Di seranserê jiyana Francisco de Goya de, gelekî dijwarî hatine bi serê wî de. Lewma jî şahidiya gelekî bûyerên têvel ên tarîxî yên ku tesîr li ser psîkolojiya wî kiriye û her weha ew bi ber lepên du nexweşiyên xedar ketiye. Hetta ji van nexweşiyên hanê yek, dibe sedemê bi tevahî kerrbûna wî. Di serdema wî de Şoreşa Fransî hatiye pê. Paşê Spanya hatiye dagirkirin. Lê pir nebûriye Monarşiya Spanyayê dîsa bûye desthilat û bi gel re şer kiriye. Ev bûyer û qewimînên ku di Dadgehên Engîzîsyonê hatine pê, gelekî tesîr li Goya kiriye. Nemaze jî ev yek bûye sedemê destpêka nexweşiya giran a depresyonê ya dawiya umirê wî.
Aha Goya bi tevahî di vê serdema bêgavmayî de berhemeke ku bi navê Resimên Reş “Pinturas Negras) tê binavkirin a ji çardeh resimî pêk tê, çêdike. Ev berhemên ha li ser dîwarên mala ku ew tê de dijî yê ku bi navê Mala Kerro (Quinta de Sordo) tê binavkirin, xêz kiriye. (Xwediyê mala Goya jî, mîna wî kerr e. Ya rast çîroka navê mala wî ji vir tê.) Hunermendê Spanyolî êş û bermayiyên ku bi dû şer maye, bi boyaxkirina dîwarên mala xwe, vediguhezîne hunerê.
Diyagrama ku xwerû ya ku di Quinta del Sordo de li hev hatine, dide xuyakirin
Di resimên Goya de, bi piranî di neqeba holên ronî û tarî de kontrastên dramatîk hene. Ev yek dibe sedemê pêkhatina kûrahî û hesta dramayê. Ev teknîk nemaze di dawiya umirê wî de ku ew resimên li pey hev yên çêbûyî ne yên navdar Resimên Reş de dibe berbiçav. Ev rêzeresima ku ji çardeh resiman pêk tê, ji wan perçeyan ya herî navdar bêguman berhema ku bi navê “Saturnê Lawê Xwe Dixwe (Saturn Devouring His Son) ye. Saturnê Lawê Xwe Dixwe, qala mîtê Xwedawendê Romayê dike ku ew dê ji aliyê her zarokê wî ku tê dinyayê û peyketê wî yê belayî yê were hilweşandin lewma jî li gor kehanetê wan dixwe.
Kronos kurê piçûktirîn ê Uranos û Gaiayê ku ji duwanzdeh tîtanan e. Bavê wî wekî hikumdarê Xwedawendan tê hesibandin. Ew ê ku Uranos hildiweşîne nexasim Kronos bi xwe ye. Li gor efsaneyê Kronos yanî bi navê xwe yê ku di Mîtolojiya Romayê de Saturn e, Ouronos çawa ku wî bavê xwe yê ku di Mîtolojiya Romayê de Uranus e, bi hêza kehanetê tedigihîje ku her zarokê wî yê dê were dinyayê, wextekî ku wî li bavê xwe çi kiribe dê bi serê wî de were, lewma her zarokê wî yê ku tê dinyayê biryar dide ku bixwe. Jina wî her sal zarokekî diwelidîne. Lê çawa ku zarok ji diya xwe difilite tê dinyayê, dikeve nav devê Kronos. Xwesteka hêrs û desthilatdariyê çav lê kor kiriye. Lê wî planên tolhildanê û hestên dayikî yên Rheayê nehesibandiye.
Wextê ku Rhea ji bo zarokê xwe yê 6emîn dibe giran ji diya xwe Gaiayê alîkariyê dixwaze. Gaia wê dişîne girava Girîdê û li wir Zeus tê dinyayê. Piştî ku Rhea zarok diwelidîne, vedigere nik Kronos. Li kevirekî mezin paç dipêçe û nîş dike û dibêje ew Zeus e. Kronos welê zen dike û dibêje ew zarokê min ê 6emîn e û tev de bi carekê ve diqultîne. Her weha Zeus di şikeftê de bi dizîke mezin dibe. Li wextê pêkhatina kehanetê dipê. Aha ev tablo qala têkoşîn di navîna Saturn û Uranus dike.
Ya rast ev resim, qala tevgera nekontrolkirina merivkujiyê û şîrovekirina virtuozî ya şêtekî yê ku ketiye ber bayê tarîtiyê ye. Tazîbûna berbelavbûyî ya qebe, por û rihê wî yê têkilhevbûyî, awirên wî yên şêt û tevgerên wî yên agresîf… Ev hemû rewşa dînbûneke hîsterîk didin xuyakirin. Bêguman Goya, tirsa mirina xwe û depresyon û paranoya wî ya ku her roj zêde dibû veguhestiye nav berhemên xwe. Dîsa ev berhem dikare wekî encama vê haletî ruhiyeyê bête nirxandin. Heke meriv şert û mercên wê serdemê bîne pêş çavan, meriv dikare bibêje desthilata wê demê ya ji bo ku hêza xwe wenda neke ciwan diavêtin ber diranên xwe, sêwirandiye.
Heke meriv tevgerên panîk û çavên vebûyî û ji bo ku zarok nereve bi awayekî xurtpêgirtî yên Saturn bîne pêş çavan, hingê siyasetmedarên hêçketî yên desthilat ê were xuyakirin. Wekî we hûn dibînin, Saturn zarok hewqas xurt pê girtiye ku tilîkokên wî spî ne û bi ser destê wî de xwîn diherike.
Goya, derbarê Resimên Reş de qet nenivîsiye. Nav jî li wan nekiriye. Navên wan li piştî mirina wî ji hêla hinekên din ve, li gor naveroka resiman, resim hatine binavkirin. Fernandoyê VII. di sala 1823an de wextê ku monarşiya qehîm dîsa bi dest dixe, ew lîberalên ku li dijî wî serî hildane zordariyê dike, Goya ji vê yekê dikeve nav qilqaleyekê û Madridê diterikîne. Wextê ku diterikîne tevî hemû têkberên malê resimên wî jî ji lawê wî, Javier Goya re dimînin. Heta dawiya sedsala 19. haya kesî pir ji resimên wî nîn e. Resimên wî di sala 1873an de, berî ku çewliga ku mala wî lê bû were rûxandin, li ser bankerê Belçîkayî yê bi navê Frederic Emile d’Erlanger, ji hêla Salvador Martinez ve vediguhezin ser tûwalê. Resimên nû hema çi bigire bi qasî 50 salî bi dîwaran ve daliqiyayî bêyî ku destê tu kesî pê bibe maye. Ji dîwaran ancax di sala 1873an de veguheziyaye ser tûwalê.
Li ser ev tabloya Saturnê Zarokên Xwe Dixwe, ya me salûxdana wê kir anekdoteke weha jî heye. Wextê ku resim ji dîwêr vedigheze ser tûwalê, gelekî kite kêm û wendabûyî ne. Ya rast di orîjînala berhemê de Kronos bi awayekî kîrrepbûyî hatiye resimandin. Ev kite, wekî piştî ku Kronos zarokên xwe dixwe wan ji holê radike û bêpayaniya bixweveçûyina ecêb disêwirîne, hatiye şîrovekirin.