Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr: Pirtûka duyem ya Ferhad Pîrbal bû ku min xwend. Ya pêşî Hotel Europe bû. Êdî stîl û şêwaza Ferhad Pîrbal dinasim. Hê ji hevoka pêşî de min hest kir ku ev pirtûk ya Pîrbal e. Mîna bîranîneke xwe dinivîse vedibêje. Jixwe lehengê romanê bi nav, kar û kesayet Ferhad bi xwe ye.
Romaneke 91 rûpel ku qet xwendevan nawestîne. Lêbelê hestên wisa çêdike; xwendevan naxwaze zû bi zû dawiyê lê bîne. Tenê, tevlî yên bergê heşt wêneyên di pirtûkê de, seriyan diêşînin. Qet nebe ji bo min wisa bû. Her kes û jîrîtiya xwe êdî!
Ferhad dîsa xwînerê xwe dibe cîhaneke bi otêl, bar, entrîka, têkiliyên cinsî, wêne û hunerê xemilandî. Û helbet evîn. Cîhaneke cuda û balkêş.
Digel entrîka di romanê de heye jî, mîna Hotel Europayê di vê romanê de jî mêjiyê mirovî qet tevlîhev nabe. Yanî xwîner nabêje “ka min çi fêm nekir, çavê min li çi neket ku hatim vir!”. Dibe hinek kes vêwek qelsiya romanê bibînin; lê bi ya min serkeftin e. Pîrbal bûyer xweş honandine û di hev de asê û winda nekirine.
Bi ya min divê pirtûka serkeftî hestên mirovan hişyar bike, rake pîya. Di vê pirtûkê de herî zêde hestê dexesîyê. Di nav me Kurdan de hesteke herî hişyar û dijwar. Mirov dema dibîne bê wê bûyer ber bi ku ve biçe, di wê gavê de dixwaze biçe û wî kesê xirab bikuje.
Lê di vê pirtûkê de jî Pîrbal bi hostayî hestên mirovî yên kesanî tevlî hestên neteweyî û civakî dike. Kurdayetiyê bi xwe dihesîne. Jîr e, zîrek e. Têkiliyên demkî û kesanî, xweş tên girêdan bi rewş û psîkolojiya Kurdan ve.
Wek mînak, Pîrbal têkilîya lehengê xwe ya zayendî bi Kurdbûna wî ve wiha girêdide: “Min sond xwaribû, şîrê dayika min li min ne helal be, ku ez ji xeynî tirk û faris û bi taybetî jina ereb zinê li gel jinên qewmekî din bikim.” (r.43) Di cîyekî din de wiha dibêje: “Min çêjeke yekcar xweş û bêpayan ji wan jinên ereb û tirk û faris distend… Ev yek bibû şêwaza xebata min a neteweyî.” (r.45) Û ev hevoka enteresan: “Tu dixwazî min bihetikînî û bi vêya neteweya min piçûk bixînî… Bîst û sê dewletên we [ereb] hene, dixwazim ji her dewleteke we, jinekê têxim bin tuxmê xwe.” (r. 80) Ya rastî min ji vê nêrînê qet hez nekir. Ne ji ber mêjîyê patrîarkal û zayendparêz bi tenê. Nikarim têbigihîjim bê hevşabûn çawa dibe mijara tolhildanê. Ji ber ku wek perestin û pîrozkirinekê difikirim, hevşabûnê. Û mirov çawa dikare dijminê xwe bi ramûsanan ciza bike! Nakokîyeke dijwar. Ferhad bi hêrs e li hemberî zilm û dagirkeriya tirk û ereb û farisan. Ji ber ku ji Kurdistana bindestê Ereban e, herî zêde hêrs û rika wî li hemberî wan e.
Digel vêna Pîrbal di vê romanê de jî danberheva rojhilat û rojava dike. Weke mînak: “Sedan jin li vê Ewropayê eqlê xwe berdidan, bi pereyên ereban an jî bi milk û malên van zilamên dewlemend ên ji rojhilat, ji bo seyaheta seksê diçin Moldovya û Belerûsya.” (r.29) Ji bo têgihîştina zewacê ya li welatên rojava jî wiha dinivîse: “Jin û mêranî peymaneke civakî ye û hew! Pêdivî ji bo temen heye, wexta jin û mêr dikevin payiza temenê xwe dizewicin.” (r.38)
Di vê romanê de xaleke herî balkêş jî çîroka Medûsa ye. Medûsa di mîtolojiya Yewnan de li perestgeha Athena jineke delal û porzer e. Dayika Pegasûs e. Athena keça Zeûs e, wek xwedaya huner û aşîtîyê tê zanîn. Poseîdon jî xwedayê derya, erdhej û hespan e. Delalîya Medûsa, Poseîdon dike evîndarê xwe. Piştî Athena vê yekê dibihîze, ji delalîya Medûsayê diheside û li çav û porê wê tê xezebê. Êdî dibe jineke por-mar û diran-tûj. Li çavên kê dinêre wan dike kevir. Û helbet têkilîyeke xurt di navbera vê mîtolojiyê û çîroka Ferhad û Ebû Ubeydeyê Xeddam de hatîye honandin.
Di vê romanê de Ebû Ubeydeyê Xeddam lehengê sereke ye. Kesayeta Ereb temsîl dike. Çawa di Hotel Europe de Mihemedê Hacîzade kesayeta Faris temsîl dikir. Û bi min wisa hat ku Ferhadê Kurd di her romaneke xwe de xwestîye xencerekê li singa dagirkerekî Kurdistanê bixe.
Û yek ji hevokên weke mîxekî di mêjî de cihê xwe digire jî ev e: “Divê tu genim li ber kevoka min nerijînî!”
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol