Ciwanekî temenê wî li dora nozde-bîstan dikeve dikana pirtûkfiroşiyê, çenteyê xwe û kîsikê di destê xwe de datîne goşeyekê û bi baldarî berê xwe dide refê nû yê pirtûkan. Piştî qederekê du-sê heban hildibijêre lê dema tê ber kaseyê û dike heqê wan bide, pereyên wî li hev dernakevin, radihêje kitêbekê û kovarekê, yên din datîne, di ber xwe de dikelime û dibêje, bila ev jî bimînin carekê din. Ev demek e ji ber krîza aborî û bihabûnê, hal û hewalê gelek xwendevanan eynî wiha ye.
‘Weşanxane ji mesrefan, xwîner ji bihayan bigazinc in’
Sektora çapkirin û weşangeriyê ji ber qeyrana aborî û bêîstiqrariya dovîzê li ber îflasê ango li ber têkçûnê ye. Weşanxane ji ber mesrefan, xwîner ji bihayê pirtûkan bigazinc in. Weşangerên ku em bi wan re axivîn diyar dikin ku bi vî awayî ne mimkin e weşangerên kurd li ser piyan bimînin.
Weşanger teqez dikin ku pêvajo wiha dewam bike, çend pirtûkfiroşên ku banka fînansoriya wan dikin ne tê de, wê hemû weşanger îflas bikin û top biavêjin. Ew teqez dikin ku ji ber rewşa aborî ya niha gelek projeyan taloq dikin û nikarin pirtûkên nû bixin rojeva xwe, berovajî wê tenkîsat di rojeva wan de ye.
Qeyrana aborî bi qasî ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike bandoreke neyînî li pirtûkfiroşan jî dike. Yek ji pirtûkfiroşên herî kevin li Stenbolê, Pandora Kitabevi şaxa xwe ya li Beyogluyê ji neçarî digire ku 30 sal e ew şax vekirî bû. Medya Kitabevî, tekane pirtûkfiroşa kurdî li Stenbolê ye û zêdetirî çaryek sedsal xizmetê dide, ji ber kirêya zêde hindik maye bê girtin û li hêviya çareseriyekê ye yan dê girtin bibe çarenûsê wê.
Li gorî agahiyên ku rêveber û xebatkarên sektorê didin, salek berê toneke kaxezê bi 615 Euro bû, niha bi 1200 Euro ye. Topek kaxeza A4an par bi 20-25 TLyî bû, niha bûye 100-120 TL. Kolîyek A4 bûye 400-500 TL.
“Hemû kel û pelên çapxaneyan ji derve tên; kaxeza navê ji Norwêcê, berg ji Amerîkayê, selefon ji Almanyayê, boyax ji welatekî din ê Ewropayê tê û ji ber vê jî çapkirin her diçe zehmettir dibe.”
Xebatkarekî sektora weşangeriyê diyar dike ku wan li gorî par, zêdetir kitêbên kurdî çap kirine dibêje, “Em wek berê di karê çapkirinê de berdewam in lê rêjeya firotinê gelekî kêm bûye.”
“Bihayê kitêban hema bêje her roj, her meh diguhere; xelk ji bihayê kitêban bi gilî û gazinc in. Bo nimûne, yek tê pênc kitêban hildibijêre lê sê heban dikire. Di pêvajoya kampanyayê de zêdetir eleqe çêbû lê wiha dewam nake, Ji bo berdewamiya bi rêk û pêk teqez hewcedarî bi alîkarî û sponsoriyê heye. Em ê hewl bidin serî li fonên navnetewî bidin.”
‘Kaxez peyda nabe’
Gerînendeyê weşanxane û kovara Nûbiharê Suleyman Çevik, di postekê de ku li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye balê dikşîne ser tunebûna kaxezan û dibêje, “Ecêba giran! Ewqas sal in em vî karî dikin, min dewreke weha nedît. Me bergên 6 pirtûkên zarokan (Seta Dilşayê) çap kirin, 10 roj in em kaxezê hundirê wan peyda nakin. Ferhenga Zazakî jî hevalê me bi zor û zehmetî kaxezê wê di hefteyekê de peyda kir.”
‘Îsal dê kêmtir pirtûkên kurdî derkevin’
Koordînatorê pirtukakurdî, Bawer Berşev wekî Çevik bedbîn e. Berşev, “Her diçe çapkirina pirtûkan zehmet dibe. Wiha dewam bike dê gelek weșanxaneyên kurdî bên girtin. Li gor par hema bêje 4 qat bihatir tên çap kirin. Ji xeynî mesrefên din. Ji xwe weşanxaneyên ku dîjîtal çap dikin yan dê bên girtin yan jî li ber sekeratê bin. Weşanxaneyên ku stoka wan baş bin, dîjîtal çap nekiribin, ofset û zêde çap kiribin dê demeke nêz de tengasî bikișînin jî piştî krîzê wê qezenc bikin. Texmîna min dê îsal li gor par %50 kêmtir pirtûkên kurdî derkevin.”
‘Maliyet bi kêmanî çar pênc qat zêde bûne’
Xwediyê weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin, li ser pirsa me dibêje li gorî berê malîyet bi kêmanî çar-pênc qat zêde bûye; şert û merc nebaş bûne lê niha tu şertên weşangeriyê nemane, îşê me zehmet bû, niha zehmettir bû: “Vêga gelek kitêbên me yên kevn tevî ku me fiyetê wan piçek guhertibin jî pir kêm in. Em bixwazin ji nû ve wan kitêban çap bikin em bi pereyê ku niha difiroşin nikarin car din çap bikin. Wisa diyar e ku ji vir û pê ve bi firotinê nabe, bi tu awayî derfet nemaye ku kitêb bêne fînansekirin. Weşanxaneyên hûr û gir eger rêyeke din nebînin, hemû wê bêne girtin. Heta demekê em ê nekevin nav projeyên nû. Bi firotinê tiştek nabe, ne mimkin e xwe xilas bike.”
‘Weşangeriya kurdî li ser milê şexsan û çend dilsozan maye’
Keskin dibêje, rewşa weşangeriya kurdî ji 2015an û vir ve ber bi jêr ve diçû, niha kete bin erdê de û wiha dewam dike. Dewlet dikare gelek tiştan bike lê nakê, bike jî em weşanxaneyên kurd nakevin navê de, tu xêra wê li me nabe: “Em dibêjin bila zirara wan li me nebe bes e, em ne li benda fêdeyekê ne. Bo weşanxaneyan bi qismî be jî alîkarî tê kirin, lê em [weşanxaneyên Kurd] li derveyî wê çarçoveyê ne. Wezareta Çandê [ya Tirkiyê] salane bi milyonan kitêban dikire, bûrsan dide, hin nivîskar û kitêban teşwîq dike, rêya wan xweş dike. Kurdî ji van tiştan mehrûm e, kes li ber barê kurdî ranabe. Weşangeriya kurdî li ser milê şexsan û çend dilsozan maye. Çi dezgeh bin, çi şexs bin, mecbûr e mueseseya sponsoriyê zêde bibe lê ew jî li ba me nîne. Bi xwendin û firotina Kurdî bi awayekî normal ne mimkin e ku tu kitêbekê çap bikî.”
‘Hin agahiyên xweş derbarê weşangeriya kurdî de’
Di nava ewqas şert û mercên giran de, di qada weşangeriyê de hin agahiyên xweş jî diqewimin.
Cîlda çaremîn a Ferhenga Kurdî-Kurdî ya Seyda M. Emîn Bozarslan çap bû. Çapa berfirehkirî ya ferhenga kurdî tirkî (Amadekar: Zana Farqînî) ji nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê;
Ferhengê zazakî-dimilî-kirmancî (Amadekar: Şaban Şenateş) ji weşanên Nûbiharê derket.
Ferhenga Mezin ya D. Îzolî jî di nav Weşanên Waqfa Riya Azadiyê da ji nû ve hat çapkirin û belavkirin.
Herwiha Mîrnameya Hekarîyan ji Peywendê derket. Hejmarên nû yên Nûbihar, Bar Helbest û Kurdeçîrokê hatin çapkirin û belavkirin.
Rêjeya pirtûkên kurdî û tirkî
Hêjayî gotinê ye ku, li gorî raporta Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê ya sala 2021ê li Tirkiyê 438.679.864 pirtûk çap bûne. Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê (MEB) ji bo xwendekarên dibistanên seretayî û amadeyî 199 milyon û 312 hezar û 299 pirtûk çap kirine. Dema mirov vê jî lê zêde bike hejmara pirtûkên ku li Tirkiyê hatine çapkirin digihîje 637 milyon û 992 hezar û 863yan!
Li gorî nûçeya Diyarnameyê sala borî (2021) li bakur û Tirkiyê bi tevahî 377 pirtûkên cuda yên bi kurdî hatine çapkirin. Di nûçeyê de tîraja wan nehatiye diyarkirin lê eger kêm-zêde her yekê em hezar bihesibînin, ew jî dike 370-380 hezar pirtûk.