Ev bajarê Londonê bi avadanî û bajarvaniya xwe wek Londona Keybanû Viktoria tê zanîn. Wê dixwest ev bajar firehtirîn û mezintirîn bajar be li cîhanê.
Di sedsala 19an de bi çêbûna rêyên nû, hatina rêhesinê û pêşveçûna xizmetên tendûristiyê sînorên bajarê Londonê ber bi bakur aliyê Middlesex û ber bi Başur aliyê Surrey ve fireh bû û hejmareke zêde nifûs herikî vê bajarê dewlemend.
Tê gotin di dora salên 1860î de trafîka li nav bajêr ji ya niha gelek xirabtir bû. Li gor hejmarên fermî di sala 1860î de tenê 13 milyon û 5 sed hezar rêwî bi trênê hatine rawestgeha London Bridgeê. Ev mirovên ku dihatin bajêr diviyabûn bi awayekî bi çûna karên xwe, biçûna ofîsan an jî dikanên danûstandinê yên li navenda bajêr. Ji ber vê li nava bajêr trafîkek û geremoleke gelek mezin çêdibû. Li ser vê endazyarên heyama Queen Viktoria rêya binerdê “underground” çê kir. Ev fîkra nûwaze hîmê metroyê danî.
London Underground: Kevintirîn Metro Li Cîhanê
Xeta yekemin a metroya Londonê Metropolitan Line e. Di 10ê Çileya 1863an de, Metropolitan Line wek yekemîn rêhesinê binerd ê cîhanê, di navbera Paddington (wê demê jê re Rêya Bishopê dihat gotin) û Kolana Farringdonê de vebû. 7 rawestgehên vê xeta metroyê hebûn. Di sala yekê de 9 milyon kesî bi metroyê rêwîtî kir. Di sala duyem de ev hejmar derket 12 milyon kesî. Lê ev xet mîna metroyên roja îro zêde kûr nehatibû kolandin. Ji bo rêya metroyê ewil bi çend mêtroyan erd hatibû kolandin. Piştre rawestgeh û tunêlên ku digihan rawestgehan hatibûn çêkirin û bi axê ser wan hatibûn girtin. Bi vê rêbazê çêkirina metroyan gelek bi zehmet bû, salên dirêj diviyan û di dema çêkirinê de zirareke mezin digihîşt kolanên bajêr. Wekî din Metroyên ewil ji lokomotifên ku bi dûkelê dixebitîn ve dihatin kişandin û vagonên wan jî bê pencere bûn.
Lê piştre endazyarên heyama Queen Viktoria sîstema tunêlkolandinê ku hêjî li gorê wê pergalê tunêl tê kolandin, kifş kir. Di sala 1890î de bi vê sîstemê jî tunêlên nû yên metroya Londonê hatin çêkirin. Trênên ku bi ceyranê dixebitîn jî dîsa di nava vê salê de cara yekem bi xeta Northern Lineê dest bi seferan kir.
Navên Xetên Metroyê û Taybetmendiyên Wan
Li Londonê 12 xetên metroyê hene. Dirêjahiya van bi tevahî 590 km ye û li ser van xetan bi tevahî 424 rawestgeh hene.
NAV | SAL | DIRÊJAHÎ | RAWESTGEH |
Bakerloo | 1906 | 23.2 km | 25 |
Central | 1900 | 74 km | 49 |
Circle | 1884 | 27 km | 36 |
District | 1868 | 64 km | 60 |
Elizabeth | 2022 | 118 | 41 |
Hammersmith & City | 1864 | 25.5 | 29 |
Jubilee | 1979 | 36.2 km | 27 |
Metropolitan | 1863 | 67 km | 34 |
Northern | 1890 | 61 km | 52 |
Piccadilly | 1906 | 71 km | 53 |
Victoria | 1968 | 21 | 16 |
Waterloo & City | 1898 | 2.3 km | 2 |
Bakerloo Line: Gava înşakirina vê xeta metroyê (navê projeyê “Baker Street & Waterloo Railway” bû) berdewam dikir, rojnamegerekî di nivîseke xwe ya rojnameyê de navê “Bakerloo” li projeyê kir. Ev nav di nav gel de jî belav bû. Proje di sala 1906an de temam bû. Şîrketa ku vê xetê çêdikir jî piştî 2 salan di havîna sala 1908an de ev nav lê danî.
Central Line: Gava di sala 1889an cara pêşî projeya vê xetê hate danîn navê wê “The Central London Railway” bû. Lewra ew ê biba yekem xeta metroyê ku dê ji Navenda Londonê derbas bibe. Projeya “The Central London Railway” di 30yê 1900î de temam bû. Ji navenda Londonê derbas dibû, ji Shepberd Bushê diçû Bankê. Saziya Ragihandinê ya Londonê “Tranport London” di sala 1937an de ev nav kurt kir û kir “Central Line”. Herwiha ev yekem xeta metroyê bû ku di rawestgehên wê de ji bo ronahiyê lambeyên bi elektrîkê hatin bikaranîn. Heya ku Elizabeth line vebû dirêjtirîn xeta metroyê ev bû.
Circle Line: Rotaya vê xetê wek giloverek hatibû plankirin. Armanc jî ew bû ku xetên Mertopolitan û Districtê bi rêhesinên navenda bajêr ve girê bide. Piştî ku ev metro temam bû xeta Districtê bi aliyê saetê de xeta Metropolitan jî berevajî aliyê saetê mîna ku rikberiya hev bikin li ser vê xetê dest bi seferan kirin. Heya sala 1936an jî navê Circle Line nebû fermi. Di sala 1948an de bi temamî bû xeteke serbixwe ya metroya Londonê.
District Line: Duyemîn kevintirîn xeta metroyê ye li Londonê. Ev xet wek bi navê “Metropolitan District Railway” hate avakirin. Lê ji ber ku navê “Metropolitan” li xeta yekem a metroyê hatibû danîn, nave wê wek “District Line” hate kurtkirin. Û di sala 1933an de piştî hemû Şîrketên xetên metroyê di bin banê “Transport Londonê” de bûn yek navê vê xetê jî bi awayeke fermi wek District hate îlankirin.
Elizabeth Line: Ji plandanînê heya avakirina wê navê vê xetê wek “Crossrail” dihat zanîn. Lê di sala 2016an de Serokwezîr Boris Johnson û piştre jî Şaredarê Londonê ji bo rûmeta Keybanû Elizabeth (II) navê vê metroyê wek Elizabeth Line guhert. Ev nûtirîn, moderntirîn û dirêjtirîn xeta metroyê ye li Londonê. Vê metroyê kapasiteya rêhesiniya Central Londonê ji sedî 10 zêde kir. Trênên wê ji 9 vagonan pêk tên, di carekê de dikare hezar û 5 sed rêwiyan hundirîne. Elibazabeth Line beriya mirina Keybanû hate temam kirin û Keybanû bixwe ev xet vekir.
Hammersmith & City Line: Gava di sala 1861ê de plana vê projeyê li parlamentoyê hate pêşkeşkirin navê wê “Hammersmith & City Railways” bû. Plan ew bû ku devera Hammersmithê li rojavayê Londonê bigihîne City (navenda bajêr). Ev xet di sala 1864an de vebû. Hin rawestgehên wê bi xetên District û Circle Line re hevparên. Ev metro ji 9 navçeyên Londonê derbas dibe ku navên wan wiha ne: Hammersmith û Fulham, Kensington û Chelsea, Westminster, Camden, Islington, City of London, Tower Hamlets, Newham, Barking û Dagenham
Jubilee Line: Navê xwe ji Jubilee ya Keybanû Elizabeth (II) di sala 1977an de hildigre. Lê proje 2 sal piştre di 1979an de diqede. Ev metro yekane xet e ku bi 11 xetên din yên metroya Londonê ve girê dibe ku mirov dikare bi awayekî li rawestgehekê wê derbasî xeteke din a Undergroundê bibe. Herwiha ev xet digihê xetên Overgroundê (xetên li ser erdê yên navbajêr) û 6 xetên trênan ku ji derveyê bajêr tên Londonê
Metropolitan Line: Yekemîn metro ye li cîhanê. Di salên 1850î de gava trafîka Londonê îdî bibû geremol û dibû sedema qeyranê hikûmet li çareyek digeriya. Bi pêşniyara parêzer û endamê parlamentoyê Charles Pearson fikra çêkirina xeta metroyê binê erdê da hate qebûlkirin. Herwiha projeya Metropolitan Railways dest pê kir û yekem metroya cîhanê di sala 1863an de vebû.
Northern Line: Ev xet Bakur û Başûrê bajêr digihîne rojava û navenda bajêr. Kesên ku li banliyoyan dijîn û kargehên wan li navendê bûn piranî vê xetê bikardaniyan. Ev metro ji 2 xetan pêk tê. The City & South London Railway (C&SLR) û the Charing Cross, Euston & Hampstead Railway (CCE&HR). Ev her du xet di salên 1920î de bihev ve hatin girêdan û bûn yek xet û navê wê jî di 1937an de bû Northern Line.
Piccalliy Line: Navê wê ya orjînal the Great Northern, Piccadilly & Brompton Railway (GNP&BR) bû. Piştre wek Piccadilly hate kurt kirin. Sala ku vebû (1906) dirêjtirîn xeta metroyê bû li Cîhanê. Li Bakur ji Cockfosterê dest pê dike li Rojava digihe balafirgeha Heathrowê.
Victoria Line: Navê xwe ji Keybanû Victoria (1837-1901) standiye. Herwisa navê rawestgeha sereke a li ser vê xetê jî dîsa Victoria ye. Ji aliyê Keybanû Elizabeth (II) ve hate vekirin. 16 rawestgehên wê hene. Di navbera Walthamstow (dikeve Bakurê Rojhilatê Londonê) û Brixtonê (dikeve Başûrê Londonê) seferan dike. Kolana navdar Oxford Circus ku li serê dikanên navdar yên danûstandinê hene li ser vê xetê cîh digre. Ev duyemîn leztirîn xeta metroyê ye piştî metroya Moskovê. 90 çirkan carekê sefer tê kirin. Ev dike 40 sefer di saetekê de.
Waterloo & City Line: Kurttirîn xeta metroyê ye li Londonê bes 2 rawestgehên wê hene û dirêjahiya wê 2.3 km ye. Navê xwe ji du rawestgehên xwe hildide û ya orjînal Waterloo & City Railways bû. Di sala 1898an de vebû. Ev yekane xet e ku rojek betlane dike û rojên yekşemê naxebite.
Logoya London Undergroundê
Navê “underground” û logoya navdar a metroya Londonê a gilover cara yekem di sala 1908an de li rawestgehan hate danîn. Dîsa di vê sale de cara yekem makîneyên bi elektrîk ku bîlet çêdikir hatin bikaranîn.
Nexşeya Metroya Londonê
Cara yekem di sala 1933an de Harry Beck nexşeya metroya Londonê xêz kir. Di nexşeyê de xetên metroyê bi rengan hatine nîşandan.
TfL: Transport For London
Di sala 1933an de 2 şîrketên Ragihandinê ku metroyên Londonê birêvedibirin, The Underground Group û the Metropolitan Railway di bin banê “the London Passenger Transport Board” bûn yek. Û îdareya hemû xetên metroyê, xetên rehesînê, tram, trolleybus û otobêsan kete bin kontrola vê saziyê. Di 2000î de jî navê wê bû “Transport for London”.
Tflê di sala 2003an de jî biletê elektronîk “Oyster Card” da nasandin.