– 1 –
Kî bi ruh û can mamoste be, ehemîyeta her tiştî li gorî şagirtên xwe dide – ya şexsê xwe bi xwe jî.
– 2 –
“Min ev tişt kir”, dibêje hafizaya min. “Îhtimal tune ye min ew kiribe”, dibêje anora min û sebat dike wiha. Dawîya dawîn hafizaya min ji ber dadixwe.
– 3 –
Ne hêz, lê berdewamîya hestên bala merivên bala çêdikin.
– 4 –
Kî xwe bighîne armanca xwe, pê re ji wê zêdetir bi dest bixe.
– 5 –
Hin teyrên tawis li ber çavên herkesî per û baskên xwe vedişêrin – û navê anorê lê dikin.
– 6 –
Di bin şert û mercên aştîyane de merivê şerûd xwe bi xwe dikeve.
– 7 –
Bi prensîbên xwe meriv dixwaze zext û zorê li tevgerên xwe bike yan jî qedr û qîmetê bide wan yan jî sixêfan li wan bike yan jî veşêre -du mirovên xwedîyê heman prensibî îhtimalên tiştên ji kokê ji hev cihê dixwazin.
– 8 –
Kî xwe kêm bibîne, pê re ji çavên yê li jor li xwe mêze dike, qedr û qîmetê dide xwe.
– 9 –
Ruhekî ku dizane tê hezkirin, lê bi xwe hez nake, zemîna xwe îfşa dike: zemîna wî derdikeve jorê.
– 10 –
Felaket e ku meriv di behrê de ji tîbûnê bimire. Hûn mecbûr in hema rastîya xwe tim ewqas zêde xoy bikin, ku ew hema qet nikaribe – nikaribe we’cê jî bişkîne?
Werger
Abdullah Incekan