Çîrok, bi newrozê dest pê dike. Di destana Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî de. Sal 1694.
Pêncî sal berya Xanî (1642), Ewlîya Çelebî li mîrektîya Amêdîyê dibe mêvan û dibîne ku di newrozê de Kurd derdikevin seyrangehan, ligel xwendina kilam û helbestan şahîyê dikin.
Îcar 600 sal berya wan, şairê Kurd Baba Tahirê Uryan, wesleta yara xwe dişiband dilxweşîya newrozê û digot: “Wisalet ger me ra gerded muyeser / Hemê rozem şewed Newroz”
Lewma Xanîyê nemir, newroza siltanî kir sernavê beşa 11an ya Mem û Zînê û ev demsala surûr û şadimanîyê wek “Mersûmê qedîmê Kurdistanî” bi nav kir. Çîrok, ji devê “Zanayê muemerê kuhensal” yanî zanayê pir jîyaye, pir dîtiye û derbas kiriye tê vegotin. Ew jî dibêje “Adetê pêşîyê zemanan / Ev bû li hemî cih û mekanan”. Roj, şehsiwarê rojhilat e. Dema gera xwe di meha Adarê de nû dike û tê bircê sersalê; “Qet kes nedima di mesken û mal”ê.
Roja ku dibûye îdê Newroz
Te’zîmî ji bo dema dilefroz
Bi vî awayî mîhrîcan û şahîya hezar salan dest pê dike. Bi taybet ciwan û keçên xama, xwe dixemilînin, sef bi sef dimeşin çîya û deştan, ref bi ref dixweşin seyr û geştan. Ew horî û perî, bê perde û bê westan û bê minet derdora xwe dikin bihûşt. Xortik û nûciwan bi dilpakî zilfên xwe bi ser memikên xwe yê nûgihayî de berdidin. Mîna qumaşan rûyê xwe yên delal, dîmenên xwe yên bedew û bejn û bala xwe pêşkêşî hev dikin.
Sewdaserê işqê bûn di bazar
Hem bai’ê husn û hem xerîdar
Bi vî awayî wan xama û rewalan, ligel sedsalî û pîr û kalan, sersala xwe li gor kevneşopîya Kurdan pîroz dikirin û digerîyan. Lê di vê mihrîcanê de hinek jinan xwe bi cilên mêran, hinek mêran jî xwe bi yên jinan dipoşan, efsûn û kelecana mihrîcanê zêdetir dikirin.
Wan lew kiribû lîbas tesrîf
Da qet nebitin li wan çi teklîf
Poşîde lîbasê dilberanî
Seyran dikirin bi sergiranî
Dema di vê rewşê de li kolanên bajêr dimeşin li dîmenên ecêb rast tên. Li her alîyî şahî ye, her kuçe û kolan û şibak bi awirên mirovan şên e.
Sermest hinek, hinek di serxweş
Dembeste hinek, hinek di demkeş
Goyende hinek, hinek di xamûş
Poyende hinek, hinek di medhûş
Hinek serxweş, hinek bêhn çikiyayî, hinek sitranan dinuhurin, hinek diaxivin, hinek bêdeng in, hinek dimeşin, hinek sekan in… Lê ya ecêbtir hinek cilên xwe diqetînin, hinek hişê xwe diavêjin… Wê rojê “Hin bûyî ji qeydê aqil azad” û xwe bi destê dilê xwe ve berdane. Dîmenekî pir enteresan. Bar û bend e aqil, pirî caran. Û vaye ew dema taybet hatîye, bi her awayî azadî ye. Ev çîroka Newrozê mîna çûyîna welatê xewnistanê ye, ku îro ji me pir dûr e. Çima gelo?
Berya vê binivîsim, 24ê Sibatê li Swîsreyê bajarê Luzernê, tevlî mîhrîcana Fasnachtê bûm. Dîmenê Newrozê ku Xanîyê nemir di Mem û Zînê de digre, niha çêtir dikarim xeyal bikim. Li Swîsreyê yek ji festîvalên herî balkêş Fasnacht e. Li kolanan bi hezaran mirovên bi kostûmên fantastîk, mûzîk û dans û rêûresmên bandoyan… Ji heft salîyan heya heftê salîyan. Her yek bi maske, serpûş û kostûmekî cuda. Weke hemî lehengên mîtolojîyan, yên filman û navdarên îro li wê festîvalê civiyabin. Gel bi coş û kelecan diherike kolanan. Ne dewlet, ne partî, ne jî sazîyek vê mîhrîcanê bi rê ve dibe. Her tişt sirûştî ye. Her avahî, pir û kolan dîrokî… Her mirov rûken û dilşad. Mîna Newrozê ev mîhrîcan jî çend rojan didome. Ji serdema paganîzmê maye. Ji bo tirsandina rihên xirab ên zivistanê tê pîrozkirin. Çawa em Kurd dibêjin: “Sibat bireve, Adar hate te!”
“Me Kurdan ‘îdekê qal e / Dilo şa be ku sersal e” Evdirehîm Zapsû, di Newroza sala 1919an de li Uskudara Stenbolê wiha behsa Newrozê dikir û didomand:
Siwar in cumle ser hespan
Ji bo rimbazî û meydan
Cirîdê bikin wekî şêran
Ku roja şadîya Kurdan
Hê roj hiltê. Agir, gur û geş dibe. Piştî her şevê sibeh e. Piştî her zivistanê bihar. Kurd dîsa û dîsa jîn dibin. Çima em cilê xwe neguherin, bi kolan û deştan nekevin! Çima ew newrozên efsûnî li me venegerin!
Ev narê sîqala dil e daîm li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e weqtê hilêtin ew sîrac
Erê, gula baxê îremê Botan! Ev agir e ya ku dilan dibiriqîne, tim li ser zimanê me ye. Roja ew çira pêket, newroz û sersala dil e.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol