John William Waterhouse, dikeve bin bandûra çîrok û sihîrên mîtolojîk, çîrokên ji sahneyên cuda disêwirîne. Waterhouseyê ku krîtîktirîn sahneya van çîrokan hildibijêre, hêmaya jina hêzdar û hov neqişiye. Têkoşîna ferdî ya heyin a di nava civakê de, wekheviya jin û mêr, mafê wekî hilbijartin û bên hilbijartin ê ku heya bi îro gihaye, mafên jinan, rîça vê têkoşînê xwe dispêre wextê pir dêrîn. Dadgehên cadûyan yên ku jin li ser hev tê de dihatin darizandin û kuştin. Ji hêla tarîxa jinê ve bûye xwedanpêvajoyeke gelekî trawmatîk. Di serdemên ku jin wekî ferdekê nedihat pejirandin, ne xwedanbiryar bûn û ew nedihatin naskirin û tew di ser de bi tawanbarkirina cadûbûnê dihatin kuştin. Ev hemû di serdema reş a heyama navîn ketiye nav rûpelên tarîxê. Desthilatiya ol û mêraniyê li ser fikreke ku zayenda jinê, xweşikahiya wê ya bêhempa bi îblîs re têkiliyê datîne û mêran ji rê derdixe, radiweste. Pênaseya di nava civakê de ya jinê û rola wê weha çêdibe. Aha yek ji wan jinên sêrbaz Kirke ye. Kirke hebûna xwe li dijî mêrê xwedanesalet, ji çavkaniya axê û kevneşopiyê werdigire.
Kirke kî ye?
Kirke, di Mîtolojiya Yewnanî de, Xwedawenda Sêhirê ye. Bavê wê ku Tîtan e û navê wî Helios e, dîsa diya wê yek ji zarokên pêşîn ên Tîtanan, keça Okeanos e. Dengê Kirke dişibe yê însên, tevî ku bavê wê û kalê wê Tîtan in, ew ne xwediyê quwetên derasayî ye. Ji ber ku ew ne xwediyê tu hêz û navnasiyê ye, ev yek dibe sedema hînbûna zêdetir a wê ya her roj. Ew hêzên sêhirê dikeşifîne. Ji ber ku hêzên wê yên derasayî nîn in, li nik Xwedawendan cihekî wê yê maqûl nîn e. Dibe dilketiyekî fanî û dixwaze wî bike nemir, wextê hewl dide da ku wî bike nemir cara yekemîn bi heyina hêza xwe dihese. Kirkeya ku li xwe mikûr tê û sêhira pêk aniye îtîraf dike, tê cezakirin û sirgûnê girava Aiaeuê dibe. Dibe mehkûmê wira û heya dawiya umirê xwe li wir dijî. Ji nebatan hînî jahrçêkirinê dibe. Dîsa ji nebatan sêhirên têvel amade dike û ew zilamên çavbirçî yên ku tên giravê vediguhezîne ajalan û her weha bi vê tevgerê dibe binavûdeng. Kirkeya ku bi wextê re hêza xwe ya sêrbaziyê xurttir dike, rojên xwe bi îksîrçêkirinê ve û bi şêrên xwe yên ku kedîkirî ne û bi wan re dileyize, derbas dike.
Bi Odysseusê ku bû kirdeya tabloyê çawa rastî hevûdu hatin?
Odysseus ji bo xwe û hevalên xwe birçî nemînin derdikeve nêçîrê. Derdikeve ser girekî û ji wir qesra Kirke dibîne. Ji dûkela qedrê dûman bilind dibe. Bi awayekî, bi tirs û xof çend hevalên xwe ber bi wir dişîne. Pêşengê wan Eurylokhos e. Hevalên Odysseus, bang dikin da ku Kirke were derve. Lê berevijyê vê yekê Xwedawenda Sêrbaz wan dike hundir. Lê bi tenê Eurylokhos şikbir e û li derve dimîne. Paşê jî tişt diqewimin, Kirke wan vediguherîne berazan. Eurylokhosê ku dibîne hevalên wî veguherîne berazan baz dide direve cem Odysseus û jê re qala rewşê dike. Odysseus lê difikire da hevalên xwe rizgar bike, hê li ser riyeke felatê difikire Hermes tê gazinda wî. Hermes ji wî re qala çareyê dike ku ew ê çawa hevalên xwe dîsa bike însan. Jê re qala têkbirina Kirkeyê dike. Wextê ku Kirke dike şeraba jahrîn pê bide vexwarin, dê nebateke “malu” ku Xwedê ji bo wî kurifandiye biavêje navê û bi şûrê xwe êrîş lê bike û Xwedawendê têk bibe û dê pê sond bide xwarin ku ew ê tu neçêyiyê ji wî û hevalên wî re neke. Welê dibe, Kirke li hember hêza Odysseus matbûyî dimîne. Ew dibe evîndarê Odysseusê wekî lihevhatî hêzdar tê sêwirandin.
Şertekê pêşkêş dike, dibêje heke tu bi min re bî, ez ê hevalên te bikim wekî berê. Odysseus soz dide û bi qasî salekê li ser soza xwe radiweste. Herçend di vê hewqas wextî de di qesra Kirkeyê de mîna Keyeyan bijî hewçend tesîra civakê lê dibe û zarok û jina wî ya ku li malê, li hêviya wî ye, bêriya wan dike û biryar dide da ku giravê b iterikîne. Rîwayet tê kirin ku piştî bihevrebûna Kirke û Odysseus (Odisseas / Ulysses) Latinos û Agrios ê tev bibin desthilatên Italyayê. Kirke piştî wê têkiliyê wan tîne dinyayê. Kirke, têkilhevbûna navheviya di Gilgamêş a Siduri û İştar e. Ev jî dualîteya hingê zelal dike. Hem jineke alîkar û şîfager e hem jî sêrbaz, cadûyeke ku zerarê dibe mêran e.
Kirke cadûyek e. Hem jî cadûyeke ku ajalên hov, nebat û sêhira avê bi kar tîne. Resimên John William Waterhouse, bi vê jinikê re berember e. Jina Sêrbaz. Beramberê hemaya cadûtiyê ye. Resima ku Kirke bi şeraba dest xwe de pê hatiye sêwirandin yek ji wan e.
Em werin ser tabloyê….
Waterhouse ku ji çîroka Odysseus a Homer best lê rabûye û di vî resimê ku çêkiriye de, dewlemendiya kompozisyonê, rûîfadeya Kirke û rawestana bedena wê.. Em bi van detayan pê dihesin ku ew jineke xwe bixwebawer e. Ew bi xweşikahiya xwe ya bêhempa li çavên me dinihêriye. Kirkeyê bi xwezayê re yekîtiyek aniye pê, hêza xwe ji xwezayê werdigire, ew a ku dikare xwe ji nû ve vejîne, karaktera jineke pir xurt. Bi sêhir û spehî. Tê xuyakirin ku Kirke hevkarên Odysseus veguherandiye beraz. Li ber lingê wê û li pişt textê wê beraz hene. Ev leşkerên ku Kirkeyê veguherandine. Li herdu aliyên text peykerên şêr. Li pey jî neynikeke gulover heye. Di xuyanga neynikê de Odysseus, keştî û di destpêka têketina mala Kirkeyê de stûn tên xuyakirin. Odysseusê ku li hember Kirkeyê sekiniye û sîtava eksê destê rastê yê Kirke li ser neynikê dixuye. Binevş sozdariyê, beq jî jîrekî û zanîna Kirkeyê sombolîze dike. Li serê cilekî ku ji qumaşê transparan ê şîn ê rengîn ê ku gurmikê rastê yê Kirkeyê tazî dihêle heye.
We çîrokeke taboleyeke jineke ku ji tenetiyê re hatiye mehkûmkirin û bi hêza xwe hesiyaye xwend. Bi hêviya hevdîtina çîrokeke dîtir.