirinê de xwediyê zimaneke xurt e.
Heke em li ser sedemê vejîna Rock Musîkê ya civakî û dîrokçeya wê rawestin, di salên dawîn de veguherîna Rock Musîkê tu çawa dinirxînî û tu di derbarê Rock Musîkê Kurdî de çi difikirî?
Meriv dikare ji gelek milan ve li vê mijarê binere. Hinek kes dibêjin mûzîka rockê wek bere ne berçav e. Ger welê jî be ev nayê wê maneyê ku ewê wextê xwe qedandiye. Niha jî mûzikjen an jî kom ên rockê ên popûler hene. Ez bawer nakim ew winda dibe, belkî şekl û şemalê wê tê guhartin.
Her çi qas em nekarin di nava gotinên hişk de vê şêwazê binirxînin û sînoran li hemberê wê rakin jî, em dikarin bibêjin ku ev tarz xeber û gotinên hişk, qîrinên asî di nava xwe de dihewîne. Ji hêleke din ve em dibînin ku li dinyaya em lê dijîn de gelek welat xwediyê rêveberiyên desthiletdar in. Îhtîmal heye ku vê rewşê jî li ser şêwazên wek rockê ji hêla serbestiyan ve tesîreke neyînî kirîbe.
Dibe ku celebên muhafezekar çandeke mûzîkê ya wisa ku hûn bi dilê xwe biqîrin, dansê bikin û “kêfa xwe vekin” maqûl nebînin. Jiyanên bi vî rengî ji hêla hin derdoran ve wek xetereyekê têne dîtin. îcar niha bifikirin ku ev şêwaza rockê bi zimanê Kurdî tê çêkirin, wî çaxî bendên qebûlkirinê zor û zehmettir dibin. Mixabin di şert û mercên heyî de ji xwe hûn nikarin bi Kurdî li her derî her tiştî bikin. Bi ya min ez tenê muzîkê çêdikim û naxwazim mûzîka xwe bêxim amûreke siyasetê. Tenê ji ber ku zimanê ez bi kar tînim Kurdî ye, rastî hinek sînoran têm.
Te dît xweparastinê ya xwerû û ji bo pêşketina xwerû ya xwe, şert û mercên heyî gelekî qels û kêm in. Tu di derbarê têkoşîna musîka herêmî de, hem xwepêgihandina pêkanînê hem jî belavkarî de çi difikirî?
Karek ne hêsanî ye heta meriv mûzîkê hilberîne û wê bigihîjîne mirovan. Ev yek gelek xebatan dixwaze û tiştekî biha ye jî. Ger di pergalek weha her tişt bi çerxa aboriyê dizivire de ciheke te nebe tu yê nekarî bi rihetî tevbigerî. Ger tu xwediyê berhemên gelek baş jî bî piştî tu nekarî ewê bidî xuyakirin dê ew negihîje mirovan. Li gor min tişta ku ji bo hilberandinê herî zêde me motive dike hevdîtin e, hevcivîn e. Hem tabîetê me vê yekê dixwaze hem jî divê hûnera te bibe kare te da ku tu bikarî wê bidomînî. Ji ber ku em hinekî zehmet dikarin werin li cem hev û kom bibin, em xweş nikarin organize jî bibin. Encam jî dibe çi? Dema tu xuya nekî tu xwe baş nadî afirandinê; ger bi hûnera xwe nekarî zikê xwe têr bikî wî çaxî tu mecbur î herî ji xwe re kareke din peyda bikî. An jî tu yê wek min ji hêlekê ve karek din bikî û ji hileke din ve mûzîkjeniyê part time bikî. Lê ji hêlekê ve ji vê bawer dikim, ew kesên ku ji dil hezkiriyê hûnera xwe ne zû bi zû dev ji wê bernadin.
Bi qasî ku min li albuma te guhdarî kir, enstrumanên ku te bi kar anîne tev xwemaliyên rojavayê dinyayê ne, tu hîç fikirî ka tu dê enstrumanên herêmî jî têxî nav wan û rengekî hevgel bînî pê?
Heta niha wisa çêbû, min zêdetir amûrên rojavayî bi kar anîn. Bawere ez ewan egzotîk dibinim. Dibêjim, ma ne her ez di nava xwe de rojhilatê dihewînim, çima xwe nadim tiştên nû û cihê. Hejê dikim biçim derên dûr. Belkî bi vî awayî dibim welatiyek yê dinyayê. Carinan li ser vê mijarê difikirim û pirsan ji xwe dikim. Dibêjim gelo çi ye ev eşqa tiştên dûr ên rojavayî? Ez dibêjim qey bêriya jiyaneke şexsî dikim. Jiyana me exleb bi awayekî civakî didome. Ji ber ku em di nav hev de dijîn, em nikarin xwe û kesên din ji hev veqetînin û ferqê bêxin di nav xwe de. Ji hêlekê ve ez vê yekê fêm dikim. Em nîzîkê hev in ji ber ku em muhtacê hev in, di nav zor û zehmetiyên dijwar de mezin dibin, ma ez nizanim. Lewma ji hev veqetandina me zehmet e. Lê ma ev jî nîn e: Veqetandin êş e, lê veneqetandin êşek mezintir e!
Musîk havileke çandî ye. Di kelepûra devkî ya ku zimanê nivîskî tune bû de, afirandin û belavkirina musîkê hema çi bigire ancax bi riyên alavên xwezayî yên(mêjî, bîr û ziman) ku însan xwedanên wan bûn, heyina xwe biparastina. Lewma jî di kelepûra devkî de pêdiviyeke welê hebû, diviya di musîkê de wext û cih û dukesî yan jî rûbirûbûna komê mecbûrî bû. Lê, piştî ku derbasî çanda nivîskî bûn û alavên tomarkirinê hatin bipêşvebirin, afirandina musîkê jî veguhest û bû materyalî; tixûbên ku ji bo hemîniya wext û cih anîbûn danîn ji holê rabûn. Di vî warî de, gelo tu difikirî ka tu îmkan û hêzên medyaya civakî û platformên wê, bi awayekî bikêrhatî bi kar tînî? Tu di derbarê vê “danûstendinê” de çi difikirî? Êdî musîk di vê hola dîjîtalbûyî ya gerdûnî ya danûstendinê de havileke endustriyel e?
Nikarim bibêjim medyaya civakî baş bi kar tînim. Xwezî ew qas wextê min hebûya. Wek din dibinim carinan li medyaya civakî xelk êrîşê hev dikin. Bi taybetî li ser Twitterê ji bo hinek gotin an jî kirînên te hin kes dikarin te kategorîze an jî polîtîze bikin. Tiştên weha ne gor min in.
Niha mirov tiştina carinan biafirîne başqe ye, weke kareke xwe î her dem bike başqe ye. Ji bo ya yekem bazarek hewce nake û bi îhtîmaleke mezin wî çaxî tu ji bo debara xwe kareke din dikî. Lê ji bo ya dûyem divê danûstandinek hebe da ku ew bidome û ew ser bi rengê kar û xebatekê ve biçe. Hingê ji te re dibêjin profesyonel.
Wextê ku tu gotinên xwe dinivîsî û paşê jî tu wan dikî beste, hingê tu dikevî bin tesîra çi? Çavkaniya motîvasyona te çi ye? Te li ser musîk, nota, armonî û hwd. te perwerdehî dît?
Li ser stranên min tesîra jîyinên min hene lê exleb di stranên xwe de rasterast cîh nadim wan, ez carinan ewan hinekî digohirînim. Tercîh nakim ku di nava stranên xwe de bi kes û cih ên birastî re an jî bi bûyer ên qewîmî re rasterast têkiliyan daynim. Bo nimûne, ew tişta ku di stranê de “Doşeka Xemrî” tê qalkirin, temsîla tişteke din e, ango li şûna tiştek din hatiye bikaranîn. Di strançêkerinê de carinan li pey ramanekê diçim û ew raman dikare bi teoriyek zanistî an jî nêrînek felsefî re têkildar be. Bi ya min rê û rêbazên afirandinê gelek in. Mirov dikare rê yên afirandinê ên nû jî biafirîne.
Di salên zanîngehê de min demekê dersên gîtara klasîk standin. Deşîfrekirina berhemên klasîk û di Koroya J. S. Bach a girêdayiyê Zanîngeha Enqereyê de ji bo demekê stranbêjiya ariayan ji min re bû alîkar ku ez hinekî din serwextê ruhê muzîka rojavayî ya pirdengî bibim. Min bawere paşê saya ewan rojan, min karî stranên xwe aranje bikim, di navbera dengan de ewan li hev bidim. Ji bo aranjekirina stranan divê tu hinekî serwextê nota an jî armoniyê bî.
Di van demên dawîn de li pêş çavan e ku hejmara besteyên hunermendan û koman kêm dibin, gotinên wan ên ku dibin stran jî meriv hest pê dike ku ew nejidil in. Mafir ku rewş weha ye, ew jî berê xwe didin ber bi rabirdûyê û wan ji nû ve distrên, cover dikin. Ya rast stranên gelekî baş ên ku ji hêla komên metal ve tên coverkirin, hene. Bi ya te, tu dibêjî peyva “cover” li cem me çewt tê fahmkirin, li gor te hejmara pir ya stranên ku tên coverkirin tê çi maneyê?
Ez jî carinan dibihîsim ku hin kes dibêjin êdî tiştek baş nayê çêkirin. Bi rastî jî welê ye an di nava gêreya vê çaxa dijital de haya me ji wan çênabe. Ger welê be belkî sebebeke vê yekê ev bal şikestin bi xwe jî be. Ji ber ku êdî zehmet e em bala xwe dirêj dirêj bidim tiştekê. Mesela albûmek nû ji serî heta binî nayê guhdarîkirin. Ji xwe ji ber vê yekê mûzîkjenan jî dev ji albüman berdane û êdî single’an çêdikin. Dibe ku êdî ji hela hûnermendan ve jî baldana çêkirin a tiştên mezin û tiştên gelek wext dixwazin zehmet be.
Afirandin baldanê, wext veqetandin û xebatkariyê dixwaze. Belkî hinek kes naxwazin xwe ev qas biwestînin û dixwazin bi rêyeke rehettir tiştina bikin. Carinan gel jî dixwaze, gel dibêje ji min re behsa min bike, rûyê min nîşanî min bike, ez kî me? Ez dibêjim ev jî pêwîstiyek e. Em mirov mecbûr in ku hinek rê û rêbazan bibînin da ku em bikarin qesta hev bikin, werin li cem hev, bi hev şa bibin. Belkî ji bo me ev rêyên ku me digihînin hev kêm bin an jî xetimî bin. Yanî îhtîmal heye ku ji bo hevdîtînan alternatîfên me kêm bin. Em jî çi dikin stranên bav û kalan dibêjin û bi vî awayî ba hev dikin. Belkî…Belkî em li mehela xwe digerin da ku li hev bicivin, bilîzin, dansê bikin, xwe rehet bikin. Xelk bi taybetiyên xwe ên hevpar bi hêsanîtir dikarin werin li cem hev. Ziman, netew, çand û ol tiştên weha ne.
Di vir de tene ez dixwazin balê bikêşînim li ser tiştekê. Pêvîstiya hevcivîna mirovan tene ne li ser hevpariyan didome, cûdatî û tiştên cîhê jî dibin sedema vê yekê. Divê bi vî avayî jî em bikarin werin li cem hev. Bi vî awayî mirov tiştên nû hîn dibe û jiyana xwe dewlementir dike. Wek din tu wek xwe dimînî, pêş ve naçî û bêhna te teng dibe. Li gor min gerek bi van herdu şeklan jî mirov bikare têkiliyan dane. Bila mûzîka gelerî hebe, lê bila ya rojavayî û dinyayî jî hebe. Û bila em xwe hişk nekin û bêhna hev bi rexneyên neaqilane teng nekin. Dema mirov tiştên nebaş bi awayekî hişk dide rûyê hev mirov baştir nabe, zêdetir diçe di binê erde de. Di çîrokeke Hesenê Metê de wisa derbas dibe. “Divê em pesnê hev bidin ku em bilind bibin! Çi qas rast e!
Ez vê mînaka henê a di derheqê hilberandinê de balkêş dibinim û dixwazim li vir bi parve bikim. Çima xwişk û bira şerî dikin (mixabin exleb bira şerî dikin û jin ne di nava vê bazarê de ne jî) çima meseleyên axan dîvdirêj dibin. Ger kesek hilberîne gelo ew ê hewce bibe ku çavê xwe bêxe di tiştên dê û bavan de. Bila dîsa bistîne, nabêjim dev ji heqê xwe berdin. Ez dibêjim ew kesê bixebite, biafirîne ne mecbûr e ji bo erdekê xwînê birijîne. Ji ber ku ew xwediyê xwe û hinek tişta ye. Ew dixebite, hildiberine…Dibe ku ew bikare hinek tiştên xwe parve jî bike…
Ne tiştek baş e mirov ev qas xwîsk û bira bin. Wî çaxî tiştek namîne ku hûn li xwe vekin. Belkî lewma em nizanin bi hev re parve bikin. Paşê şer derdikeve. Ne tene ji bo tiştên madî, ya herî girîng hezkirin e. Dema zarok gelek bin ew tên îhmalkirin…
Bi ya min me ji xwe re ev yek fêm bikira baş bû. Dê û bavên me nikarin me têr bikin, divê em bixebitin, biafirînin û bi kêrî xwe werin.
Di derheqê vê mesela coveran da naxwazim rexneyan bikim. Muheqeq sebebên wê hene. Kî çi bixwaze bila bike. Îlla ku hin kes ji stranên kevn hez dikin û keyfekê jî jê dîstînin
Musîk jî mîna pêvajoyên belavkirin û afirandinê, mîna gelek tiştên din e û bêguman têkiliya vê yekê her bi hêzdariyê hatiye dorpêçkirin. Li gor te meriv dikare piştgiriyeke rastqîn bîne pê û neheqiya ku bi hêzê hatiye pê ji holê rake, ev yek mumkun e?
Qîrînên hûnerî di nava serbestiyan de, azadiyan de bilind dibe. Di nava pergalêke weha de em ne rehet in û lingeke me tê girêdan. Lê ev nayê wê maneyê ku em nikarin tu tiştî bikin. Qewetek ya hûnerî heye, hûner bi şeklek hêsanî dikare xwe bide qebûlkirin. Ez bi mînakekê gotina xwe zelal bikim. Dema ku hûn ji yekê hez bikin û rasterast biçin dilxwaziyan jê bikin îhtîmal heye ku bi çenteyeke giran sere we were şikandin. Lê hûn dikarin bi awayekî din jî hestên xwe îfade bikin, bi awayekî estetîk. Hûn dikarin bistirên an jî jê re helbestekê binivîsînin. Wî çaxî ji bo bersiveke erênî şansa we zededir dibe. Cewap ne erênî jî be belkî tu kes pê ew qas neêşe. Ji ber ku we zerer nedaye tu kesî, lê belkî we kesek bextewar jî kirîbe. Di psîkanalîzê de ji vê metodê re dibêjin sublîmasyon û herî zede bi vî awayî encamên baş tên standin. Lewma carinan dibêjim xwe, xwezî me berê xwe hinekî din bida hûnerî. Wî çaxî belkî baştir bûya.
Em qewetê ji hev distînin, rêyên ku me tênin li cem hev girîng in. Hûner, çand û ziman hinek ji wan rêyên maqûl in. Ez qîrînên bêdeng ên însanên diafirînin seh dikim. Di berîka wan de şekrok berhev dibin, rojekê ew ê wan parve bikin.
Bertekên ku ji terefê derdora musîkê ve hatin dayin, bi çi rengî bûn? Ji hêla ew kesê/kesa ku tu jê re dibêjî “belê, gotina vî/vê ji bo min giranbuha ye.’’ rexneyên erênî yan jî neyênî hatin kirin?
Dema di sala 2013an de albûma min a yekem Bi Çîrokî hatî weşandin, ji hêla malpera Hawar.netê ve wek albûma salê hatibû hilbijartin. Naîm Dilmener wek rexnegirekî mûzîkê albûm xist di nava arşiva xwe de û ez pîroz kirim. Beriya niha çend salekê di konsereke xwe a li Stembolê min strana Ciwan Haco a bi navê Hey Dilberê gotibû û qeyda konsertê wek video klîbekê me avêtibû youtubeê. Paşê Ciwan Haco li ser hesaba xwe ya Twitterê ew vîdeo parve kiribû û gotibû “Sihet xweş Sîmir!” Çi qas rûmetdar bûbûm.
Hinek kesan jî wek nirxandinek neyînî behsa gotinên stranên min kiribûn û gotibûn zimaneke herêmî hatiye bikaranîn ku ev yek rast e. Ez carinan welê tercîh dikim. Holê, welê, sohr û spî…Çi ji evan xweştir! Hinek îfadeyên ez ji wan hez dikim bikar tînim ku ez wan pir orîjînal dibînim û nexwazim ew winda bibin. Dibe ku ev gotinên min ji hêla hin kesan nayên fêmkirin. Ez dibêjim heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, wê rewşên wiha dewam bikin.
Bêyî dijwarî û zordariyên qonaxa xebatên musîkal produksiyon û post-produksiyonê, tu rastî dijwariyan hatî?
Zehmetiya ev demek e ez dikêşim ev e, ji ber ku em bi xwe re nabînin ku di warê mûzîkê de bibin wek sektorekê, niha ji destê min jî nayê ku bi tevahî xwe bidim mûzîkê. Ji bo ez bikarim jiyana xwe bidomînim divê ez karek din jî bikim. Her çi qas ez ji karê xwe yê dibistanê jî pir hez bikim ev rewş a du alî min ji hev vediqetîne. Ji bo çêkirina stranên nû dem ji min re kêm dimîne.
Li gor şert û mercên îro ger tu ji karekê tiştekî peyda nekî tu nikarî ji wî karî re tiştekê jî xerç bikî, hingê tu nikarî bi kesên di kare xwe de serkeftî re xebatên profesyonelî jî bikî. Ma tu yê çawa bikî? Wî çaxî an divê tu dest rahêjî hinek karen ne li ser te wezîfe ne an jî divê tu alikariya dostên xwe ji wan bixwazî. Ya yekem te diteibîne, diwestîne; bi rêya dûyem jî (ji bo alikariya dostên xwe her dem spasdar im lê) carinan bi vî awayî karen baş dernakevin mixabin.
Ji ber ku ji bo hevdîtin û hevcivînan gelek rê li ber me ne vekirî ne, di hin waran de em nikarin bibin xwediyê hin nîzam û qayideyan jî. Mesela em li her derê konsertan nadin, mekanên em konsertan didin de jî gelek caran pergalek ya dengî ya baş nîn e; ne tonmaisterek, ne roniyek ya dikê heye. Carinan dik bi xwe jî nîn e. Ez dibêjim beriya niha 10 salan baştır bû, niha hinga tu xebatek nû diweşînî kêmtir qenalên te hene da ku tu xebata xwe bigihînî guhdaran. Ev tiştên ez behsê dikim ne tene di warê mûzîkê de çêdibin, elbet di wan qadên din ên hûnerî de jî tên dîtin. Di van şertên mixabin ne ew qas baş de encex ew kes ên dildara hûnera xwe bikarin ewê bidomînin. Ez jî exleb ji bo domandina xebatên xwe li hinek qaîde û dengeyan digerim da ku bikarim bidomînim û wê baştir bikim.
Sedema derengçêkirina albuma duwemîn kemilîna pêvajoya muzîkal bû yan na, problemeke subjektîf bû?
Albûma min a yekem Bi Çîrokî bi rêberiya çêkerekê, bi alikariya saziyeke muzîkê rehettir hatibû weşandin. Lê belê ji bo albûma xwe ya duyemîn Kevî min tevahiya produksiyona albûmê girt ser xwe û ev jî ne bes bû rabûm min biryar da ku bêyî şîrketên mûzîkê wekî mûzîkjenek serbixwe dewam bikim. Ev biryarên min dayîn tên van maneyan, divê albûma xwe bi serê xwe çêkim, ji destpêkê heta dawiyê bi her asta çêkirinê ve eleqedar bibim û dawiya dawî bi destê xwe biweşînim û bigihînim guhdarvanan. Diviyabû ez ji bo van mijaran jî wextekê veqetînim. Başbû ku dû re hinek hevalên muzîkjen ji min pirs kirin ku ew ê çawa bikarin berhemên xwe wek ku min kirî xwe bi xwe çap bikin. Qet nebe me ji bo weşandina mûzîkê hinek rêyên rasterast keşif kirin.
Sedema derengmayîn a stranan hinekî jî ez im. Carinan nikarim bi hêsanî xwe bi ber kare stran çêkirinê re bikim û bi hinek tiştên din ve miştixul dibim. Wek din dema dixebitim ez dixwazim kareke baş derkeve holê, lê vê carê jî ez bi wî karî ve gelek mijûl dibim û kar dirêj dibe. Vê paşiyê min ferq ku ger xwe bidimê dikarim zêdetir biafirînim. Ji bo vê yekê divê zêdetir bi tene bim, xwe bi xwe bimînim û xwe organîze bikim.
Musîk tevî têveliya, celebî û çendaniya xwe, bi hemû dîsiplînên sosyal re têkildar e û ew xwedankaraktereke birêkûpêkiyê ye. Di demên dawîn de musîk wekî strandin û huner, mîna ku ew çanda herêmî û neteweyî tune dike, mîna ew çandê dixe rengê marjînaliyê yan jî ew vediguhere û dibe emperyalîzma çandî, tê behskirin. Ji ew muzîsyenên ku ji tixûbên xwe derdikevin û tiştinên cuda diceribînin yan jî wan diparêzin re dibêjin “ji nasnameya xwe bi dûr ketiye, xwe û nasnameya xwe dixwaze bi biyaniyê bi cih bike û bi vê yekê re li hev bike”. Rexneyên welê tên kirin, gotinên bi vî rengî tên kirin, her weha muzîsyen rarûyê vê yekê dibin û ew dikevin nav tixûbên marjînalîtiyê û ew li wir asê dimînin. Tu di derbarê vê yekê de çi difikirî? Bi ya te di musîkê de nasname yan jî aîdiyet çi ye?
Kesên weha dinerin, tiştekê ji bîr dikin. Mirov ne tiştek wek heykelê di ciyê xwe de cemidî ye. Em di nava civakekê de dibin xwediyê çandekê. Qey civak û çand wek xwe dimînin heta endamên wê jî neyên guhartin. Wek din mirov di nava civakan de digere jî. Koçberî heye, gerokî heye.
Teoriya ego ya Sigmund Freud jî di vî warî de şaş hatiye fêmkirin. Ew dibêje ku em ne xwediyê tenê yek egoyê ne, rûyên me pir in, ji ber ku egoyekê ji bo xwe em bi alikariya kesên din ava dikin û ew kes ên ku em li wan dinêrin jî ne yek e ne dudu ye, egoyên me pir in û ji hev cûda ne. Mînak li malê di nava malbata xwe de tu xwediyê rûyekê yî, li ser kar dikevî di pozîsyoneke din de. Ji ber ku civata tu têde yî tê guhartin. Lewma carinan di navbera van egoyan de nakokî çêdibin û ew bi hev re şerî dikin. Di civakekê de pêwîstiya te bi kîjanê zêdetir be rola sereke ew digire û ên din tên piştguhkirin. Li gor psîkanalîzê ego ne tiştekî heqîqî ye, ew wek maskeyekê ye û rastiyê vedişêre. Lê ew nebûya jî nedibû, wî çaxî dê kesayeta te li ber bayê heqîqet a bêwate belav bibûya.
Xwedîbûna gelek teybetiyan ji yek rengîtîyê bihêztir e. Ji ber ku hebûna tenê yek ego a xurt mîna mehkûmiyetekê ye. Ger tu girêdayiyê tenê yek fikr û ramanê bî û ji xeynî wê tiştek din re têkildar nebî, ev yek dikare te li hemberê kesên ku tu ne wekî wan difikirî, ne wekî wan dijî bike meriveke bawerhişk. Tiştek talûke ye ku meriv bêyî şik xwe zehf mafdar bibîne. Tu dikarî bi vî avayî bibî meriveke tund û zerarê bidî derdora xwe.
Te qet li xwe pirsî û te got di nav stranên te de, aha ev stran ji bo min taybet e? Heke te gotibe ew stran kîjan e tu dikarî bi me re parve bikî?
Niha heçko yekê gotî min tu zêdetir ji kîjan zarokê xwe hez dikî. Lewme ez ê nekarim bi hêsanî bersivekê bidim. Ji ber ku ji bo hemû stranên xwe jî heta ji destê min tê ez dişixulim. Lê ger min mecbûrî bersivek bida belkî min bigota Birîna Reş. Ev stran demên min ên zanîngehê ên ku di şevên dirêj de xwe bi xwe mayîm tîne bîra min. Ew demèn min ên xwedî qîrîn ên bêdeng. Lê ez dikarim ji bo stranên xwe ên din jî hêleke taybet bibînim. Mînak şêwaza Winda Me nîzîkê xwe dibînim. Aranjeya Dîstopyayê, navê Gulhavînê…
Heke derfetekî te yê ku rê li ber te vekira û tu biçûya konsert / festîvalê ew der ê ku der bûya, te dixwest ew der ku der be?
Çend sal in li Stembolê dijîm. Niha ji ber ku zimanê mûzîka min Kurdî ye li vir her derî ji me re ne vekiriye mixabin. Dema ku diçim ji miletiyê xwe re, ji Kurdan re stranan dibêjim vê carê jî şêwaz û naveroka stranên min li Kurdan xerîb tê. Ji ber ku sounda mûzîka min rojavayî ye dixwazim li Welatên Ewrûpayî hinek ceribandinan bikim.
Naxwe em bi pirsine klasîk bi dawî bînin hevqisekirina xwe: Projeyên te yên di dema nêz de ne, çi ne? Tu dixwazî wan bidî zanîn?
Beriya niha çend mehan min xwest ez projeyên destê xwe de bibînim ka çi heye çi nîn e. Bi dîtina hejmara xebat ên di destê xwe de ez hinekî şaqis mam. Stranên nîv temam mayîn, yên ber xilasbûn, yên xilas bûyîn…Heta ku min dest bi qeyda hinekan jî kiriye.
Min gotibû, ez di berê de bi mûzîka klasik a rojavayî ve mijûl im. Ji wî heyamî heta niha gelek xebatên enstrümental ên bêyî gotin li cem min berhev bûne. Dixwazim hinek ji wan wek albûmeke enstrümental biweşînim. Min hê biryar nedaye ka ez wan bi çi awayî biweşînim. Pêşiyê divê ez wan hinekî li hev bidim û cend qeydan bikim.
Straneke min a Kurdî-Tirkî tehlihev hê nehatî weşandin heye. Hinek jî hê ji berê de bi zimanê Tirkî min nivîstîbûn. Ev xebatên ez behsê dikim di hemdê xwe de bi awayekî xwezayî berhev bûne. Rojekê ez xwe wêrek bibînim belkî hinek ji wan jî parve bikim.
Bi navê Dengepirtûkan sepaneke pirtûkên dengî ya bi Kurdî derketiye. Ez carinan ji bo vê sepanê çîrokan bi Kurdî tomar dikim. Çend çîrokên Hesenê Metê yên ku min wisa xwendibûn di wir de hatine çapkirin.
Çawa ku di konserên xwe de stranên Mihemed Şêxo an jî yên Ciwan Haco dibêjim, carinan stranên Leonard Cohen an jî yên koma The Beatles jî dibêjim. Vê paşêyê di konsertên xwe de stranên biyanî li repertuara xwe zêdedikim. Dixwazim rojekê ji hêlekê ve komeke nû a mûzîkê ava bikim û ew kom bi Îngilîzî mûzîkê çêke.