Hin şair hene, di eslê xwe da fîlozof in. Li ba wan şiîr alavek e ji bo raxistina fikrên felsefeyî ye. Ji ber vê ji bo van kesan fîlozofên şair tê gotin.
Di zimanê Almanî da du kes hene, ku vî navî heq dikin: Friedrich Hölderlin û Rainer Maria Rilke. Ji ber ku di vê mehê da sala bûyîna Rilke ye, me go em bi gereke dîjîtal berê xwe bidin çend mekanên Rilke lê mayî.
***
Rainer Maria Rilke di 04.12.1875an da li bajarê Pragê di vî xanîyê hanê da tê dinê. Ev xanî yê li sikaka bi navê Heinrichgasse bûye, di 1924an da tê hilşandin. Rilke di nameyekê da wisa dibêje: „Mala min a zaroktîyê xanîyekî teng ê kirê bû li Pragê, xemgînî jê dibarîya. Gava ez hatibûm dinê, îdî zewaca dêûbavên min çilmisî bû. Nakokîya di nava wan da vekirî rûda, gava ez bûm neh salî û dêya min mêrê xwe terk kir. Ew jineke reş î zeîfokî pirr bi tirs bû, ku ji jîyanê tiştekî nedîyar dipa.“
Yek ji kanîyên herî bi tesîr a di poetîka Rilke da zaroktî ye. Di nameya pêşîn a ji Kappus ra, ew wisa dibêje:„Û hûn bi xwe di zîndanekî de bin, ku dîwarên wê nehêlin tu dengekî ji cihanê xwe bighîne we, ma wê gavê dîsa jî zaroktiya we, ev dewle- mendiya delal û bêhempa, ev mala xezîneya bîranînan, bi we re namîne? Bala xwe bidin wê derê.“ (Ji şairekî ciwan re name, rûpel 20-21)
***
Rilke li vir diçe dibistana seretayî a leşkerîyê. Ji ber ku ruhê wî yê nazenîn rê nade dibistaneke leşkerî bixwîne, gava ew nexweş dikeve, ancax bi saya vê nexweşîyê di dibistana navîn da jê diqete.
Salên wê demê trawmayeke mezin û dirêj di jîyana Rilke da dihêlin.
***
Li bajarê Munihê Rilke û jinika 14 salan jê mezintir, Lou (Lu) Andreas-Salomé hevdu nas dikin. Di navbera herduyan da têkilîyeke dûr û dirêj çêdibe. Lou rewşenbîreke mezin e û li gorî kêfa xwe dijî. Gelek mêrên wê demê di binê destên wê ra derbas dibin. Nietzsche, Paul Rée û hinekên din…
Ev helbest li Wolfratshausenê li vî xanîyî ji ruhê Rilke diniqute:
Ger çavên min birjînî
Ger çavên min birjînî jî, dikarim bibînim te,
guhên min jêbikî jî, dikarim bibihîsim te,
û bêyî nig jî dikarim bême cem te,
û bê dev jî dikarim sond bixwim bi te,
çengên min bişkînî jî, mîna destekî
digirim bi dil te,
dilê min raweste jî, wê mêjiyê min bijene,
mêjî bişewitînî jî,
ez ê te bi cî bikim di nav xwîna xwe.
(Ji Derîyê Dil – Guldesteyek ji Şiîra Almanî, rûpel 75)
***
Qesra Duino
Kitêba navdar Mersîyeyên Duino li vê qesra muhteşem a bi navê Duino li ber peravê Adrîayê li bajarê Triestê tê nivîsîn. Rilke ji 22.10.1911 hetanî 09.05.1912 li qesra hevala xwe dimîne. Berîya ku ew bikaribe Duino binivîse, ew di krîzeke mezin a nivîskarîyê da dijî. Qelema wî dimiçiqe, hevalên wî dixwazin ew tedawîyeke psîkolojîk bibîne. Lê wek çemê asêkirî, ew li Triestê li pêşîya xwe dixe û bi berhema xwe di cîhana hunerî da rêyeke nû vedike.
Mersîyeya pêşîn wisa dest dê dike:
“Ma kê, gava ez biqêrîyama, dibihîstim ez ji nav qorên melekan?”
***
Rilke li ber peravê Behra Wanê
“Herçiqas ez ji welatê xwe dûr bijîm jî, min pirranîya van nameyan li ber peravê Behra Wanê, li ser xaka pîroz wergerand. Ev sirûşt ji min ra bû kanîya hêz û quwetê.”
(Ji pêşgotina Pirtûka Rainer Maria Rilke Ji Şairekî Ciwan Re Name, Nûbihar, Rûpel 12)
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya